Adar 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Du rûyên sansurê

Dewlet û şirketên pirneteweyî yên dijîtal bi awayekî bi rêkûpêk xwe wekî dijber nîşan didin; yên pêşî hewldanên xwe yên ji bo kontrolkirina yên din nîşan didin, ew ji xwe re bi qanûnan dilîzîn. Lê gava mesele dibe kontrolkirin û sansurkirina înternetê, têkilîya wan vediguhere yeke sîmbîyotîk. Ev tifaqa di navbera hêza dewletê û sermayedarîya dîjîtal û agahdarkirinê de, ne nû ye.

TIFAQA DI NAVBERA HIKÛMET Û DÊWÊN SILICON VALLEYÊ DE

Li hola mezin a Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ya li Parîsê, 12ê çirîya pêşî ya 2018an foruma li ser birêvebirina înternetê bi rê ve çû. Emmanuel Macron kêf kêfa wî ye, berê xwe dide kursîya axaftinê. Serokkomarê fransî yê ciwan biryardar e ku li hemberî populîzma “ne lîberal” bi rola parazvanê demokrasîya lîberal rabe; beramberî girseya navneteweyî ya hatî guh bide wî da ku ew, meseleya pirsgirêkên mezin ên dîjîtal ji wan re wekî ku tu ta bi derzîyê ve kî, rave bike, hingê Macron rehet xuya dike. Bêyî ku surprîzek be, di axaftina xwe de ew li pey hev îşaret bi du modelên regulasyon û birêkûpêkkirina înternetê dike: Li alîyekî “înterneta kalîfornîyayî”, ya lîberter, “yên ku aktorên arizî wê serkêşîya wê dikin, ya xurt, serwer, global” û tu kontrola dewletê qebûl nake; li alîyê din “înterneta çînî” ya “jihevcihêkirî û bi temamî kontrolkirî” bi destê “dewletên xurt û otorîter”. Alternatîfeke ji kontrasta wan heye ku destûrê dide wî ku rêyeke sêyem nîşan bide: rêya ku ji “tevahîya aktorên înternetê” –“rêxistinên civaka sîvîl, aktorên taybet, NGO [rêxistinên ne dewletî], întelektuel, rojnamevan, hikûmet”– tê ku  “birêkûpêkkirineke kooperatîf, bi hev re” bi ser bixin.

Li pişta efsaneya lêeşkerebûyî ya “rêveberîya bi pir aktoran” a înternetê tevî îşaretkirinên guncaw ên bi “civaka sivîl”, serokkomarê fransî pesnê wê projeyê da ku bi dîtina wî, wê destûrê bide ku ya ji her du dinyayan ya herî baş, îfade bike: kapîtalîzma kontroleke bê hefsar (1) û destê giran ê hesinî ê dewletê. Ji ber nebûna şampîyonên neteweyî yên diîjîtalê –ew dikarin nexwe pesnê xwe bidin bi Çîn û Rûsyayê da ku sîyaseta xwe ya kontrolkirina înternetê bi gurçûpêç bikin–, welatên Ewropî divê xwe birêkûpêk bikin li gorî çendek şirketên amerîkî yên ku serkêşîya sermayekirina borsayî ya global dikişînin. Tevî qanûnên –qebûlkirî yan jî soza wan hat dayîn– ji bo astengkirina jirêderketinên platforman (xirabbikaranîna rewşa serwer, destwerdana jîyana taybet, fake news…) jî, şerê xuyayî yê di navbera dewletan û şirketên pirneteweyî yên dîjîtal de, ser bihevvegirêdaneke zêdebûyî digire, wê bihevvegirêdanê vedişêre.

Dîroka kontrol û sansurkirina ragihandinê rohnîker e ji bo serwextbûna li beridînên wê. Loma, ji konjukturên neolîberal û wê de, mentiqên bihevrehilbijartinê yên di navbera hêza dewletê û birêvebirina arizî ya navgînên ragihandinê de û di dîroka medyayê de wekî neguherekê (sabîteyekê) xuya dikin. Beramberî krîzên ji ber derzên teknolojîk yan jî fikirînên sîyasî, ev tifaq destûra kontroleke karîger a li ser gerîyana fikran, dide.

Di sedsala 16an de hê hingê, wê dema ku bipêşketina çapxaneyê alîkar bû bi demokratîkkirina xwegihandina kitêban û belavkirina doktrînên sîyasî û dînî yên ji bo dewletê tehlûkê, dewletê xwe avêt tifaqa di navbera dewlet û sektora taybet de, da ku rê li ber wê îxtîlafa jê re tehlûke ye, bigire. Li Fransayê ji 1539an ve, François ê 1ê şert û mercên pîşeyê çapkerîyê û kitêbfiroşîyê li mekanên sereke yên weşanê yanî li Parîs û Lyonê dîyar kirin. Wî herweha odeyên pîşeyî jî dan çêkirin yên ku hatin wezîfedarkirin ku bi rola muxatebê dewletê di tevahîya vê sektorê de rabin. Sala 1618an odeyeke pîşeyî ya bi tenê ji bo pîşeya kitêban hat avakirin û ew bi erkên polîs hat gurçûpêçkirin: nûnerên wê diçûn serdana çapxaneyan û kitêbfiroşan û bicihanîna qaîdeyan û tiştên wekî din kontrol dikirin. Ji bo lawazkirina reqabeta li dijî xwe, kitêbfiroşên Parîsê doza yekdestdarîyeke daîmî li ser weşana kitêban kir; Kardînalê Richelieu [Armand-Jean du Plessis, Dukê 1ê yê Richelieu; têbînîya wergêr] esasê daxwazên wan qebûl dike, lê beramberî vê ew jî divê wezîfeya xwe ya polîsîyê bi cih bînin û gelek pîvanên jidilbûn û rastîbûnê pêk bînin.

Li gorî çend birêkûpêkkirinên li xêra kitêbfiroşên li derveyî bajarên mezin, vê sîyasetê wê destûr bidaya sih heb çapgerî-kitêbfiroşî, çê û xirab, li meliktîyê kitêban hilberînin û belav bikin. Çawa ku îro şirketên dêw ên dîjîtal jî vê dikin, vê navendîkirina aborîya çapkirinê, destûr dida dewletê hejmara navbeynkarên divê bên kontrolkirin, kêm bike, û pê re jî “mesrefên muameleyên” elaqedarî sansurê kêm bike.

Piştî dema azadîya xweîfadekirinê ya berê nedîtî ya ku refaqetî şoreşa fransî kir, Împeretorîya Napolyonî rojnameyên serbixwe tune kirin û hejmara çapxaneyan û rojnameyan her kêm kir. Piştî salên 1830î, bi her halî, di destpêka sistbûneke berîya qanûna azadîya çapemenîyê ya 1881ê, desthilatê xwe lê ragirt ku çapemenîyeke populer a tîraja wê gelek xurt, çêbe. Gelo divê mirov vê wekî tawîzeke ji dil a ji bo îdeala azadîyê bibîne yan wekî xurtkirina hevkarîya karîger a di navbera desthilata sîyasî û pîşesazîyên çapê de? Ji pêlên tepisandinê û wê de, yên ku derb li weşanên muxalif nexasim jî sosyalîst didan, bêhtir wisa xuya bû ku li sektoreke li ber daneheveke aborî ya zêde dibe, wê gaza ku derdorên karsaz dida, kir ku lîberalîzasyoneke bi vî rengî mimkin be.

Nûkerîyên di têknîkên çapkirinê de, derketina holê ya çapemenîya “erzan” a ku bi reklaman dihat fînansekirin, pê re bipêşketinên xwendebûnê, rê vedikin li ber çûna ber bi xwendevanên çapemenîyeke fikra sîyasî tercîh dikin û ne yeke kêfanînê. Pêvajo bi heman rengî têkilîyên her diçe nêzîk dibin ên di navbera tucarên çapê û desthilata teftîşê de, pêş dibîne. Tawîzên ji azadîyên xelkê yên ku qanûna 1881ê ew misoger dikirin, wê qanûna ku dawî li sansura bi pêşşert dianî, parastina hiqûqî ya azadîya îfadekirinê xurt dikir, divîya êdî bi mişara tevgera depolîtîzekirinê bihatana pîvan. Em behsa wê tevgerê dikin ku dikir bikeve nava serdema medyayên girseyî. Li şûna fetihkirineke bi lehengî, çapemenîyeke êdî ji desthilata sîyasî serbixwe –li gorî vegotina fermî ya di nava dîroka serwer a medyayê de– lê qanûna 1881ê tiştekî îfade dike, ew jî bîrewerbûna desthilatê li ser wê yekê ye ku polîsê wê karîgertir e heger ew bi lîberalîzmê re miamele bike; bi giştî, gava ku şûrê qanûnê destûra lipêşbûnê bide disîplînên kapîtalîzma agahdarkirinê. Dîsa jî qanûnçêkerên Komara 3yê xweşik baldar bûn ku pişta xwe xurt bikin bi wan desthilatên ji bo tepisandina hin rexneyên li dewletê.

Tifaqên analog wê ji salên 1860î û pê ve ji bo dewletê kontrola tevnên pêşî yên taybet ên teleragihandinê misoger bikirana. Di dawîya sedsala 20î de piştî serdema yekdestdarîya dewletê li ser medyaya bi pêlên elektro, pêvajoya arizîkirinê ev peymanên veşartî li reng û dengê roja me ya îro anîn. Ji nû ve, mekana medyatîk kete ber cotdeydanrîyekê; ya dewlet û ya bazarê.

Di salên 1990î de bi xêra avangardên mîlîtan, înternet wekî hêzeke dikare encamê biguherîne, xuya dikir: tevna înternetê wê destûr bidaya belavbûna medyayên alternatîf û bi xurtî êriş bibira ser hegemonîya şirketên mezin ên ragihandinê yên girêdayî desthilata sîyasî. Dîsa jî, hîna li wê, girêdayî krîza ewlekarîyê, dewletê bandora xwe ji nû ve ava kir, bi wê yekê ku wê giranîya xwe da ser ekonomî polîtîka înternetê. (2) Bi dana pey mentiqên xwe yên berhevkirinê, platformên dîjîtal karîn pareke pir mezin a ragihandina me û bipêşketina behremendîya me ya yekane, navendî bikin da ku xelkê taqîb bikin û mekanên îfadekirinê sansur bikin. Ewqas teknîka ku dewlet dizane bike ya xwe.

Ji 2013an û pê ve, belgeyên ku Edward Snowden eşkere kirin, beşdarîya platformên mezin li bernameyên taqîbê yên îstîxbarata amerîkî nîşan dida. Hingê, rêveberên van şirketan hîç hewl neda ku xwe ji sazîya ewlekarîyê dûr û qut bikin, wan hîç hewl neda dilê bikarhênerên xwe rehet bikin. Qet nebe bi wî rengî ku hevkarîya xwe ya bi rayedarên dewletê re sînordar bikin, wan ev nekir, nexasim dema ku lêpirsîneran doza xwegihandina agahîyên taybet ên girêdayî hesabên taybet kirin. Di navbera 2013 û 2018an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hejmara bikarhênerên ketin ber daxwazeke darazê ya ku bi qanûna Foreign Intelligence Act destûra wê hat dayîn li cem Google % 680 û li cem Facebookê % 300 zêde bû. (3) Li Fransayê pevguherînên tevnê ji sala 2015an ve di çarçoveya “komeke peywendîdanînê” ya di navbera olîgopola dîjîtal û wezareta karê hundir de bi heman rengî di warê daneyên dayî rayedarên dewletê de ecêb zêde bûn: di navbera 2013 û 2019an de zêdebûneke % 670 ji bo Googleê û % 800 ji bo Facebookê. Bi xêra vê dezgeha neşefaf a ji dûr ve warisê odeya pîşeyî ya çapxane û kitêbfiroşên rejîma berê, şirket di warê nûkerîyên xwe de yên ku ew dikin ku ji bo xizmetên xwe bi cih bikin, wekî mînak, protokolên krîptografîk ên dibe ku kapasîteyên taqîbkirinê yên dewletê kêm bikin, dewletê agahdar dikin.

Di heman demê de xwe ji peymana hevkarîya darazê ya ku berê xwegihandina rayedarên neteweyî ya daneyên li derveyî sînorên wan qeydkirî jî didin alî. Qanûnên nû yên wekî Cloud Act, ya ku Donald Trump Adara 2018an erê kir û hevbera wê ya ewropî jî –pakêta “e-Evidence”– di asta Yekîtîya Ewropî de tê kontrolkirin, bi destê Google û Microsoftê bi awayekî çalak tên teşwîqkirin. Ev qanûn van şirketan li deverekê bi cih dike ku ew bi tena serê xwe biryarê bidin ka filan û filan miracaeta derveyî sînoran rêzê digire ji mafên sereke yên bikarhênerên di hedefê de. Ev çerxên hanê dikarin bi lez navneteweyî bibin bi rêya peymanên wekî ya Konseya Ewropayê ya li ser Sûcên Sîber (kompûterê).

Herçî bereya sansurê ye, tifaqên analog tên çêkirin û ji bo azadîya îfadekirinê ew nîşana berebaşçûyîneke dîrokî ne. Ji êrişa çileya paşîyê ya 2015an a li Parîsê ve, şerê li dijî propagandaya cîhadî û “dîskursên kîn û nifirînê” hevkarîya her diçe zêdetir dibe ya di navbera hêzên polîs û platforman de rewa dike da ku bikin ku îfadeyên wekî destûrnedayî tên dîtin yan jî li gorî Macron li UNESCOyê nav li wan kir “nayên xwestin”, nexuya bibin. Halê hazir mesele ew e ku sansur bê girseyîkirin bi wê yekê ku nekeve ber prosedurên hiqûqî û xweber bibe. Ya rastî ew e ku dewlet dixwazin vegera li teknîkên “aqlê sûnî” yê ku şirketên dêw ên Silicon Valley bi pêş xistine, bi giştî bikin da ku di nava behra dîjîtal de wan “naverokên” wekî ne neguncaw tên dîtin, nas bike û wan bloke bike. Û ev weha be jî, halê hazir, platform divê hîna jî bang li hezaran “destên piçûk ên sansurê” bikin, wan karkerên rewşa wan neewle yên wezîfeya bicihkirina sîyaseta van şirketan a hendazetîyê li wan hatîye barkirin.

Piştî ezmûnên di bin sîwana dezgehên wekî Europolê de di asta neteweyî de hatin kirin, metnên qanûnan modela nû ya sansurê mayînde dikin. Naverok û maneya qanûna almanî NetzDGê ya ku hezîrana 2017an ji bo şerê li dijî “dîskursa kîn û nifirînê” a li ser înternetê, lê herweha ji bo hevtayên wê jî hat erêkirin, va ye wê ji alîyê Parlamena Fransî ve (Pêşnûmaqanûna “li dijî naverokên kîndar li ser înternetê”) bê qebûl kirin û wekî din birêkûpêkkirina ewropî a li ser şerê li dijî propagandaya terorîst li Brukselê di pêvajoya qebûlkirinê de ye.

Di nameyeke hevpar a ji Komîsyona Ewropî re, nîsana 2018an, şandî de, wezirên karên hundir ên alman û fransî bêyî ku bixemilînin behsa armanca van metnan dikin: giştîkirina li tevahîya Webê ya amûrên sansurê yên ku Google yan jî Facebookê bipêşxistî. (4) Ew herweha rave dikin ku “mezinkirina terorîzmê” –fikreke dikare bê berfirehkirin ya ku bi awayekî bi rêk û pêk ji bo nexuyayîkirina fikrên muxalif tê bikaranîn– tenê gava pêşî ye. Di dawîyê de ew weha dinivîsin: “Ew ê guncaw be ku qaîdeyên bên dîyarkirin, bên berfirehkirin ji bo naverokên bi xisleta pornografîya zarokan û yên elaqedarî dîskursa kînê (bang û teşwîqkirina ji bo cudakerîyê û kîna nijadî, destdirêjîya li dijî rûmeta mirovî).” Dawîya qanûna 1881ê û parastina azadîya îfadekirinê ya hiqûqî. Rejîmeke sansurê ya derveyî hiqûqê, bi piranî arizîkirî û her diçe bêhtir xweberkirî li ser rêya zexmbûnê ye.  

* Lêkolîner, endamê Quadrature du Net. Ev gotar ji vê berhema wî hatîye adaptekirin: L’Utopie déchue. Une contre-histoire d’Internet, XVe-XXIe siècle (Utopyaya têkçûyî. Dijdîrokeke înternetê, sedsala 15an heta sedsala 21ê), Fayard, Parîs, 2019.

(1) Bixwîne, Shoshana Zuboff, “Un capitalisme de surveillance (Kapîtalîzmeke kontrolkirinê)”, Le Monde diplomatique, çileya paşîyê 2019.

(2) Bixwîne, Dan Schiller, “Qui gouvernera Internet? (Kî wê înternetê bi rê ve bibe?)”, Le Monde diplomatique, sibat 2013.

(3) Binihêre, raporên “Transparence des informations (Şefafîya agahîyan)”, Google, https://transparencyreport.google.com, û “Government Requests for User Data (Dozên hikûmetê ji bo daneyên bikarhêneran)”, Facebook Transparency, https://transparency.facebook.com

(4) Joe McNamee, “Leak  : France and Germany demand more censorship from Internet companies (Pişkinandî: Fransa û Elmanya ji şirketên înternetê doza bêhtir sansurê dikin)”, European Digital Rights, 7ê hezîrana 2018an, https://edri.org

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial