Sibat 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Dijminê di dorê de kî ye ?

Xwezînameya M. Anders Fogh Rasmussen li benda şeva serê salê nema. Sekreterê giştî yê berê yê Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) mîsyona ku divê ev rêxistin kêlîya ku M. Donald Turmp Qesra Spî terk bike, bi cih bîne weha anî ziman: «Di 2021ê de, Dewletên Yekbûyî û hevalbendên xwe wê bibin xwedî firsendeke ku ji bo her nifşekê tenê carekê xwe nîşan dide. Firsenda zîvirandina berê vekişîna global a demokrasîyan li hemberî otokrasîyên wekî Rûsya û Çînê. Lê belê ji bo vê divê demokrasîyên sereke bibin yek(1).» Tiştê ku gelekan ji wan jixwe kir, ji niha û nifşek berê, bi dagirkirina Afganistanê, dû re jî ya Iraqê. Xuya ye ku niha êdî dem dema xurtkirina têkoşîna li hemberî dijberên hê xurttir e…

Lê belê divê ji kuderê dest pê bike? Madem ku dilê Waşingtonê heye «pêşengîya» sefera pîroz a demokrasîyê misoger bike –«Amerîka vegerîya, amade ye cîhanê birêve bibe», wekî ku M. Joseph Biden 24ê mijdara 2020î dîyar kir-, welatên dûvelank wê têgihiştibin ku Dewletên Yekbûyî êdî li ser nasnameya dijberê sereke li hev nakin. Awayên wan ên bîrbirinê zêde têkilîya wan bi jeopolîtîka cîhanî re tune û bi temamî bi derzên navxweyî re têkildar in. Ji bo demokratan, berî herkesî dijmin Rûsyayê ye, madem ku, ev çar sal in, rêveberên vê partîyê, eynî mîna seroka Meclîsa Nûneran, Mm Nancy tekrar kirin ku «bi Trump re rê giş digihîjin cem Pûtin». Li alîyê komarger, li nava sîcila «krêdîyeke ji bo vegerandinê» ku xirecira li kreşê tîne bîra mirovî, bi dîrûşmeya «Pekîn Biden» bersiv tê dayîn. Ji ber ku kurê duyemîn ê serokê nû, M. Hunter Biden, li Çînê karsazî kir: cîhanîbûna ku Demokrat pê hatin sûcbarkirin, karsazîya Çînê kir. CQFD.

10ê kanûna pêşîn, wezîrê karê derve Mike Pompeo ji ber vê yekê dest bi kûrkirina newala navbera her du welatan kir. Pompeo ku demekê herweha bû gerînendeyê Navenda Servîsa Îstîxbaratê (CIA) jî, bêyî ku bikene bi destnîşankirina endîşeya xwe ya têkildarî rêzgirtina li jîyana taybet, pêşî cîhan hişyar kir: «[Serokê çînî] Xi Jinping çavê wî li ser her yekî ji me ye.» Dû re jî wî êriş bir ser 400 000 xwendekarên çînî yên ku her sal bi dorê ber bi dewletên yekbûyî tên şandin û hin ji wan ji bo agahîyên veşarî yên pîşesazîyî û zanistî bidizin, wê hatibin şandin; li nava zanîngehên amerîkî bi xwe, «wê gelek kesên ji alîyê Pekînê ve hatibin kirîn hebin»; herî dawî jî, êrişî berhemên şirketa Hawei kir, bi îdîaya ku her bikarhênerê wê dê ketibe «nava lepên amûra ewlekarîyê ya çînî» (2). Ev e neqereta  ku Komarger wê pê dijberîya M. Biden bikin. Ew ê bi vî awayî dubare bersivê bidin çar salên paronayaya dij-rûs a ji alîyê Demokratan ve li dijî M. Trump hat xwedîkirin. Derya Çînê, Taywan, aqûbeta ûygûran, Hongkong: hemû wê bibin bahane ji bo ceribandina biryardarîya dij-çînî ya rêveberîya nû.

M. Rasmussen qet nebe di xalekê de zelal bû: «Rêzek hevalbend bi endîşe li ber derîyê wî li benda serokê nû hilbijartî Joe Biden in.» Lê belê, bi mayîna li nava hevgirtineke ku hêzeke ji alîyê hişî ve hejîyayî wê bi rêve dibe, ew ê wisa zû bi zû nikaribin xwe bigihînin aramîya berê.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_________

1) Anders Fogh Rasmussen, «Rêyeke nû ya ku dê pêşengîya cîhana azad bike», The Wall Street Journal, New York, 16 kanûna pêşîn 2020.

2)  Mike R. Pompeo, «Partîya komunîst a Çînê li kampûsa zanîngeha amerîkî », axaftina wî ya li Enstîtuya Corcîya ya Teknolojîyê, Atlanta, 9 kanûna pêşîn 2020, www.state.gov

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
X

Passwort vergessen?

Mitglied werden!

  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.