Çirîya paşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelDu rûçikên cîhadê
Nächster ArtikelDeşîfrekirina mîrasgirîyê

“Em dixwazin kurdan bi rêya Bejanê bi dinyayê bidin nasîn”

"Heke hessasîyetên me yên teorîk piçekî wergere pratîkên me em ê bizanin ku em ê karibin di warê ziman de hinek tiştan pêk bînin. Ji bo tiştekî jî ne dereng e. Ji bo teşxîs û tedawîyê dibe ku gotineke ji rêzê be lê divê her dê û bav ji mala xwe dest pê bike û hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe veberhênanê bike. Lewre bi rastî jî kirdeyekî ku bi kalîte were perwerdekirin dê bikare tiştên bi kalîte hilberîne."

Kurdî zimanekî wisa ye ku bi salan hatîye zindanîkirin, sirgûnkirin hetta hewl dane ku wî zimanê bixin nav cankêşê. Ji ber vê yekê jî di nav zimanên cîhanê de cihekî kurdî yê taybet heye. Em pêhesîyan ku Bejan lîstikeke wisa ye ku dikare yekser bi zarokan re têkeve têkilîyê û bi teknolojîya îroyîn re jî hevçax e. Zimanekî ku wisa polîtîze bûye divîyabû ji alîyên xwe yên hişk bihata derxistin û bihata wê astê ku tu kesî jê re nikaribûya bigota na. Em bi avakarê Bejanê karsaz Behmen Doğu re li ser projeyên pêşerojê û çîroka Bejanê axivîn.

Hûn wekî ‘Erkam Yazılım’ê çawa bi ser ketin ku zimanekî ku bikare yekser xwe bigihîne zarokan ava bikin?

Wekî şîrket raborîyeke me hebû, di serê ewil de bi mebesta pêşxistina toreke civakî em ketin vê rêyê. Gava em di asta lêkolîna projeyên torên civakî yên ku me li ser zimên pêşxistibûn de bûn, me ferq kir ku di Play Storeyê û App Storeyê de di derbarê kurdî de valahîyeke mezin heye. Me bi şaşwazî ferq kir ku ji bilî çend sepanan di derbarê kurdî de hema hema tiştek tuneye. Xaleke din ya ku bala me kişand jî ev bû; ji bo zarokên me tu lîstikeke kurdî tuneye. Vê yekê wekî tîm hem em xemgîn kirin hem jî kêfa me anî. Em xemgîn kirin lewre karsazên kurdan yên ku di qadên karsazîyê yên cuda de gelek xebat kirine yekî jî li ser lîstikan an jî sepanan tu xebat nekirine, ev cihê xemgînîyê bû lê li alîyekî jî ji bo şîreketeke wekî me derfetek bû. Me jî bi mebesta dagirtina vê valahîyê biryar da ku em yekem lîstika mobîl ya kurdî ya cîhanê çêbikin. Hem bi mebesta dagirtina vê valahîyê hem jî bi mebesta wergerandina vê valahîyê ya tîcarî me dest bi kar kir. Bi navê Bejan Game me lîstikek pêşxist ku ji bo zarokên di navbera 2-4 salî de bû. Lîstikên wê jî wekî lîstikên din timî tên rojanekirin û em vê lîstika xwe pêş dixin. Lîstik ji ber ku lîstika ewil ya kurdî bû pêrgî rêzdarîyê hat lê di warê daxistinê de hêvîya me bêhtir bû jê. Ji ber vê yekê jî me ji nû ve dest bi xebatên reklamê kir. Em dixwazin hemû dêûbavên ku di warê zimanê kurdî de hessas in bi awayekî bêpere vê lîstika me daxin û kurdî fêrî zarokên xwe bikin. Bi vî awayî sûdwerîyeke me jî ji vê perwerdeyê re çêbibe.

Wekî karsazekî, ji dêvla ku hûn di qadeke kar ya bêyî rîsk de hilberînin, kîjan motîvasyonê hişt ku hûn berê xwe bidin vê qadê?

Pêşîyê ez vêya bêjim ku min di qadeke din de jî bixwesta karekî bikim wê rîskên wê qadê jî hebûyana. Min jî xwest ku ez di qadeke wisa de kedê bidim ku berê li ser nehatîye xebitîn û hatîye piştguhkirin. Wekî şîrket me texmîn dikir ku wê bertekên neyînî çawa bin û dê şîroveyên ku bikaribin motîvasyona me xera bikin çi bin. Lê bi rastî jî heke hûn bawerîyê pê bînin ku hûn karekî baş dikin û derdora xwe jî bi vê fikra xwe bidin bawerkirin heya radeyekê hûn ê bikaribin astengîyan piştguh bikin û li pêş xwe binêrin. Motîvasyona min a bingehîn ew bû ku kurdî bikare di qada hebûna xwe de hewzekî nirxan pêkbîne û vê qadê bîne cihekî ku bala zarokan jî bikişîne. Gava me seta perwerdeyê amade kir me bi baldarî prosesa pedagojîk, psîkolojîk, sosyolojîk û çandî tespît kir û bi baldarî me amade kir.  Vê motîvasyonê nîşanî me da ku perwerde qadeke wisa ye ku her daîm dê bide qezenckirin. Me dizanîbû ku bi vî karî em ê bikarin xwe bigihînin bîra zarokan û bikarin teşeyekî bidin aqilê wan. Motîvasyona me ya herî mezin jî ew bû ku me bi zimanê wan ê zikmakî ev kar dikir.

Gava we ev rîsk didan pêş çavan derdora we destek dida we an na?

Di jîyana xwe ya kar de gava we biryar da ku hûn projeyekê li dar bixin, ev tê wê wateyê ku we rîsk jî girtine ber çavan. Di nava hemû xebatên tîcarî de rîskek heye jixwe. Karsazekî haydar hewl dide ku wan rîskan mînîmalîze bike lê divê meriv vê yekê jî ji bîr neke; karsazên wêrek bi ser dikevin û bi vê yekê re pere û prestîjê jî bi dest dixin. Di derbarê karê we yê ku hûn li ser dixebitin de dibe ku derdora we bertekên rêzdarîyê nîşanî we bidin, dibe ku rexneyên neyînî yên ku moda we dadixin jî werin kirin. (Hinekên ku gotin “kurdî pere nake, mekevin vê qadê” jî çêbûn) yên ku gotin “hûn yekem lîstika kurdî ya cîhanê çêdikin, ev xebateke newaze ye, kelecana xwe wenda mekin” û piştgirî dan me jî, çêbûn.

Projeya herî girîng ya ‘Erkam Yazılım’ê niha Bejan e. Hûn dikarin ji me re piçekî behsa lîstikê, setên perwerdeyê bikin û bêjin Bejan ji bo kê û ji bo çi heye?

Projeya Bejanê hem ji bo şîrketa me karekî baş bû, hem jî di qadên perwerde û weşangerîyê de di warê pêşeroja me de xebateke xweşik e. Ji bo fêrkirina zimanê zikmakî yê zarokan em bi awayekî hevdemî dixebitin. Em vê yekê di çend milên cuda de bi carekê dikin ku hem perwerde hem jî rûmet û girîngîya zarokên me yên ku pêşeroja me ne derkeve pêş. Di eslê xwe de seta perwerdeyê ya Bejanê li gorî her kesên ku dixwazin ji sifirê dest bi fêrbûna kurdî bikin hat amadekirin. Her çiqas gava me ev set li nav piyaseyê belav kir me li gorî zarokên di nava 6-12 salî de dîyar kiribe jî em dikarin bi rihetî bêjin dê û bavên wan jî dikarin weki çavkanî sûdê ji vê setê bigirin. Gava em werin ser meseleya lîstikan helbet em di dema teknolojîyê de dijîn. Zarokên me di warê bikaranîna tablet, telefon, kompîterê de gelekî behremend û daxwazkar in. Me van behremendîyên wan jî da ber çavan û me xwest em ji vî alîyê wan ve frekansên wan zeft bikin. Hûn jî dizanin di perwerdeyê de faktora lîstikê zêde ye, hem fêrbûnê bi zewq dike hem jî yên hatine fêrbûn mayende dike. Me valahîya lîstikên kurdî yên di piyaseyê de bi Bejan Game dagirt piştre jî me Bejan Gog sêwirand û feraseta lîstik û şahîya xwe jî nîşan da. Helbet lîstikeke nû ya din ya ku em li ser dixebitin jî heye. Ev lîstik jî li gorî kategorîyên lîstikên şer û stratejîyê yên ku li cîhanê trend in tê amadekirin. Heke em li mîsyon û vîzyona tevahîya van projeyên me binêrin em dikarin bêjin ku Bejan ji bo hemû aqilên ku daxwaza fêrbûnê dikin û nûjenîyê dixwazin heye.

40 milyon serjimara kurdan heye lê kêm kes ji vê serjimarê bi kurdî diaxivin. Bi taybetî gava em li berxwedana di warê zimanê zikmakî de tînin pêş çavê xwe gelo rêjeya kesên ku dixwazin bi rêya stendina seta perwerdeyê an jî lîstikan berê xwe bidin Bejanê zêde ye? An jî têr dike? 

Pêşîyê ez dikarim bêjim seta me ya perwerdeyê Bejan seta herî berfireh ya Tirkîyeyê ya kurdî ya ku bi tirkî hatîye piştgirîkirin e. Mebesta seta me ya ku xîtabî zarokên  6-12 salî dike ew e ku hemû zarokên bi tirkî dizanin jixweber fêrî kurdî bibin û heya astekê bikaribin xwe bi pêş bixin. Di warê zimanê zikmakî de me çavkanîyeke girîng bi pêş xist di eslê xwe de. Digel ku me di warê setên xwe yên perwerdeyê de bertekên gelekî erênî girtin em nikarin bêjin ku di warê firotina wan de me grafîkeke baş zeft kir. Li holê çavkanîyeke gelekî baş heye û divê eleqedarîyeke zêde were nîşandan. Ez bawer im di warê bazarê û reklaman de kêmasîyên cidî yên me jî hene. Em hewl didin ku van kêmasîyan fêm bikin û çareserîyê ji wan re bibînin. (Ez nabêjim mirovan kêm eleqedarî nîşan da an jî hessas tevnegerîyan) Dawîya dawî me çavkanîyeke baş derxist holê û tiştek pêşkeş kir û em li bendê ne ku li gorî wê pêşkeşkirinê daxwazek zêde jî çêbibe. Em di vî warî de dixwazin ku berbiçav bin. Hessasîyet û xebata gelek weşanxaneyan di warê ziman de heye, ji ber vê yekê jî em dixwazin heman hessasîyetê bi dê û bavan re jî bibînin. Em bi gotinên sivik û hessasîyetên çêbiwar yên li ser medyaya civakî nikarin pirsgirêkên zimanî çareser bikin. Divê ji weşanxaneyên cuda, ji pirtûkên cuda, ji nivîskarên cuda sûd were girtin, ji qada dîjîtal heman sûd were girtin. Bes bila kêmasîyên di vî warî de werin çareserkirin. Em tenê ji wan weşanxaneyên ku di warê zimanê kurdî de berheman bi pêş dixin yek in. Bawer bikin heke hûn lêkolîneke biçûk li ser hejmara firotina kitêban li weşanxaneyên kurdî bikin hûn ê bibînin ku rêjeya firotina kitêbên kurdî çiqas kêm e. Heke hessasîyetên me yên teorîk piçekî wergere pratîkên me em ê bizanin ku em ê karibin di warê ziman de hinek tiştan pêk bînin. Ji bo tiştekî jî ne dereng e. Ji bo teşxîs û tedawîyê dibe ku gotineke ji rêzê be lê divê her dê û bav ji mala xwe dest pê bike û hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe veberhênanê bike. Lewre bi rastî jî kirdeyekî ku bi kalîte were perwerdekirin dê bikare tiştên bi kalîte hilberîne.

Ma ne lazim e ku piştî ewqas eleqedarîyê daxwaz û talebeke zêde jî hebûya? Gelo çima gelekî ku ewqasî ji bo zimanê xwe di ber xwe dide vê yekê ranagihîne, digel fêrkirina zimanê xwe yê zikmakî ya bi rêya lîstikan ewqasî hêsan bûye vê yekê piştguh dike an jî têra xwe eleqedarîyê nîşan nade?

Di vî warî de helbet nêrînin cuda hene. Gava em ji alîyê xwe li meseleyê dinêrin em di warê bazarkirin û marketîngê de kêmasîyên xwe dibînin û li ser vê yekê em hewl didin çareserîyan peyda bikin. Li alîyê din jî em dixwazin fêrkirina zimanê zikmakî bînin asta destpêkirina perwerdeyê, bi lîstikan û seta perwerdeyê vê yekê cazîp bikin, bihêlin ku herkes bikare xwe bigihînê û rojane bikin vê yekê. Em di vî warî de bawerîyê bi hessasîyetên dê û bavan tînin lê ji ber ku teslîmîyetek fêrbûyî heye yan jî a rasttir ji ber ku kesên dibînin zimanê perwerdeyê bi tirkî ye û cihên bikaranîna kurdî tên tengkirin di warê fêrkirina kurdî de dikevin dudilîyê. Mixabin hinek mirovên me dibêjin “Ma kurdî dê bi kêrî çi karî were?” bi vê ferasetê tevdigerin. Lewre di sazîyên fermî de, li akademîyan, di bazirganîyê de, li medyayê zimanê muteber zimanê tirkî ye. Ji ber van sedeman hinek mirov zimanê xwe yê zikmakî didin pişt zimanê tirkî. Em wekî şîrket û weşanxane di tatêla wê yekê de ne ku valahîyeke mezin dagirin. Lewma jî ez niha dibêjim pêşîyê çi ji destê me tê em bikin û dûre jî hemû dê û bav û fama bila xwe bidin bin vî barî.

Ez dizanim ku wekî Erkam Yazılım projeyeke we ya fîlmê anîmasyonê heye. Di vî fîlmî de ku te jî bi xweşdivî Yavuz Ekinci û Zehra Çelenkê re senaryoya wî nivîsîye hûn ê dîsa bibin yên ewilîn. Kelecan bi we re heye?

Bêguman belê. Fîlmê me yê anîmasyonê metrajdirêj ê ku dê bi navê Bejan li Heskîfê dê kêm zêde 85 deqîqe be. Me senaryo û traîllera sînemaya xwe xelas kir. Min, xweşdivî Zehra Çelenk û Yavuz Ekinci senaryoya fîlmê bi hev re nivîsî. Me hewl da ku em fîlmekî anîmasyonê ku alîyê wî yê muzîkal xurt e biafirînin. Hem gelekî bi zewq e hem jî me hewl da ku em şexsîyetên dîrokî derxin pêş. Em feraseteke wisa dixin holê. Pêşîyê em dibêjin di torên sînemayê yên Tirkîyê de dû re jî li torên sînemayê yên cîhanê em bi hêvî ne ku dê eleqedarîyek were nîşandan. Li gel vê yekê em difikirin ku li platformên dîjîtal yên wekî netflix û hwd de jî were weşandin. Lê ji ber pandemîyê wekî gelek fîrmayên çêkerîyê me jî xwe gelekî sist kir. Piştî ku me veberhênanek wergirt em ê di nav salekê de fîlmê xwe biqedînin. Fîlmê me yê sînemayî gelekî li ser standardên Tirkîyeyê ye, ji ber vê yekê jî mebesta me ew e ku em jî bikaribin wekî Moana, Qral Şêr, Lembeya Eladîn ya bi Sêhr fîlmê xwe mayende bikin. Wekî butçeyê li ser fîlmên anîmasyon yên Tirkîyeyê ye ji ber vê bihabûna xwe kalîteya wê jî dê wekî butçeya wî be. Piştî ku ket pêşandanê jî ez bawer im em ê bertekên gelekî xweşik wergirin.

Di hilberînin xwe de alîyê we yê ku ez jî wekî herkesî jê hez dikim ew e ku hûn ziman di nava çanda wê de didin fêrkirin, ji motîfan heya erdnîgarîyê, ji muzîkê heya fêrbûnan ziman peywira neynika çandê bi cih tîne. Zarokekî ku li koçberî welatekî dûr î cîhanê bûye û di nav zimanên cuda de mezin bûye jî dikare fêrî çivîk, çîya û robarên Kurdistanê bibe. Hûn dixwazin wekî derûnî welatekî çawa di cîhana zarokan de vebêjin?

A rast heke em bikaribin erdnîgarîya xwe çi bi teknîkên sînemayê, çi bi metirsîyên xwe yên estetîk û hunerî têra xwe tedwîr bikin, biwênînin û fîlmekî anîmasyonê yê serkeftî hilberînin em ê bikarin bêjin em ji bo vê gotina we bi ser ketin. Jixwe mebesta me jî serkeftina van tiştan e. Ez bi awayekî zelatir vebêjim hûn ê di fîlmê anîmasyonê bi navê Bejan li Heskîfê ye de çemê Dîjleyê, welatê Heskîfê, kincên kurdan yên gelêrî, xwarinên wan, cîranên wan ên ku bi sedan salan bi wan re jîyane, wekî ermen, suryanî û turkmenan bibînin. Di warê muzîkal de jî di warê xêz û anîmasyonê de jî, ji ber ku em ê teswîra erdnîgarîya xwe bikin, ji Çîyayê Mereto bigirin, heya Gelîyê Dîjleyê, Pira Dehderî, Bircên Amedê û heya Şikeftên Heskîfê bikin, hûn ê pêrgî gelek dewlemendîyên erdnîgarî û çandî werin.

Ji bo ku serpêhatîyên ku dê piştre Bejan an jî hevalên wê dê bijîn zêdetir bigihîje zarokan bendewarîya we ya civakî çi ye?

Heke fîrmayek an jî mirovek li gorî derfetên xwe bixwaze tiştekî pêş bixe an jî biafirîne an jî xizmetekê bike divê mebesta wî karê herî baş be. Me jî gava dest bi karê xwe kir, me ne bi mebesteke herêmî me bi mebesta bûna markayeke gerdûnî dest bi karê xwe kir. Yê japonan, amerîkîyan û rûsan gelekî karakterên wan ê anîmasyonê hene û bi taybetî di xêzefîlm an jî kartonên Hollywoodê de meriv dikare bêje ku îxracateke mezin ya çandî heye. Gava em li Barbieyê temaşe dikin di eslê xwe de em fêrî modeleleke jîyanê, çandekê dibin. Gava em li anîmasyonên japonan jî dinêrin heman rewş e. Nîşaneyên kodên çandî nexşî mêjîyê me dikin. Wekî Maşa û Hirçê Mezin yê rûsan, wekî Tom û Jerryê amerîkîyan me jî mebestek da pêş xwe. Ji bo kirina vî karî jî me sûd ji argumantên xwe yên çandî wergirt. Gava me ev yek da pêş xwe me ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo her zarokekî bîyanî yê li welatekî din me hewl da em bi awayekî ku zewqê jê bigirin çanda xwe bidin nasîn. Ji ber vê yekê jî em dixwazin bi arava Bejanê çanda xwe bi awayekî gerdûnî fêrî hemû cîhanê bikin û bidin nasîn. 

Em dizanin ku hinek projeyên nû hene li pêş we lê helbet xeyalên we jî gelek in. Ji bo vana pêdivîya we teqez dê bi piştgirîyê hebe. Di hişê we de wekî projeyên nû yên ku kelecanê didin we çi ne?

Berîya 20-25 salan şîrketên herî mezin yên cîhanê şîrketên petrol û otomotîvan bûn. Di deh salên dawî de guherîneke gelekî bilez çêbû li cîhanê. Niha şîrketên herî mezin yên cîhanê şîrketên nîvîsbarîyê ne. Niha haya me jê heye ku em wekî şîrketeke mezin li Batmanê, Amedê û Stenbolê ketine qadeke gelekî zehmet. Wekî şîrket me seteke perwerdeyê ya gelekî xweşik ya bi navê “Bejan Kürtçe Öğrenîyor” çêkir, yekem lîstika kurdî ya cîhanê Bejan Game û Bejan Gog derxistin pêşberî gel. Helbet em kêmasîyên van projeyên ku me bi pêş ve birine çareser dikin û bi projeyên nû rêya xwe didomînin. Lîstekeke me ya şer (wekî Counterê) a ku em bi mehan e li ser dixebitin heye. Em difikirin ku li gorî trendên cîhanê ye û niha hemû enerjîya me li ser wê ye. Ji bilî lîstikê projeya me ya tora civakî ya ku me di serî de behsa wê kiribû heye. Ji bo ku em di derbarê vê projeya tora civakî de bikaribin bikevin nava hewldanekê pêdivîya me bi veberhênerên cidî heye û em bi wan re hevkarîyê bikin. A rastî bi qasî ez dibînim veberhênerên me, karsazên me pir garantîkar tevdigerin û gelekê wan bi mantiqa esnafîyê tevdigerin. Gava ez wisa dibêjim ji kerema xwe bila neyê fikirîn ku ez wan biçûk dixim. Nêrîneke wisa heye; “Heke ez bi we re bibim şirîk ez ê çiqas pere bidim, di çiqas demê de çiqas pere wergirim?” Heke em berê xwe bidin sektora nivîsbarîyê ev pirs zêde jî pirsên di cih de nîn in. Karê nivîsbarîyê digel ku karekî zehmet e di heman demê de veberhênaneke zêde dixwaze û vegera pere jî dereng e. Lê gava ku veger çêbû jî wekî sektorên din ne bi çar pênc qatî bi sedan bi hezaran vegera wê çêdibe. Ji ber wê jî heke li sektora nivîsbarîyê veberhênan hat kirin divê meriv bi sebir li bendê be. Wekî mînak li Tirkîyeyê bi navê Peak Games lîstikek bi 1.8 mîlyar dolarî firotin Amerîkayê. Ji Tirkîyeyê bi qasî 150 milyon dolar, 80 milyon dolar, 180 milyon dolarî lîstikên curbicur yên ku firotine bazara cîhanê hene. Axir heke hûn projeyeke baş li dar bixin bi qasî ku hûn nikaribin xeyal bikin hûn dikarin qezenc bikin.

Projeya Bejanê jî di warê perwerde, lîstik û xêzefîlm de sê xalên xwe hene. Ji ber wê jî em hewl didin çend projeyan wekî hevdemî bi hev re bidin meşandin. Di vî warî de li alîyekî jî em rîskên xwe belav dikin li van qadan. Ez ê li ser xaleke girîng ya din jî bisekinim. Ji ber ku em li Tirkîyeyê dijîn me seta perwerdeyê ya Bejanê bi wergera zimanê tirkî çêkir lê heke ji welatekî Awropayê; ji Almanya, Îngilîstan an jî Fransayê daxwazek were em dikarin wergera wê ya wî welatî jî çêbikin. (Wekî wergera kurdî ya li almanî, fransî an jî îngilîzî) Em dixwazin ji bo zarokên wan deran jî sûdwer bin. Ev welat an jî welatên cuda dikarin bikevin nav vê xebatê. Heke weşanxane erê bikin ez dikarim bikevim nav hevkarîyeke wisa.

Li gel lîstika me ya dawî em bi fîlmê xwe yê sînemayê jî gelekî bawer in. Li cîhanê malîyeta fîlmên metrajdirêj yên anîmasyonê herî kêm li dora 8-9 milyonan e. Me di şertên Tirkîyeyê de gelekî erzan çêkir bi qasî 2 milyon dolarî em hewl didin ku malîyetê der bixin jêre. Di eslê xwe de heke veberhênerên senaryoya me bixwînin dê enerjîya seta me jî lîstikên me jî hîs bikin û mebest bikin ku veberhênanê li ser bikin.

Wergera ji tirkî: Mihemed Ronahî

1) Gelek afxan bê paşnav in. Yên paşnavên wan hene jî bi giştî navê bavê xwe kirine paşnav an jî navên xwe dubare kirine.

2) Ew Meclîsa Gel (250 kesên ji bo pênc salan di hilbijartina giştî de hilbijartî) û ya rûsipîyan jî (102 endamên ji bo çar salan, ku ji sêyan duduyê wan ji alîyê konseyên wîlayetê ve û ji sêyan yekê wan jî ji alîyê serokkomar ve hatine hilbijartin) dide ber xwe.

3) Texmînên Daîreya Navendî ya Statîstîkan a Afxanî.

4) Binêrin li nivîsara Antoine Ory, «“Harkis”ên Kabûlê», Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn 2020.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar