Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Dehan salên berpirsîyarîya belçîkî

Di navbera 1920 û 1962yan de, Belçîkayê Riwanda bi rêve bir, bi taybetî bi xwe spartina mîsyonerên katolîk. Van kolonyalîstên xwedî îdeolojîya nijadperest têgehên «qewmî» ferz kirin, û ew têgeh bûn zevîyên hîlberînê ji bo tevkujîya Tutsîyan a 1994an.

Êdî berpirsîyarîya Belçîkayê ya di derbarê jenosîda Riwandayê de, di bin sîya ronahîya spotên ku li Fransayê hatine vêxistin de ma. Lê belê, berpirsîyarîya hêza mêtînger a kevn, qedera çend salan na, lê belê bi dehan salan, ji dawîya şerê cîhanê yê yekem vir ve berdewam e: Ji dema Lîga Neteweyan (League of nations) ku du kolonîyên kevn ên almanî, Riwanda û Burundî teslîmî Belçîkayê kirin.

Belçîkayê du welatên ku qet nas nedikirin ji dûr ve bi rê ve dibir. Belçîkîyan biryar dan ku bi awayekî neyekser wan welatan bi rê ve bibin û wan pişta xwe da strukturên xwecîh û bi taybetî hêza feodal a Mwamîyê qral. Ji ber ku nedixwastin berpirsîyarîya axên ji Kongoyê ya qralê Leopold II feqîrtir hilbigirin, loma jî bang li Bavên Spî (mîsyoner) yên Afrîkayê kirin ji bo ku evanjelîzasyon [filehkirin] bibe amûreke hikma kolonyal û faktoreke “pêşketinê”.

Belçîkî ku bawerîya xwe bi zanista wê demê antropometrîyê dianîn, hingî ketin sinifandineke «nîjadan» û bi awayekî bawermend îdeolojîya «hamîtîk» pejirandin.

Li gorî belçîkîyan xelkên Tutsî, li gorî morfolojîya xwe bi eslê xwe hamîtîk an jî nîlotîk bûn, heywan xwedî dikirin û ji bo zozanên nû keşf bikin berê xwe dane Afrîkaya Navîn û bûne serdest li ser cotkarên «bantû» (hutus) û xelkên twas (pygmê), yekem nîştecîhên Riwandayê. (1)

Tutsîyên di nava çerxên desthilatîya kolonyal de perçiqandî

Li vî welatî, her wekî li welatê cîran li Burundîyê, meşrûîyeta hêza qralîyetê xwe dispêre bêhtir ser bingeheke olî, lê ne etnîk, mêtingehkar û mîsyoner desthilatdarîya Mwamî Musînga hilweşand û di sala 1931ê de wî ji textê wî dikin, seba ku ew naçe ser ola katolîk. Hingî katolîzm cîhê ola xwecîh ya xwedayê Imana digre. Û mîsyoner bala xwe didin arîstokrasîyê yanî Tûtsîyan.

Di salên 1930î de, gelek kes derbasî ola katolîk bûn, gelek jî vaftîz bûn û di sala 1950î de, Rwanda bû modela evanjelîzasyonê û ji Qral-Mesihî re hate nezirkirin. Efendîyên Tûtsî bi serdestîya ku belçîkîyan dabûn wan îqna bûbûn û hê paşê jî bûn nûnerên hêza kolonyalîst. Berpirsîyarîya wan ew bû ku karên mecbûrî belav bikin û cezayan bidin. Bi vî awayî wan [Tutsî] nefreta hutîyan gurr kir, ew hutîyên ku hemî begên wan ji alîyê belçîkîyan ve ji desthilatê hatibûn daxistin. Bi demê re, kar û barên hutîyan her girantir û zehmettir bûn. Ev bû sebeba çend xela û birçîbûnan, her wekî din bi tenê zarokên tûtsîyan dikaribûn perwerdehî bibînin, ew jî li mekteba Astrîd (Butar, li Rojhilata Başûr), ku tê de alîgirên/alîkarên mêtingehê perwerde didîtin.

Lê belê, belçîkî hêmaneke din a yekîtîya civakî hilweşandin: sîstema tradîsyonal a li ser bingeha sê began: yek ji bo axê, yek ji bo terşdarîyê, yek jî ji bo artêşê. Ji sala 1930î heta salên 1950î, mêtingehkar û mîsyoneran hewl dan ku vê pergala netewa riwandî têk bibin, tewer li ser nasnameyên van kesên ku belçîkî bi rê ve dibirin êdî etnîya wan jî dihat dîyarkirin. Heta veguherîneke yekser vê sîstemê weha dewam kir: çaxa ku bayê serxwebûnan li Afrîkayê bala Tutsîyan jî kişand. Û di vê demê de Neteweyên Yekbûyî (ONU) bi awayekî acîl hewce didît ku desthilatdarîya Belçîkayê bi dawî bibe. Hingî belçîkî, bi taybetî yên demokrat-xrîstîyanên pêşketî, ji nişka ve hay jê çêbûn ku xelkên Hutî, li gorî xelkên din zehftir lê belê bindest bûn, û herweha bûbûn qurbanên cihêkarî û ji desthilatê hatibûn dûrxistin. Nûnerê apostolîk André Perraudin, bi eslê xwe ji Swîsreyê, piştgirî da sekreterê xwe yê ciwan Grégoire Kayibanda ku di sala 1957an de manîfestoya Bahutu biweşîne û dû re Partîya Tevgera Sosyal Muhutu ava bike. Dû re ev jî bû Partîya Tevgera Pêşketina Hutu (Parmehutu) ku fikra dijbertîya «irqî/ racial» diparast li hemberî «dagirkerên tutsî». Oldarê Belçîkî Eugène Ernotte teşwîq kir ku partîya Parmehutu li ser esasa modela artêşa Marie (Légion de Marie)(2) bi awayekî hucreyî (komî) bê sazkirin. Halbûkî Tûtsî li dora Yekîtîya neteweyî ya Riwandî (UNAR) kom dibûn û vê partîyê serxwebûnekê bi lêz û qralîyeteke qanûnî dixwast.

Pirsgirêk û tevlihevîya di 1959an de bi serhildaneke gundîyan dest pê kir. Ev serhildan ne li hemberî hêza kolonyalîst a belçîkî bû, lê belê li hemberî beg û temsîlkarên hêza tutsîyan bû. Ev bûyer wekî «şoreşeke» civakî dihate binavkirin, herweha ji alîye niştecîhê leşkerê belçîkî, Kolonel Guillaume ve hate piştevanîkirin. Ev zilamê xurt ku li Afrîkaya Başûr jîyabû û xwedî hêz bû, bi awayekî eşkere sempatîzanê Parmehutu û Kayibandayê bû, yê ku bû serokê yekem ê Riwandayê.

Kumikşînên ku soza «gerûgeştê» ji wan re hatibû dayîn

Serxwebûna 1962an, wekî serkeftina gel hate ravekirin. Agir berdan holikên tutsîyan û sê hezar kes mecbûr man rêya penaberîyê bigrin, ber bi Ûgandayê ve. Û bi wî awayî ew bûn penaberên herî kevn ên Afrîkayê. Heta sala 1990î, belçîkî li alîyê hevalên xwe yên riwandî cih girtin û bi awayekî sergirtî ew jî di wê bawerîyê de bûn ku piranîya hêzên etnîkî û sîyasî dê li hev bikin. Serok Juvénal Habyarimana, nermtir bû li gorî yê pêşîya xwe Kayibanda ku bi tu awayî nefreta xwe li hemberî tutsîyan venedişart. Juvénal Habyarimana gelek caran diçû Belçîkayê û Qralî ji bo civînên ayînî ew dawet dikir qesrê. Bi qedera sî salan, Riwanda “welatê hezar alîgiran” bû yek ji welatên herî girîng ku alikarîya pêşketinê ji Belçîkayê digirt. Berawirdkirina digel Zaireya bêkontrolkirî (Komara Demokratîk a Kongo ya niha) ya Joseph-Désiré Mobutu zivirî ser berjewendîya xwe. Her çend di dawîya salên 1980î de hemwelatî, ji hêla polîtîkayên verastkirinê yên binyadî (politiques d’ajustement structurel)(3) ve hatibin fetisandin jî, digel hêrsa gelê xwe ku ji teref AIDSê ve hatibû feqîr û belengazkirin, neçar ma ku nirxê dirava xwe kêm bike. Lêbelê, wexta di çirîya pêşîn a 1990î de, ku şer li sinorê Ûgandî dest pê dike, Belçîka red dike piştgirîyê bide alîgirê xwe yê dilsoz li hemberî Enîya Welatparêz a Riwandî (FPR), ku ji penaberên Tutsî pêk dihat yên ku sîleh hildabûn di nav Artêşa Berxwedana Neteweyî (NRA) de. Û ev heman artêş, di sala 1986an de M. Yowerî Musevenî anîbû serê Ûgandayê. Sîlehên ku pereyê wan hatibûn dayîn nayên teslîmkirin, ji şûna alîkarîya leşkerî ya belçîkî bayekî dîplomatîk cihe xwe digre di nav welatên herêmê de. Rejîma Riwandî ya jihevketî, alîkarîyê ji Fransayê dixwaze û Fransa “çend leşkeran” dişîne li gorî gotina M. Jean Christophe Miterrrand hingî şêwirmendê bavê xwe yê karûbarên Afrîkî bû li Elyséeyê. (4) Li pişt artêşa Zaïroz, ji bo demekê Fransa êrîşa FPR dahf dide.

Ji sala 1990î heta 1994an, Belçîka dixwaze bawerîya xwe bi çareserîkirina bi dialogê bîne. Heta jê tê destkarîyê dide muzakereyên Arushayê û parvekirineke desthilatê di navbera partîyan de. Li hemberî vê rejîma ku tûndtir dibe, Belçîka piştgirîyê dide partîyên mixalîf ên Hutîyan. Her çend binpêkirina mafê mirovan, suîqastên sîyasî û qirkirinên etnîk bên şermezarkirin jî bi awayekî ne ji dil, wilo tê xuyakirin ku hêzdarên belçîkî îhtîmal nedidan ku dostên wan, yên ku wan piştgirî dabûnê, rojekê gotinên xwe pêk bînin. Ku bi rastî jî wan dikaribûn pêk bînin wan tehdîtên xwe yên li ser qirkirina Tutsîyan ku ewqas car bi eşkere hatibûn îfadekirin bi taybetî li ser Radyoya Mille Collines [Hezar gir](5); ku ew ên ji kuştinên hedefkirî derbasî qetlîyamên herêmî bibin.

Heger tedbîra vê tehdîtê baş bihata hilgirtin ji alîyê Brukselê ve, bi taybetî ji alîyê wezîrê Parastînê yê partîya Sosyal-Xrîstîyan Léo Delacroix ve, ew 550 kaskên şîn (casques bleues) ên Belçîkî yên hatin rêkirin ji bo Kîgalû di payiza 1993an de, ku sitûra Misyona Neteweyên Yekbûyî bûn ji bo alîkarîya li Riwandayê, dê çek û amûrên wan pir baştir bûna. Ew ê nexşeyên çêtir ên Kigali bidest bixistana; dê nehatana belavkirin li çardeh kantonên ku parastina wan ne mimkin bû û dê ji wan re soza “tehtîleke” li “welatê hezar giran” nehataya dayin. Di destpêka sala 1994an de ku êdî bûyerên xirab zehftir dibûn ku Belçîka, di dawîyê de xwest bergirîya dijminahîya li hemberî leşkerên xwe bigire û -belasebeb- ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku bi awayekî hişktir statuya leşkerên xwe yên „parastina aşitîyê“ yên bin fermana artêşa Riwandî biguherîne.

7ê nîsana 1994, qirkirina deh leşkerên belçîkî, ew nefreta ku dihat parvekirin li ser radyoya Milles Collines, tehdîtên li ser koçberên Tûtsî, ku mecbûr bûn bi lêz bihata derkirin, yekcar raya belçîkî şaşwaz kir ji ber ku ev peqîna şîdetê ji alîyê welatekî weha dihate kirin ku heta niha wekî dost dihat hesibandin. Riwanda dibû neynika dehfder/nexweş ya sîstemeke belçîkî ku li ser hevsengî û lihevhatina komên lenguîstîk, an jî «etnîk» hatibû avakirin. Gava 14ê nîsana 1994an, Willy Claes, Wezîrê Karên Derve, sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî Boutros Boutros-Ghali agahdar kir li ser vekişandina leşkeran ji alîyê Brukselê ve û peşnîyar dikir ku welatên din jî heman tiştê bikin, hingî li Belçîkayê tu dengê protestoyekê derneket li hemberî vê biryara ku Riwandayê teslîmî kujeran dikir.

Divîya li benda Nîsana sala 2000î bimana ji bo ku serokwezîr Guy Verhostadt ku di sala 1998an de karên Komisyona Parlementer ya di derheqê Riwandayê de birêve biribû(6), here Kigalîyê û van gotinên dîyar bi lêv bike: “li ser navê welatê xwe, li ser navê gelê xwe, ez lêborîna xwe dixwazim.”

*Rojnamevan, Le Soir, Bruxelles

Wergera ji fransî: Sibel Er

__________

1) Binêre, Gérard Prunier, «Le mythe des Hutus et des Tutsis», Le Monde diplomatique, sibata 2016an.

2) Ev komele di sala 1921ê de li Îrlandayê ava bû bi armanca ku dilsozên katolîk ên di xizmeta Dêrê de bîne cem hev.

3) Cf. Makhtar Diouf, L’Endettement puis l’ajustement. L’Afrique des institutions Bretton-Woods, L’Harmattan, koleksîyon. «Forum du tiers-monde», Paris, 2002.

4) Nûçe ji hêla Gérard Prunierî ve hate gihandin, Rwanda 1959-1996. Histoire d’un génocide, Dagorno, Paris,

5) Binêre, Lire François Misser, «Rwanda: médias et génocide», Le Monde diplomatique, tebaxa 1994an.

6) Binêre, Anne-Cécile Robert, «En Belgique, jusqu’au cœur du pouvoir» (Li Belçîkayê, heya navenda desthilatdarîyê) Le Monde diplomatique, îlona 1998an.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar