Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

DER BARÊ LMD DE

Gava ku hûn dixwazin bizanin bi rastî çi diqewime, cihê ku hûn diçin Le Monde Diplomatique ye. Ev rojnameyeke navneteweyî ya bi rastî jî serbixwe ye ku bi awayên nû li cîhanê dinihêre û balê dikişîne ser deverên ku weşanên din nagihîjin wan. Em nêrînên zelal û li ser hûrbûyî yên alîyên li dijî hev û tevlihevîyên dinyaya global a modern pêşkêş dikin.

 

Ji bo ku mirov fêm bike li derveyî agahiyên şaş, li dinê çi diqewime, divê mehane, salane Le Monde Diplomatiqueyê bixwîne.      

John Berger        

 

Çi nêrînên li ser polîtîkayên Yekîtîya Dewletên Amerîkayê, çi geşedan û pêşveçûnên li Îran, Filîstîn an jî li Pakîstanê, em di warê rojnamegerîya rayedar de pispor in. Le Monde Diplomatique, bi vîzyona xwe ya rexneyî, analîzên kûr ên li ser kêşeyên cîhanê û bi hevpeyvînên ku rewşa gerstêrkê ron dikin di nav medyaya yekşêwe de derdikeve pêş.  Em nûçeyan dibînin ku medyaya tîcarî pirî caran bi temamî wan nabîne «an jî kifş dike ku cara ewil me dîtiye». Kesên ku ji bo me dinivîsin di warê xwe de şareza ne; pisporên sehayê, akademîsyen, nivîskar, rojnamegerên nêzî mijaran û kesên nûçe çêdikin. 

 

Ji bo hizr û fikirîna alternatîf û çareserîyên afirîner çavkanîya sereke

Harper’s Magazine

 

Di nav xwendevanên me de sîyasetmedar, dîplomat, rayedar (policy-makers), rojnameger, mamoste, lêkolînerên sazîyên fikr û ramanê (think-thank), sazîyên civaka sîvîl, aqilmend, xwendekar û hemû kesên din hene ku nûçeyên rast, lêkolînên piştrast û nêrînên serbixwe dixwazin.

LMD, ji hêla Hubert Beuye-Méry ve di demeke wisa de hatîye avakirin ku her tişt mimkin xuya dikir: împaratorîyên mêtinkar têk diçûn, Cihana Sêyem li Bandungê li dijî hêzên mezin dicivîyan. Fikr û ramanên azadîxwaz geş dibûn û hêdî hêdî li Bakurê cihanê jî mîna Başûrê cihanê nifûs zêde dibû.

Le Monde Diplomatique, di rojnamegerîyê de ji 1954an vir ve, dengeke navdar e li seranserê cîhanê (wekî kovareke, ji bo agahdarkirina dîplomatan di derheqê bûyer û geşedanên dinyayê de dest pê kirîye).  Li Parîsê, di bin sîwana rojnameya Le Mondeyê ya fransî dest bi weşanê kir û qasek paşê bi gotarên xwe yên tûj ên mehane deng veda. 

Di 1973yan de, bi serokatîya Claude Julien, rojname rêyeke nû danî ber xwe. Julienê  pisporê DYA û zanyarê welatên başûr, ji aborîyê heya sosyolojî, çand û ramanê mijar û babetên rojnameyê firehtir kirin. Dû re di 1996an de bi pêşengîya Ignacio Ramonet, LMD, şîrketa xwe ava kir û serxwebûna xwe ya edîtoryal û aborî bi dest xist. (1)

 

Weşana îngilîzî ya bêhempa, hêja, pêbawer; ji bo kesên ku hêvî dikin cîhanê fahm bikin an jî wê li ser qencîyê biguherînin, çavkanîyeke ezamet e.

Noam Chomsky

 

LMD êdî bi temamî rojnameyeke navneteweyî ye ku li seranserê cîhanê  kesên ku eleqeya wan    li ser bûyer û geşedanên dinyaye hene digihîne hev:

  • Ji milyonekê zêdetir kes Le Monde Diplomatique dixwînin li cîhanê.

  • 29 edîsyonên cuda hene (çapkirî û dîjîtal)

  • Bi 20 zimanan weşanê dike ku tê de du zaraveyên kurdî, Soranî û Kurmancî jî heye.

Lê dîsa jî împaratorîya çapemenîyeke cîhanî neyê bîra we! Piranîya van edîsyonan xwe dispêrin ehd û xîretkêşîya komên biçûk ku xeyala dinyayeke din dikin. Tîraja LMD û çil û çar edîsyonên wê yên çapkirî bi tevahî ji 2.4 milyonê zêdetir e. Herweha 7 edîsyonên xwerû dîjîtal jî hene.

Komeleya Hevalên Le Monde diplomatique, xwendevanên herî çalak ên LMD tîne cem hev. Komele, bi moderatorîya nûçegihanên xwe yên li Fransa û derwelêt, herweha bi pêşengîya Delegasyona Giştî, her sal bi sedan gûftûgo û sohbetan li dar dixe û bi awayekî çalak beşdarî nîqaşên ramanî dibe. 

 

Edîsyona Îngilîzi

LMDya îngilîzi, versiyona kurt a edîsyona sereke ya li Parîsê ye ku her meh nûçeyên sereke bi hevkarîya  hin lijneyên li Londonê bi pisporî werdigerîne û çap dike.

 

Le Monde diplomatique bi taybetî tevî nûçeyên derbarê meseleyên navneteweyî, di warê rojnamegerîyê de pêşengek e.

William Dalrymple

 

Arşîva LMDê: Gotarên me bûne çavkanîyeke hêja ku zanîngeh pê dersê didin û kevn nabin. Wekî aboneyê versîyona çapkirî an dîjîtal hûn ê bêpere xwe bigihînin arşîveke yekta ku bi hezaran gotar dihundirîne û bi temamî ji lêgerînê re vekirîye û diçe heya donzdeh sal berê. Abonetiya IPya me ya dîjîtal destûr dide hemû kampus, kîtêbxane û sazîyên civaka sîvîl hwd. ku xwe bigihînin rojnameyê.   

 

Bibe xwendevanê LMDê

  • Bibe endam: Ji bo gotarên her hejmarê û e-maîlên mehane

  • Bibe abone: Hûn dikarin li seranserê salê xwe bigihînin hejmarên dawî yên LMDyê û arşîva wê: abonetîyên ji bo versîyonên çapkirî, online û dîjîtal bi bihayeke maqûl guncav in.

  • Abonetîyê diyarîyê hevalekî an hevkarekî bike abone

  •  

“LMD, derheqê pirsgirêkên herî zext ên cîhanê de nêrîneke balkêş, bimentiq û cuda pêşkêş dike.”

 New York Review of Books

 

(1) Le Monde  % 51; Komeleya Hevalên Le Monde diplomatique (L’association des Amis du Monde Diplomatique) û Komeleya Gunter Holzman, tevî xebatkarên rojnameyê tev bi hev re % 49 xwediyê rojnameyê ne.

 

Wergerên ji fransî û îngilîzî: Bîlal Ata Aktaş