Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Covid-19, sedemên felaketa hindî

Heta destpêka nîsanê, çapemenîya cîhanî silav dida pêşandana hêzê ya serokwezîrê hindî û «dîplomasiya wî ya ji bo derzîya li dijî şewbê», ya xwedî qabîliyeta pêşbazîya bi Çînê re. Îro, ji ber kêmbûna derzîya li dijî şewbê, derman û oksîjenê, Covid-19 dibe sedemê felaketekê. Û ji 2014an ve cara pêşî M. Narendra Modi dikeve nava qonaxeke windakirinê.

Wekî ku dîyar kirin serokê Brezîlyayê, birêz Jair Bolsonaro û hevşanê wî yê berê yê amerîkî Donald Trump, rêveberên ku wekî «populist» tên zanîn, bi kêmanî ji ber sê sedeman şewb xirab bi rê ve birin: ji demagojîyê hezkirin û zirtekîya wan a neteweperestîyê ew ber bi înkara zahmetîyên girêdayî sîyaseta tendiorustîyê de, di berjewendîya pratîkên «têkder» ve dahf dan; kêmdîtina wan a pisporan, ku wan bi sazîya “zanan” re dikin yek, wan ber bi rûmetdana dermanên dekbazan ve dibe; di dawîyê de, quretîya wan dibe sedema ku ew pişta destê xwe li her îtîrazeke piçûk be jî bidin û lêbokên bêkêr ên ku newêrin rastîyê bêjin an jî tu fikreke wan di derbarê tiştê dibêjin de tunene li dora xwe kom dikin.

ji ber vê tevlîhevîya, ku li rewşa diltezên a pergala tendirustîya giştî ya Hindistanê zêde bûye û dewleta navendî ji % 5ê butçeya xwe ya salane jî jê re terxan nekirîye (li hemberî ji % 11 zêdetir ê Fransayê, wekî mînak), hikûmeta birêz Narendra Modi -her çend ku populîst be jî-(1) li hemberî pêla duyemîn a pandemîyê ketîye îflasê.

Nasyonalîstê zirtek, Birêz Modî hîn ji serê salê de, dema foruma aborî ya cîhanî li Davosê gotibû ku Hindistanê zora Covid-19ê birîye û dê niha «rêberîya» cîhanê ber bi dawîya tunelê ve, bi saya du parzayên (vaksîn) «xwe» (ku yek jê ji xeynî versîyon hindî ya serûma swêdî-birîtanî AstraZeneca pê ve ne tiştekî din e) bike. New Delhi paşê dest bi “dîplomasîya parzalêdanê” kir, ku him ciwamêrî (divîya ji her kesî bêtir beşdarî plana Covaxê bibûna da ku alîkarîya welatên xizan bike) û him jî bêfikarî dikir, ji ber ku di dawîya adarê de, Hindistanê 68 mîlyon doz parza (bi piranî bi mebestên bazirganî) hinarde kir, tevî ku ji 1,34 mîlyar hindîyan bitenê 120 mîlyon hatibûn parzakirin. Ji ber vê yekê bû, ku di 30ê adarê de, ji nişka ve hemî firotanên derveyî welêt hatin rawestandin.

Hikûmeta ku girîngî nedida zanyaran, tevî ku pêla duyem di dawîya sibatê de dest pêkir jî, nehişt ku panela pisporan ya ku wê şîret lê bikirana di navbera çileya pașîn û nîsana 2021ê de kom bibe. Li şûna vê, tevî protestoyên pîşeyê bijişkîyê jî, Wezîrê Tendirustîyê dermanên ku xwedêgravî ji kevneşopîya Ayurvedîyî ne û neteweperestên Hindu ew wekî prensib dibirin ber perên ezmanan pejirandin. Ya xerabtir, desthilatdaran bîya pêşnîyarên stêrnasan kirin û Kumbh Mela, heca ku her ji sê salan carekê li çar cîhên pîroz ên li peravên Ganj û Yamunayê pêk tê, salekê bi derengî xistin. Ji nîvê adarê heya nîvê nîsanê, vê hecê zêdeyî 7 mîlyon mirov li hev civand. Tenê çend karbidestan diwêribûn îdîa bikin ku li wir rêz li tevgerên astengî nehate girtin!

Ji xeynî pizîşkên ku dîtin nexweşxane tije dibin, ne di rêveberîyê de û ne jî di medyaya ku her diçe ji hêla desthilatê ve tê kontrolkirin, tu kesî tiștekî din ê ku gilîyê wî bike nedît. Rast e, ku yeksanîya kapasîteya înkarkirina rastîyê ya yên li ser desthilatê ne bitenê bi biryardarîya wan e, ku bi sepandina salnameya hilbijartinê û pêkanîna çar hilbijartinên herêmî yên di meha nîsanê de hatine dest-nîşankirin pir bihêz dibe. Di nav wan de, ya ku bestika birêz Modî bi dirêjîya hefteyan berneda Bengal a Rojava bû, ku lê xêzexwara enfeksîyonê her bilind dibû: serketina wî ya li vê kela rikeberîyê lê bûbû gir. Bê guman, azwerî qet çu carî ew çend nebûbû şêwirmendeke xirab.

Ma qey krîza tendirustîyê ya bihara 2021ê dê bibe xaleke werçerxê? Di warê aborî de, krîz meylên ku jixwe ji 2017an vir de li ser kar in hîn bêtir tûj dike: Hindistan bi rastî di warê mezinbûn û rêjeya deynê xwe de, kêmbûna xwe didomîne. Jixwe di navbera 2019 û 2020î de, hatinîya nesafî ya navxweyî ya neteweyî ji % 74 pekîyabû % 90î. Piştî pêla yekem, tê payîn ku ev kêmbûn heya 2025an duqat bibe.

Xala werçerxê dikare sîyasî jî be. Ne bitenê ku partîya li ser desthilatê, Partîya Bharatîya Janata (BJP) nikaribû Bengala Rojava bi dest bixe, ku xanima kes jê nexweș, Mamata Banerjee (bêtir çep dihate hesibandin) dîsa lê hate hilbijartin, lê Assam tenê bi piranîyeke kêm parast; li Tamil Naduyê, hevalbendê wî ji alîyê hevparê Partîya Kongreyê ve hate têkbirin û wî li Keralayê kursîyek jî bi dest nexist. Van hilbijartinan di heman demê de vegera çîn û heta radeyekê jî, kastê wekî dîyarkerên dengdanê, li hemberî mensubîyeta olî, ya ku heya niha piranîparêzîya Hîndû derdixist pêș, dîyar kir. Wekî din, dengê jinan, di eleyhê BJPyê de, erê û piștrast kir. Belbî jî ya herî girîng, radeya populerbûna Birêz Modîyê ku ji 26ê gulana 2014an vir ve li ser desthilatê ye, cara ewil kete bin ji % 50.

Lêbelê, ji bo meriv ji van pêşketinan encamekê derxe hin wext pir zû ye. Hîn ji bidawîbûna dewra duyem a Birêz Modî re sê sal mane û ew dikare dîsa navdar bibe. Heke dijminahîya bi Pakîstan an Çînê re ji nû ve dest pê bike, ne tenê dikare sîmaya wî ya zilamekî xurt dîsa li zîn siwar bike, lê ew ê di heman demê de zorê bide xwe ku xwe wekî bavê neteweyî nîşan bide û ji her cûre berpirsîyarîyê bireve. Wî ji hêla por û şêwaza cil û bergê xwe û herweha axaftina xwe ve, ku nêzîkî ya gûrûyên Hindû ye, xwe bi xelkê daye qebûlkirin.

Muxelefeteke di nava nîzama pelişî de

Wekî din, gelek medya, bi taybetî kanalên televîzyonê, ji xeynî krîza tendirustîyê ya heyî, behsa tiştên din û propagandaya hikûmetê dikin. Ev dezînformasyon bi tirs, bi șayișa ji bo bergirîdana darayî û ji hêla civakek berjewendîyan ve, heta binêzîkbûneke îdeolojîk(2) ve jî tê ravekirin. Hindîstan, bi taybetî, bi reqemên fermî yên ku zirara mirovî ya Covid-19ê pir kêm nîșan didin, dê heta kengî xwe bixapîne? Lê, tevî vê jî hin rojnamevan zorê didin xwe û heta jîyana xwe jî dixin xeterê -nemaze dema ku li derûdora krematorîyuman lêpirsînê dikin-, ku çavên hevwelatîyan vekin.(3)

Di encamê de, rikeberî ne di nîzama şerî de ye. Em qet bahsa bernameyeke wê jî nekin, ew ji rêber û stratejîyekê jî bêpar e. Bi vî awayî, partîyên ku ji bo bi hev re nameyekê îmze bikin û ji serokwezîr re rêkin da ku rêvebirina wî ya șewbê biguherin, li gelek eyaletên Yekîtîya Hindistanê xwe dîsa di rewșa pêşbazîyên hev de dibînin. Tevî vê jî, dibe ku ev celeb astengî rê negrin, heke ku hevwelatî hinekî bixwazin ji serwerên xwe xilas bibin bêyî ku pir bala xwe bidin kalîteya vebijêrka din a ku ji wan re hatîye pêșkeșkirin -wekî di 1977an de-, dema ku Indira Gandhi, piştî bîst û yek meh rewşa awarte ya despotîk dîsa șandin mixalefetê, dikarin wî jî bișînin.

Lêbelê dubarekirina senaryoyeke weha, niha ji bo pêkanîna pêşbazîyeke hilbijartinê ya kêm zêde adilane hatîye rawestandin. Medyayên mezin gelek caran bi awayekî neyekser vê yekê vedișêrin û komîsyona hilbijartinê ya ji organîzekirina dengdanê berpirsîyar jî, di bin bandora wê de nikare serbixwe bimîne. Ji xeynî vê, jêderên darayî yên ku BJP, bitaybetî bi saya piștgirîya olîgarșên mezin ji wan sûdê werdigire, ji yên rikeberîyê gelekî bêtir in.

Tenê zextên navneteweyî dikarin rewşê biguherin. Bitenê ne Parlamentoya Ewropayê biryareke ku cihekî mezin dide pirsa mafên merivî berîya lûtkeya bi Hindistanê re, di 8ê gulanê de, qebûl kir, lê Birêz Joseph Biden jî bêguman dê wekî birêz Trumpî li rêya lihevkirinê negere.

 

* Rêveberê lêkolînê li Navenda Lêkolînên Navneteweyî (CERI), beşa lêkolînên têkilhev a Sciences Po û Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Zanistî (CNRS), herweha jî nivîskarê L’Inde de Modi. National-populisme et démocratie ethnique / Hindistana naletî. Populîzma neteweyî û demokrasîya etnîkî, Fayard, 2019.

Wergera ji fransî: Yaqûp Karademîr

 

__________

1) Gotara bi sernavê “En Inde, comment remporter les élections avec un bilan désastreux / Li Hindistanê, meriv çawa dikare di hilbijartinan de bi encameke rûxîner biser bikeve” bixwîne, Le Monde diplomatique, tîrmeha 2019an.

2)Gotara Benjamin Fernandez a bi sernavê “Une presse populaire qui ignore le peuple / Çapemenîyeke populer a ku naxwaze rastîya gel bibîne”, Le Monde diplomatique, gulana 2014an.

3) Bi taybetî li gotara Hannah Ellis-Petersen et Sophie Zeldin-O’Neill a bi sernavê “Covering India’s Covid crisis: hundreds of journalists have lost their lives” binêre, The Guardian, Londres, 3yê gulana 2021ê.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar