Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelKoshi Shawki
Nächster ArtikelSendîka, xeta sor

“Di qedera kurdan de rola Fransayê mezin e.”

Sîyaseta hikûmeta Fransayê ya derheqê kurdan de ji 1991ê vir ve vediguhere. Fransa, di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de biryara herêma qedexe ya ji bo firînê derxist û hikûmeta Fransayê pêşengî kir da ku ji bo gelê başûrê Kurdistanê herêma bi ewleyî pêk were. Divê em ji bîr nekin ku heman Fransayê, ji bo berjewendîyên xwe bi salan gazên bi jehr jî di nav de, her cûre çek difirot hikûmeta Sedam Huseyînî. Û dizanibû ew çek li dijî kurdan tên bikaranîn.

Dîroka pirtûka we ya bi navê ‘”Les Kurdes, L’émergence du Nationalisme Kurde (1874 – 1945) dans les Archives Diplomatiques Françaises – Derketina holê ya Neteweperwerîya Kurdî (1784-1945) Di Arşîva Dîplomasîya Fransayê’’ de çi ye? Li cem we fikra lêkolîna van arşîvan çawa geşepêda?

Fransa û Îngilistan heta Şerê Cihanê yê Yekem du welatên ku şikil didan dinyayê bûn. Burokrasîya Fransayê girîng e. Ew her tiştên ku hatîye kirin û dê bên kirin, bêyî ku tu hûrgilîyên wan paşguh bikin, heta niqte û bîhnokan jî dinivîsînin. Ez heta niha di arşîvên Fransyê de tenê rast li çend belgeyên derheqê kurdan de hatibûm. Li gorî girîngîya van belgeyan 25, 50, 75 û 100 sal şûnde destûr tê dayin ku lêkolînvan li ser van belgeyan bixebitin û lêkolînan çêkin. Helbet ji bo hin begeyên ku rasterast bi ewlehîya dewletê ve têkildar e destûra lêkolînê qet nayê dayîn. Ev belge li sê bajarên Fransayê di kitêbxaneyên taybet de tên parastin. Tenê lêkolînvan û dersdarên zanîngehan dikarin bikevin van kitêbxaneyan. Min bi hevalê xwe Prof. Dr. Didier Le Saout re xebateke dûrûdirêj û bi zehmet kir. Li gorî fikra min ev belgeyên veşartî yên ku me bi dest xistine, beşeke tarîxê ya ku heta niha di tarîyê de maye ronî dike, derdixîne holê. Kitêba me ji bo xwendevan, lêkolînvan û dersdarên ku li ser kurdan û Tirkîyeyê lêkolînan dikin, bû kitêbeke sereke û referansê. Bê guman, ev berhema me hêjayî zehmetîyan bû.

 

“ME DI DERHEQÊ SERHILDANA ŞÊX SEÎD DE TU BELGE NEDÎTIN”

Li gorî we di pêvajoya xebata we ya li ser arşîvan de mijar û serdemên ku hatibûn veşartin jî hebûn?

Pir balkêş e, di derheqê Serhildana Şêx Seîd de hema hema me tu belge nedîtin. Serdemeke ku em li tu şop û belgeyên wê rast nehatin jî, di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Yekem de hebûna artêşa Fransayê ya li sinorê Sûrîyeyê û derdora Entabê bû. Kesê ku sedemê vê yekê bizanibe jî tuneye. Hemû pirsên ku me ji têkildaran pirsî bê bersiv man. Wekî min li jor jî behs kir, dibe ku hîn dema vekirina van belgeyan nehatibe. Veşartin û venekirina belgeyên derheqê Serhildana Şêx Seîd de pirsên wekî; gelo di têkbirina serhildanê de rola Fransayê heye? An jî tiştek dinê heye, tîne bîra min.

Gelo daxwaza we ew bû ku hûn xemsarîya Ewropayê ya di derheqê kurdan de bi belgeyan dest nîşan bikin? Ango gelo Fransa bi arşîva xwe ya li ser vê mijarê bi tarîxa xwe ya nêzîk re rû bi rû dibe?

Fransa heta Şerê Cîhanê yê Yekem yek ji du lîstikvanên sereke yê di qedera kurdan de rol lîstîne ye. Di pêvajoya dûre jî di qedera kurdan de roleke teqez a Fransayê çêbûye. Em vê rastîyê di belgeyên ku me bi dest xistine de jî bi awayekî vekirî dibînin. Ger mijar bê ser meseleya rûbirûbûnê, em dibînin ku serokkomarê îroyîn Emanuel Macron ji bo kiryarên Fransayê ya serdema kolonîkirina Cezayîrê lêborînê dixwaze. Dîsa bi sînor be jî rol û berpirsîyarîya xwe ya ji bo jenosîda Ruandayê qebûl dike. Lê dema dor bê kurdan, ev mijar ne di rojeva Fransayê de ye. Di vê mijarê de hewla kurdan tunebe, ne mimkin e ku Fransa bi berpirsîyarîya xwe re rû bi rû bibe. Wekî mînak, di belgeyeke ku me bi dest xistibû de, ev rastî bi awayekî vekirî tê dîtin; di 12ê kanûna paşîn a 1919an de nunerê îngiliz dîplomat Sir Mark Sykes ji bo kurdan otonomî xwestibû, lê nûnerê Fransayê Georges Picot -apê Serokkomarekî kevn yê Fransayê,Valéry Giscard d’Estaing ye- di belgeyeke ku bi nepenî nivîsandibû de li dijî vê daxwazê derdikeve. Ger em bikaribin belgeyên bi vî rengî bi dest bixin û bikaribin pêşberî lêkolînvan û sîyasetmedarên Fransayê bikin, dê berdewamîya wê were. Bi belgeyan li maf tê gerîn. Lêkolîn, bidestxistina belgeyên tarîxî û argumanên ku em bi kar bînin dê karê me hêsantir bike. Li Fransaya ku welatekî demokratîk e û meriv dikare fikir û ramanên xwe bi awayekî azad û serbest bi lêv bike, ger argumanên meriv saxlem bin gihîştina armancê û encam girtin ne zor e. Helbet ger ji bo yekê hewl bê dayîn. Dewletên bi hêz li gorî berjewendîyên xwe nêzîk dibin. Civateke ku hêza wê hindik e, ger xwedîyê hêza xweparastinê be û argumanên wê hebe gihiştina wê ya armancê jî zor nîne, bi taybetî di dema ku hewcedarîya wan bi te hebe de.

Yek ji girîngtirîn gavên ku bandorê li roja îroyîn a kurdan dike Konferansa Aştî Ya Parîsê ye. Hûn di lêkolînên xwe de derheqê paşxala vê konferasê de gihîştin çi cur belgeyan?

Di kitêba me de derheqê Konferansa Aştî ya Parîsê ya 1919an de gelek belge hene. Piranîya wan cara yekem hatine weşandin. Ez ê ku bi salan e bi van mijarên re mijûl im, rastî gelek belgeyên ku min berê qet nedîtibûn hatim û min gelek belgeyên nû kifş kirin. Di vê kêlîyê de ez dikarim bêjim agahdarîyên kesane yên kesê ku di Konferansa Aştî ya Parîsê de li ser navê kurdan rola sereke lîstîye kêm in. Ez behsa Şerîf Paşa dikim. Şerîf Paşayî ku dev ji jîyana xwe ya rehet berdaye û nûnertîya kurdan kirîye, di vê mijarê de ez rast li tu nivîsa wî ya tabet nehatim. Li Parîsê kovarek bi navê Constitutionnalisme (Meşrûtîyet) diweşand. Bi piranî rexne li “Îttihad û Teraqîparêzan” dikir. Wekî min got di vê mijarê de, ango derheqê hevdîtinên aştîyê de, bersivên pirsên wekî kê çi gotîye, çi hatîye xwestin, kengî bûye rasterast ji devê Şerîf Paşayî tu belge tuneye. Halbukî Şerîf Paşa heta 1951ê dijî. Di pêvajoya belavbûna dewleta osmanî de Şerîf Paşa dibêje; di vê tevlihevîyê de herkes dixwaze dewleta xwe ava bike, çima kurd jî nexwazin xwedî dewlet bin. Lê ger min Şerîf Paşa bidîta min jê bipirsîya, çima te bîranênên xwe nenivîsand? An jî min ê bigota hemû belgeyên di destê we de ne, vebêjin, biweşînin. Kesekî wekî Şerîf Paşayî ku di dewleta Osmanî de xwedîyê wezîfeyên girîng, berê hevalbendê Îttihad û Tereqîyê, dû re dijber, di nezdê raya giştî ya Fransayê de xwedîyê rêzdarîyê, bi dewleta Fransayê re ji nêz ve di têkilîyan de bû û nûnertîya kurdan dikir, dikaribû bi bîranên xwe wê serdemê ronî û zelal bike.

Bûyerên 100 sal berê di arşîvên Fransayê de çawa cih girtine; Şêx Seîd, Seyîd Riza, darvekirinên 1925an, polîtîkayên cudaker ên Mustafa Kemal, bi midexaleya Îngilistanê xêzkirina sînorên îroyîn, avabûna Sûrîyeyê… Di pêkhatina van hemû bûyeran de îmzeya Fransayê heye. Gelo di derheqê sedemên van bûyeran de hûn gihîştin encamekê?

Piranîya belgeyên ku me weşandine ji name, notên agahdarkirinê, rapor û hwd yên dîplomatên fransiz ên li Tirkîye, Iraq, Îran, Sûrîye û Lubnanê wezîfedar in pêk tên. Ev belge ji wezîrê derve yê Fransayê, sererkanê giştî, serokkomar û rayedarên dewletê re hatine şandin li ser hemûyan “nepenî’’, ‘’pir nepenî’’, “bila ji bilî we kesek din nexwîne” hatîye nivîsandin. Teqez e ku ji alîyê kesên gelek profesyonel hatine nivîsandin. Ji ber ku ji bo kesên di meşandin û tesbîtkirina sîyaseta dewletê de dîyarker in hatine şandin bi awayekî herî rast hatine nivisîn. Ango ew ne belgeyên milîtanî yên bi armanca propagandayê hatine nivisîn in. Bi tenê hin dîplomat li dû avakirina Komara Tirkîyeyê hin nivîsên di rojnameyên Tirkîyeyê de li dijî kurdan bi milîtanî hatine weşandin, wergerandine û şandine. Ango dema di serdema Atatürk de rêveberîyek laîk a nêzî Ewropayê dibe dest-hilatdar, naveroka belgeyan jî vediguhere propagandayê. Lê di belgeyan de bi gelemperî berjewendîyên Fransayê li plana pêş e.

 

“PARASTINA KURDAN KARÊ KURDAN E’’

Li gorî we di pêvajoya li ser van bûyeran derbasbûyî de helwêsta hikûmetên Fransayê vediguhere? Ber bi kîjan hêlê ve vediguhere? Herî dawîn dema kurdên rojavayî li Parîsê li Qesra Elyseeyê wekî mêvan hatin pêşwazîkirin, Erdoğan hêrs bû, gelek aciz bû. Gelo Fransa helwêsta xwe ya rastîn a di derheqê ermenîyan de didomîne, dê di sedsala nû de ji bo kurdan jî bimeşîne?

Sîyaseta hikûmeta Fransayê ya derheqê kurdan de ji 1991ê vir ve vediguhere. Fransa, di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de biryara herêma qedexe ya ji bo firînê derxist û hikûmeta Fransayê pêşengî kir da ku ji bo gelê başûrê Kurdistanê herêma bi ewleyî pêk were. Divê em ji bîr nekin ku heman Fransayê, ji bo berjewendîyên xwe bi salan gazên bi jehr jî di nav de, her cûre çek difirot hikûmeta Sedam Huseyînî. Û dizanibû ew çek li dijî kurdan tên bikaranîn.

Heke meriv ji arşîvên fransizan mînakan bide?

Di pêvajoya Şerên Cihanê yê Yekem û Duyem de dema hin rojnameyên fransizan di derheqê kurdan de nivîs diweşandin, li gel van nivîsan ji kuçeyên Stenbolê wêneyên kurdên hemal yên li ser pişta wan sepet an jî wêneyên merivên ji gundekî biçûk û dûr bi kar anîne û di binê wêneyan de jî peyvên wekî kurdên rastîn nivisandine. Mînakek din a herî balkêş; di 17ê hezîrana 1919an de hikûmeta Îngilistanê dîplomat û leşkerekî xwe yê herî girîng, Capitaine PEARSONî dişîne herêma kurdan, axayên aşîreta Goyan ji dêlva pêre bipeyivin û derdên xwe jêre bibêjin, ew wekî ajan sucdar dikin û wî dikujin. Dûre jî ji îngilizên ku hikmê dinyayê dikin, dixwazin ji bo avakirina Kurdistanê destûr bide. Îro nêzîkbûn û sîyaseta kurdan hîn rasteqîn e. Kurdên başûr hîn jî ne serbixwe ne, lê ji alîyê hemû dewletên dinyayê ve di sewîyeya herî bilind de tên qebûlkirin. 20 sal berê Hewlêr wekî gundekî mezin xuya dikir lê niha bajarekî modern e. Gelo kêmasî tunene? Helbet hene, dikaribû baştir bibûna, hîn zêdetir lihevhatî, serfiraz û demokratîk bibûna. Ji bo kurdên Rojava jî heman tişt derbasdar e. Li wê derê jî dikaribû jîyaneke baştir bihata pêkanîn. Di têkilîyên navneteweyî de berjewendî ji îtîfaqan girîngtir in, lê li gorî qenaeta min kurdên Rojava li awantajên xwe yên ku di şerê li dijî DAÎŞê de bi dest xistine, varneqilîne, ango awantajên wekî; hevkarîya bi hêzên koalîsyonê re, serkeftinên di warê leşkerî de hatine bi destxistin, sekulerbûna ku ji alîyê dewletên rojavayî jî gelek girîng tê dîtin. Têkilîyên bi Ewropayê û bi taybetî jî yên bi DYAyê re têkilîyên demkin û stratejîk in. Di tarîxê de qaîdeyek heye. Yê di şer de bi ser dikeve dewleta xwe ava dike û axên xwe berfirehtir dike. Rojavayî şer qezenc kirin lê tiştê ji DYAyê dixwazin ev e: werin me li hev bînin.

Kurd bi gelemperî ji sîyaseta Ewropayê di bendewarîyê de ne, hûn vê helwêstê çawa dinirxînin? Civata kurdî li gorî berjewendîyên xwe çawa dikare li dijî dînamîkên navxweyî yên Ewropayê têbikoşe? Li gorî we zemîn û binesazîya vê yekê heye?

Bendewarîbûn pasîf bûne, ew jî tê wateya ku meriv karê xwe ji şansê re bihêle. Wekî min li jor jî behs kir, heke îro li hemû welatên rojavayî ji bo kurdan nêzîkbûn, sempatî û hinek jî alîkarî hebe, ev destkeftî di encama hewla kurdan de pêk hatîye. Di eslê xwe de belaya DAIŞê ji alîyekî ve ji bo kurdan bûyerek neyînî nîne. Ji bo vê yekê hîn qad vekirîye. Heke kurd bi aqil tevbigerin, dê li herêmê geşepêdanên erênî rû bidin. Tirkîye jî tevlî vê yekê ye. Îro hejmara sîyasetvanên tirkan yên bi bawerî dibêjin heta hetayî dê kêşeya kurdî bi metodên şîdet û zordarîyê bê çareserkirin ji qasî tilîyên destekî zêdetir nîne. Raya giştî ya Tirkîyeyê jî êdî westîyaye. Hûn dikarin bifikirin 20 sal berî niha serokwezîrê/a Tirkîyeyê bi lîsteya kurdên ku divê bên kuştin digerîya. Û ev yek bi awayekî vekirî îlan dikir. Dîsa wê demê 17 000 kurd bi awayekî qesas nediyar (faîlî meçhûl) hatin kuştin. Ahmet Türk hîn jî îşkence û lêdanên dijî mirovatî yên li hepisxaneyan dihat kirin, vedibêje. Mixabin îro jî kuştin, wendakirin, îşkence û hepiskirin berdewam dike. Lê dikare bi salên 1990î re bê berhevdan? Ango di warê sîyasetvan û raya giştî ya tirkan de jî pêşketinek heye. Helbet hûn dikarin bibêjin profesorekî kurd ji sedema ku li Tirkîyeyê di warê heqaretkirin, sixêfkirin, lêdan, îşkencekirina wendakirin û kuştina kurdan de hejmar hinek kêm bûye kêfxweş dibe. Helwêsteka çiqas dramatîk e, ne wisa?

Wekî pirsa dawîn, ji helwêst û ravêja ku ji têgihiştina desthilatdarîya hikûmeta Bidenî di warê sîyaseta ku li Rojhilata Navîn heta vê demê dimeşîne, we çi hîs kirîye? Ji vê hikûmetê bendewarîyên gelek zêde hebûn, hîn jî hene. Li gorî we dê hikûmeta Bidenî bikaribe mohra xwe li ser geşepêdanên Rojhilata Navîn bixe?

Ji bo Biden jî, wekî serokên din yên DYAyê berjewendîyên DYAyê li ser her tiştî ye. Rast e, ji Donald Trump bi ferq e. Sempatîya wî ya bo kurdan jî teqez e. Lê ger kurd nexebitin, aktîf nebîn, dê wekî herdem têkilîyên navdewletî qezenc bike. Dema hewcedarî bi te hebe nêzî te dibe. Min kêlîyek berê jî got li hemû welatên rojavayî ligel hemû beşên civatê ji bo kurdên Sûrîyeyê sempatîyek mezin heye. Di çapemenî, medyaya sosyal, nivîsên nivîskaran de eleqeyek heye. Lê rewşa Rojava hundirê meriv diperitîne. Bi hevûdu re li hev nakin, kêşeyên navxweyî bûye kangren. Di vê rewşê de 10  Biden jî werin dê tu tiştek neguhere. Kesê ku kitêba me bixwîne dê bibîne ku rewşa îroyîn tenê bi ferqek wekî rewşa 1920î ye. Di pêvajoya hevdîtinên aştî yên li dû Şerê Cîhanê yê Yekem de nûnerên kurdan, berjewendîyên xwe û yên aşîretên xwe derxistibûn pêşîya berjewendîyên neteweyî. Îro jî berjewendîya partîyan li pêş tê ditîn. Ango li şûna fikra bidestxistineke ji bo kurdan ji bo partîya min jî baş e, fikra tiştê ku ji bo partîya min baş e, ji bo kurdan jî baş e, zêdetir prîm dike. Kurd di têkilîyên navneteweyî de ji berê bihêztir in, ev di her warî de rast e. Lê di rewşa ku li Sûrîyeyê sîstem têk çûye, sazûmaneke nû tê avakirin de, tesdîqa navneteweyî tunebe jî nexşe ji nû ve tên çêkirin, ger derdên kurdan ‘’bila partîya min li pêş be’’ bibe, dê fersend ji dest wenda bin. Biden teorîyek nû îcad nake. Helwesteke radîkal a wekî prensîbên kevneserokê DYAyê Wilson Woodrow ‘’mafên çarenûsîya neteweyan bixwe’’ jî tuneye, ango ligel ku gelek kaosên sîyasî hebin jî, divê meriv ji Biden hereketeke ku bikaribe dinyayê bihêjîne nepê. Vegera Rusyayê ya hêza xwe ya berê, rola aktorî ya Putînî, çend car kiryarên wî yên heqaretwarî yên li dijî Erdoğanî, ev hemû geşepêdan dest nîşan dikin dê dahatû hîn demeke dirêj ne zelal be. Pêşîya kurdan vekirî ye. Ger kurd bikaribin aştîya navxweyî pêk bînin dê çarenûsîya wan di destê wan de be. Di pêvajoya ku kêşeyên divê bên çareserkirin zêde dibin, encama bêçaretîya daxwaza ji DYAyê ya wekî werin me li hev bînin, dê têkçûneke xedar be. Ev helwest ji kurdan re îxanete e.

Wergera ji tirkî: Nedim Baran

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial