Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

“Divê raya giştî li dijî îhtîmala şerê navxweyî bê seferberkirin’’

Hevpeyivîn: Jînda Zekîoğlu  Trump serokekî wisa bû rasterast dişibîya mayineke serserî. Em ê bi îhtîmaleke mezin di dema Joy Biden de îstîqrar û hevgirîyeke gelek baştir bibînin. Bi kêmasî em ê bibînin ku tiştên Biden wehd dike, dê sê meh şûnde jî derbasdar bin û di rojevê de bin. Dê rewş ji bo kurdan jî zelaltir be, dikare rewşeke ku meriv nikare pêşbibîne pêk were. Dema em êrişên dawî yên li ser Rojavayê bigrin ber çavan û binirxînînin, em dibînin ku kurd bi îxaneteke mezin re rû bi rû man. Lê sedema vê îxanetê xwedîbûna DYAyê ya vîzyoneke stratejîk nebû, sedem veguherîna xeta stratejîk a DYAyê bû.

Em bi zanayê sîyasetê Hamit  Bozarslan re li ser geşepêdanên sîyaseta Rojhilata Navîn ên ku bi tesîra aktorên sîyasetê rû didîn peyivîn. Bozarslan bal kişand ser bitûnîya tarîxî ya tevgera kurdî, dest nîşan kir ku raman û helwesta ku îro divê bê parastin hestyarîya ji bo pêkanîna yekîtîyê ye. Bozarslan di heman demê de binxêz kir û got; sîyaseta navxweyî ya Tirkîyeyê ber bi hilweşînê ve diçe û di vê pêvajoyê de pêkhatina bedeldayînên mezin dê surprîz nebe.

Pirtûka we ya bi navê “Rojhilata Navîn: Tarîxa Şidetekê, Ji Dawîya Împeratorîya Osmanî Heta El Qaîdeyê – (Ortadoğu: Bir Şiddet Tarihi, Osmanlı İmparatorluğu’nun Sonundan El Kaide’ye)” gelek tiştên mezin tevlî lîteratura me kir. Me xala ku helezonîya şidetê îro gihîştîyê, ango pêvajoya ji Osmanîyê heta El-Qaîdeyê ji pirtûka we xwend. Ango encama ku hûn gihîştibûnê, ger em li gorî mercên îroyîn binirxînîn, li dû pêvajoya El-Qaîdeyê tabloya ku derket pêşberî me têgeha şidetê derxist kîjan merheleyê? Dîsa di heman wateyê de li cem gelên ku li dijî vê şidetê têkoşîna çekdarî didan çi cure refleks pêk hatin?

Di vê mijarê de dîyardeyên herî girîng yên ku divê em li ser rawestin, dîyardeyên ne girêdayîyê faktoran in. Wekî mînak; Ji bo meriv misilmanparêzîyê baş fêm bike divê meriv dînamîkên nivşan, dînamîkên desthilatîyê, qismî be jî divê tarîxa kolonyalîzmê û tarîxa misilmanîyê a 1000 salî ku wekî dîyardeyeke bindestîyê derketibû holê, berbiçav bike û binirxîne. Dikare gelek tiştên din jî lê bê zêdekirin, lê di tehlîla dawî de misilmanparêzî wekî dîyardeyeke ku meriv nikare tenê bi van tesbîtan îzah bike, derdikeve holê. Heman tesbît ji bo dîyardeya mezhebê jî derbasdar e. Ji bo meriv dîyardeya mezhebê fêm bike û têbigihîje, divê ji alîyekî ve pêvajoya rojavayîbûna Îranê bê nirxandin, ji alîyê din ve jî, ji alîyê mezhebekê ve monopolîzekirina desthilatdarîyên Iraq û Sûrîyeyê bê nirxandin. Lê ji bilî van tesbîtan, dema em zêdetir lêbikolin, wekî dîyardeyeke ne li gorî van foktoran ku jê re rê vedikin derdikeve holê.  Û helbet ev geşepêdan bi dahatûya Rojhilata Navîn re gelek têkildar e û pêşdîtina wê nedîyar dike. Wekî mînak 2011; dema  serhildanên tevgerên şoreşgerî dest pê kir, me nikaribû rewşa Roljhilata Navîn a îroyîn texmîn bikira. Di 2011an de ne mimkin bû ku em pêvajoya îroyîn bibînin. Di eslê xwe de min li vê derê behsa hilweşîna civakan kir. Bi rastî  ev hilweşîn ji bo gelên bindest jî wisa ye. Belkî civaka kurdan, li dijraberî her tiştî hîn cudatir e. Lewra ligel ku civakên din hildiweşin, em bilindbûn û pêşketina civaka kurdan dibînin. Bi taybetî em li Rojava dibin şahîdên vê yekê. Ligel gelek kêmasîyan em li Kurdistana federal  jî dibînin. Li gel hemû kêmasî û şideta dewletê em vê geşepêdanê li Kurdistana Bakur jî dibînin. Di vê pêajoya ku civak hildiweşin, kurdayetî wekî hişmendîyeke dîyarker, mîrat û berxwedanê derdikeve pêş. Li berevajî dinyayê dîyardeyeke bilindbûn û pêşketinê heye. Dema em bi Filistinê re bidin ber hev, em dikarin li wê derê jî ji hilweşînekê behs bikin.

[emember_protected]

Ez dixwazim dîsa vegerim mijara Rojhilata Navîn, lê ez dixwazin bi we re hinekî li ser sîyeseta Tirkîyeyê jî bipeyivim. Veguherînên polîtîk yên di sîyaseta Tirkîyeyê de rû didin,  civakê jî li gorî daxwazên xwe dîzayn dike û heta civak dibe parastvanê van veguherînan. Gelo hûn vê yekê ji hêla sîyaseta Tirkîyeyê ve wekî serkevtinekê dibînin?

Di vê xalê de ji serkevtinekê behskirin ne mimkin e. Di termînolîya literaturê de serkevtinek ku bi navê Serkevtina Pireusê tê zanîn heye. Ango rewşa ku yê serkevtî ji yê têkçûyî zêdetir wenda dike û ji yê têkçûyî xerabtir dibe. Niha tiştê ku li Tirkîyeyê rû dide jî ev rewş e. Blokeke desthilatdarîyê hat avakirin, bingeheke îdeolojîkî ya vê blokê heye, koka vê îdeolojîyê heta Îttîhad û Tereqqîyê diçe. Di bingeha vê îdeolojîyê de ji hin varyantên serdema Abdulhamîd behskirin mimkin e. Ji maceraperestî û neteweparêzîya radîkal a ittîhadparêzan behskirin mimkin e. Dîsa ji neteweparêzîya radîkal a kemalîstan behskirin mimkin e. Helbet di heman demê de ji taybetmendîya xwerû ya misilmanîyê ku bingeha xwe ji mîsyona tarîxî ya tirkbûnê werdigire û vediguhere neteweparêzîya radîkal behskirin jî mimkin e. Dema em vê dîyardeya îdeolojîkî li gorî mercên seranserî Tirkîyeyê binirxînin, em ê di vê pêvajoyê de çavdêrîya bêhereketîyeke mezin bikin. Ango ger em bi 5-10 sal berê re bidin berhev, îro di civata Tirkîyeyê de ditîna heyecaneke dînamîk a neteweparêzîyê ne mimkin e. Berevajî, em dikarin  behsa civateke stembar bikin. Ji alîyê aborîyê ve civateke stembar, civata ku nikare dahatûya xwe bibîne, civata ku rabirdûya xwe naxwîne, heta rabirdûya xwe ya nêzîk jî naxwîne, em dikarin ji civateke sersembûyî behs bikin. 5-6 sal berê kesa/ê ku Fethullahparêzîyê rexne dikir diket hepisxaneyê, lê îro kesa/ê ku empatîyek nîşan bide dikeve hepisxaneyê. 5-6 sal berê di sîyaseta Sûrîyeyê de dijminên sereke Rûsya û Îran bûn, lê îro rexnekirina Rûsya û Îranê  mimkin nabe. Di civatekê de bi ewqas krîzan re rûbirûbûn di heman demê de sersembûna wê civatê jî dîyar dike. Lê li vê derê ne mimkin e ku meriv bibêje; em civateke bi heyecan û  bi seferberîyê piştgirîya desthilatîya xwe dike dibînin.

“DI TEVGERA KURDÎ DE 30 SALÊN DAWÎYÊ VEGUHERÎNÊN CIDÎ PÊK HATIN”

Li gorî we karekterên ku îro di qada sîyaseta kurdan de ne, bi sazkirina balanseke ku bêyî dev ji daxwazên neteweyî bê berdan, dikarin daxwazên civatî adepteyî sîyaseta xwe ya rastîn bikin û  gelo ji bo reformîzekirina vê yekê hêza wan heye?

Ji bo xwedîyê vê hêzê bin, divê di civata tirkan de alternatîfeke cidî geşepêde. Ger ev geşepêdan çênebe û ew  hêza ku meşrûîyeta kurdan qebûl bike dernekeve qada sîyasetê, ez mimkin nabînim ku tevgera kurdî bikaribe vê yekê bi tena serê xwe  pêk bîne. Di vê niqteyê de divê em mînaka Spanyayê jî bi bîr bînin. Xelasbûna civata Spanyayê a ji Frankîzmê, bi ji alîyê gelê Spanyayê ve pejirandina mafên meşrû ên gelên Bask û Katalanan  mimkin bûye. Ger lêpirsîna neteweparêzîya radîkal a civata tirkan neyê kirin, ger rastîya tehcîr, sirgûn, şidet, jenosîd û asîmîlasyona ku di bingeha avakirina Komara Tirkîyê de heye neyê lêpirsîn, em nikarin di derheqê dahatûya Tirkîyeyê de hêvîdar û xweşbînî bibin. Li gorî min, tevgera kurdî ne xwedîyê dînamîzmekê ye ku bikaribe bi tena serê xwe Tirkîyeyê veguherîne. Çunku ev rewş bi temamî ne girêdayîyê vîn û îradeya aktorên têkoşînê ye. Lê ger di nava civata Tirkan de geşepêdaneke bi vî rengî rû bide, wê demê serokê tevgera kurdan kî dibê bila bibe dê bikaribe di pêvajoya demokratîzekirinê de roleke erênî bîlîze.

Di vê wateyê de Selahattin Demirtaş sîyasetvanekî girîng e. Helbet hûn jî daxuyanîyên ku ji hepisxaneyê dide dişopînin. Li gorî we hewcedarîya rewîzyonê ya xeta sîyaseta 8 sal e ku Demirtaş û HDP jî li ser wê xetê ne, heye?

Tevgera kurdî di her rewşê de ev rewîzyon bi pêş xist. Dema em li 30 salên dawîyê dinêrin, em dibînîn ku di tevgera kurdî de veguherînên gelek cidî pêk hatine.  Ev yeka ji bo pêşketin û geşepêdana civata kurdî jî gelek girîng e. Wekî mînak 35 sal berê di civata kurdî de têgeha sîyasetê wekî têkilîya bi partîyên îlegal ve dihate vegotin. Lê 35 sal şûnde ev têgeh qetîyen ne derbasbar e. 35 sal berê meriv nikaribû ji çîna navîn a kurdan behs bike, lê îro em dikarin bi hêsanî behs bikin. 35 sal berê entelektuelekî kurdan di heman demê de sîyasetmedarekî kurdan bû, lê îro em dibînin di nava civata kurdan de li nîsbeta sîyasetê xweserîyeke kulturî ya cidî jî heye. Li gorî min gengeşîyên ku di navbera tevgerên kurdan de tên kirin, lêpirsînên xwebixwe û dîyardeya rewîzyonê geşepêdaneke girîng e. Di heman demê de ev geşepêdan dînamîkîya tevgera kurdî jî dest nîşan dike. Meriv dikare bêje; gengeşîyên ku di nava HDPê de tên kirin ji gengeşîyên di nava partîyên din de tên kirin gelek cuda ne.

Gelo sedema vê yekê di nava wan partîyan de serdestbûna sîyaseta jakobenîyê ye?

Sedem ne ev tenê ye, heta tenê helwesta wan a derheqê sîyaseta kurdî jî nîne. Ev partî lêpirsîna kiryarên Dewleta Komara Tirkîyeyê nakin. Tûnebûna xeyalên wan ên rabirdûyê, lêpirsînnekirina klîkên nav partîyê. Gelek sedem hene. Em nikarin tenê bi jakobenîzmê îzah bikin. Çunku li vê derê di bingeha dewletê de jenosîdek heye, ‘tunekirina’ etnîkî heye. Di 1920-30yî de dîyardeyeke cidî a darwînîzma sosyal heye. Kemalîzm miletan danaxîne  sewîyeya hevûdu û wekî heyînên bîyolojîk ên dijmin dibîne. Ev hemû têgeh rastîyên ji jakobenîzmê jî wêdetir in. Di têgehên van partîyan de dîyardeyeke bêsûd û kor heye, li gorî qenaeta min kêşeya bingehîn ev e. Û ev dîyardeya bêsûd û kor ji bo wan partîyan nabe asteng ku li ser mijarên sefaleta aborî û xizanîyê bisekinin. Di bingeha pirsa ‘’Dê Tirkîyeya dahatûyê çawa be?’’ divê pirsek wekî ‘’Gelo em çima hatin vê niqteyê?’’ bê pirsîn? Ez di nava partîyên sîyasî yên tirkan de sîyasetvanên ku bikaribin vê pirsê bipirsin nabînim. Li berevajî vê yekê di tevgera sîyasî ya kurdan de têgeheke veguherîn, rewîzyon û xwenûkirineke cidî bi tesîr e. Em di tevgera kurdî de van lêpirsînan dibînin:  divê tevgera kurdî çawa nêzîkî dewleta Tirkîyeyê bibe, çawa nêzîkî sîstema parlementerîyê bibe, dê tevgera kurdî Rojhilata Navîneke çawa bifikire, divê li ser dîyardeya xweserîyê bê fikirîn an na û heta gelo ev xweserî dê tenê ji bo kurdan be? Helbet ev nayê wê wateyê ku HDP an sîyasetvan nikarin bên rexnekirin. Lê hebûna van rexneyan jî tenê bi serê xwe wekî geşepêdaneke girîng û destnîşana şerteke girîng a demokrasîyê tê ditîn.

Helbet ev pirs dê derheqê mijara îstîfayên ku di  sîyaseta kurdî de rû didin, be.  Hem jî di pêvajoyeke ku hema hema her roj  behs tê kirin ku bi îhtîmaleke mezin hin şexsîyetên nû ji nava HDPê an jî ji herêmê dê partîyeke nû ava bikin. Bi kurtasî, li gorî we hewcedarî bi partîyeke nû heye?

Ez dibînim ku ev îdîa bi temamî spekulatîf e. Ji derketîna wê ya vê çarçoveya spekulatîfî jî ez ne bawer im.  Gelo dê palpişt û piştgirên sosyal ên partîyeke nû hebin? Bi rastî ez ne bawer im. Çunku avakirina partîyeke wisa di heman demê de tê wateya pêkhatina ezmûn û danehevekê. Pêwist e ku bikaribe bibe bersiva hêvîyên civatî. Dîsa pêwist e ku bi têkilîyên dewletê û Enqereyê re, an jî bi têkilîyên partîyên din re xwedîyê perspektîfeke nû be. Û bersiva vê helwesta wê ji alîyê Enqereyê ve bê dayîn. Me heta niha geşepêdanek wisa nedîtîye. Dîsa divê em bibêjîn ku tiştên heta niha hatine kirin jî bê bersiv mane. Ev tesbît tenê ne ji bo Tirkîyeyê derbasbar e. Li herêma Federal a Kurdistanê partîyeke ku nêzîkî PKKê ye nikare di hilbijartinan de % 0.4 zêdetir deng bigire, lê dema meriv bi gel re dipeyive herkes ji PKKê hez dike, herkes pesnê PKKê dide. Ji ber vê yekê divê meriv pir bi baldar be. Ger ev mijar bi tenê di çarçoveya spekulatîfî de bimîne pêwîst nîne ku meriv zêde li ser bipeyive jî.

Hûn bi taybetî li Kurdistana Başûr sîyaseta ku bi rêya serkirdayetîyê dimeşe çawa dinirxînin?  Hûn tesîra wê ya li ser civatê û ji detpêka ragihandina herêma federal heta niha sîrayeta wê ya li ser sîyasetê çawa şirove dikin?

Ez ê kiryarên şexsî yê serokan nenirxînim, ji bo min di derheqê sîyaseta wan de nirxandinek pêwist e. Di vê wateyê de hebûn û li ser xwe mayina Kurdistana Başûr jî mucîzeyek e. Lê pêkanîna entegrasyoneke civakî, tevlîbûna sîstemê ya ciwanan û veguherîna di navbera nifşan de, di çarçoveya sîyasî de mimkin e, bê îfadekirin. Di salên 2000î de bi sedhezaran mirovan digot; rewşa aborîyê, sîyaseta aborîyê û aborîya berjewendîyê dê nikaribe wisa dewam bike. Divê biçûk be jî dest bi aborîya hilberînê bê kirin û sîyaseta ku bi Tirkîyeyê ve girêdayî tê meşandin bi awayekî radîkal bê veguherîn. Ji bo vê yekê gelek tiştên ku divê bihatana çêkirin hebû. Û gelek tişt jî nehatin çêkirin. Bûyera Kerkukê jî bi awayekî vekirî dest nîşan kir ku entegrasyona navxweyî jî nehatîye pêkanîn. Divê elîtên Kurdistana Başûr ji vê yekê dersên mezin derxistibin. Di vê pêvajoyê de ji bo tevgera kurdî tiştê herî girîng nevegerîna salên 80-90î ye. Pêşşertê vê yekê jî ev e; li Kurdistana Başûr sazkirina entegrasyona navxweyî û di navbera kurdên parçeyên din de jî sazkirina entegrasyona navxweyî. Ev pêngav gelek girîng e. Di heman demê de divê axa Kurdistanê ji êrişên Tirkîye, Îran û Iraqê jî bê parastin. Lewra ev her sê aktor xwedîyê serwerîya xwe ne. Lê dema kurd mewzûbehs bin, dibin aktorên hevkar. Em dikarin bibêjin ku me ev helwest di bûyera Kerkûkê de jî dît. Li Kurdistan Bakur rewş gelek cuda ye. Em ji rejîma ku kurd nikarin bibin xwedîyê desthilatdarîya herêmî jî behs dikin. Em ji alîyê civakî de jî behsa civateke ku li dijraberî zext û şideteke mezin dikare xwe ji nû ve hilberînê dikin. Divê cudahîyên di navbera herêman de baş bê dîtin. Di nav her du  mercan de jî hebûna kurdan mucîze ye, lê divê îro ji vê mucîzeyê zêdetir bê kirin. Bi taybetî ji bo Kurdistana Başûr.

“DIVÊ RAYA GIŞTÎ LI DIJÎ ÎHTIMALA ŞERÊ NAVXWEYÎ BÊ SEFERBERKIRIN”

Me di rabirdûyê de şahîdîya şerê navxweyî ya di navbeyna Kurdistana Bakur û Kurdistana Başûr de rû dabû û bûbû sedema êş û xemên pir mezin, kir. Di van rojan de em vê îhtîmal û gumanê ji nû ve dijîn. Li gorî we kurd hîn jî tên manîpulekirin? Êdî gel jî bi vê yekê dizane û ji sedema vê sosretê gelek westîyaye. Serokan li hêlekê bihêlin, wekî akademîsyenên serbixwe, medya, civata sivîl, rewşenbîr û gel em ê çawa bikaribin pêşî li vî şerî bigrin?

Li gorî qeneata min li Kurdistana Başûr di şerê navxweyî ya 94-96 an de yek ji faktorên herî  girîng midaxeleya raya giştî bû. Ango raya giştî birakujîyê wekî xwekujî qebûl kir. Divê raya giştî li dijî tehlûkeya şerê navxweyî bê seferberkirin. Divê ev têgeh bi entelektuelan re sînordar nemîne, di çarçoveya civatê de jî bê pejirandan û bibe hesasîyeteke civatî. Li Başûr tu kes naxwaze di navbera hêzên kurdan de şerê navxweyî dest pê bike. 10 sal berê ji bo Erdoğanî rêzdarî dihat nîşandan, ‘ger çareser bike dê Erdoğan çareser bike’ dihat gotin. Lê li du 2015an şopek biçûk a van gotinan jî nema. Ji ber wê sedemê em behsa çarçoveyeke spekulatîftir dikin.  Ez bawer im ku tevgera kurdî ji bûyerên 90î bi têra xwe ders derxistine û careke din jî dê nekeve vê kemînê. An jî bi kêmasî, ez dixwazim ji vê yekê  bawer bim.

Donald Trump, mohra xwe li Rojhilata Navîn da û çû. Niha sehne ya John Biden e. Hûn di derheqê hikûmeta ku dê John Biden damezirîne de çi difikirin û dê ji bo kurdan çi wehd bike? Û li gorî we dê li miqabilî kiryarên xwe çi bixwaze? Tenê neft an jî desthilatîya herêmî?

Li gorî bîr û bawerîya min DYAyê ji demeke dirêj ve ye, tenê ji bo neftê, ne li Rojhilata Navîn e.

Yekane satratejîya DYAyê ya ku di vê pêvajoyê de nayê guhertin Îsraîl e. Armanca wê temînkirina parastina Îsraîlê ye û li miqabilî wê jî dê Îsraîlê mecbûrî dayina hinek tawîzan bike. Lewre DYAyê bi awayekî vekirî dît ku grûbên terorîst ên Rojhilata Navîn çiqas bi tehlûke ne û bi herêmî jî ne sînordar in, bi bûyera 11ê Îlonê vê yekê baştir fêm kir. Helbet em di vê pêvajoyê de hîn nikarin pêşbibînin dê ferqa di navbera Trump û Biden de li ser herêmê çawa tesîr bike. Trump serokekî wisa bû rasterast dişibîya mayineke serserî.  Em ê bi îhtîmaleke mezin di dema Joy Biden de îstîqrar û hevgirîyeke gelek baştir bibînin. Bi kêmasî em ê bibînin ku tiştên Biden wehd dike, dê sê meh şûnde jî derbasdar bin û di rojevê de bin. Dê rewş ji bo kurdan jî zelaltir be, dikare rewşeke ku meriv nikare pêşbibîne pêk were. Dema em êrişên dawî yên li ser Rojavayê bigrin ber çavan û binirxînînin, em dibînin ku kurd bi îxaneteke mezin re rû bi rû man. Lê sedema vê îxanetê xwedîbûna DYAyê ya vîzyoneke stratejîk nebû, sedem veguherîna xeta stratejîk a DYAyê bû. Texmîn dikim ev dîyarde dikare bê telafîkirin. Biden meseleya kurdî pir baş dizane. Kurdistana Başûr û Bakur pir baş dizane. Tê gotin ku kesên ji alîyê Bidenî ve dê wekî wezîrê karê derve û wezîrê parastinê bên tayînkirin jî meseleya kurdî pir baş dizanin. Li gorî fikra min, sîyaseteke bi temamî li dijî berjewendîyên Tirkîyeyê nemeşînin jî, dê di meseleya kurdî de hîn hesastir bin.

Gelo dê hikûmeta Bidenî bikaribe astengîya Tirkîyeyê ya li pêşîya Rojavayê bi dawî bîne? Li gorî we dê di vê çarçoveyê de Rûsya li ser kêşeyên Sûrîyeyê bi hikûmeta nû ya DYAyê re dîyalogeke çawa bimeşîne?

Ji niha ve pêşdîtina vê têkilîyê gelek zehmet e. Çunku li Sûrîye û Rûsyayê niha sîyaseteke gelek klînîk heye. Vekişîna DYAyê ya ji gelek deverên Sûrîyeyê dibe sedema pirsgirêkên gelek cidî. Lewra niha Tirkîye dixwaze bikeve Kobanîyê. Ji ber ku DYAyê hêzên xwe ji herêmê vekişandîyê, şertê dagirkirina Tirkîyeyê Rûsya ye. Pirsên wekî dê Rûsya destûr bide an nede heye. Di vê pêvajoyê de meriv nikare ji Rûsyayê nîşandana exlaq û dirustîya sîyasî hêvî bike. Me ev yek li Efrîn û Qarabaxê dît. Ji ber vê yekê ez nikarim pêş bibînim ku têkilîyên Rûsya -DYAyê û têkilîyên Rûsya-Tirkîyeyê dê çawa geşepêde. Bi îhtimaleke mezin em ê zû bi zû ji vekişîneke mezin re şahîdîyê nekin. Divê meriv bi baldar be.  Lê li Qamişloyê û sînorên bakur û rojhilat DYAyê hîn jî gelek bi hêz e. Û bi tevgerên kurdî re ji nêzîk ve di têkilîyê de ne. Ji ber vê yekê em dikarin bifikirin ku dê ev têkilî di dahatûyê de jî bidome. Gelo dê ev têkilî bibe sedema bidestxistina statuyekê, ji niha de zanîn û pêşdîtin gelek zehmet e. Lê em dikarin bibêjin, ji her sê kantonan bi kêmasî ewlehîya yekî di garantîyê de ye.

“PKK AKTOREKE REFERANSÊ YE”

Fermandarê giştî yê Hêzên Demokratîk a Sûrîyeyê Mazlum Abdî got, qadroyên PKKê dest  pê kirine ji Rojavayê vedikişin. Hûn derheqê Rojavaya bê PKK çi pêşdibînin?  Li gorî we di vê wateyê de nirxandina hebûna PKKê bi tenê wekî hêzeke çekdar çi qas rast e?

PKK bi kêmasî van 15 salên dawîn, tu car bi tenê hêzeke çekdar nebû. Di heman demê de wekî aktoreke referansê derkete holê. Dema em tevgera kurdî ya li Tirkîyeyê binirxînin, em vê yekê dibînin; referanseke du alî heye. Em bi aktoreke du alî re rû bi rû ne. Ev aktor bi temamî nikarin ji hevûdu bên cudakirin, lê di heman demê de ne wekî hev in jî.  HDP aktora temsîlê ye, kurdbûn rêya vê aktorê dîyar dike. PKK jî aktorê referansê ye û ew dikarê lambeyên xwe yên kesk û sor vêxe. Li vê derê vêxistina wê ya lambeya kesk tenê ne girêdayî hêza wê ya leşkerî ye, lê di heman demê de, encama ji alîyê kurdan ve li Rojhilata Navîn wekî rêxistineke referansê qebûlkirina wê ye. Ji ber vê sedemê em nikarin hebûna PKKê bi tenê di çarçoveya leşkerî de bifikirin. Çarçoveya wê ya sembolîk heye û ez guman dikim dê li herêmê di vê çarçoveya sembolîk de hebûna xwe bidomîne. Ya duyem divê em vê yekê jî bibînin: PKK di heman demê de wekî rêxistineke derveyî sînoran derket holê, sedema wê jî parçebûna Kurdistanê ye. Em behsa parçebûneke sed salî dikin. Helbet bedeleke mezin a vê parçebûnê heye. Ji alîyê kultura sîyasî ve, ji alîyê zimanê tê fêrbûn û peyivîn ve û di çarçoveya referansan de bedeleke wê ya giran heye. Di navbeyna paytextbûna Bexdad û Tehranê de cudahîyek cidî heye. Di navbeyna serokbûna Mustafa Kemal û Sedam Huseyîn de cudahîyek cidî heye. Ango parçebûnek cidî ya kurdan heye, lê kurdan li dijî vê parçebûnê ji 1930î vir ve yekitîya xwe ya sembolîk pêk anîne. Derketina holê ya nexşeyeke Kurdistanê, derketina holê ya tarîxa hevpar, derketina holê ya xeyaleke cografîk, xeyala derketina holê ya ku hemû tevgerên kurdî di nav xwe de dihewîne di heman demê de bersiva sembolîk a Kurdistanê ye. Dema em van rastîyan bigrin ber çavan, difikirim ku PKK wekî fizîkî ji Sûrîyeyê veqete jî dê wekî sembolîk nikaribe veqete. Di damezrandina PYDê de dîyardeya PKKê heye. PKK wekî dîyarde rasterast dernakeve holê. Lê wekî xewn û xeyaleke sîyasî derdikeve holê. Ji ber van sedeman dê hebûna PKKê berdewam bike.

Pirsa dawîn, li gorî we, ev nîzama nû ya ku bi şewba Covid-19 re hate veguhertin û bû sedema tevgerên aborî û siyasî yên nepêşdîtbar ku em hewl didin jîyana xwe li gorî wê dîzayîn bikin, dê çawa tesîr li wêneyê Rojhilata Navîn a ku jixwe gelek alozî û tevlihevî lê heye bike?

Axaftinên Erdoğanî yên sibat û adarê gelek balkêş in. Digot; ‘’em ê wekî efendîyê dinyaya ku hatîye wêrankirin, derkevin holê’’ Lê tiştên ku diqewimin ne ev in. Tirkîye ji sedema Covidê bedeleke pir giran dide. Ev bedel di heman demê de bi derewan dest pê kir û dê girantir bibe. Di civatê de rûmet û qîmeta desthilatîyê gelek daketîyê. Û herkesî bi awayekî vekirî dît ku li Tirkîyeyê her tişt li ser bingeha derewan tê maşandin.  Ewropa jî pir baş dizane daneyên Tirkîyeyê ne rast in. Ji ber vê sedemê em dibînin ku derewa ‘em ê bi xêra Covidê bibin efendîyê dinyayê’ bi kêrî tiştekî nayê. Heman tişt ji bo Îranê jî derbasbar e. Krîza aborîyê heye û tesîra vê krîzê gelek giran e. Lê ji bilî van geşepêdanan, em dibînin ku Covidê balansên stratejîkîyê qet neguhertîye. Sîyaseta derve ya Tirkîye û Îranê, meseleya atomê, rageşîya Îsraîl û Îranê, nêzîkbûna Misirê ya bo Fransa û Yewnanîstanê û krîza Deryaya Spî, ev hemû geşepêdan bi me dide hîskirin wekî ku em li dinyayeke bê Covid dijîn. Dê bedela wê ya aborîyê jî pir giran be. Lê kiryarên ji alîyê desthilatdaran ve tên pêkanîn, tenê bi Covid re nikare bê girêdan.

Wergera ji tirkî: Nedim Baran

[/emember_protected]

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar