Kanûna pêşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Cudakarîyeke erênî ya neheq?

Her çendî, li gorî jêpirsînên cihêreng1, piranîya Asîyo-Amerîkî dibêjin ku ew destekê didin prensîba cudakarîya erênî (livûtevgera erênî), hindikahîyeke aktîf jê bi gazinc in, behsa «bandorên wê yên berevajî» dikin û dixwazin ji holê were rakirin di pêvajoya neqandina namzedên zanîngehan de, ji bo vê yekê jî bêdudilî gilîyê sazîyên herî bi îmtîyaz dikin. Gilîkar li bin banê komeleya «Xwendekarên ji bo Pêşwazîyeke Adilane – Students for Fair Admission» li hev kom bûn. Ev komeleya «ku ji xwendekar, dêûbav û kesên din pêk tê zêdetirî 20 000 endamên wê hene. Endamên wê wisa difikirin ku sinifandin û tercîhên nijadî pêkanînên neheq, nepêwist û li dijî destûrnameyê ne.»

Bi îdîaya ku ji ber encamên xwe yên mukemel ên akademîk muameleya cudakerîyê li wan tê kirin, ew dibêjin bi notên wekhev, fakulte wê îmtîyazê bidin dosyayên xwendekarên reş û latînoyan, da ku hebûna cihêrengîyeke etnîk misoger bikin -ev jî nabe asteng ku ji sedî 25ê xwendekarên Harvardê ji xwendekarên asyayî pêk were-. Sûcbarî bi taybetî xwe dispêre lêkolîneke di 2009an de ji alîyê lêkolînerên Princeton ve hatîye kirin. Li gorî hesabên wan, xwendekarekî reş li zanîngeheke bijarte bi skoreke 1000 pûanî yê îmtîhana dawî ya lîseyê hat qebûlkirin (scholastic assessment test), lê li xwendekarekî spî wergirtina 1310 pûanî dihat ferzkirin, ji yekî bi eslê xwe asyayî jî skoreke 1450 pûan dihat xwestin.2

Harvard di parastina xwe de (rêjeya qebûlkirinê ji sedî 4,6) îdîa dike ku nijad tenê faktorek e ji nava gelekên din ên li pêvajoya neqandinê yên wekî aktîvîteyê liderveyî-dibistanê, karaktera xwendekaran an jî potansîyela wan a lîderîyê. Lê belê zanîngeh red dike eşkere bike ka giranîya tam a her yek ji van pîvanan çiqas e. Dadgeha Temyîzê ya Massachusetts berî demeke nêz sazîya bi prestîj wekî mafdar nas kir, lê belê doza wê di nêz de ji alîyê neh dadgerên Dadgeha Bilind ve ku meqamê herî bilind ê dadgerîyê ye, wê pêk were. Biryareke erênî ya ji bo gilîkaran wê bibe sedemê birîna cezayekî pir mezin ê pere li zanîngehan. Biryara wisa herweha wê bibe sedemê betalkirina biryareke 1978 (University of California vs Bakke) ku qedexeyê datîne ser kotayan, lê belê destûrê dide fakulteyan ku pîvana nijadê ji bo cihêrengkirina hêza kar bi kar bînin. Li welatekî ku sazîyên bijarte hemû hêvîyên tevngirêdanê, bilindbûna civakî, prestîjê û zengînîyê lê kom dibin, pêla şokê jî wê zêde mezin be.

Ji bo derketina ji vê muxalefetê, hin kes pêşnîyar dikin li şûna cudakarîya erênî ya etnîk pîvanên hişk ên civakî (livûtevgera erênî ya xwe dispêre hatina madî-income based affirmative action) bên bicihkirin, li ser modeleke dişibe ya Fransayê. Lê belê parêzvanên pîvanên etnîk îdîa dikin ku ev yek jî wê zirarê bide hindikahîyên reş û hîspanîkan ku xwedî hatineke kêm a madî ne, lê belê ew perwerdeya xwe ya bakaloryayê gelek caran berîya spîyên xwedî hatina kêm terk dikin û ji ber vê yekê jî kêmtir dibin namzedên zanîngehên mezin. Guftûgoyeke ku wê bi salan di rojevê de be.

M.R.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1)  Cf. Bo nimûne Kimmy Yam, «% 70 of Asian Americans support affirmative action. Here’s why misconceptions persist», NBC News, 14 çirîya paşîn 2020, www.nbcnews.com

2)  Thomas J. Espenshade, Alexandria Walton Radford, No Longer Separate, Not Yet Equal: Race and Class in Elite College Admission and Campus Life, Princeton University Press, 2009.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar