Çirîya paşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Deşîfrekirina mîrasgirîyê

Girmolekula bi mû ku ji tevahîya pêkhateyên kromozoman tê veqetandin, Deoksîrîbo Nukleîk Asîd, an jî DNA, çerxa şaneyan digerîne. Ronîkirina sazûmanîya wê, di 1953yan de, ji bo genetîkê -lêkolîna li ser mîrasgirîya bîyolojîk- bingeheke laşî tedarîk kir û herweha rêzek têgehên ji sîbernetîkê wergirtî: agahî, kod, bername, venêrîn, transkrîpsîyon, peyam… Ev giş têgihîştina gerandina çerxa wan hêsan dikin, lê belê dîsa jî divê bi tedbîr bên bikaranîn. DNA ji du zincîran pêk tê û ev zincîr jî cotek pêçokeyan saz dikin, ji bo mirovan, bi qasî sê mîlyar xelekan dihewînin (ango şeş mîlyar nukeotîdan, an jî «bingehan», ku ji du feran pêk tên), lê belê tenê çar cureyên cihêreng ên xelekan.

Rêzkarî destnîşankirina nîzama peyderpey hatina van pêkhateyên bioşîmîk, ku bi bi herfên A, C, T an jî G tên bi navkirin, ji xwe re dike hedef -li gorî herfên wan ên pêşî: adenine, cytosine, thymine û guanine-. Ev binavkirin bi kêr tê ji bo qeydkirina wan li nava dosyayeke înformatîk, yekane desteka ku dihêle lêkolîna li ser wan hejmara nukleotîdên li nava perçeyê herî biçûk ê DNAê jî li ber çavan bên girtin. Dibe ku mirov tenê bala xwe bide ser  beşa bi navê «kodlêker» a van zîncîran, genan, ku ji bo hilberandina proteînan agahîyê hildigirin, lê dibin tenê hilgirên kêmtirî 2 ji sedê bingehên ku li nava DNAya mirovî dibin zincîr. Genom bi awayekî giştî tê wateya rêza tevahîya van sê mîlyar xelekên bargkirî li ser 23 cotên kromozomên heyî li nava dendika şaneyekê.(1) Her şane, bi vî awayî, piştî dîjîtalbûnê, temsîla dosyayeke agahîya sê mîlyar herfan dike, ango 333 caran zêdetir ji yek ji romanên herî dirêj ên heta îro nivîsandî, Lêgerîna li pey dema windabûyî ya Marcel Proust, ku ji 9,6 mîlyon herfan pêk tê.Konsorsîyoma gelemperî ya navneteweyî ya Projeya Genoma Mirovî (Human Genome Project, HGP) di nîsana 2003yan de rêzkera pêşî ya hema hema tevahîya genoma mirovî pêşkêş kir bi qasî ji sedî 5ê mayî îro hê jî nayê zanîn-.(2) Malîyeta tevahîya bernameyê bû 3,2 mîlyar dolar. Konsorsîyoma gelemperî bûbû raqîb li hemberî şirketa taybet Celera Genomics, ku ketibû nava xeyala bidestxistina patentên encamên xwe yên wergirtî ji bo beşekê, bi komkirina daneyên gelemperî.(3) Pêşkêşkirî wekî pêngaveke zanistî ya mezin, HGP dibû nexasim nûnera serketineke teknîk a  rê ji qadeke pîşesazîyî re vedikir. «Wekî van berdêlên xwe yên li nava zanistên fîzîkî, ev ne projeyeke ji bo çêkirina zanistê, lê belê ji bo pêşvebirina çavkanîyekê bû», li gorî îzaha profesor Charles DeLisi, destpêkerê sereke yê bernameyê, ku bi «sozên têkildarî tibê dabûn» û bi «pêşbazîyeke aborî ya mezinbûyî»  berî her tiştî ev yek piştrast dikir. (4)

Ji hingê ve, û bi saya vê vebernênana pêşî, dema pêwist ji bo rêzekerê û berdêla wê daketin. Bi wê çendeyê ku îro ew dikare di nava çend saetan de çêbe û bi berdêla bi qasî 1000     ewroyî. Ev jihevxistina pêşî ya ji alîyê HGPê ve hat kirin, ne tenê delîleke ji bo mimkinbûna operasyonê bû: ew herweha dibû temsîlkara astekê û «genomeke referansê». Ev cureya nimûne dibe xwedî fonksîyona matrîsê, ji bo xweberkirina rêzkirinê û pêkanîna hesabên enformatîk li ser daneyên xav ên ji nava rêzeker derdikevin. Cihê hesabê enformatîk li nava karûbarê hilberîna genomekê jî, dîyar dibe, bi qasî ya analîza bîyolojîk girîng e. Ew bi karakterîzekirina molekulî ya ferdê li bin kirasê dîjîtal ku ji bonê kapasîteyeke pênaseyî ya her kesekî lê tê barkirin, bi encam dibe. Pênaseker, ku armanceke wê edlî ye, gav davêje nav guzergaha jîyanî, bi wê çendeyê ku îfadeya «ev di DNAya min de heye» adeta vediguhere formula «ev di xwezaya min de heye».

  1. G.

Wergera ji fransî: Baran nebar

______

1) Wekî din û ji DNAya nukleer serbixwe, genoma mîtokonrial a mirovî ji 16 500     bingehan pêk tê.

2) Adam Philippy, «The (near) complete sequence of a human genome», Zanîngeha Kalîfornîya – Santa Cruz, Genomics Institute, 22 îlon 2020.

3) John Sulston, «Genoma mirovî a ji spakulasyoê rizgar bû», Le Monde diplomatique, kanûna pêşîn 2002.

4) Charles DeLisi, «The Human Gene Project», American Scientist, vol. 76, n°5, Research Triangle Park (Karolîna Bakur), îlon-çirîya pêşîn 1988.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar