Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Deynê ku deyndêr pir jê hez dikin

Zêde şermoke! Zêde girêdayî dilpakiya Waşîngtonê! Zêde muasît ji bo ji aliyê rêveberiyeke din ve were paqijkirin! Sedemên tinazkirinê pir in têkildarî baca gerdûnî ya li ser şirketan ku ji aliyê serokê amerîkî Joe Biden ve tê xwestin. Tevî kêmasiyên xwe jî, tedbîr dîsa jî guherîneke siyasî ya diyar pêk tîne: ew şirketên navneteweyî ji fîksiyona ku wan li raserî qanûnan bi cih dike, bêpar dihêle.

Ji çend salan û vir ve ye, welatên mezin ên wekî Almanya û Fransa karin bi rêjeyên nagatîf deyndar bibin. (1) Ango, ew ji deyndarîyê pere qezenc dikin, ya ecêbtir jî ew e ku, tevî ku veberhêner zirar jî dikin, ew ji vê yekê razî ne. Gelo meriv rewşek wisa absurd çawa dikare rave bike? Bê guman sedema wê ew e ku bonoyên dewletê ji bo bazarên fînansê çavkanîyeke bingehîn e. Berî ku sîstema rêjeyên negatîf bikeve merîyetê jî, deynê giştî di pêşveçûna dewletan de roleke bingehîn dilîstin. Ji ber vê yekê, ev perspektîf berovajîbûnê heq dike. Wekî ku dîrektorê rojnameya fînansê-La Tribuneê(2) tîne zimên: ev deyn, ji bo dewletên xizan ji qencîyê bêtir ji hêla deyndêran ve bi armanca «pêdivîya bazarê were dîtin» tê dayîn.

Di salên 1970 û 1980yî de, deynê giştî yekem car bi kêrî kêmkirina teserûfa zêde ya ku aborîya cîhanî tehdît dikir hat. Welatên îxracatkarên neftê bi tonan dolarên ku bazarek jê re nedidîtin berhev dikirin.

Ekonomîyên wan ên piçûk dest nedida ku van peran di warê veberhênan an derhanînan de absorbe bikin. Pergalên bankavanîya wan ew qas pêşkeftî nebû ku deynên bi faîz kredîya bidin. Enflasyona li Dewletên Yekbûyî di salên 1973 û 1979an de gihîşt rêjeyên du reqamî, ji ber vê yekê nirxê van rezervan her diçûn dihelîyan, ev yek ji bo xwedîyên wan rezervan dibû sedema qeybekê. Ji hêleka din ve, gelek welatên îtxalatkarên neftê piştî zêdebûna buhayê wê li pey hev bi kêmatîya budçeyê yên mezin re rû bi rû diman.

Ev rewş ji bo fînansa offshoreê ku li ser pîyasa ewrodollarê fealîyet nîşan dida wekî nîmetekê bû. Bankayên mezin ên amerîkî û ewropî yên ku li Londonê bicîh bûne bi saya vê bazarê di qada navneteweyî de li gor rêziknameyên neteweyî dikarin dolaran bistînin û bi deyn bidin.

Wê demê, Dewletên Yekbûyî, rêjeyek faîza ku ji New Dealê (reglasyon Q) mabû, li ser bankayên navxwe dayina rêjeyên rastîn kêm (piştî ku enflasyon dihate hesabkirin) tewar ên negatîf ferz dikir. Bazara ewrodollar di heman demê de destûr da ku ji baca Dewletên Yekbûyî yên li ser deynên mecbûrî yên li derveyî welat xelas bibe, herweha xelasîyek, ji baca hatinîya berjewendîyê, ya ku dikaribû deyndêrên amerîkî ji veberhênana dolarên xwe çavtirsandî bike. Bi saya derfeta ku ji hêla Bankaya Îngilîstanê ya navendî û rezervên Bankaya Navendî ya Amerîkayê (FED) ve hate dayîn, bankayên amerîkî ji bazara ewrodollarê sûd wergirtin. Ev yek îmkanên ku xizmeteke baştir ji bo mişterîyên xwe bidin, da wan.

Di nav wan de petromonarşî (yên ku aborîya wan li ser neftê ye) jî hebûn, lê di heman demê de ji bo dewlemendên amerîkî yên ku dixwazin ji rêjeyên kêm an neyînî yên ku ji ber enflasyona navxweyî derketîye holê birevin jî derfetek çêbû.

«Pêleke ji nû ve belavkirina berevajî»

Ji bo ji nû ve nirxandina zêdehîya aborîya cîhanê, deynê giştî armancek sereke bû. Bi taybetî ya welatên bi pêş ve diçin (3): pêdivîyên wan yên fînansî bêsînor xuya dikir, ji ber meylên pîşesazîbûn û telafîya aborî an ji ber çavbirçîtîya rejîmên otorîter bêtir ber bi çav dibû.

Banker di warê qanîkirina van hikûmetan de ji bo pere deyn dayinê zehmetî nekişandin. Di navbera salên 1970 û 1980yî de, deynên ji bankayên mezin ên navneteweyî ji bo welatên bi pêş ve diçin 33,6 qat zêde bûn û ji 3,8 mîlyar dolarî gihîşt 128 mîlyar dolarî (4), ev yek rê li ber krîzên mezin ên zêde deyndarîyê yên salên 1980yî vekir.

Di 2005an de, Ben Bernankeê ku dê bibe serokê Reserve a Federal (ji 2006î heya 2014an), ji bo deynê giştî yê Dewletên Yekbûyî nirxandinek cuda ku heya wê gavê nehatibû kirin pêşnîyar kir. Li gorî wî, îhmalkarîya budceyê ya rayedarên giştî ji «teserûfên zêde» (5) hindiktir encam derdixe holê.

Ji salên 1980yî ve, Sungêra îdeal ji bo dowîzan ku destûr nade ku xezîneya teserûfê serde biqelibe-absorbe dikir, deynê giştî di berfirehkirina bazarên fînansê de rolek dîyarker lîst. Wê demê, modelên fînansekirina dewletê (wekî mînak, ji hêla dewirdayîm ya xezîneya li Fransayê (6) hema hema li her deverê rê didin weşandina deynên deynê ku li sûkan têne bazirganîkirin. Bi pêşengîya fînansebûna aborîyan, van hilberan ji bo kesên dewlemend û veberdêran kombînasyonek îdeal in. Bi taybetî ji ber ku dem dema kêmkirina bacê ji bo malbatên herî dewlemend e, ev yek ji bo teşwîqkirina veberhênanên taybetî ye.

«Îmtîyazên bacê yên ku bi tenê didin dewlemendan ji nişka ve rê li ber zêdebûna deynê giştî û ranta taybetî vekir, tînin ziman Bruno Tinel û Franck Van de Velde. Wan herikîna ji nû ve belavkirina berevajî ava kirine. Dewlemend ji du alîyan ve sûdê werdigrin: ji alîyek ve dîyarîya bacê, ji hêla din ve dayîna faîzê. Ya yekem bi kêrî berterefkirina teserûfên ku dê deynê fînanse bike tê. Ya ku ji hêla dîyarîya bacê ve hatî afirandin(7)

Yekem bonoya xezîneyê ya asîmîlekirinê (OAT) di 1985an de hate weşandin. Ji hingê ve, qebareya deynê danûstendinê li ser bazaran bê navber mezin dibe. Enstîtûya Neteweyî ya ji bo Statîstîk û Lêkolînên Aborî (Insee) li gor agahîyên 2014an deynê Fransayê 233 mîlyar ewro ye (8) di sala 1985an de (ji sedî 30.7 ji hilberîna navmalîn, GDP). Ew di sala 2008an de şeş qat zêde dibe ango digihêje 1,370 mîlyar ewroyî (% 68,8ê GDP) di sala 2020î de ev yek digihîje 2,650 mîlyar ewroyî (ji sedî 116,4ê ya GDPê), ferqek zêdetirî 2000 mîlyar ewro dertê holê. Ev herikîna bi sernavê deynê giştî ji bo veberhênerên bazarê bi qasî “daring”ê peyda dike. Vê veberhênana ewledar, neqîd û bi kêrhatî -bi taybetî jî di navbera 1985 û 2010î de- ku beşek giring ji portofolên ewlehîyê yên sazîyên fînansê yên mezin pêktê (banka û nemaze veberhênerên sazûmanî) cihekî taybet digire. (9)

Ji ber ku tu kes ji Parîs an ji Berlînê nakeve gumanê, senedên deynê wan pir ewle têne hesibandin. Ji ber ku li gor yên din hindiktir rîskan dihewînin têne tercîhkirin. Ev yek bi me dide nîşandan bê çawa mezinbûna bazarên seneda pardarîyê û zêdebûna deynê giştî pevre girêdayî ne. Tinel vêya weha xulase dike: “Dema ku ez serî li fîrmayan didim, ez di heman demê de serî li senedên ku di nav rêjeyên curbicur de cih digrin jî didim.” (10)

Ji salên 2000î û pê ve, deynê giştî jî ji bo pêşkevtina bazarên fînansê têkarîyek mezin da. Di vê heyamê de, ew gelemperîkirina modela bankayê ya ”bazar”a ku ji yên berî xwe cuda bû, li ser bingeha kredîyê hêsantir kir. Di van salan de banka ji nişka ve çalakîyên xwe zêde dikin, nemaze li bazarên borsayê bêtir xuyane û hatinîya xwe zêde dikin.

Di vê modela bankayê ya ”bazarê” de, banka ji bo fînansekirina sermayeyên xwe (portfolên sermayeyê, deyndar û pargîdan/fîrma û veberhênanên din) bi piranî xwe dispêrin deynên demkurt. Deynê ku hatî kirin, we mînak ji bo bidestxistina sermayeyên fînsansî ku rojane tên ”xebitandin” bikartînin, muqaweleya deynekî nû tê çêkirin da ku deynê berê bê dayîn. Ji bo vê yekê, divê ew hemî garantîyên ewlehî û neqdî pêşkêş bike. Li gor International Capital Market Associationê (11), di kanûna pêşîn ya 2020î de, ji sedî 92yê danûstandinên ”repo” yên li ser bazara Ewropî, ji deynên giştî pêk dihatin.

 Di salên 2000î de, ev yek sîrkulasyona neqdî hêsantir kir. Di vir de, deynê giştî ji bo fonksîyona bankayên mezin, yên ku dixwestin ”kapasîte” û bîlançoya xwe zêde bikin, zemîneke guncav ava kir. Wisa dixuye ku hemî aktor ji vê yekê sûd werdigirin: veberhênerên demdirêj, yên ku portfolîyoya xwe ya girêdanên gelemperî mezin dikin; bankayên, ku lêçûnên fînansekirina wan kêm dike; û dewletên ku dibînin ku hewesa aktorên fînansî ji bo deynê girêdanê mezin dibe. Banka bi awayekî lez û bez xwe bi kêmbûna temînatê re, ango, ji senedên ku ji hêla welatên dewlemend ve hatine dayîn re rû bi rû dimînin. Ev yek tê asteka wisa ku, ji bo telafîkirina vê kêmasîyê serî li rêyên curbicur têne dayîn.

 Li Dewletên Yekbûyî, pêşkevtina senedên deyn ên taybetî (ku ji wan hilberên subprime têne wergirtin) armanc dike (di nav tiştên din de). Armanca wê ew e ku ji bo ku bibin xwedan statûya temînatê, senedên bi kalîte yên têra vê yekê dikin hilberînin. Di nav Yekîtîya Ewropayê de, deynên-tahwîlên alman, ku ji bo statûya temînatê guncav in, ji ber daxwazên zêde têra xwe peyda nabin.

Yekîtîya Ewropayê di 2002î de, talîmatek “temînatê” bi şertê ku deynên serwerî yên hemî welatên li herêma ewroyê di çarçoveya danûstandinan de ”repo” wekhev werin bikaranîn hat dayîn. Deynên van welatan bi vî rengî digihîjin statûya xwestî ya temînatê, bi saya vê yekê cudahîyên rêjeya faîzê tên jêbirin. Bi piştgirîya aktîfa Brukselê û Bankaya Navendî ya Ewropayê (BCE), bazara ewropî ya repoyan, ku ji hêla bankayên mezin ve tê domînekirin, bi navber mezin dibin. Di sala 2008an de gihîşt 6 000 mîlyar ewro yî. (12)

Sextekariya gotara serdest   

Krîza fînansî ya cîhanî, xetereyên ku di modela bankaya ”bazarê” de hene derdixe holê. Bi taybetî jî xetereyên têgerîna ji krîzek mezin a ku ji ber têkilî û pêwendîya di navbera aktorên fînansê de, ku di danûstandinên ”repoyê” de têkarîyê didin pêk tê. Di heman demê de ew çavkanîyên nû yên temînatê jî ziwa dike, gumanê dixe ser kalîteya wan. Gelo ew hilberên ewlehîyê ne an deynên yên welatên herî lawaz in -ev yeka ku dibe rê li ber krîza li herêma ewroyê veke-?

Di serdemeke nedîyarî û bêîstikrarîya fînansî ya mezin de, aktorên fînansê senedên dewletên mezin ên pîşesazîkirî ku wekî ”warên ewledar” ên ku herî ewledar têne hesibandin teşwîq dikin. Ev dibe sedema tevgerek dualî: kêmbûna lêçûna deynkirinê ya ji bo welatên herî dewlemend û zêdebûna rêjeyên deynên tehwîlê yên welatên din, ku di heman demê de statûya temînatên xwe winda dikin.

Di van salên dawî de, ”çûyîna ber bi kalîteyê”, ne tenê faktorek e ku rêjeyên kêm an neyînî yên ewlehîya deynên Almanya an Fransayê nîşan bide. Di çarçoveya krîza piştî-fînansê de, ev ewlehî ji bo danûstandinên ”repoyê” çavkanîyeke bingehîn dimînin, heya wê astê ku kêmasîyên bendên serwerîya alman û fransî hene, wekî mînak di dawîya 2016an de.

Li gor xalên nû yên rêziknameyên Bâleê, hebûna heya mîqdarekî aktîfên “kalîteya bilind” li ser bankayan ferz dikin, bi teybetî jî senedan. Senedên deyn di heman demê de di mudaxileyên Bankaya Navendî ya Ewropî (ECB) de roleke sereke dileyize. Herweha ji bo sektora fînansî neqîdê peyda bike da ku ji bo operasyonên wan ên fînansê bibe garantîyek. Bi her awayî, deynên tehwîlê ji hêla ewlehîya xwe, kûrahîya xwe ya bazarê, di qada fînansê ya piştî 2008an de xwedî roleke sereke ye.

Van perspektîfên cihêreng destnîşan dikin ku, ev çil sal in, deynê giştî ji bo deyndêr û veberhêneran çendî roleke bingehîn lîstîye. Ew banga paşdegavavêtina dîskûra domînant li ser deyn dikin: ya ku «girêdayî» deynê giştî ye gelo ne bazar e? Ji îhmalkarîya rayedarên giştî pirtir, gelo ew ne pêşveçûna fînansê ye ku dibe sedema tunebûna xwe? Ji ber vê yekê hevsengîya hêzê dê ne ew be ku bi gelemperî ji hêla dîskûrên alarmîst ên ku li ser deyn têne kirin û yên li ser hewcedarîya îzahkirina «pêbawerîya» deyndaran ku ji me re tê pêşkêşkirin.

* Pisporê Aborîyê

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

1) Binêre Frédéric Lemaire û Dominique Plihon, «Le poison des taux d’intérêt négatifs», Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn 2019.

2) Ji hevpeyvînek di navbera Benjamin Lemoine û Philippe Mabille de, ji ber «L’Ordre de la dette» hatîye girtin. Enquête sur les infortunes de l’État et la prospérité du marché, La Découverte, Parîs, 2016.

3) Lê belê, ne tenê welatên pêşkevtî: welatên din ên wekî Fransa, Hollanda, Belçîka û Îtalya, di salên 1970yî de deyn stendin da ku kêmasîyên bazirganî û veberhênanên xwe fînanse bikin (mînak bernameya nukleerî ya fransî).

4) Georges Corm, «Nouvel ordre économique mondial», dans «Faut-il payer la dette?», Manière de voir, n° 173, çirîya pêşin-çirîya paşîn 2020.

5) Rebecca Stropoli, «How the 1 percent’s savings buried the middle class in debt», Chicago Booth Review, 25 gulan 2021.

6) Binêre Benjamin Lemoine, L’Ordre de la dette, op.cit.

7) Binêre Bruno Tinel û Franck Van de Velde, «L’épouvantail de la dette publique», Le Monde diplomatique, tirmeh 2008.

8) Li ser bingeha nirxa ewroyek ya sala 2014an hatî hesabkirin, enflasyona sererastkirî

9) Deynê giştî yê fransî nuha ji % 50 zêdetir di destê veberhênerên bîyanî de ye. Ev yek ji bo Fransayê, tê maneya serîtewandina li ber bazarên fînansê yên navneteweyî.

10) Bruno Tinel, Dette publique: sortir du catastrophisme, Raisons d’agir, Parîs, 2016.

11) International Capital Market Association ewropean Repo Market Survey, n° 40, adar 2021, www.icmagroup.org

12) Daniela Gabor, «A step too far? The ewropean financial transactions tax on shadow banking», Journal of ewropean Public Policy, vol. 23, n° 6, Londra, 2015.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar