Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelHilbijartina peyvan
Nächster ArtikelMuqayeseya gefxurên deynan

Dudilîya Celadet Alî Bedirxan

“Di esasê xwe de galerîya enstrûmanên têkoşînê yên Kovara Hawarê her tim bi mijeke şikber hatîye rapêçan. Xwedîyê kovarê hin caran bi şik li qelemê/perwerdehîyê, lê zêdetir jî li tundîtiyê dinêrî. Dîsa jî, her wekî di sehneya dawîyê de tê dîtin, her çiqas nivîskar hemû hêvîya xwe bi perwerdehîya Gefo ve girê bide jî hêj jî di kêlîyên dawîyê de ji xençerê hêvîdar e.”

Gelo ji bo ku zimanek mezintir û bi hêztir bibe hewcedarîya wî bi hêzên derekî heye? Çi ye ya ku zimanekî û axêferên wî zimanî ji tunebûnê xilas dike û wî azad dike? Rizgarîya miletekî bêyî ku şûr hebe, tenê bi qelemê, bi perwerdehîyê mımkin e? Qelem bêyî ku şûr hebe dikare binivîse? Hewcedarîya qelemê bi şûrî heye ji bo sazkirina nivîs û zimanî? Gazinda Xencera Min(1), kurteçîroka Celadet Alî Bedirxan xwedîyê wê şîyanê ye ku bangî fikrên weha û gelek yên şibî wan bike. Her wekî tê zanîn qelem û şûr teqabilî du wate û têgehên dijber dike. Qelem bi hemû wan têgehên dijber tê hizirîn yên ku şûr temsîl dike: şûr wekî amraza şer, tundî, xwîn, mirin, çalakî, zagon. Li miqabilî vê qelem wekî nimaya aqil, aştî, zanist, fikir, ronakbûn. Ev dijberî bi awayekî giştî di bin siha dewletê de dibin yek. Qelem û şûr, wekî amrazên dunyewî yên qralê xwedîyê du laşên cuda yên uxrewî û dunyewî, yên ku çavkanîyên wan xwe dispêrin ya uxrewî.

Bo nimûne, di kurteçîroka Rilke, Qelem û Şûr de qelem û şûr di nava têkoşînekê de ne. Mîna munazereyên di edebiyatên klasîk yên îslam û farisî de yên ku qelem û şûrî di nava hevberîyekê de didin axaftin, Rilke jî her duyan tîne hemberî hev. Reqabeta di navbera qelem û şûr de, ya ku di vegêrana Rilke de vediguhere metaforên şer û aştîyê, bi serketina qelemê bi dawî dibe. Qelem ji şûrî bi hêztir e, ji ber ku ew xwedîyê wê şîyanê ye ku şerî, yanî bûyera desthilatdarîya şûrî bi dawî bîne. Her çiqas şûrê narsîst yê Rilke ku “her tiştê di odeyê de ji ber şewqa wî xweyî dibe û radibuhêre”(2) bi peyvên ji serê qelemê bi awayekî bedbext xwe vekêşe quncikê xwe jî, ew her tim di nava biriqîn û dijwarîyekê de ye, yên ji bo şerî amade. Ligel ku qelem û şûrê Rilke di navbera xwe de diaxivin, xençera Bedirxan bangî xwedîyê xwe dike yê ew terkî tenêtîyê kirî. Bereksî şûrê narsîst yê Rilke yê dibiriqe, xençera Bedirxan sitemkar û hêrsok e. Li jorê refa kitêbxaneya odeyê, li koşeyekî di nava tevnepîrê de pêçayî, jengargirtî ye û hatîye jibîrkirin. Wextê kêr peyda nabe, tenê ji bo tûjkirina serê qelemê, ji bo karekî ji rêzê, yanî ji bo xizmeta qelemê hatîye bibîrxistin.

Jibîrkirin li alîyekî, xençera ji bo karekî rûmetşikên yê mîna tûjkirina qelemê tê bibîrxistin, li hemberî xwedîyê xwe sitemkar e û dizane ka ji ber çi hatîye jibîrkirin. Ew hatîye jibîrkirin, ji ber ku xwedîyê wê ketîye pey dozeke antîkolonyal, doza zimanekî, têkoşîna hebûna kurdî. Xwedîyê xençerê li pey şopa Ehmedê Xanî, ji bo parastina esaleta kurdan, hemû jiyana xwe ji bo kurdî nezir kiriye. Li vêrê em wekî xwendevan pê dihesin ku xençer bangî Celadet Alî Bedirxan bi xwe dike, yê ku emrê xwe ji bo kurdî nezir kirî. Xençer jî xençereke rasteqîn e ya ku aîdî xwedîyê xwe.(3) Nivîskar bi rêya xençera xwe bi xwe re diaxive.

Xençer dizane ku xwedîyê wê ji bo zimanî, ji bo kurdî ew ji bîr kiriye lê xwedîyê wê jî tiştek din ji bîr kiriye. Xençer di heman demê de wî tiştî tîne bîra xwedîyê xwe, yê ku wî bi xwe jî ji bîr kirî.

“Lê nabit, tu tişt, ne ziman, ne xwendin ne nivîsandina te bêyî min naçe serî. Bidî eqlê xwe heta niho tu û milletê xwe hûn çawan mane, çawan we zimanê xwe winda nekiriye û îro dizanin pê biştexilin. Heke ez nebiwama ji zû ve te û miletê te we ê zimanê xwe winda bikirana. Ji xwe çend caran, ma dil nekirine zimanê we jêkin. Zimanê we berî hezar salan zimanê dêrê, zimanê hikûmetê bû. Ji hingê ve pê diberizin, hezar carî pê ketin. Hercar ez li ber we sekinîm û min zimanê te parast, lê ne qelema te. …Ji lewra ez benî, qedrê min bizane, ji min dûr mekeve, min ji xwe dûr meêxe û bi min ne qelema xwe lê parsuwên dijminên xwe jêke!. . .”

Her çiqas li cem Rilke qelem û şûr di nava dijberîyekê de bin jî, her tişt bi rêk û pêk e, qelem li ser maseyê ye, şûr jî li dîwarî her tim ji bo şerî amade ye. Yek ji wan jî nehatîye jibîrkirin. Wekî du hêzên sazende û parêzer yên zagon an jî dewletê, di nava heman odeyê de, li cihên xwe ne. Lê di çîroka Bedirxan de cîhanên qelem û xençerê ji hev cuda nebûne, cihên wan nehatine diyarkirin, rikberîya di navbera her duyan de hêj nehatîye çareserkirin, yan jî dabeşkirina peywirên wan nehatîye temamkirin. Çunku qelem ji bo jîn û parastina zimanî, di vê peywendê de kurdî, hewcedarîyê bi xençerê tîne. Feqet xençer jî li koşeyekî ji bo jengarbûnê hatîye terikandin. Ziman negihîştîye wê qudretê ku xwe bi xwe biparêze, ziman û xelkê bi wî zimanî diaxive hewcedarîyê bi hêzekê tînin bo ku wan biparêze. Bi vê egerê ye ku li cem Rilke qelem vediguhere semboleke razber, lê ji bo Bedirxan qelem sembola tiştekî madî yê mîna ziman-perwerdehîyê ye. Bereksî Bedirxan, Rilke zimanekî wisa nîne ku ji windabûna wî, tunebûna wî bitirse. Li cem Rilke çîrok bi wê qebûlê hatiye nivîsîn ku cihê qelem yan şûrî di bin sîya desthilateke jorîn yan jî otorîteyekê (dewlet) de diyar bûye, lê Gazinda Xencera Min bi hesta nebûna otorîteyekê (dewlet) hatiye nivîsîn,  ku dê cihên qelem û xençerê diyar bike, dê wan bi awayekî dijber lê li heman cihî û ji bo heman armancê bike yek.

Di rastîyê de her çiqas xençera sitemkar wisa bifikire ku ew ji qelemê muhimtir e jî, li hemberî hebûna qelemê, ne di nava lêpirsînekê de ye. Wekî amrazeke ku dê kurdî bi pêş bixe, gewre bike, qelemê bikêrnehatî nabîne, feqet wisa difikire ku qelem bêyî hebûna wê, ne xwedîyê wê şiyanê ye ku bikare xwe biparêze. Her wekî li jorê hatî diyarkirin li cem Rilke çîrok bi dawîyekê, bi encama serketina qelemê, bi aştîyê xilas dibe. Vegêran temam bûye, herkesê gotina xwe gotiye. Lê li cem Bedirxan, bêyî ku xwedîyê xençerê gotina xwe bibêje, ku di heman demê de vegêr e jî, çîrok nîvco dimîne, vegêran kêm dimîne, nayê temamkirin. “Xencera min li hire gotina xwe qedand. Min dil kir ez lê vegerînim. Lê nedixwest ji min bibihîze, rabû ket kalanê xwe, xwe ker kir û guh neda min.”

Ev encama afirîner ya ku xwedîyê xençerê, yanî yê qelemê, gotina xwe negotî, dikare bi awayên cuda bê şirovekirin. Ewilîn, xilaskirina çîrokê ya bi awayekî nedîyar, dikare bi fikrekî estetîk-felsefî yê bihêz ve bê girêdan ku ligel hev pêwendîdar in. Ligel hesta kêmasîya jiyînê û natemamîyê, gerdûna bêdawî ya nivîsê û vegêranê ya ku tu carî tijî nabe, xilas nabe. Ya duyê, çîroka bi xêra qelemê mimkin bûyî bi xwe, dikare wekî encam-bersivekê bê hizirîn. Bi gotineke zelaltir, bersiva xwedîyê xençerê bo şûrî bi xwe, yê ku jiyana xwe ji bo kurdî feda kirî, bi nivîsîna kurdî çêbûye. Yanî bersiva nivîskar-xwedî ya li hemberî şûrî û bi awayekî din jî parastina qelemê ji mêj ve ye hatiye dayîn. Nivîsîna çîrokê, fedakirina hemû jiyana nivîskarî bo zimanî, nîşan dide ku tercîh ji mêj ve ye hatiye dayîn. Herî dawîyê, dibe ku nivîskar ji ber fikra mafdarbûna îsyana xençerê bêdeng mabe. Li hemberî gotinên xençerê tiştek nîne bêje. Li gorî nivîskarê ku pişta xwe daye wê, xençer mafdar e, ji ber ku rizgarîyeke neteweyî ya antîkolonyal ne bi qelemê, lê bi şûr, şer û tundîtîyê mimkin e.

Wextê ev şiroveya dawîyê ligel çîrokeke din a Bedirxan, Ber Tevna Mehfûrê(4) ya di Hawarê de çap bûyî bê fikirîn, dê bibe babeta nîqaşê. Ji ber ku temaya bingehîn ya çîrokê li derdorê vê fikrê dizîvire ku, azadîya Kurdistanê tenê bi rêya perwerdehîyê yanî qelemê mimkin e. Bi gotineke din, dahatûya azadîya Kurdistanê bi ser xwendina Gefo re, bi perwerdehîyê ve tê girêdan, yê ku di serhildana Şêx Seîd de babê wî hatî kuştin. Rizgarîyeke antîkolonyal dê ne bi şûr, lê bi qelemê bê. Ligel ku bi vî rengî ye, di dawîya çîrokê de şûr ji nişka ve derdikeve meydanê û vegêranê bi dawî dixe. Çîrok bi awirên Gefo û malbata wî yên li ser xençera bi dîwarî ve bi dawî dibe, ew xençera babê wî yê fedaîyê Kurdistanê. Yanî sehne mîna Gazinda Xencera Min bi temamî ji bo qelemê nehatîye terikandin, rizgarî bi temamî bo qelemê-perwerdehîyê hatîye hêlan.

Tam jî li vir, dikare behsa endîşeya nivîskarî bê kirin ya ku pişta xwe bi temamî nade xençerê, di navbera qelem û xençerê de digevize. Li gorî Fırat Aydınkaya ku vê nedîyarîyê, teredutê wekî şikeke domdar ya nivîskarî ya ji bo qelemê, yanî perwerdehîyê dinirxîne, wextê mesele dibe amrazên têkoşînê yên rizgarîya neteweyî şikeke weha ji bo temamîya Hawarê muteber e. “Di esasê xwe de galerîya enstrûmanên têkoşînê yên Kovara Hawarê her tim bi mijeke şikber hatîye rapêçan. Xwedîyê kovarê hin caran bi şik li qelemê/perwerdehîyê, lê zêdetir jî li tundîtiyê dinêrî. Dîsa jî, her wekî di sehneya dawîyê de tê dîtin, her çiqas nivîskar hemû hêvîya xwe bi perwerdehîya Gefo ve girê bide jî hêj jî di kêlîyên dawîyê de ji xençerê hêvîdar e.”(5) Di heman nivîsê de Aydınkaya diyar dike ku, edebîyat û teorî, du peyarêyên vegotina antîkolonyal, di behsa tundîtîyê de ji hev cuda dibin. “Ferqeke romana dij-mêtînger ji teorîya dij-metînger, nêzîkatîya wê ya xweser e, ya derbarê tundîtîyê de. Bereksî gotina Fanon ku dibêje; ‘Mêtîngerî tenê wextê bi tundîtîyeke mezintir rû bi rû dimîne, serî ditewîne’, Gefoyê Celadet Alî Bedirxan û malabata wî ya antîkolonyal, tenê ji dûr ve temaşeyî xençerê dikin.”

Ma em nikarin bêqerarîya Bedirxan wekî “endîşeyeke mêrane” jî bifikirin, ya ku bi temamî nekarî pişta xwe bide xençerê, ew xençera yek ji enstrûmanên rizgarîya antîkolonyal? Gelo dibe ku nivîsîn, xwendin ji layê mêrên dinyaya sêyem yan mêtîngeh ve wekî remzeke jidestdana desthilatdarîya mêrane, bê fêmkirin û tecrûbekirin? Her wekî Gürbilek dibêje, “romannûs efendîyên qelemê ne; li civakeke ku nirxên şerker-mêrane desthilat in, ew ji layenekê ve bi karekî luks mijûl dibûn.”(6) Yanî, heke di vegêranên Bedirxan de sedemekî hebûna şerî yanî şûrî, ya mîna reşeyekê, ji ber wê çendê be ku wekî enstrûmaneke antîkolonyal nikare wê berteref bike, sedemê din jî dibe ku hîsa nivîskarekî xwedî xençereke rasteqîn be ku nivîsê wekî jidestdana desthilatdarîyeke mêrane dibîne. Şûr ji bo entellektuelê kurd, yê ku bi tereduteke ku, qelem/perwerdehî têra xilasîya ji desthilatdarîya mêtînger nake, mîna ethosa antîkolonyal û arezûyeke girêdayî desthilatdarîya mêrane ye.

Herî dawîyê, divê bê destnîşankirin ku ji bo Bedirxan û nivîskarên cîhana mêtînger nivîsandin ne luksek e, lê zerûretek e. Bi wateya Foucaultyen, ji bo entellektuelê kurd yê ku etîka xwebûna wî di nava cîhaneke mêtînger de şikil digire, nivîsandin çalakîyeke antîkolonyal e. Em dikarin gotinên Kafka yên ji bo yahûdîyên pragî hinekê veguhêzin ji bo Bedirxan, hevalên wî û nifşên dahatuyê yên entellektuelên kurd bibêjin: Zerûreta nivîsînê, zerûreta nivîsîna bi kurdî, namimkinatîya nivîsandineke bi şêweyekî din.(7)

Wergera ji tirkî:

Cumhur Ölmez

___________

1)  Celadet Alî Bedirxan, Gazinda Xencera Min, 1932, Hawar, Hejmar: 12.

2)  R.M. Rilke, Kalem ve Kılıç, 2003, S. 7, Say Yayınları, İstanbul.

3)  Li gorî Abdullah Keskin xençera Celadet Alî Bedirxan ji layê keça wî Sînemxanê ve hê jî tê parastin. https://www.youtube.com/watch?v=tvECdf7CJcs&ab_channel=CirokenKurdi.

4)  Celadet Alî Bedir-Xan, Ber Tevna Mehfûré, 1927, Hawar, Hejmar: 4

5)  Fırat Aydınkaya, Xwendin Ji Bona Çi : “Perwerdehî dê axa me li me vegerîne?”, 2021, http://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-145. Aydınkaya, di vê nivîsa xwe de bi jêderên edebî yên antîkolonyal yên Afrîkî xwendineke berawirdî di navbera metnên Hawar, Kurdistan, Rojî Kurd yên dawîya sedsala 19an û serê sedsala 20î  û yên Erebê Şemo de dike. Ew di vê nivîsa xwe ya îlhambexş de tehlîleke hêzdar derbarê hin layenên meseleya perwerdehî û mektebê de dike, yên ku di vegêranên antîkolonyal de li ser hev zêde û dijber bûne. Encama Aydınkaya bi dest xistî ew e ku, mekteba mêtinkarî ya di nava pergala ronakbûnê de şikil girtî û hîmên ontolojîk û epîstemolojîk yên kolonyalîzmê tê de hatî avêtin, nabe amrazek bo azadîya bindestan.

6)  Nurdan Gürbilek, Kör Ayna Kayıp Şark, 2007, s. 54, Metis Yayınları, İstanbul.

7)  Deleuze, F. Guattari, Minör Bir Edebiyat İçin, 2000,  YKY Yayınları, İstanbul, s. 25.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.