Çirîya paşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelKurdên li ser gravuran

Di Pêşeroja Tirkîyeyê ya Sîyasî de Fonksîyona HDPyê

Helbet sîyaset ne mehkûmî dubendîyan e. Biwêja “Av diherike cihoka xwe dibîne” di nav gel de gelekî navdar e. Dînamîzma tevgerên civakî yên ku di paşeroja wan de tecrubeyeke mezin a berxwedanê û potansîyeleke mezin heye, dikarin ji bo xwe şêwazên rêxistinbûyînên cuda, rêyên xwe îfadekirinê yên meşrû, şêwazên berxwedanê yên afirîner û zemînên meşrû yên çareserîyê jî peyda bikin.

Di hilbijartina 7ê hezîrana 2015an de HDPyê (Halkların Demokratik Partisi) ji sedî 13 deng stendibû û bendav xelas kiribû. Di encamê de bi 80 parlamenteran xwe li meclîsa Tirkîyeyê temsîl kiribû û ev yek jî bûbû sedem ku hevsengîya binyada Tirkîyeyê ya parlamenterî were guhertin.

Ev rewş bû sedem ku di nava serdestên blokên sîyaseta Tirkîyeyê de panîkek çêbibe. Muxalefeta kurdan ya ku nûnertî jî jê re wekî “luksekê” didîtin êdî dê bikaribûya bibûya şirîkê îqtidaran jî di nava hikûmetê de. AKPya ku serdest bû piranîya xwe ya li meclîsê ji dest berdabû; planên Erdoğan yên serokatîyê şikestibûn, CHPya ku sermuxalefet bû êdî bêyî ku bi HDPyê re hevkarîyê bike dê nikaribûya bibe îqtidar.

Sîyaseta tirkan bêgav mabû ku êdî bi rastîya ku tim jê direvî re rû bi rû bibe; HDPyê tabloya sîyasî ya Tirkîyê kilît kiribû, bûbû partîya ku mifteya derîyan e. Ev rewş tenê ne di nav AKPyê de, di nav partîyên muxalif yên wekî CHP û MHPyê de jî û di nav hemû sazîyên kûr û nekûr yên dewleta tirk de bûbû sedema metirsîyê.

Hikûmeta ku qaşo “Pêvajoya aştîyane ya pirsgirêka kurd” bi rê ve dibir, nîşan da ku ji ber kodên avakarîya dewleta tirk dê tu caran, bi tu awayî nêt û behremendîya parvekirina muxalefetê nîşanî gelê kurd nede.

Serokwezîr Erdoğan berê jî dîyar kiribû ku dê “Mutabaqata Dolmabahçeyê” nas neke û bi hinceta xetimîna avakirina hikûmetê biryar da ku hilbijartin ji nû ve werin kirin. Di vê maweya nûkirina hilbijartinan a ku 5 meh bûn de hemû polîtîkayên şer û pevçûnê ji nû ve vegerîyan. Êrîşên bombeyî kirin li mîtîngên HDPyê, li Pirsûsê û Gara Ankarayê di qetlîaman de bi sedan kesên bêguneh kuştin, operasyonên leşkerî kirin û dest bi girtina kesan kirin…

Erdoğan kuştina du polîsên li Serêkanîyê kir hincet û bi vê hincetê dîyar kir ku dê “Pêvajoya çareserîyê” rake. (Piştre lêpirsîn li ser kuştina van polîsan hat kirin û dîyar bû ku PKKyê ev kirin li dar nexistîye)

Ji ber ku AKPyê dîsa berê xwe da polîtîkaya şer û tundîyê, di hilbijartinên 1ê mijdarê de dîsa bi tena serê xwe bû îqtidar. Manîpulasyonên ku polîtîkayên tundîyê meşrû dikin û berîdayînên şovenîstî, li Tirkîyê tên ecibandin. A rastî ev yek jî wekî bûyereke civakî bala meriv dikişîne. Digel vê yekê jî îqtidarê wekî ku nêt kiribû HDPyê di bin bendava hilbijartinê de bihêle nebû. HDPyê ji sedî 2yê dengên xwe wenda kir lê bi 59 parlamenteran dîsa bi ser ket ku bikeve meclîsê.

Hal ew bû Erdoğan berepaşî hikûmetên Tirkîyê yên curbicur wêrekî nîşan dabû ku di navbera serokê PKKyê Abdullah Ocalanê ku di girtîgeha Îmralîyê de bû û biryargeha ku navenda wê li Qendîlê bû de, bi arava rêveberên HDPyê navbênkarîyê bide kirin û bi van hersê navendan ku yek jê jî îstixbarata Tirkîyê bû nûnerên taybet bineqîne û wan bike komîsyonek, bi vê komîsyonê jî “Pêvajoya çareserîya pirsgirêka kurdan” temam bike. Her çiqas ji serî de jî bawerî neanîna bi nêta dewleta tirk; rêbazên pêvajoyê yên ku li ser diaxivîn û amûrên ku bi kar dianîn şik dixist dilê mirovan jî ji ber ku ev pêvajo bi awayekî “aştîyane û dîyalogê” çareser dibû civaka kurd bi awayekî erênî dinêrî li meseleyê. Ev rêbaz ji alîyê civakên navnetewî ve jî dihat erêkirin û handayîn.

Li hemberî vê yekê alîyê îqtidarê ji dêvla ku pêşîyê li sîyaseta legal û sivîl veke, dixwest bendavekê bide pêş sîyaseta legal û wê bixe bindestê xwe. Li cihanê hemû tevgerên gerîllayî ku Bask û Îrlanda jî tê de ne gava li ser çekdanînê diaxivîn pêşîyê guh didan daxwazên wan û rêya sîyaseta legal li pêş wan vedikirin. Partîyên ku sîyaseta sivîl dikirin hêza wan zêdetir dikirin, sîstema parlamenter vekirî dihiştin û bi vî awayî ji dêvla rêya şer û tundîyê rêya sîyaseta aştîyane vedikirin. Lê di pratîka Tirkîyeyê û Kurdistanê de berepaşê vê ferasetê bendava ji sedî 10an dabûn pêş partîyê ku nikaribin xwe di meclîsê de temsîl bikin. Rakirina vê astengîya bendavê li alîyekî bi ser halan de hewl dan ku nehêlin HDP bikeve hilbijartinê.

Ji 2015an û vir de pêvajoyê êdî di bin îqtidara Erdoğan de dev ji çareserîya pirsgirêk û demokratîkbûnê berda, bi MHPyî û Ergenokonîyan re ketin nav tifaqê û di hundirê welêt de xeteke populîst û faşîzan, li derveyî welêt jî polîtîkayeke dagîrker û berbelavbûnxwaz dimeşînin. Rêveberîya Erdoğan ajandaya xwe ya Îslamîst gav bi gav qayîm dike.

Ji ber ku AKPyê dev ji “Pêvajoya çareserîyê” berda MHPyê û rêxistinên dewleta kûr wekî dîyarî piştgirî dan wî ku makezagonan biguherîne û sîstema serokatîyê bîne. Piştî vê pêvajoyê rejîma AKP-MHPyê piranîya enerjîya xwe ji bo marjînalîzekirina HDPyê û dûrxistina wê ya ji sîyasetê xerc kirin.

Bi erêkirina CHPyê jî pêşîyê destnedayîna parlemanteran bi zagonekê rakirin û serokê HDPyê yê karîzmatîk û xwînşîrîn Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ û hê gelek parlamenterên din avêtin zindanan. Rêveberên partîyê û kadroyên wan bi awayekî girseyî girtin û avêtin zindanan. Serokşarederên HDPyî ji wezîfeya wan girtin û qayûm avêtin şûna wan. Ev tev kirinên wan ên pêkutker bûn.

Di encama van kirinan de texmîn ew bû ku piştgirîya hilbijêrên HDPyê kêm bibe, rê li ber temsîlkarîya partîyê ya li meclîsê were girtin û rêjeya dengên partîyê dakeve ji sedî 4-5an û bi vî awayî marjînalîze bibe. Lê hilbijartinan dîyar kir ku wisa nebûye. Digel hemû zilm û zordestîyan, girtina rêveberan jî di rêjeya piştgirîya girseyî de wendabûneke mezin nexuyabû. Bi rihetî bi ser bendava ji sedî 10an diket. Lê li alîyê din jî AKP bi rihetî bi ser diket ku HDPyê di çavê partîyên din de krîmînalîze bike. Bi propagandaya “HDP nigê sîyasî yê PKKyê ye” dihişt ku partîyên din jî li gorî sosyolojîya xwe ya muxalif bi çavekî antîpatîk lê binêrin û wê ji derveyî xwe bihêlin.

Li dorhêla tundîyê neçarîya dualî ya sîyaseta sivîl

Zilma herî mezin ya li ser kadroyên sîyaseta sivîl jî ew e ku “navberê bixe nava xwe û rêxistina terorî”. Lê ev klîşeya wan gelekî bêwate ye. Lewre li vir mesele ne ew e ku herdu kom ji hev veqetin, mesele ew e ku dê sîyaset bi kîjan amûran were meşandin û kîjan rêbaz werin bikaranîn. Partîyeke ku li gorî rêbazên legal yên sîstemê hatîye avakirin jixwe dîyar dike ku ev yek tercîh kirîye.

Ji bilî HDPyê gelek rêxistinên din jî hene ku ji bo mafên xwe yên demokratîk xwe bi rêxistin kirine lê xeta wan a îdeolojîk û sîyasî cuda ye. wekî mînak; HAK-PAR, PSK, Hüda Par, PDK-Bakur, ÖSP, TPDK….

Kadroyên avakar yên hemûyan jî xwedîyê berxwedan û tecrubeyeke îllegal û sîyasî ne û bi vî alîyê xwe jî dişibin hev. Pirsgirêka mezin jî di perspektîfa wan de ye ku hinek ji wan parlamento û dewleta tirk wekî amûrên mêtinger dibînin û bi ya wan divê bi vê mêtingerîyê re jî şer were kirin. Perspektîfa din jî dibêje divê mebesta me ew be ku em bikevin nava sîyaseta wan û civakê li gorî xwe biguherînin (Li gorî pêdivî û daxwazîyên civaka kurd). Ev nîqaş encama “Bi şer hûn ê nikaribin bigihên derekê, divê hûn bi rêyeke sivîl û aştîyane xebatên xwe bimeşînin”ê ye. Ji bo hinekan jî ev rêbaz nîşan dide ku “Rêya sîyaseta sivîl ji kurdan re girtîye”

Axir çi ji ber pêdivîyên taktîkî dibe, çi jî stratejîkî dibe ev zemîna ku tê bikaranîn ji bo kadroyên ku di vê qadê de di berxwe didin arazîyekî mayînkirî ye ku bi bendewarîyên zêde û rexneyan hatîye xemilandin. Meşrûkirina sazîyên mêtinkarîyê, tevkarî, berjewendîparêzî û hevkarîya sûcê îqtidarê jî tê de keda dewletê ya ku bi tevdîr dixwaze qada legal bigire bin kontrola xwe jî dibe sedema acizîyeke din.

Li gel vê yekê jî qada legal ya ku bi awayekî ev nêzî çarêkek sedsalê ye tê bikaranîn, qada sivîl û demokratîk gelek kadroyên li gorî şêwaza xwe afirandin. Şarederîyan hiştin ku di warê rêveberîya bajarekî de, di warê çareserkirina probleman û şêwaza wan de tecrube çêbin. Bi vî awayî qada legal êdî ne qadeke ku ji kesên pênebawer pêk dihat, berepaşê wê êdî ev qad wergerîya hêzeke ku bikare kadroyên xwe hilbijêre, dînamîkan hilberîne û di warê dîyarkerîya sîyasî de çalak be.

wekî mînak Selahattin Demirtaş ne tenê di nav partîya xwe û hilbijêrên xwe de, di nav derdora sosyalîst û lîberalên ku tu kesî naecibînin de û heta di nav hilbijêrên tirk de jî bû mînaka serokekî pêbawer û sempatîk. Hakeza xistina partlamenterîya Demirtaş di nav partîyê de “bertekek lawaz” dîtibû, vê yekê jî nîşan dida ku ji fîgurên sîyasî yên nû re kêfa wan zêde nayê, bawerîya wan bi kadroyên kevin û saxlem zêdetir tê.

Hal ew e hêza tevgereke sîyasî bi afirandina kesên entelektuel yên serbixwe û azadkirina kadroyên sîyasî dikare were pîvandin.

Di eslê xwe de HDPya îroyîn ne tenê partîyeke kurdan e, partîya platformekê ye ku bi hevkarîya hinek rêxistinên Tirkîyeyî yên çepgir û demokrat hatîye damezirandin.(1) Ev rewş bi awayekî xwe gelekî dişibe TİPa (Türkîye İşçi Partisi-Partîya Karkeran a Tirkîyeyê) sala 1965an. TİP platforma legal a tevgera sosyalîst a Tirkîyeyê bû û muxalefeta netewî ya kurd jî hewl dida ku di nav vê partîyê de xwe îfade bike. Di ser re gelek sal derbas bûn têkilîya bi TİPê re veguherî berepaşê xwe. Tevgerên sosyalîst yên Tirkîyeyê him di warê kartêkerîyê de him jî di warê piştgirîya girseyî de gelekî bi şûnde çû. Li hemberî vê yekê tevgera kurd a neteweyî him di warê girseyîbûnê de pêş ket him jî ji alîyê daxwazên xwe yên sîyasî û kadroyan ve bû dînamîkeke ku bikare di warê demokrasîyê de veguherînê çêbike. Bi vî awayî jî êdî gewdeya tevgeran û binyada girseyî jî ket destê dînamîzm û kadroyên tevgera neteweyî a kurd, vê carê komên sosyalîst ên tirk jî hewl didin ku di nava vê platformê de xwe temsîl bikin.

A rastî meriv nikare bêje ku binyad û kadroyên muxalefeta demokratîk-neteweyî ya kurdan vê têkilîyê pir jî erê dikin. Bi taybetî jî serenavên wekî “Tirkîyeyîbûn”, “Bûyîna partîyeke Tirkîyeyî”, “Kemalîzm” gelek tên rexnekirin. Dorhêleke muxalefeta kurd a bi tesîr dibêje ji dêvla ku HDP bi çepgirên marjînal re tifaqê dike divê bi komên kurdan yên netewî re vê tifaqê çêbike û ji alîyê girseya hilbijêrên xwe û dînamîkên kadroyên xwe ve jî divê wekî “partîyeke kurd” tevbigere.

Dîsa jî divê were bîra meriv her çiqas partîyên kurdan yên serbixwe yên ku bala xwe dane ser tevgera netewî û demokratîk a kurdan hebin jî, pêdivî bi wan platforman jî heye ku hemû gelên din jî bikaribin xwe têxin bin sîwana wê, hemû komên etnîkî, bawerî, hêzên demokratîk bikaribin xwe di bin sîwana wê de hîs bikin. Avakirina wekhevîya mafan, azadî û demokrasîyê encax dikare bi berxwedaneke hevpar pêk were. Lewre her çiqas Kurdistan û Tirkîye du dewletên cuda bin jî li herdu alîyan jî gelek kom, civat, ol û çand têkel bûne û pirsgirêka bi hev re jîyîneke aştîyane dê berdewam bike.

HDP tenê muxalefeta netewî a kurd temsîl nake. Gelên qedîm yê pêşasyayê yên wekî ermen, suryan û rûm jî temsîl dike. Tenê misilmanên sunnî ne, bawerîyên wekî elewî, êzdî, xirîstîyan jî temsîl dike. LGBT hema hema di nav tu partîyekê de nehatîye pênasekirin lê HDP bi ser ketîye ku sosyalîstan, lîberalan, heta îslamîstên şernexwaz jî di bin sîwanekê de kom bike. Sîstema wan a hevserokatîyê û bendava jinan a zêde serkeftineke mezin e û ev yek dibe ku ji bo herkesî şansek be.

Sîyaseta Tirkîyeyê; Ne bi HDPyê ne jî bêyî HDP

HDPyê di hilbijartina sala 2019an de jî nîşan da ku roleke wê ya “Kilît û mifteyê” heye. Tevî “Tifaqa milletê” ya CHPyê, İyi Partîyê û SPyê jî nebû lê li bajarên mezin yên wekî Ankara, İstanbul, Mersin û Adanayê namzet dernexist û bi vî awayî jî di bin re piştgirî da “tifaqa milletê”. Bi vê yekê jî bû sedem ku AKP şarederîyên bajarên mezin yên İstanbul û Ankarayê ji dest bide.

Ev yek jî bû îspat ku HDP dikare him sîyaseta tirkan kilît bike him jî dikare rê li ber sîyaseta tirkan veke. Lê axir xebînet e ku him CHP him jî İyi Partî, çi ji ber propagandaya qirêjî ya îqtidarê çi jî ji ber paşverûtîya xwe ya sîyasî dest nedan ber ku bi HDPyê re tifaqê çêbikin. Di heman demê de ji bo bersivdayîna daxwazên kurdan ên netewî û projeya çareserîyê jî tu tiştekî nabêjin.

Piştî ku serokê CHPyê Kemal Kılıçdaroğlu got “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêdivîya me bi lebateke meşrû heye. Sazîyeke wekî dewletê bi lebatên xeyrîmeşrû re nabe muxatap” got “Lê Erdoğan ev yek kir. Dewlet kir muxatabê Îmralîyê. wekî mînak Îmrali ne lebateke meşrû ye. Lebata meşrû kî ye? Hûn dikarin HDPyê wekî lebatake meşrû qebûl bikin.”(2) Divê ev daxuyanîya wî jî wekî pêşketineke erênî were dîtin. Bi vî awayî her çiqas pirsa “Çawa”yê zelal nebûbe jî HDP wekî muxatabê çareserîyê nîşan da û ji bo CHPyê wekî gaveke ku ne li bendê bûn avêt. Li hemberî vê yekê her çiqas ne bi awayekî fermî be jî yek kesê ku hevserokatî jî kirîye ji nav HDPyê derket û got “Muxatabê çareserîyê Ocalan e”,(3) ev hişyarîya wî bi rastî meriv dide fikirîn lewre bi vî awayî meşrûîyeta partîya xwe binpê kir. Di eslê xwe de cudakarîya Kılıçdaroğlu ya HDP û İmralîyê (Ocalan) û pêşderxistina İmralîyê ya li hemberî HDPyê ne li gorî rastîya sîyasetê ye. Herkes dizane ku HDP nikare çareserîyeke bêyî Ocalan qebûl bike. Nîqaşên bi vî rengî nîşaneya “Qeyrana bawerîyê” ne.

Destdayîna CHPyê di demeke kurt de dibe ku zemîna tifaqê rihet bike, lê naveroka wê hê jî bi tu awayî ne dîyar e.

Bangewazîya Bahçeli ya digel ku tiştek jî li holê nebû gotibû “Bila HDP were girtin”; Serdozgerê Dadgeha Bilind doza girtina HDPyê dabû mahkemeya Makezagonan, mehkimeya Makezagonan jî bi awayekî ecêb ev biryar red kiribû, dûre jî guncav kiribû, ev bûyer bi tevahî her çiqas sergêjayîya bloka îqtidarê nîşan bidin jî di eslê xwe de polîtîkaya wan e ku timî bi vî rengî gefan li HDPyê bixwin.

Meriv dikare bêje ku HDP di warê girtina partîyan de partîya herî xwedî tecrube û rêxistinbûyî ye. Ji HEPa ku pêşîyê vekirin heya niha şeş caran hat girtin. Di her carê de jî navekî nû û kadroyên nû peyda kirin û ji nû ve xwe bi rêxistin kirin. Navên partîyên nû derxistin: ÖZDEP, DEP,HADEP, DEHAP,DTP, BDP ve HDP…

Gava meriv li vê tecrubeyê dinêre meriv dibêje girtina HDPyê dê bi kêrî çi karî were? Dibe ku ev yek bibe sedem hinek hilbijêrên HDPyê derbasî CHPyê bibin û hinekên hesasîyeta wan a îslamî heye jî derbasî AKPyê bibin. Lê gelo ev yek dikare bihêle ku AKP bi hilbijartineke lezgîn an jî pêkutîyekê xwe xelas bike? Di lêkolînên şîrketên anketan ên cuda de nîşan dide ku hilbijêrin HDPyê dê bikarin bi rêya dengdaneke bi hişmendî rê li ber sîstemê kilît bikin.

Em dikarin bêjin ev nîqaşên ku tu nûnerekê HDPyê beşdarîyê lê nakin lê li ser girtina HDPyê vir de wê de diaxivin di medyaya tirk de, di wan nîqaşan de beşdarên ku nîqaşan dikin tenê xwe manîpule dikin. Axir şîrketên anketan di cihekî de wekî hev difikirin; Hilbijêrên HDPyê partîya ku dê deng bidinê aşkera nakin, xwe wekî dengdayên partîya îqtidarê nîşan didin an jî xwe bêbiryar nîşan didin, ji ber wê jî encama ku ji anketan derdikeve dikare bi qasî pûanekî an du pûanan şaş were hesibandin.

Di demên dawî de ji ber ku dîyar bû MHP dê bikeve binê bendava sedî 10an nîqaş tên kirin ku ev bendava dakeve sedî 7an. Hinek şirovekar dibêjin ev yek dê bibe sedem dengên HDPyê yên emanetî êdî dê hewce neke. Ji şîrketên anketan ya herî rêzdar yek KONDA ye, rêveberê vê şîrketê dibêje ev hesab bi temamî şaş e. Bi ya wî dê ji her deh kurdî heft heb dê dîsa dengê xwe bide HDPyê. Sedema vê yekê ne ew e ku HDP ji sedî sed wekî daxwaza wan tevdigere, sedem ew e ku dixwazin bidin zanîn bê daxwaza wan çi ye. Li alîyê din jî ji ber ku hilbijêrên kurd yên ciwan zêde ne û gava meriv li tercîhên wan dinêre meriv dibîne ku HDP bi van dînamîkan dê rêjeya xwe bikare bigihîne ji sedî 15an.(4)

Tişta ku em li vir li ser diaxivin ne tenê wekî partîyeke sîyasî li ser HDPyê ye. Di heman demê de em dibêjin binyada sosyolojîk a ku HDPyê ava dike, daxwazên sîyasî û dînamîzma demokrasî û azadîyê dihêle ku berxwedana neteweyî û demokratîk a Kurdistanê ji bo gelên pêşasyayê wekîhevî, azadî û demokrasîyê bîne û Tirkîye bêhtir were ser xeteke totalîter. Di heman demê de em li ser wê yekê jî diaxivin ku Tirkîye dê hê çiqas di nava rengê xwe yê faşîzan û mêtinkar de were zindanîkirin. Lewre her çiqas sîyaseta legal ji bo çareserîyeke aştîyane neyê bikaranîn, ji bo manîpulekirina dînamîkên demokrasîyê, bendavkirin û rizitandinê were bikaranîn, ev dê di dawîyê de tenê bikare rêya meşrûkirina tundîyê veke.

Dewlet jî tenê vêya dibêje: Tu wate û rûmeteke dengên we yên ku hûn ji bo guherînê didin tuneye. Heke gulle be bi me re zêdetir heye.

Helbet sîyaset ne mehkûmî dubendîyan e. Biwêja “Av diherike cihoka xwe dibîne” di nav gel de gelekî navdar e. Dînamîzma tevgerên civakî yên ku di paşeroja wan de tecrubeyeke mezin a berxwedanê û potansîyeleke mezin heye, dikarin ji bo xwe şêwazên rêxistinbûyînên cuda, rêyên xwe îfadekirinê yên meşrû, şêwazên berxwedanê yên afirîner û zemînên meşrû yên çareserîyê jî peyda bikin.

Wergera ji tirkî:

Mihemed Ronahî

________

1) Gewdeya partîyê ya eslî ji DBPyê (Demokratîk Bölgeler Partisi) pêk tê ku ji wan hilbijêrin ku li bajarên kurd lê zêde dijîn û xwe bi rêxistin kirine pêk tê. Yên din jî rêxistinên çepgir yên cuda pêk tên. DSİP [Devrimci Sosyalist İşçi Partisi], ESP [Ezilenlerin Sosyalist Partisi], SDP [Sosyalist Demokrasi Partisi], SYP [Sosyalist Yeniden Kuruluş Partisi], Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi.

3)https://www.cumhuriyet.com.tr/turkiye/kemal-kilicdaroglu-kurt-sorununu-hdp-ile-cozebiliriz-1870210

4) https://tr.sputniknews.com/20190512/temelli-23-haziran-sadece-bir-belediye-baskanligi-secimi-degil-bir-demokrasi-referandumudur-1039026365.html

4)https://www.gazeteduvar.com.tr/bekir-agirdir-hdp-secimlerde-yuzde-15-oy-alabilir-haber-1534236

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar