Çirîya paşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Du rûçikên cîhadê

Komên terorîst ên wekî El Qaîde û Rêxistina Dewleta îslamî (DAÎŞ) tevgera mîlîsên çekdar ên Sahelê û serketina talîban a li Afxanistanê silav kirin. Lê belê ev pevçûnên dûrî îzahkirina şerekî pîroz ê gerestêrkî, bêhtir li feraseteke xweser a herêmîkirî digunce. Ji ber vê yekê bikaranîna tenê hêzê nikare bigihîje encamekê.

Têgeha «terorîzm»ê bûye pîvana ku her bûyereke li cîhana misilman rûdide, pê tê nîrxandin. Piştî ketina Kabûlê di tebaxa 2021ê de, medyayan û gelek çavdêrên rojavayî bê navber ji xwe pirsîn ka vegera talîbanan a li desthilatîyê wê ji nû ve pêla êrişên îslamî li seranserî cîhanê zindî bike an na. Lê belê ew li ser du xalên din hema hema qet van pirsan ji xwe nakin: çima talîbanan karî dest deyne ser paytexta afxanî bêyî ku fişekekê jî biteqînin? Ew tu caran rasterast li derveyî Afxanistanê tevlî çalakîyeke şîdetê bûne an na? Bêguman di navbera salên 1996 û 2001ê de wan mafê penaberîyê da Ûsama Bîn Laden û wan berdêla vê yekê jî da bi windakirina deshilatîyê di encama şerekî çend heftîyan de. Lê belê ew tu caran ji alîyê amerîkîyan ve bi bihîstina amadekarîya êrişên 11ê îlona 2001ê yên li New York û Waşîngtonê jî nehatine sûcbarkirin.

Ev lêhûrbûna li ser şîdeta çekdarî li pêşîya têgihîştina dîyardeyên radîkalîzmê û derbasbûna nava çalakîyê dibe asteng. Ew vê berdewamîya navbera radîkalbûna olî, îlana cîhadê û terorîzma navneteweyî, heyî dihesibîne, wekî ku mirov bivênevê ji qonaxa pêşî derbasî ya sêyem dibe û wekî ku, berevajî, terorîzma navneteweyî cîhada xwemalî afirandibe. Ev awayê bîrbirinê dibe sedemê xwendina her referanseke têkildarî şerîetê û her banga têkildarî şerê pîroz wekî peyama êrişên di asta cîhanî de. 

Di vê helwest û lênêzbûnê de, sîyaseta rojavayî beramberî tevgerên îslamîst li gorî yekane pîvana nêzîkbûna wan a texmînkirî ya bi terorîzmê re tê dîyarkirin. Lê belê ev lênêzbûn xwe dispêre «caxê tundbûnê» yê ku bi qasî karûbarên reel a pêkanîna şîdetê bi referansên olî jî -belkî jî zêdetir- tê pênasekirin: bi awayekî glover eger mirov bibêje, ew çiqas zêde ji şerîetê behs dikin, ewçend zêde li dijî sîyaseta hêzên mezin in, zêdetir hêzên îslamîst dibin tehdîta terorîstîyê. Jêdera prensîba şerê pêşîlêgir jî ev e: em êrişî wan bikin berîya ku ew li dijî me bikevin nava livûtevgerê.

Li gel vê yekê analîzeke kûrtir a li ser tevgerên cîhadî nîşan dide ku ev berdewamîya xwedê giravî ne tenê bêwate ye, lê herweha dibe sedemê xitimînan di şerên dozên erdî de ku ev bi îhtîmala herî baş bi kêrî tu tiştî nayên, bi îhtîmala herî xirab jî dibin îfadeya berbiçav a navneteweyîbûna pevçûnên xwemalî û ji ber vê yekê jî îlawebûna wan a li cîhadîzma global. Ev çarçoveya analîtîk her nêzîkahîya sîyasî ya ku wê bibe zemîna xwe dûrgirtina ji tengava terorîst û ji nû ve kişandina komên çekdar a nava lîstikê dixitimîne. Helbet, mirov dikare bipirse ka çima ji nû ve lihevgihîştineke wisa ferz e. Bersiv pir hêsan e: gava ev tevger ji bingeheke civakî û hêzeke livbar sûdê wergirin, têkoşîna li dijî terorîzmê û livûtevgera leşkerî, bi tena serê xwe, nikarin wan bi paş bixin. Afxanistan û Malî nîşan didin ku avakirina sîyaseteke perçiqandina serhildanê li ser yekane paradîgma bikaranîna hêzên çekdar nameşe. Ji bo pêşandana hêza leşkerî ya ji bo ragirtina radîkalan li dûrahîyeke bi qasî wextê sazkirina dewleteke hiqûqî ya xweragir, demokratîk û xwedî rêveberîyeke baş jî heman tişt dikare were gotin. Hemû hewldanên di vê wate û îstîqametê de heta niha têk çûne. Em êdî sedemên van xeyalşikestinan zêde ji xwe napirsin, eger ne ji bo motîfên çandî bin: dewleta hiqûqî wê bibûya modeleke xerbî ya hevnegirtî bi civakên misilman re. Em nabînin ku gelek ji van civakan xwedî kevneşopîyên xwe yên dewletî ne, di serî de jî Afxanistan.

Terorîzm heye bêguman. El Qaîdeyê bi temamî pratîka vê yekê kir û Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê jî bi awayekî sîsematîk ew bi cîhadê re kir yek. Lê belê cîhad dikare ji terorîzmê were cudakirin, çi di asta teolojîk de (kevneşopîyeke qanûnî ya ku şîdetê sererast dike heye) çi jî di asta sîyasî de (mucahidînên afxanî li dijî hedefên sovyetî tu caran neketin nava terorîzma navneteweyî). Tevî ku ne şaş e jî, fikrê ku dibêje terorîzm bertekeke li dijî destwerdana rojavayî ya çekdar a li Rojhilata Navîn e (ev her tim bûye îdîayeke El Qaîdeyê) ne tetmînkar e. Ev fikir dengvedana cihêreng a hin şeran îzah nake: çima Çeçenistan, ku li wir welatên rojava dest lê werneda û çima Bosna, ku li wir NATOyê li tenişt misilmanan şer dikir, ji Sahelê, ku artêşa fransî ji sala 2012an ve dest lê werdide, zêdetir hestên piştgirîyê afirandin li cem ciwanên radîkalbûyî yên ewropî ?

Ji ber vê yekê divê ji nêzîktir ve li rewşê were mêzekirin. Di navbera cîhada xwemalî û terorîzma navneteweyî de têkilîyeke sîstematîk tuneye. Me gava din jî behsa Talîbanê kir: wan tu caran şîdet nebirin derveyî Afxanistanê û piranîya êrişên korane û bêserûber ên li dijî sîvîlan an jî şiîyan li Kabûlê jî pêvajoya bîst salên hebûna amerîkî komên cîhadî berpirsîyarîya wan girt ser xwe, ya herî dawî jî şaxekî xwemalî yê DAIŞê.

Rewşa Malî hê tevlîhevtir jî xuya dike. Dema ku Fransa di rêza pêşî de li dijî komên Sahelê şer dike, artêş nexşên nêçîra li dijî terorîstan belav dike -wekî ku berî demeke nêz piştî kuştina Adnan Ebû Walid El Sahrwî, emirê Dewleta îslamî li Sahraya Mezin (EIGS)- dewleta malîyî li dûrahîyeke bi qasî milekî li nêzî Parîsê tê ragirtin û hebûna rabirdûyeke kolonyal jî tê qebûlkirin, çawa dibe ku tu terorîst motîve nabe bi vê hebûna fransî? Hema hema hemûyan bal kişand ser Sûrîye û Iraqê (wekî M. Salah Abdeslam li rojên pêşî yên rûniştina doza êrişên 13yê mijdarê li Parîsê) û desteka rayedarên fransî ji bo kovara hefteyî Charlie Hebdo piştî weşandina karîkaturên pêxember Mihemmed. Koçberên malîyî li Fransayê, bêguman, kêm in û ji komên etnîk ên tevlî cîhadê nabin tên. Lê belê ev ên ji Felûca an jî Mûsilê hatine ew jî nayên cem hev. Çima ewçend ciwanên ji nifşa duyem ên maxrîbîyên koçkirî ji bo Sûrîye û Iraqê dikevin nava livûtevgerê, lê belê ne ji bo Sahelê, tevî ku ev der ji alîyê erdnîgarî ve zêdetir nêzî welatê jêder ê dêûbavên wan e? Çima veguhertîyekî normand, breton an jî reunîyonek tu caran behsa Malî nake, lê belê hertim gotinê dibe ser Iraq an jî Sûrîyeyê tevî ku li van her du welatan hêzên fransî xwedî roleke talî ne jî? Bi her halî heta îro, heşt salên şer ê fransî li Malî çalakîyên terorîst li ser xaka neteweyî motîve nekirine.

Pêla nifşên «bêçandkirî»

Ji bo vekirina vê hişkegirêkê, divê cîhadîyên xwemalî û cîhadîyên cîhanî ji hev bên veqetandin, her çendî her du li hin noqteyan bi awayekî çeprast bikevin nav hev jî. Cîhada xwemalî tê wateya vîna komekê ya sazkirina emirîyeke îslamî ya li ser xakeke dîyar bi şerîetê were birêvebirin û li ser serê wê jî emirek hebe; tenê DAIŞê xelîfetî ragihandîye, ango şefê xwe kirîye lîderê tevahîya umetê, ku hemû bawermendên misilman ên cîhanê dide ber xwe. Ev pêkhateyên xwemalî bi piranî di wateya fireh de li herêmên qebîleyî bicih dibin.(1) Ew encamên tengezarî û guherînên xwemalî ne: tolhildana eşîrên biçûk ji arîstokrasîya qebîleyî, pevçûnên li ser av û axê, bêhêzbûna dewletê beramberî gendelî û sextekarîyê û şîdetê, pêla nifşên nû yên zêdetir «bêçandbûyî», ango nifşên dûrketî ji adet û xuyên kevneşopî. Helbet herweha referansên îslamî ji bo gav qevastina di ser pêkhateyên xwemalî re û nemeşrûkirina sazîyên dewletê û sazîyên din jî (begî, eşîrî, terîqetên olî). Ji bakurê Nîjeryayê heta Mozambîkê di ser Malî, Çad û Sûdanê re, ji herêmên qebîleyî yên afxan û pakistanî, ji bakur-rojhilatê Sûrîyeyê heta Yemenê di ser Sînaî ya misirî re, xuyabûna komên cîhadî hertim girêdayî antropolojîya sîyasî ya civakên têkildar e.

Pêşketina cîhadîyên xwemalî berî an jî li heman dema pêla bilindbûnê ya du rêxistinên cîhanî, EL Qaîde û DAÎŞê xwe nîşan da. Ev jî, ew jî bi xwespartina heman analîzê bi rê dikevin û di pey re jî li cihekî ji hev diqetin: serketin nikare tu caran xwemalî be ji ber ku, an xaka rizgarkirî wê bilez dîsa were fetihkirin, an jî dewleta nû wê dev ji cîhada cîhanî berde ji bo ji nû ve xwe bide venasîn ji alîyê hêzên mezin ên cîhanê ve. Ji ber vê yekê divê welatên rojava werin têkbirin ji bo ku rêxistinên cîhadî karibin hêvî bikin ku emîratên cuda li bin heman banî werin komkirin. Cîhadîyên xwemalî, li hemberî vê pêşnîyara globalîzasyonê ya şerê wan ê pîroz, tenê tiştek di destê wan de heye bikin: parastina serxwebûna xwe (tiştê ku talîban wê bikin) an jî yek ji her du rêxistinan divê xwe xwedî îmtîyaz îlan bike, bi dîyarkirina îtaeta xwe ya ji bo emîrê El Qaîdeyê an jî xelîfeyê DAIŞê, wekî ku El Qaîdeya li Mexrîba îslamî (AQMI) an jî Ensar Baît el Mqadîs li Sînaîyê kir. Ev stratejî hem avantejeke wê heye hem jî dezavantajeke wê. Ji alîyekî ve navneteweyîbûn li hemberî raqîbên wan ên muhtemel ên xwemalî rewabûneke mezintir dide wan bi pêşkêşkirina ji bo wan îhtîmala pêşwazîkirina beşdarên bîyanî, ev jî tê wateya tirsa li ser beşê din ê civakê. Lê belê ew herweha xetereya destwerdaneke leşkerî ya hêzên derve di nava xwe de hildigire.

Tercîha navbera El Qaîde û DAIŞê bêguman dikare bi têkilîyên şexsî were motîvekirin (bo nimûne tevlîbûna berê ya rêveberên xwecihî ya nav şerên berê), lê belê, ew xwe dispêre bi taybetî bergeh û perspektîfên cihêreng ên têkilîya navbera îslam û xakê. EL Qaîdeyê her tim tercîha xakî red kirîye û di nava emîratan de ji xwe re stareke xwelêgirtinê dîtîye: Bîn Laden soza dilsozîya xwe da emirê talîbanan, Melle Omer û ne berevajîyê wê. Rêxistina wî dest werneda nava rêvebirina rejîma sîyasî ya ji alîyê talîbanan ve hat sazkirin; wê di ser de jî li hundir ji bo wan xizmet jî kir bi qetilkirina raqîbê wan ê sereke, fermandar Mesûd (9 îlon 2001) da ku di projeyên wan ên terorîzma cîhanî de karibe bi destên serbesttir bigire. Ji bo Bîn Laden, cîhada cîhanî bi ser ya herêmî diket; wî û alîkarê wî -û xelefê paşerojê- Eymen El Zewahîrî hewl dan vê yekê îzah bikin ji bo kesên wê Rêxistina Îslamî ya Iraq û welatên Rojhilat ava bikirana, ji bo Ebû Mîsab El Zarqaqî dû re jî ji bo Ebû Bekir El Bexdadî. Lîderên El Qaîdeyê bi xwe herêmbûn wekî xefikekê dinirxandin, wekî xefikeke ku dikaribû bibûya sedemê êrişeke mezin a artêşên profesyonel ên li hewayê serdestîya wan heye. Û di dawîyê de tiştên rû dan jî ew mafdar derxistin.

Her çî DAIŞ e, ew dimîne wekî yekane rêxistina hem xwemalîbûn hem jî cîhanîbûn li hev gihandin, bi ecibandina hem kevneşopîya emîrîyên xwemalî hem jî mîrasa El Qaîde ya pêkanîna çalakîyên terorîstî-xwekujî. Xelîfetîya di hezîrana 2014an de hat ragihandin bi vî awayî dibe sentezeke cîhanî û xwemalîyî: ji bidestxistina erdê ber bi bidestxistina erdê, wê li welatên rojava dest bi êrişên terorîst kir, da ku raya giştî neçar bihêle ku dijberîyê bike li hemberî destwerdanên leşkerî yên li dijî wê. Wê şerekî birûskî meşand li Rojhilata Navîn bi hêvîya ku rejîm wekî fêkîyên çêbûyî yek bi yek bikevin. Lê belê ev stratejî xweragir nebû: bi xakeke berdewam firehkirî, bi nasnekirina sînoran, pêkanîna şûştina mejîyan bi îdeolojîyê û herî dawî jî bi êrişbirina ser komên xwemalî, bi taybetî jî eşîran, ku dikaribûn di destpêkê de wê bi xweşbînî pêşbazî bikin, vê rêxistinê adeta leza têkçûna xwe zêde kir. Di ser de jî, hesabê wê yê demedirêj xwe disipart ser şaşîyekê: artêşa amerîkî, berevajîyê li Iraq û Afxanistanê, nekete nava tengasîyek mezin: piştî ku xelîfetî têkçû, Amerîkayê kîlîd radestî milîsên şîa û hêzên kurd kirin û ji wir veqetîya.

Ji niha û şûn ve û welew xetereyên êrişan li welatên rojava mezin bin jî, terorîzma navneteweyî wekî ku nefes lê diçike piştî hikumkirina zêdetirî bîst salan li qadê. Berdewameke bêkêmasî heye di profîla terorîstên li welatên rojava tevdigerin, ji 1995an heta 2015an: Ji Xalid Kelkal -yek ji beşdarên pêla êrîşên ku di sala 1995an de li Fransayê hatin kirin- heta M. Abdeslam, mirov dikare misilmanan ji nifşa duyem û yên veguherî bibîne.(2) Piştî sala 2016an, profîl dibin curbicur û cihêreng, êriş jî zêdetir şexsî û ne profesyonel, motîvasyon zêdetir şîlo û qutbûyî ji mijarên sereke yên stratejîk. Ev veguherîn bi awayekî nîşan didin ku cîhada cîhanî tu caran nebûye xwedî qadeke kûr a civakî. «Terorîst» li nava civaka fransî, ne xwedî têkilîyên zexm in: ji ber vê yekê ew bi hêsanî dikarin ji hev bên xistin bi helwesta xwe ya xwekujî û bi pêşketina hevkarîya polîs û teknîkên ewlekarîyê.

Erê, em dikarin behsa jihevketina cîhada cîhanî bikin. Lê belê heman tiştî em nikarin ji bo cîhana xwemalî bibêjin, wekî ku serketina talîban û zehmetîyên Fransayê li Malî nîşan didin. Ev pevçûnên xwecihî divê êdî wekî şaxên şerekî pîroz ê cîhanîbûyî neyên dîtin, berevajî, ew dibin tevgerên bi kûrahîya xwe cihgirtî li nava civakan ku ji wan re dibin stargeh. Hinek antrolopojîya sîyasî li vir xwe ferz dike: hemû cîhadîyên xwemalî yên xwe radigirin, bi kuştinê an jî bi meşandina çalakîyên terorê xwe bi sînor nakin.

Talîban bi saya kapasîteya xwe ya çareserkirina pevçûnên biçûk(3) (li ser erdan, avê, mêrkujîyê, û hwd.) xwedîyê vê tesîrê ne; çûnûhatinên cîhadîstan li Sahelê ancax bi çareserkirina pevçûnên heyî yên ku dewletan nekarîye çareser bikin, dikarin bên îzahkirin (erd, av, mêrg, pevçûnên qewmî û civakî). Ev pevçûnên navxweyî zêde bala dilxwazên bîyanî nakşînin û nabin çavkanîya hilberînê ji bo hêza sereke ya El Qaîde û DAIŞê: avakirina vegotineke mezin a hezar salane ya ku ciwanên radîkal ên enternasyonalîst ên ji civakê qutbûyî, vediguherîne lehengên cîhaneke nû.

Dîroka talîbanan, wekî ya şaxê muxalîf ê El Qaîdeyê yê li Sûrîyeyê (Hateş), radixe pêş çavan ku cîhadîyên xwemalî dibin îtaetkarên zextên zîyasî yên ku dikarin wan bibin ber bi maseya muzakereyan û di asta xwecihî de «bibin xwedî xak» di çarçoveyeke qebûlbar de ji bo civata navneteweyî (rêzgirtina ji sînoran re, redkirina terorîzma cîhanî). Ev e ku talîbanan jî kir û dersek dan her cure cîhadîstan û tevahîya dijberên xwe: serketina leşkerî tuneye, tenê serketinên sîyasî hene.

* Sîyasetzan, mamosteyê li Ensîtûya Zanîngeha Ewropî ya Floransa. Nivîskarê berhema bi navê Cîhad û Mirin, Le Seuil, coll. «Ceribandin», Paris, 2016

Wergera ji fransî:Baran Nebar

________

1)  Me ev dîyardeya emîratên xwemalî, bi xwespartina yekemîn çavdêrîyê, li rojhilatê Afxanistanê di 1985an de, li cem «Dewleta îslamî» ya Kamdeş li Nûristanê, me analîz kir. Cf. Virginie Colombier et Olivier Roy (sous la direction de), Tribes and Global Jihadism, Oxford University Press, 2018.

2)  Cf Cf. Olivier Roy, Cîhad û Mirin, Éditions Points, coll. «ceribandin», Paris, 2019.

3) Binêrin li nivîsara Adam Baczko û Gilles Dorronsoro, «Çawa talîbanan welatên rojava têk birin», Le Monde diplomatique, îlon 2021.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar