Kanûna pêşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

“Dıvê em rêyên nû yên hevkarîya Yûnanî û Kurdan tesewir bikin”

"Bi ya min yekîtî faktoreke gelek girîng e. Wekî mînak, di sedsala 19an de di navbera hêzên rizgarîxwaz ên yûnanî de gelek şerên navxweyî pêk hat ku dahatuya tevgera rizgarîya Yûnanistanê tehdît dikir. Ez di navbera têkoşînên kurd û yûnan de hin hevsengîyan dibînim. Ez ji dubendîyên dînî û îdeolojîk ên di nevbera hizbên kurdan haydar im. Lê divê dîyalog û yekîtî hebe, kurdên laîk û dîndar dikarin bi hev re bijîn û dikarin bi ahengî hevkarîyê bikin.

Nikos Michalidis, kurê malbateke penaber e. Malbata wî piştî sala 1923yan ji Pontûsê ango ji Deryaya Reş hatîye sirgunkirin bo Yûnanistanê. Ew li Selanîkê ji dayik bûye û li vî bajarî mezin bûye. Li Atîna û Stenbolê beşa zanista sîyasetê û têkilîyên navneteweyî xwendîye, li Princentonê doktoraya    antropolojîyê kirîye. Ew ji ber nasnameya xwe ya çandî, li Tirkîyeyê û bi taybetî jî li Trabzonê, ku hejmareke girîng a pontûsî-yûnanîaxêv lê dijîn û çanda Pontûs-Lyra (kemençe) hê jî zindî ye, xebatên meydanî (xebatên tetbîqî) kir. Di pêvajoya van xebatên xwe de, ne tenê têkilîyên Tirkî-yeyê yên bi pontûs û yûnanan re, di heman demê de li ser têkilîyên bi kurdan re jî, ji nêz ve lêkolîn kirin. Em bi Antropolog Dr. Nikos Michalidisî re ku niha li Unîversîteya Missourîyê dixebite, li ser têkilîyên yûnanî û kurdan ên salên dawî, bi perspektîfekê evropî nêrînên wî yên derheqê sîyaseta Tirkîyeyê ya li ser kurdan û derheqê têkilîyên Yûnanistanê yên bi Kurdistan û kurdan re peyivîn.

Dema em li ser têkilîyên îroyîn ên Tirkîye û Yûnanistanê dipeyivin, min ferq kir, ku divê em ligel vê mijarê çîroka we ya şexsî jî bizanibin. Çîroka we ya koçberîyê ya di navbera herdu welatan de, ango jîyaneke bê welat û ji axa xwe dûr, tesîreke çawa li ser jîyana we kir?

Bapirên min ji Pontûsê, ji gundên rûman ên Gumuşxane, Sêwaz û Bafrayê hatine Yûnanistanê.  Jîyana min jî heta radeyekî, wekî nevîyên hemû civatên ku ji cih û warên xwe hatine bidûrxistin, bi nostaljî û evîneke mezin bû ji bo cihekî ku ji alîyê mirovên nifşê min nehatîye zîyaretkirin. Min ji vê yekê re digot “têkilîya platonîk.”

Ez bi guhdarkirina çîrokên sirgûnîya bapîrê xwe yê ji gundên rûman ên derdora Çîyayê Nebyan î Bafrayê bo Yunanistanê, wendakirina bira û hevalên wî yên li çîyê, sûcên Topal Osman û di heman demê de têkilîyên wî yên dostane yên bi misilmanan re mezin bûm.

Di pêvajoya mezinbûna min a li Selanîkê de, dans û muzîka Pontûs-Yûnanî di navenda rûtînîya jîyana min a rojane de bû. Ez li bajarê xwe, di komeleyeke kulturî de fêrî lêxistina Pontûs-Lyrayê (kemençe) bûm. Min ji xwendina roman û pirtûkên tarîxî yên derheqê jîyana Pontûs û Asyaya Biçûk hez dikir. Min di salên xwe yên ciwanîyê de li Selanîkê di grûbeke şanoyê de jî cih digirt. Mijara bingehîn a hemû lîstîkên şanoyê jîyana Pontûsê bû.

Hûn wekî rûmên Pontûsê têkoşîna xwe ya li dijî Komara Tirkîyeyê bi kîjan daxwazan dimeşînin û têkoşîna we di kîjan merheleyê de ye?

Ez wisa difikirim ku 2-3 daxwaz û bendewarîyên bingehîn ên rêxistinên Pontûs-Rûmên Yûnanistan û dinyayê ji Tirkîyeyê hene. Ya yekem, naskirina jenosîda ku ji alîyê Jön Tirkan û paşgirên wan ve li dijî rûmên Pontûsê û bi gotineke berfirehtir li dijî hemû xirîstîyanên Pontûs û Asyaya Biçûk hatîye kirin. Em di wê bawerîyê de ne, ku naskirineke bi vî rengî li gel nirxên exlakî, dê veguherîna kultura sîyasî ya antî demokratîk a Tirkîyeyê jî hêsantir bike. Ya duyemîn jî, em dixwazin bibînin ku li van axên tarîxî yên Anatolîya û Mezopotamyayê demokrasîya rasteqîn û pirdengî geş bibe. Hemû gelên li vê cografyayê dijîn; kurd, çerkez, ermen, tirk, laz, gurcî, rûm û hwd. jîyaneke bê şîdet, bê tundî, bê hilweşîn a di nav mercên demorasîyeke rasteqîn de heq dikin. Di heman demê de demokratîkbûn tê wê wateyê ku Tirkîye dê dest bi rêzgirtina qanûn û peymanên navneteweyî jî bike. Ev tê wê wateyê ku divê Tirkîye hêzên xwe yên  dagirker ji Qibrisê vekişîne û ji bo pirsgirêka ku bi salan e girav parçe kirîye re çareserîyeke demokratîk pêk bîne. Em dixwazin bibînin ku Tirkîye ji bo Yûnanistanê  hevkareke demokratîk û pêbawer e. Ev, tê wê wateyê ku pêwist e Enqere  polîtîkayên xwe yên dagirkerîyê yên li herêmê biguherîne. Rêxistinên Pontûs-Yûnanan, bi gelemperî wekî sazîyên civaka sivîl ên Yûnanistan û Ewropayê, ji bo pêşvebirina vê rojevê bi rêxistinên navneteweyî re çalakî û têkilîyan pêk tînin. Rûm û Pontûs li herêmê ji bo aştî û dostanîya rastîn dixebitin.

Em dibînin ku helwesta we ya sîyasî ne tenê bi pontûsbûna xwe, bi piştgirîya hemû gelên Tirkîyeyê û bi taybetî jî bi piştgirîya kurdan re bi pêş ketîye. Li gorî qeneata min helwesta we ya derheqê sîyaseta kurdan de li gorî şert û mercên Tirkîyeyê dikare gelek radîkal bê dîtin. Li gorî we têkoşîna hevkar a gelên pontûs û kurd çi ye?

Bi rastî ez fikrên xwe yên di derbarê pirsgirêka kurdî de wekî nêrîneke”radîkal” nabînim. Ez li Tirkîyeyê piştgirîya naskirina mafên kulturî û sîyasî yên gelê kurd dikim. Ev tê wê wateyê ku kurd dê piştî bi dehan salên bindestî û çewisandinên dijwar, xwedîyê mafê xweserîyê û xwedîyê mafê çarenûsîyê bin.

Tiştê ku wekî radîkal tê pênasekirin jî rasterast ev e, helbet ji bo Tirkîyeyê…

Belê, lê hêvî û bendewarîyek gelek nerm e. Li gor fikra min têkoşîna kurdan a ji bo azadî, maf û demokrasîyê kilîta azadîya hemû pêkhateyên din ên etnîkî û olî (dînî) yên Anatolîya û Mezopotamyayê ye. Rûmên Pontûsê û kurdên demokrat bi dehan sal in li dijî îdeolojîya kîn, nijadperestî û tundîyê -ku ev îdeolojî êdî hatîye normalîzekirin û spîkirin- têdikoşin. Rumên Pontûsê  di destpêka sedsala 20î de di nav qurbanîyen yekem ên vê îdeolojîyê de bûn. Kurd heta vê demê jî dibin qûrbanîyên heman îdeoljîya nijadperest. Divê hemû aştîxwazên ku li dijî vê zîhnîyeta faşîst têdikoşin li Ewropa û DYAyê bi hev re bixebitin. Ji organîzekirina konferansan heta xebatên lobîyê gelek çalakî hene ku em dikarin ligel sazîyên neteweyî û navneteweyî bi pêş bixin û divê em vê yekê bi kar bînin jî.

Li gorî fikra we Yûnanîstan wekî welatek li ku dera vê têkoşînê cih digre ?

Yûnanistan rêzê li qanûn û peymanên navneteweyî digire, welatekî aştîxwaz e ku hewl dide bi hemî cîranên xwe re têkilîyên dostane û hevkarîyê bi pêş bixe. Û ew li Tirkîyeyê jî piştgirê herî dîyar û dilpak yê demokrasîyê ye. Piranîya hemwelatîyên Yûnanistanê piştgirî didin têkoşîna kurdan a ji bo xweserî, rûmet û mafên mirovan. Hikûmetên Yûnanistanê piştgirî dan hêvîyên Tirkîyeyê yên ji bo beşdarbûna Yekîtîya Ewropayê. Li gorî bawerîya wan bi vê beşdarbûnê, gelên Anatolîya û Mezopotamyayê dê jîyaneke baştir bi dest bixistana. Lê mixabin ev sîyaset serkeftî nebû û sîstema sîyasî ya Yûnanistanê niha li alternatîfeke guncawtir digere. Divê em li derveyî tiştên ku hatine ceribandin bifikirin û ji bo berjewendîya aştî, demokrasî û mafên mirovan rêyên nû yên hevkarîya yûnanî û kurdan bibînin. Wekî mînak, ez bawer dikim ku yûnanî, kurd û hemû kesên ku li Anatolîya û Mezopotamyayê veguherîneke rasteqîn a demokratîk dixwazin, dikarin li Almanyayê ku welatekî sereke yê Yekîtîya Ewropayê ye, bi awayekî berhemdar hevkarîyê bikin.

Li dijî hêmanên bingehîn ên Komara Tirkîyeyê têkoşîna hevpar a gelên yûnan û kurd heye. Ligel vê yekê tiştê ku van herdu civatan ji hev dûr dixe çi ye?  Di bo têkoşîna hevpar meyla gelên yûnan û ermenan zêdetir nêzîkî hev e û armancên xwe yên hevbeş zêdetir derdixin pêş, gelo li gorî we kurd çima li derveyî vê çemberê ne? Gelo em dikarin rasterast behsa meşa li ser rêyeke hevbeş bikin?

Şerê sar, îdeolojî û berjewendîyên dewletan ên wê serdemê di dîzayinkirina jeopolîtîkaya Rojhilata Deryaya Spî û Rojhilata Navîn de dîyarker bû. Ev çend sal in Tirkîyê ji alîyê Waşîngton û Londonê ve di têkoşîna xwe ya li dijî Yekîtîya Sovyetan ‘’hevkarê stratejîk’’ ê DYA û Îngilistanê tê dîtin. Dewleta Tirk ji ber vê sedemê piştgirîyeke gelek mezin a leşkerî, îdeolojîk, ekonomîk û dîplomatîk wergirt. Dîsa ji ber heman sedemê têkoşîna maf û azadîyê ya kurdan ji alîyê pêkhateyên rojavayî ve bi germî nehat pêşwazîkirin. Herweha tevgera kurd di warê têkilîyên navneteweyî û dîplomasîyê de jî zêde bi azmûn û bi tecrûbe nebû. Lê di salên dawî de gelek tişt hatin guhertin. Li gorî fikra min di vê merhelêyê de êdî em dikarin di navbera sazîyên yûnanî û kurdan de hevkarîyek nêzîktir pêk bînin. Wekî mînak, wekî şexsek û akademîsyenek di warê arkeolojî, tarîx, huner û bi wateyeke berfirehtir di warê xebatên humanîst de potansîyelek mezin dibînim. Ez dikarim xeyal bikim ku enstîtûyeke arkeolojîyê ya yûnanî û kurdan di warê lêkolîn û parastina mîrata çandî ya hevpar a li cîhana me dê karekî şahane bike. Ev gav tenê dikare bibe destpêkek. Ji bo hevkarîyên dualî potansîyeleke balkêş heye.

Li gorî we ciwanên yûnanî derheqê têkoşîna kurdan a li dijî Dewleta Tirk çi difikirin? Li gorî têgeha navînî  li Yûnanistanê kurdbûn çi ye, kî ye kurd û li gorî we ev piştgirî dikare pêk were?   

Bi salên dûr û dirêj haya piranîya hemwelatîyên Yûnanistanê ji rastîyên kurdan ên li Tirkîyeyê tunebû. Li welat di derheqê vê mijarê de xebat û gengeşîyên akademîk tunebû. Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku derheqê nasnameya kurdan de kêmasîyeke cidî ya zanînê hebû. Ev rewş, hêdî hêdî û bi awayekî pir hêdî di dawîya salên 1980yî û destpêka 1990î dest bi veguherînê kir. Îro hemû hemwelatîyên Yûnanistanê hebûn û têkoşîna kurdan hîn baştir dizanin û fêm dikin. Lê belê, hîn kêmasîya agahdarî û zanînê heye. Lê ji bo em bikaribin têgihîştina kûr a rastîya kurd û firsendên ku ew ji bo herêmê derdixe holê, ji raya giştî ya Yûnanistanê re rave bikin, divê em hîn pir bixebitin. Hemwelîtîyên Yûnanistanê derheqê Tirkîyê de di bin tesîra vegotinên kemalîstan de mabûn. Niha dengê kurdan û vegotinên bûyerên wan guhdarî dikin. Di van salên dawîn de têkoşîna Rûmên Pontûsê a ji bo naskirina jenosîdên li dijî xirîstîyanên li Pontûs û Anatolîyayê, ji bo şikandin û tunekirina propagandaya kemalîst a di nav beşên mezin ên nifûsa rûman de tesîreke gelek girîng pêk anî. Lê mixabin çepgirên yûnanî di vê mijarê de tu tiştek nekirin. “Çepgirên” sereke yên yûnanî di eslê xwe de ji sedema sergêjîya îdeolojîk û bêkêrhatina sosyopolîtîk salên dirêj bi piranî alîgirên kemalîzmê bûne. “Çepgirên” sereke yên yûnanî ji bo piştgirîya gelên Amerîkaya Latîn li Atînayê xwepêşandanên protestoyê li dar dixistin, lê di heman demê li hemberî êşên ciranên me yên kurd bêdeng diman. Li Yûnanistanê kesên ku ev helwêsta gelek bi problem a ‘’çepgirên’’ sereke yên yûnanî rexne dikin bi tenê em kulmek mirov in. Ji bo rojnamevan û akademîsyenên kurd, yûnan û navneteweyî bi armanca agahdarî û analîzên hîn cidîtir û berfirehtir ên derheqê têkilîya kurd û tirkan de ragihînin raya giştî ya Yûnanistanê û Ewropayê, divê hîn zêdetir bixebitin. Lê ez wisa difikirim ku nifşê ciwantir, zanatir, demokrattir û xwende yê rûman bi dil û can piştgirîya têkoşîna azadî û rûmetê ya kurdan dike.  Îmaja kurdan a li Yûnanistanê bi gelemperî pir erênî ye.

Dema ji alîyê tarîxê ve li mijarê binêrin em ê bibînin ku kurd û yûnanan pir car ji hev dûr sekinîne. Lê em îro dibînin ku di nav jîyana sosyal de dostanîyeke bi can û dil heye. Li gorî we ji bo em bikaribin ev hevkarîya ku îro me tîne cem hev bigihîjînin zemîneke rastin, divê hîn çi bê kirin?

Ez bawer dikim ku civata sivîl a yûnan û kurdan di gelek projeyên curbicur de dikarin bi hev re bixebitin.Wekî mînak, em dikarin bi awayekî berfirehtir di qada  muzîk, şano û hunerê de projeyên hevpar çêkin.  Dema çend sal berê min xwend ku çend xortên kurd ên demokrat li çîyayên Kurdistanê şanoya Antîgona ya kevnar a yûnanî lîstîne, tê bîra min ku ez çiqas hestîyar bûbûm. Huner, dikare civatekê pêk bîne û li welat û qada navneteweyî tesîreke erênî li ser raya giştî bide. Wekî mînak, dema ez difikirim ku Şivan Perwer awazên Mikis Theodorakis an jî yên Manos Hatzidakis bi gotinên kurdî distrê kelecanek bi min digre. Û gelek yûnanî ji gotinên stranên kurdî fêm nekin jî di bin tesîra mûzîka kurdî ya bihêz dimînin. Çi ku me behsa staranan kirîye, dixwazim vê yekê jî lê zêde bikim; ger em bikaribin li zanîngeh û li sazîyên kulturî ji bo perwerdeya yûnanî û kurdî bernameyên hevbeş pêk bînin, dê gaveke berhamdar be. Foneke ewropayê ya bo kurdan, dikare ji alîyê aborîyê ve piştgirî bide projeyên bi vî rengî û projeyên berhemdar ên din.

Yılmaz Güney û sînemaya kurdî li Yûnanistanê her ku diçe populertir dibe, lê hê gelek rêya ku divê bê çûyin heye.Wergera berhemên edebî yên yûnanî û kurdî bo herdu zimanan û bo zimanên bîyanî jî tiştek  xwedî potansîyeleke mezin e. Em dikarin portaleke nûçeyan ku derheqê rewşa Rojhilata Deryaya Spî û Rojhilata Navîn de raya giştî ya Ewropa û ya nevneteweyê agahdar bike tesewir bikin. Bi kurt û kurmancî, di vê merhelêyê de ji bo berhemdarkirina fikir û vegotinê divê em hîn pir hewl bidin. Rastlêhatina Ksenefon a bi kardûxan re û nivîsandina wî ya li ser wan, dikare ji bo hevkarîyê bibe îlhamek. Û ez dixwazim tiştên ku min berê gotibûn dubare bikim. Almanya û bi gelemperî Yekîtîya Ewropayê ji bo dostanî û hevkarîya yûnanî û kurdan hevgirêkek gelek girîng e. Ger dîasporaya yûnanî û kurdan li herêma me bi armanca başîya mirovahîyê, demokrasî û xweşhalîyê bi hev re bixebitin, dikarin mûcîzeyan pêk bînin. Di navbera mirovan de pêkanîna têkilîyên xurt gelek girîng e. Bazirganî û vebêrhênan jî di vî warî de xwedîyê potansîyeleke gelek mezin in. Ev hemû însîyatîf dê ji alîyê welatîyên çalak ve bên bipêşxistin.

YE (Yekîtîya Ewropa) bo piştgirîya van projeyan derfetek şahane ye. Yûnanî di vê mijarê de xwedîyê zanîn û tecrûbeyê ne.

Gelo hûn difikirin ku di sîyaseta dewleta yûnanî de temsîlîyeta kurdan an jî kurd jî di nav de sîyaseta Tirkîyeyê ya derheqê kêmneteweyan de, helwesteke hîn vekirî û zelaltir bê dîtin? Li gorî we di pêvajoya hikûmeta niha de pêkhatina vê yekê mimkin e?

Belê, ez di wê bawerîyê de me ku yûnanî û ewropî bi metodeke hîn jidil nêzîkî rastîya sosyopolîtîkaya kurdan bibin, dê ev helwest bi kêrî gelên hemû herêmê were, piştgirî bide pêvajoya demokratîk a Tirkîyeyê û aramî û aştîya Tirkîyeyê bihêztir bike. Li gorî çavdêrîyên min hikûmeta yûnanî ya îroyîn, xwedîyê têgihiştineke hîn realîst, kûrttir û nuwazetir e. Ev helwest ji bo dahatuyê gelek girîng e. Ez bawer dikim ev helwest dê her biçe bihêztir be. Sazîyên demokratîk ên yûnanî ji bo dengên kurdan li korîdorên Yekîtîya Ewropayê bilindtir bibe dikarin bibin alîkar. Ji bîr nekin ku rêya veguhertina şêwazên hereketa  fikir û ramanên kevn, zingarî û neguherbar; enerjîyeke gelek zêde û hinek pere divê.

Kurd bi armanca parastina ax, ziman û kultura xwe şer dikin. Ji ber vê sedemê jî di nav têkoşîneke dijwar de ne. Li gorî we gelê kurd ji bo serkeftinê divê li Tirkîyeyê sîyaseteke çawa bimeşîne?

Kurd û nûnerên wan ên demokratîk vê yekê ji min baştir dizanin. Ez wî mafî ji xwe re rast nabînim, ku ji dûr ve şîretan li kesên ku ji bo mafên xwe têdikoşin, bikim. Lê ez wekî yekî ku ji dûr ve geşepêdanan dişopîne dikarim wisa bêjim: grûp û pêkhateyên kurdan mîsoger, ne xwedîyê heman fikrê bin jî, divê bi hev re fêrî hevkarîkirinê bibin. Bi ya min yekîtî faktoreke gelek girîng e. Wekî mînak, di sedsala 19an de di navbera hêzên rizgarîxwaz ên yûnanî de gelek şerên navxweyî pêk hat ku dahatuya tevgera rizgarîya Yûnanistanê tehdît dikir. Ez di navbera têkoşînên kurd û yûnan de hin hevsengîyan dibînim. Ez ji dubendîyên dînî û îdeolojîk ên di nevbera hizbên kurdan haydar im. Lê divê dîyalog û yekîtî hebe, kurdên laîk û dîndar dikarin bi hev re bijîn û dikarin bi ahengî hevkarîyê bikin. Ev, ji bo bipêşxistina ziman û dîroka kurdî jî vîzyoneke girîng e. Û helbet ez pir dixwazim wergera Quranê ya bi kurdî guhdarî bikim. Ez difikirim ku, alîmên kurdan ji bo bipêşxistina pratîk û teolojîya alewîtîyê jî dikarin hîn zêdetir bixebitin. Rewşenbîrên kurdan û çalakvanên pêşeng ên dîasporayê, ji bo têgihîştin û bipêşxistina rola cîhanî ya neteweya kurd a di sedsala 21ê de kar û xebatên baştirîn dikarin pêk bînin. Kurd, li Rojhilata Navîn vediguherin stêrka nû ya demokratîk ku ev stêrk dikare rûyên gelên din ên herêmê jî ber bi rêyeke demokratîktir ve bizivirîne.

Li welatên mezin ên bîyanî hevkarîya navneteweyî ya bihêztir û çalakîyên lobîyê yên bi tesîr pêk bînin. Xwe tenê bi çîyayan re sînordar nekin, li cîhana dijîtal jî hebin. Sazî û organîsazyonên kurdan êdî wekî mixatab tên qebûlkirin û ev destkeftîyeke mezin e, divê nekeve tehlûkeyê. Zêdekirina şexsî ya meşrûîyeta navneteweyî girîngîyeke bingehîn e. Partîyên tirkan ne amade ne ku daxwazên kurdan yên herî        biçûk jî bi cih bînin û ev jî kêşeyeke mezin e. Ev, tê wê wateyê ku ji bo li Tirkîyeyê maf û azadî di  bin temînatê de bin, hebûna HDPê hîn jî girîngtir dibe. Bawerîya min ew e ku ger HDP ji bo zêdekirina tesîr û hebûna xwe ya navneteweyî gavan bavêje, dê ev gav ji bo kurdan û bi giştî jî ji bo civatê gelek bi kêr bên.

Helbet têkoşîn ancax bi xeyala ku me îdealîze kirîye û em dixwazin biafirînin dê bigihîje armanca xwe. Gelo li gorî we, îro li Ege, Anatolîya û Mezopotamyayê demokratên kurd û yûnanî ji bo dinyayeke çawa biafirînin, têdikoşin? Li wê dinyayê ji kê re cih tuneye û ji bo bidestxistina vê yekê divê çi bê kirin?

Em ji bo cografyayeke ku ji faşîzm, kîndarî, nijadperestî, şîdet û tundîyê hatîyê paqijkirin û demokrasî, dîyalog, zanist, hiqûq, hêvî û evîn bi ser ketîye, têdikoşîn. Ji bo herêmeke ku bi çand û aborîya xwe  dewlemend, bi hev ve girêdayî û derfetan pêşkeşî ciwanan dike. Divê li herêmê ji bo ku bikaribin jîyana xwe berdewam bikin çarenûsîya ciwanên rûm, kurd û yên din ne koçkirina cih û warên din be. Cografyaya ji Mezopotamyayê heta Deryaya Îyonê dirêj dibe, dikare ji bo ciwanên her çar alîyên dinyayê yên afirîner û bi qebilîyet bibe navendeke cihanî. Kurd û yûnanî berî her tiştî wekî aktorên ku li herêmeke berfirehtir avakarên îsriqrarê ne, divê bi potansîyela xwe ya mezin jî bawer bin.

Wergera ji tirkî: Nedim Baran

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar