Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

DOKTRÎNA BI COTKEVÎ

Çawa Komara Federal a Almanyayê hevalbendeke pir girîng a Îsraîlê bû, berevajîyê wê, Komara Demokratîk a Almanyayê (KDA) jî alîyê filistînîyan girtibû. Vê hevahenga bêkêmasî ji parçebûnên şerê sar zêdetir tişt îfade dikirin.

Bi gotineke din, bi qasî ku rejîma rojava ya almanî alîgira bêhempa ya sîyonîstan bû, ya rojhilat jî ewqas antîsîyonîst bû.

Veguhezîna pozîsyonê ya vê pevçûna germano-alman li Rojhilata Navîn jî têra xwe pala xwe dide «doktrîna Hallstein». Wezîrê karên derve yê şansolye Adenauer, Walter Hallstein di 1955an de dabû zanîn ku Almanyaya Rojava wê venasîna KDAyê ji alîyê welatekî sêyemîn ve wekî «jesteke nedostane» ya hesas binirxîne û wê karibe ji ber vê yekê li hemberî wî welatî ambargoyan bixe dewrê û heta danûstandinên xwe yên dîplomatîk jê qut bike. Lê belê vê prensîbê bi awayekî paradoksal firseteke şahane danî ber destê welatên ereb ên ku Misira Nasirîst pêşengîya wan dikir: ji bo pêşîgirtina li desteka alman a ji bo Îsraîlê, wan êdî dikaribû tehdîda bi awayekî dîplomatîk venasîna KDAyê bixista dewrê. Ji ber vê yekê herçendî Îsraîlê hê ji 1956an ve daxwaza xwe ya normalîzasyoneke dîplomatîk kiribû, Bonnê tercîh kir vê prensîbê bi perdeyeke şermoke binixumîne.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar