Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

CAZÎBEYA JÊ NEFILITÎNÊ

Covid-19 û Jîyana Têkçûyî

Serokwezîrê Brîtanî, Boris Johnsonê ku ji rawestandina aboriyê dipelikand, beriya ku bi şûn de gavê bavêje qumareke xeter da ber xwe: ya destnedana civatî.

12ê adarê, serokwezîrê brîtanî Boris Johnson radigihand ku welatê wî dê bikeve nava qûmareke rîska wê herî hindik. Berevajîyê doktrîna xwebisînorkirina radîkal a ji alîyê gelek welatên asyayî û Îtalyayê ve biryara wê hat girtin, Îngilistanê ji bo «afirandina îmunîteya komî» di nava civakê de biryar dabû «vîrusê navmalî bike (…) lê ji holê raneke» (1): ne li malê ragirtina welatîyan, ne girtina dibistanan, ne jî qedexekirina lihevkombûnên mezin, bi taybetî jî yên futbolê.

Bêyî naskirina asta jihevgirtina vîrusê ya pêwist ji bo vê koma îmunîteyê (rêjeya nifûsa ku divê radestî vîrusê bihata kirin ji bo ku belavbûna xwe rawestîne), pisporên hikûmeta brîtanî rêjeya % 80yê welatîyan wekî teza bedbîn pênase dikirin. Feydeya stratejîyeke wisa wê çi bûya? Çawa bigihîşta vê astê, Îngilistan wê êdî bêyî ku bitirsîya ji navendên jihevgirtina di qonaxên din de, wê karibûya ji nû ve bazirganîya xwe ya navneteweyî bi pêş bixista. Berdêl wê çi bûya? Heta 500 hezar qurbanîyan. (2) M. Johnson 12ê adarê li xwe mikur dihat ku di rewşên wisa de, «divê her kes li benda mirina zû ya hezkirîyên xwe be ».

Li ser zexta Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê (RCT), nêrîn û hejmareke mezin a zanyaran, serokwezîr piştî çar rojan sîyaseta xwe guherand. Wî dawîya dawî qedexe danî ser lihevkombûnên werzişî, li ser nexweşan karantîna ferz kir û bergeheke tundkirina sîyasetên mesafedanîna civakî di çarçova rêjeya dagirtina yekîneyên venêrîna tund a nexweşxaneyên welêt xist dewrê– lê belê dîsa jî bêyî guhertineke kokdar a analîza li ser şewban(epîdemî) wekî «jê-rev-nabe» hat nirxandin.

Ji alîyê awireke zanistî ve, ev helwesta brîtanî ya bi pêşket, li gel vê yekê jî ne dûrî aqilan bû. Li şûna hewldana ji holêrakirina şewbê, wê giranî dida ser venêrîna belavbûna vîrusê di nava civakê de. Armanca vê helwestê ew bû ku rê bigire li belavbûneke bêserûber û serberdayî bi arastekirina enfeksîyonên li ser kesên herî hindik tesîr li wan dikin û li mal ragirtina kesên bi rîsk (kesên ixtîyar an jî mexdûrên çend nexweşîyên kronîk), da ku evên dawî ji imunîteya pêkhatî li cem yên pêşîn sûdê wergirin. Tevî ku tenê rayedarên birîtanî wêrî vê helwesta xwe bi vî awayê wisa tazî nîşan bidin, rayedarên dewletên din jî li ser tiştekî wisa fikirîn.

Dema serokwezîrê hollandî Mark Rutte dîyar dike ku ew li bendê ye % 60ê şênîyê Hollandayê di dawîyê de bi şewbê bikevin, (3) heman tiştî dibêje. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî de facto di qonaxa pêşî ya şewbê de heman tişt kir: gava di nîvê adarê de, vîrusa Sars-Cov-2 li ser xaka amerîkî digerîya û ji bo beşeke mezin a nexweşan hê tu teşhîseke dîyar nehatibû danîn, dewleta federal tu tedbîr wernegirtibûn, ji bilî yên biçûk û sembolîk (wekî betalkirina seferên balafiran ji welatên bi rîsk). Biryara birêvebirina rîskê jî dima li ser her dewleta federal, heta her sazîya tendirustîyê li welatekî ku lê bi qasî 27,5 milyon kes bêpar in ji sîgortaya tendirustîyê, û rojek razana li nexweşxaneyekê, kêm zêde, berdêla wê 3 800 euro ye. Heta zêdekirina tedbîrên mesafedanîna civakî di 12ê adarê de hatin ragihandin, doktrîna fransî jî pir ne dûrî vê yekê bû.

Lê belê ev helwesta brîtanî dibe nîşana bergeheke neolîberal, meyldarîya lîbertarîyen a nîzama tiştan. Li gorî dîrektorê berê yê lêkolîn û pêşvebirinê, li cem dêwa dermançêker GlaxoSmithKline (GSK), Sir Patrick Vallance ku niha jî bûye serşêwirmendê zanistî (chief scientific adviser) yê hikûmeta brîtanî, li cîhaneke «vekirî» ku pergalên ne-adil ên tendirustîyê mohra xwe lê daye, vîrusa korona bivê-nevê wê berbelav bibe. Bi ya wî, şewb rasterast tê vexwendin ji bo bibe salane. Herçendî bi tedbîrên sert ên Çînê mimkin be bi temamî dor lê were girtin, mirov nikare xeyal jî bike ku welatekî wekî Îngilistanê zêdetirî du hefteyan xwe li hemberî karantînayê ragire û hê hindiktir li hemberî karantînayên dirêj û pirbare gelek salan li ser hev. Sir Patrick Vallance li vir xwe dispêre konsepta «westabûna civakî» ya ji alîyê «Behavioural insights team», an jî «Nudge unit» ve hatîye pêşxistin, ev şana aborîya reftarî ya di 2014an de li ofîsa wezîrên hikûmeta serokwezîrê brîtanî (Cabinet Office) ji alîyê David Cameron ve hatîye afirandin bi armanca pêşkêşkirina reftarîgerîyê di biryarên mezin ên hikûmetên welêt de. (4) Ev sazûman bi hatina Downing Street a Dominic Cummings, şewirmendê taybet ê Boris Johnsin, ku ev ê ha jî heyranekî bêhempa yê aborîya reftarî ye. Tedbîrên tund ên xwe li malê ragirtinê ji ber vê yekê ne tenê ji alîyê aborî ve bi zirar in, herweha ji alîyê civakî ve jî ji bo demeke dirêj ne yên pêkanînê ne. Serketina welatên asyayî (Çîn, Sîngapûr, Hong Kong) li hemberî Sars-CoV-2, bi saya qedexeya gerûgeryana welatîyan wê çavşikandineke xapînok be.

Di warê dîtina lîberal a şewban de asteke nû

Gava ev welat ji nû ve ji gerûgeryana hundir û derve ya kesan re vebûn, –vebûna ku ji alîyê pisporên birîtanî ve wekî prensîba nebenabe ya xwebirêxistinkirina civakan hatîye têgihîştin– wê navendên nû yên şewbê bi pêşketana û vê jî wê bi xwe re tedbîrên nû yên biha yên blokajê ferz bikirana. Rewşeke ku ji niha ve tê piştraskirin bi «anîna» nexweşên nû yên çînî (5). Di encamê de, tu çareyeke din tune: bihêlin bila vîrus belav bibe, di ber de jî geryana wê kêm bikin.

Çerxa neolîberal rêzik û prosedurên xwe ji koordînasyona navneteweyî, di warê şewban de, veqetandin, di serî de jî Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê (RCT). Bi parastina nêzîkbûneke global a li pirsgirêkê, sazî destwerdaneke «vekirî» ya belavkirina vîrusê destek dike: her çendî ew destekê dide hewldana dewletê ya li mal ragirtina xelkên li bajaran û herêmên din ên welêt, ew girtina sînoran (wekî bêfeyde tarîf dike ji ber ku % 100 ne bi tesîr e û asteng e li pêşîya şopandina rewşa nexweşan) û ambargoyên li ser amûrên tibî (ku livûtevgerên panîk diafirînin û ev jî dibin sedemê stokajeke zêde li welatên li benda şewbê ne û kemûkurîyeke dijwar li welatên ku şewbê lê xistîye) red dike. Bi kurtî, ev rêxistin dibe dilê tevahîya rêzikên piralî yên ji xwe re kirine armanc dest werdin şewbên li cîhaneke ji dewletên goya hevkar pêk hatîye, lê belê hejmareke mezin ji wan vê çerxa lîstika navneteweyî ya piralî ku mîrateya salên 1990 û 2000î ye, red dikin. Di rêza pêşî ya van welatan de DYA heye.

Nimûneyek: çawa rêzikên RCT dikarin bên pêkanîn ji bo welatekî wekî Îran, a çoklêşikandî li ber ambargoya amerîkî? Îran ku ji bo xwe li ser lingan bigire neçar maye bazirganîya xwe li gel Çînê bike, tevî şewbê jî mafê wê yê wergirtina alîkarîya însanî tê vepirsîn (6). Lê belê, dema dihêlin ku ev hêza herêmî ya xwedî 81 milyon nifûs bibe navendeke Covid-19, ew di heman demê de Ewropa û Asyayê jî dikin qurbanîyên ji nû ve zîndîbûna bênavber a şewban.

Doktrîna brîtanî dibe qonaxeke nû di nêzîktêdayîna lîberal a beramberî şewban de: ev doktrîna di navbera salên 2010 û 2017an de bi gelek raporên Wezareta Tendirustîyê û Pergala Tendirustîya Neteweyî (National health service, NHS) hat amadekirin, xwe dispêre ne tenê lêkolînerên epîdemiolojîya matematîkî û bijîşkan, lê herweha psîkologên civakî û aborîzanên livûtevgerî, yên li hev kombûyî li nava Komîteyê bi armanca amadekarîya ji bo şewba grîpî (Pandemic influenza preparedness framework advisory group). Wekî bingeha xebatê nirxandina şewbên grîpî yên sedsala bîstan, ji grîpa îspanyol a 1918-1919an heta grîpa berazan a 2009-2010an, ew nemimkinîya wergirtina şewbekê li Îngilistanê tesbît dike, û wekî sedem jî têkilîyên wê yên aborî bi welatên din re nîşan dide:

«Geryana girseyî ya globalîzebûyî li cîhana nûjen dihêle ku vîrus bi lezeke mezin li seranserî gerestêrkê belav bibe. (…) Ev tê wê wateyê ku bi tu awayî ne mimkin e wergirtin an jî ji holêrakirina vîrusê li welatê wê yê jêder an jî li gihîştina wê ya li Îngilistanê. Divê li bendê were mayîn heta vîrus bivênevê belav bibe û hemû tedbîrên ji bo pêşîlêgirtin an jî kêmkirina belavbûna wê (…) êdî bandoreke pir sînorkirî an jî qismî bikin û heta ji bo dem qezenckirinê jî bi awayê hêmin nikaribin bên bikaranîn ». (7) Ji ber vê yekê, hikûmeta brîtanî tu tercîheke din li ber tune ji bilî hiştina belavbûna vîrusê li nava civakê bi «kêmkirina hejmarên herî bilind» a jihevgirtinê û bi «pêkanîna komunîkasyona bi bandor» a ku dikare rê li panîkê bigire.

Ketina merîyetê ya vê doktrîna nû pêşketina li nav kulîyata îdeolojîk a mafên desthilatîyê –bi taybetî li Îngilistanê û Dewletên Yekbûyî– yên doktrînên Tendirustîyê yên endîvîdualîst, nîşan dide. Di pêvajoya deh salên dawî de, gelek şirovekaran nîşan da ka çawa dilê îdeolojîk ê partîya mihefezekar gav bi gav ji rasta navendî şemitî ber bi think tankên Tufton Street ve ku navê xwe ji vê kolana Westminster wergirtîye û têde qutîyên fikrên rasta tundrew ên ji Thatcher mîrasgirtî li hev kom dibin û gelek caran ew ji lîberalîstên tundrew ên dijberî ewrûpî û herweha li dijî nêrîna hawîrparêzîyê ne. Hê demeke dirêj berîya buhrana vîrusa koronayê, tevî ji nû ve derketina holê ya şewba sorikan li Îngilistanê, van dezgehan destberdana ji sîyasetên derzîkirina mecbûrî ji bo nexweşîyên zarokan pêşnîyar dikir. Hinan ji wan «îmunîteya komî» ya xwederzîkirina li ser daxwazê ku rêjeyeke têra xwe bilind dinirxandin, (8) û hinên din pêşnîyar dikirin ku li şûna vê yekê çerxên bazarê bixin A vîrus hê tenê li Çînê bû, gelek sernivîskarên lîberal li beramberî otorîtarîzma çînî bi fikra ku şewba Covid-19 wê bibûya xwepêşandaneke serdestîya pergala neolîberal a rojavayî, kêfxweş bûn. Bi vê berçavkê, sernîvîskarê France Culture Brice Couturier meha borî, di vê buhranê de «Çernobîla Xi Jinping» a ku Partîya Komunîst a Çînê bêîtîbar dikir, didît, eynî çawa Çernobîlê Yekîtîya Sovyetê bêîtîbar kiribû. (10) Di çavên hin şirovekaran de, buhranê di eslê xwe de derfeta ezmûna aborîya ceribandinê ji bo heta hetayî pêşkêş dikir. Ji bo koma çavdêr (Çîn, Hong Kong, Sîngapûr): çareserîyên dewletî, kevneşopên ragirtina bi zext li hundir û qutkirina çûnûhata xelkê li hundir û li derve heta jiholêrakirina vîrusê li welêt. Ji bo koma dermankirinê (welatên rojavayî di rêza pêşî de jî Îngilistan): çareserîyên laissez-faire a ji alîyê dewletê ve tên organîzekirin, bêyî li malê xweragirtin ne jî dorlixwegirtinê, xwe dispêrin kanalîzekirina jihevgirtinan ber bi komên herî hindik hesas. Di dawîya ceribandinê de, bi alîkarîya vegerên li qonaxên pêşî, mirov wê karibûya rewiştên her yek ji van du modelan tesbît bikira bi hejmara mirîyan, biserneketinan, windayîyên pûanên hilberîna brut a hundirîn. Ezmûneke xwezayî, bêguman, lê belê ezmûneke zêde biha: bi sed hezaran mirin.

London, axirê wekî ku bi paşde gav avêtibe. Bêguman, bersivên ji bo buhrana Covîd-19 ji ber bêxêrbûna pergala hilberînî pir zehmet in. (11) Şirketên ewrûpî ku di pêvajoya 40 salên dawî de bûne xwedî çanda pratîkên «sifir stokê» û hilberîna «tam di wextê de» bi armanca bidestxistina çend pûanên «vegera ser sermayeya bikarhatî» û herî zêdekirina «nirxê hîssedarîyê», (12) niha li hemberî şikestina zincîrên tedarîkkirinê, xwe bêçare dibînin. Dewletan jî -ku bi pêşbazîya qezenca bacî ve hatine girêdan-, li ser lêçûnên wan zext dimeşandin: xizmetên gelemperî, nivînên musaît li nexweşxaneyan hatin «biserûberkirin», eynî wekî stokên stratejîk, bi wê çendeyê ku Fransayê bêyî stoka maskeyên parastinên yên FFP2 ev tofana şewbê pêşwazî kir. (13) Welatên di werçerxa neolîberal a salên 1980yî re derbas bûn, gelo bi rastî jî ji alîyê aborî ve hêza wan têr dike tedbîreke xwegirtinê ya wekî Çînê an jî Sîngapûrê birêxistin bikin? Me nekarî hêrsa xwe ragirin, dema ku me dît M. Emmanuel Macron di axaftina xwe ya 12ê adarê de parastina kesên herî bêparastin û desteka ji bo şirketan di heman asta girîngîyê de dinirxandin, ji ber ku rastîya tahl li ber çavan bû: pêwistî bi zêdetir ji 15 rojan heye ji bo derketina ji neolîberalîzmê û hilberîna li servîsên lezgîn ên tibî, dermanan, maskeyan, nefesdêrên sunî û tiştên din ên pêwist ji bo jîyana welatîyan, bi temamî êdî maye li ser binesazîyên aborî yên aîdî çil sal berê ne.

Divê meriv ji derfeta wan a heyî zêdetir imkana tevgera kêfî nede hikûmetan

Li gel vê yekê, ev şewb hestên serhildana civakê jî li hemberî êşên mezin ên tên kişandin hesas dike. Bi sed hezaran mirinên ku pisporên welatên rojavayî li bendê ne, wekî ku ji alîyê Boris Johnson ve jî hat gotin «windahîya gelek hezkirîyan» têr sedem in ji bo peydebûna tengezarîyên cidî. Em zanin vîrûs çawa li Çînê bû sedemê destpêkirina nerazîbûnên mezin: serbestkirina axaftinên li ser înternetê, bend-û-rizdeyên li ser rêyên Hubeî, serhildana hong-kongîyan li dijî hatina şênîyên Çînê ya ser xaka wan. Eynî wekî birin û anîna malê bazirganîyê ku di sedsala XIXan de li Îngilistanê bûbûn sedemê bilindkirina tengezarîyên civakî. (14) Hestê geryana Covid-19 jî di nava welatîyan de dibe sedemê endîşeyên mezin. Rapirsînên berî çendekê yên li ser mijarê binê vê rewşa han xêz dikin: nêrînên raya giştî, ne yên ku zextê li hikûmetan dikin da ku tedbîrên radîkal ên mesafedanîna civakî wergirin û ne tersê wê. Li Îngilistanê, % 41ê brîtanîyên hatine vepirsîn wisa difikirin ku hikûmeta wan têra xwe tedbîrên xurt wernagirin, li hemberî % 12yê ku tersê vê nêrînê diparêzin. (15) Li Fransayê, tedbîrên mesafedanîna civakî yên wekî girtina dibistanan destekeke girseyî dibînin (% 82yê vepirsîyan alîgirên girtina demûdezgehên dibistanî ne), ji nav yên 12ê adarê hatin ragihandin, ya herî hindik baş hat pêşwazîkirin, bi awayekî balkêş berdewamkirina veguhêzerên gelemperî bû. (16) Li hemberî van ceribandinên doktrînên nû yên tendirustîyê, mirov jî wisa xuya ye ku di asta êşên pê rû bi rû dimînin, dikarin bikevin nava livûtevgerên nerazîbûnê.

Divê ji zêdetirî yê di destê wan de ji hikûmetan ra mafê destwerdanê neyê naskirin. Di serdema buhranê de, ew di pevçûna navbera sazûmanîyên hilberînî yên welatên xwe û êşên gel ên ji ber şewban giran dibin, xwe didin dest. Tiştê li vir xwe eşkere dike û tiştê me bi şewba AIDSê re jî dîtibû, ne xwe, ne tercîhên sîyasî û şexsî, lê bêhtir awayê nêzîkbûna li bûyereke tundrew e –şewbek– di rejîma kelepûra neolîberalî de. Doktrîna brîtanî ya destwerdana li COVID-19 ji bilî doktrînekê, ne tiştekî din e: li bin zexta civakê, hikûmeta Johnson ji niha ve dest pê kir paşde gav davêje. Lê belê eger doktrîn têr ne xurt bin, ew ne fikrên bêserûber in jî: ew radixin pêş çavan ka ronakbîrên rejîmekê ji bo rizgarkirina rejîmê ji nakokîyên wê û bûhranên wê, çawa hewl didin çareserîyan bibînin. Bêyî ku em pirsê ji xwe bikin: rejîmeke ku çareserîyên ewçend dij mirovî ferz dike, gelo hêja ye were rizgarkirin?

* Lêkolînerê postdoktorayê ku doktoraya xwe li ser aborîya sîyasî û civaknasîya tendirustîyê li Zanîngeha College Dublin dike, lêkolînerê beşdar li laboratuwara dezgehên dînamîk û dîrokî yên aborîyê û civakê (IDHES-Nanterre).

(1) «Coronavirus: science chief defends UK plan from criticism», The Guardian, Londres, 13 mars 2020.
(2) «Johnson under fire as coronavirus enters dangerous phase», Financial Times, Londres, 12 mars 2020.
(3) «Coronavirus: pas de confinement aux Pays-Bas, où le gouvernement prône “l’immunité de groupe”», France 3 Hauts de France, 17mars 2020.
(4) Tony Yates, « Why is the government relying on nudge theory to fight coronavirus ?», The Guardian, 13 mars 2020. Lire aussi Laura Raim, «Pire que l’autre, la nouvelle science économique», Le Monde diplomatique, juillet 2013.
(5) Cf. Shivani Singh et Winni Zhou, «China’s imported coronavirus cases rise as local infections drop again», Reuters, 14 mars 2020.
(6) Cf. Eli Clifton, The Intercept, « Amid coronavirus outbreak, Trump-aligned pressure group pushes to stop medicine sales to Iran », 05 mars 2020.
(7) « UK Influenza Pandemic Preparedness Strategy 2011 », Department of Health, Londres, 2011.
(8) Len Shackleton, « Compulsion is not the answer to the recent fall in vaccination uptake », Institute of Economic Affairs, Londres, 9 octobre 2019.
(9) Sam Bowman, « A neat solution to the vaccine problem », Adam Smith Institute, Londres, 18 février 2015.
(10) Brice Couturier, « L’épidémie de coronavirus peut-elle être le Tchernobyl de Xi Jinping ? », Le Tour du Monde des Idées, 10 février 2020.
(11) Cf. la tribune de Cédric Durand et Razmig Keucheyan, « L’emboîtement de quatre crises met en lumière les limites des marchés », Le Monde, 13 mars 2020.
(12) Frédéric Lordon, « La “création de valeur” comme rhétorique et comme pratique. Généalogie et sociologie de la “valeur actionnariale” », L’Année de la régulation, vol 4, pp. 115-164.
(13) Clémentine Maligorne, « Coronavirus : la France ne parvient pas à répondre à la demande de masques de protection », Le Figaro, 26 février 2020.
(14) Karl Polanyi, La Grande Transformation, Paris, Gallimard, 1983 (rééd.).
(15) Toby Helm, « Only 36% of Britons trust Boris Johnson on coronavirus, polls find », The Guardian, 14 mars 2020.
(16) Etude Elabe et Laurent Berger publiée par BFM TV le 14 mars, réalisée par Internet les 12 et 13 mars 2020.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial