Sibat 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

“Ciwanên kurdan yên li Ewropayê ji malbatên xwe polîtîktir in’’

Ciwanên kurdan di dîmenên mezin de zêde nayên dîtin, ango kultura partîkuller a ku ji alîyê van ciwanan ve tê afirandin nayên dîtin. Sazî û hêzên ku pêşengîyê bikin nehatine damezrandin. Sînorê azadîyê ya beşek mezin bi piranî di sînorên malbatî, çarçoveyên îdeolojîk û bernameyên partîyan de bi dawî dibin. Di nav malbatê de şerxwaz e, lê ev taybetmendî ji hin sedemên ku ji alîyê civatê ve hatîye afirandin, niha nayê dîtin...

 

Di lêkolînên  derheqê mijara tarîxa civata kurdan ya nêzîk de, her çiqas  mijara koçberîyê hatibe nirxandin jî, em di van hewldanan de, li xebatên bi taybetî derheqê geşepêdana nasnameyî ya ciwanên kurdan de pir zêde rast nayên. Akademîsyen Avdo Karataş di xebata xwe ya bi Almanyayê re sînordar de; derheqê gengeşîyên li ser asîmîlasyon û entegrasyonê de helwesta ciwanên kurdan û reaksîyonên nasnameyî ya nifşên ciwan derdixîne holê. Me bi Karataş re li ser pirtûka wî ya ‘’Li Dîasporayê Geşepêdana Nasnameyî ya Ciwanên Kurdan – Diasporada Kürt Gençliğinin Kimlik Gelişimi’’ bi mînakên nakokî û lihevxistinên rojane sohbet kir.



Pirtûka we ya bi navê ‘Li Dîasporayê Geşepêdana Nasnameyî ya Ciwanên Kurdan’, li ser bingeha koçberîya kurdan, nirxê vê demografîya li derveyî sînorên Kurdistanê, nemaze yê li welatên Ewropayê ber bi çav dike. Ez dixwazim di vê çarçoveyê de, li gorî tesbîta we ‘kesayetîya sînorê’ bipirsim.

Min têgeha ‘kesayetîya sînorê’ bi vî awayî şirove kir: ji bo her dem û mercî ne derbasbar be jî, bi taybetî di hin merc û şertan de, tesîra koç û koçberîyê ya li ser jîyana kesan, cîhana wan a jîyanê, sînorên wan ên azadîyê, cih, war û demê têgeheke dîyarker e. Ger kesek di antagonîzmayên koçberîyê de naxwaze hêlekê ji dil ve terk bike û ji dil ve başdarî hêla dinê jî nabe, ew kes di rewşa ‘kesayetîya sînorê’ de ye. Ango ger koçber di nav dîkotomîya (dubeşbûna) xwemalî-gerdûnî, ewropayî-asyayî, kurd-alman û hwd. de bi dilxwazî tercîha xwe ji bo alîyekî nikaribe bike, ji bo kesayetîya sînorê helwesteke dîyarker dest nîşan dike.

Kesayetîya sînorê ya takekese/î kurd yê koçber di jîyana rojane de çawa tê dîtin?

Ger em îro navincîya kurdên ku li Ewropayê berbiçav bikin, dê bê dîtin ku wekî encama nûjenîbûnê ji salên 1950yî vir ve kurdên Ewropayê bi pêvajoya nûjenîkirineke gelek zêde re  rû bi rû mane. Kesayetîya sînorê rawestgeha vê geşepêdanê ye. Ji ber ku ev geşepêdan di pêvajoya veguhestinê de veguherîye, demkî û konjokturel e. Lewre dema kesê koçber veguherîna bingehîn nepejirîne, marjînal dimîne!

Hûn ji koçberên din cuda,  şerê kulturî ya kurdan çawa dinirxînin?

Her çiqas ji bo cimeat û civatê kurdên li dîasporayê û li welat dijîn heta niha pir lêkolîn nehatibin çêkirin jî, kêşeya bingehîn û sedemê herî mezin a rageşî û pevçûnên civatî  ‘şerê kulturî’ ye. Şerê ku li vir behsa wî tê kirin tenê têkoşîneke aktîf a di navbera kurdan, dewlet û civatên ku wan parçe kirine de nîne. Di heman demê de rewşa di navbera nifşan de, hevdemkîbûna ne hevdemkîyan, xwedîbûn an jî nexwedîbûn, derzên ku dahatîya dîasporaya kurdan tayîn dikin in. Bersiva ku dê ji bo şerê kulturî bê dayîn, dê şêweya nûjenîbûnê jî dîyar bike.

 

„JI BO TÊKOŞÎNÊ  KESÊ KOÇBER DÊ JÎ KESÊ NE KOÇBER ZÊDETIR BIKÊR BE’’

Nûjenîbûn -entegrasyon- asîmîlasyon li ser kijan xetê ji hev cuda dibin? Koçber vê têkilîyê di nava jîyana rojane de bi afirandin û pejirandinê dijî an jî  lêvarqilîna wî/wê zû bi zû pêk nayê?

Ji bo kurdan nûjenîbûn, hewla civata dinyayê bûn û pêvajoya vê yekê ye. Nûjenîbûn îdeolojîya bûyina yek ji gelên azad a civata dinyayê ye. Ji destpêka pêkhatina tevgerên nûjen ên rizgarîya neteweyî ya kurdan, nûjenîbûna neteweya kurd wekî xaleke herî girîng hatîye dîtin. Û ev armanc bê îstisna di hemû hereketên gelê kurd de heye.  Entegrasyon bêyî ku nirx û normên civata ku tê de tê jîyîn bê referekirin, hewla bidestxistina ciheke bê problem a di nava civata ku têde tê jiyîn de ye. Bi pejirandina nirx û normên civata ku têde tê jîyîn jî, asîmîlasyon pêk tê. Di pêvajoya asîmîlasyonê de wargehên ku navenda kultura bingehîn pêk tîne, ku Dahrendorf vê yekê wekî lîgatur bi nav dike, dişibe kultura ku bi rêya veguherînê koçberan werdigire. Ji ber vê yekê jî ji bo kurdan nûjenîbûn di heman demê de tê wateya entegrasyonê jî. Ev pêvajo, di nav civata kurdan a koçber de, bêyî ku bibe sedemê teqîn û tevlihevbûnên mezin, bi balanseke xwezayî pêk tê. 

Li Almanyayê di salên 2000î de îmaja kurdan çi ye?

Li Almanyayê îmaja kurdan mijareke gelek balkêş e. Her çiqas li ser vê mijarê xebatên ezmûngerî (empirik) tunebin jî, dikare bê gotin ku di îmaja almanan de ji demeke dirêj ve ye di derheqê kurdan de îmaj û têgeheke bi paradîgmayên cihêreng heye. Yekem forma vê îmajê wekî ku ji wêneyên wê serdemê jî tê fêmkirin têgeheke oryantalîst e. Dû re bi taybetî jî bi berhemên kesên wekî Karl May ev têgeha oryantalîst, hîn zêdetir hatîye estetîzekirin.  Ev têgeh ji bo koçberên kurd yên piştî  1980yî hatine jî tesîreke erênî kirîye. Ji 1993yan pê ve di îmaja pozîtîf a kurdan de şikestinek çêbû. Di encama çalakîyên ku di heman salê de ji alîyê PKKê ve hatin lidarxistin, PKK wekî rêxisteneke terorîst hate qedexekirin. Rêxistina Parastina Qanûna Bingehîn di raporên xwe ya salane de, ji bilî rêxistinên terorîst ên îslamîst, di nav rêxistinên bîyanî de PKKê jî rêxistina herî mezin a terorîst û çepgir dest nîşan dike. Ev rewş rêxistina herî mezin a dîyasporaya kurdan krîmînalîze dike û di heman demê de civata kurdan jî derdixe derveyî sînorên raya giştî. Di heman demê de li seranserî dinyayê di derheqê kurdan de îmajeke wisa çêbû: Kurd bi têkoşîn, teorî û metodên xwe, pêşengîya tevgerên civatî yên nû kirin û bûn aktorekî dîyarker. Tirk li  Almanyayê grûba herî mezin a koçberan pêk tînin. Yek ji sedemên paradîgmaya ku îmaja kurdan ji nû ve bixe rojevê jî ev e.

 

Gelo takekesê kurd ê koç kirîye û li welatên Ewropayê dikare azadîya xwe bijî, di mijara rêxistinbûyînê de bi zehmetî û şîdeta civatî re rû bi rû dimîne an jî rêxistinbûyîna xwe bi rêya takekesîyê tercîh dike?

Beravajî, takakesê kurd ê koçber, di mijara damezrandina rêxistinên xwe de, hem ji alîyê navxweyî hem jî ji alîyê derveyî de bi du zextan re rû bi rû ye.  Sedema  yekem,  jîyana sosyal a civata navxweyî ye û ji ber şert û pêwistîyên jîyana li Almanyayê hewcedarî û zexta  rêxistinbûyînê heye. Ya duyem jî zexta pêwistîyên şert û mercên derveyî ne; zarûretîya rêxistinbûyînê ji sedemên rûdanên li welat pêk tên. Û ji ber ku civateke koçber e, pêwistîya rêxistînîya ji bo alîkarîya navxweyî jî heye. Di eslê xwe de takakesê kurd di mijara rêxistinbûyînê de azad e. Sedema kêmasîya rêxistinîbûyina ji derveyî qadên polîtîk, ango qadên perwerdeyî, ciwanî, kulturî û hwd.  aktîfnebûna takakesê kurd e.

Ger ji hêla lipaşmayî ve binêrin; takkakesê koçber kesê ku li dijî îdîayên wekî ji berpirsîyarîya xwe direve, welatê xwe terk dike, ‘dev ji têkoşîna xwe berdide’ têkoşîn dike. Li gorî we ev helwesteke rast e  û hûn vê îdîayê parve dikin? Gelo kesê koçber ji ber ku hîn kêmtir welatparêz e, koç dike?

Bi rastî jî di nava aktîvîstên dîyasporayê de telafûz û bilêvkirineke li dorhêla mijara  ‘’valakirina Kurdistanê’’  heye û car caran ev arguman tên bilêvkirin. Koçkirin ji bilî kesên ku mecbûr in, metodeke hereketkirinê ye û ji mafên herî bingehîn a azadîya mirovahîyê ye. Her çiqas hebûna sînor û pasaportan xalên pevçûnê yên vê azadîyê bin jî, bi awayekî teorîk rastî ev e.  Ji kijan hêlê û ji kîjan sedemê dibe bila bibe koça kurdan bûyereke dîyasporîk e. Bi awayekî ji alîyê dîyasporaya kurdan ve xwedî li koçberan tê kirin, ji ber vê yekê ew jî beşdarî têkoşîna nasnameyê, alîkarîyê, piştgirîyê û hwd dibin û têkoşînê bi pêşve dixin. Meriv nikare bi berçavê milîtanîyê li mijara koçkirin an jî koçnekirinê binêre. Takekesê mecbûrî koçkirinê bûye, pirî car dikare ji rewşa xwe ya li welat zêdetir ji bo têkoşînê bikêr be.

„CIWANÊN KURDAN  JI MALBATÊN XWE POLÎTÎKTIR IN“

Têgeha kurdbûnê ya ciwanên kurdan yên li dîyasporayê ji dayik bûne çi ye? Almanbûyin ji kurdbûyinê çi dibe û çi tîne?

Ciwan, tenê ne ji bo nîşandana di dahatûyê de dê civata kurdan veguhere formasyoneke bi çi rengî ne, di heman demê de aktor û dîyarkerên veguhestina ji îro bo siberojê ne jî. Ji bo vê yekê divîyabû li navenda lêkolînan bûna, lê li ser wan lêkolînên zanistî gelek kêm in. Ji ber vê sedemê em ciwanên kurdan ên dîyasporayê nas nakin, wekî nivşeke formasyona wan nizanin. Li ser nakokî û şerên di navbera nifşan de tenê xebatek jî tuneye.

Ciwanên kurdan di dîmenên mezin de zêde nayên dîtin, ango kultura partîkuller a ku ji alîyê van ciwanan ve tê afirandin nayên dîtin. Sazî û hêzên ku pêşengîyê bikin nehatine damezrandin. Sînorê azadîyê ya beşek mezin bi piranî di sînorên malbatî, çarçoveyên îdeolojîk û bernameyên partîyan de bi dawî dibin. Di nav malbatê de şerxwaz e, lê ev taybetmendî ji hin sedemên ku ji alîyê civatê ve hatîye afirandin, niha nayê dîtin.

Xwe bi Ewropayê re wekhevkirin, ji xwe bi almanan re wekhevkirinê zêdetir e.

Dema li bikaranîna navxweyî ya nasnameya takekesî (individuel identifikasyon) bê nêrîn, tê dîtin ku ciwanên kurdan ji sedema zîndîtîya têkoşînê, ‘’şerm dikin’’ ku xwe bi nasnameyeke li derveyî kurdîtîyê bidin naskirin. Kurdbûn, xwe wekî kurd îfadekirin, ango di çarçoveya nasnameya etnîkî de têgeha jihevcudakirina em û yên din bi hêz e.

Hûn karektera erênî û neyênî ya vê nifşê nû çawa şirove dikin?

Dema bi gelemperî bê nêrîn, navên wan kurdî ne û  deqên li ser bedenên wan jî sembolên kurdî ne. Li ser mijarên wekî tarîxa kurdan, erdnîgarîya kurdan û hwd jî ji dêûbavên xwe gelek pêşdetir in. Piranîya ciwanên kurdan ji dêûbavên xwe re nasnameya kurdîtîyê ferz dikin, ne berevajî wê. Lê di civatên normal de ev rewş berevajî ye. Pir zêde kitêb nexwînin jî, neçin şano û sînemayan jî, têgeha wan a ji alîyê aborîyê ve bilindbûn, gelek zêde ye. Ciwanên kurdan pir zêde polîtîze bûne.

„KURDÊN LI DÎYASPORAYÊ MISILMANÎYÊ BI AWAYEKÎ RÊXISTINÎ NAKIN ARMANC“

Pêkera (faktor) dîn û ayînê jî wekî mijareke girîng hatîye lêkolînkirin. Ger di demên dawîyê de wekî pirsgirêkeke ku ji nû ve dikeve rojevê bê lêkolînkirin, ji bo kurdên misilman  li dîasporayê kurdbûn, misilmanbûn û ciwanbûn çawa tê ravekirin?

Di dîyasporaya kurdan de dema hem elewîtî û hem jî êzîdîtî mijara behsê be, meriv dikare bêje du grûbên bin a dîyasporayê dihewîne, lê meriv nikare ji grubeke dîyasporayê ya misilmanên kurdan behs bike.  Di dîyasporaya kurdan de rol û tesîra misilmanîyê gelek qels e. Heta niha rêxistinbûyina di bin sîwana misilmanîyê de jî nayê dîtin. Bi qasî ku dizanim komeleke biçûk a nûrcîyên kurdan heye. Lê elewîyan li dû salên 1990î sazî û rêxistinên xwe damezrandin. Di warê rêxistinbûyînê de hin hewldanên êzîdîyan hebe jî, bi esasî di 1994an de li dû jenosîda Şengalê xebatên xwe yên rêxistînîyê leztir kirin û bi pêşve birin. Di demên dawîyê de rêxistinbûn bi gelemperî li derveyî partî û dorhêlên polîtîk ên kurdan e, vegotina etno-dînî ji xwe re dikin armanc û veqetandina ji etnîsîteya kurdan refere dikin. Girseya kurdan ligel ku di nav rêxistinên misilmanên tirk û yên din de cih bigrin jî, misilmanîyê hem ji alîyê rêxistinî û hem jî wekî qada jîyanê nagrin navenda xwe.

Ger we faktora cinsîyetîya civatî girtibe ber çavan, we nakokîyên li ser bingeha cudakarîya cinsî an jî azadîya meyla cinsî çawa şirove kir?

Di pêvajoya lihevrasthatina kulturên ku koçber didin û digrin de geşepêdana ku qeyrana  yekem derdixîne holê û dibe sedema nakokîyan, cudahîyên pozîsyona cins û cinsîyetê ne. Ev mijar cih û rolên cinsan yê di nava civatê de dîyar dike. An jî ji alîyê çavdêr û civatê ve li gorî nirxên xwe yên exlaq û sincê tê kodkirin. Ger bi kurtasî bê îfadekirin, tiştê ku herî zêde beşa kevneşop a civata kurdan dixe bin stresê alîyê ‘fenîmen’ ya civata koçbergir e. Civata koçbergir pirîcar nikaribe wekhevîya cinsan biafirîne jî, civat bi yekserî tê femînekirin, ji pederşahîyê tê bidûrxistin. Mêrê kurd yê kevneşop  hîs dike ku cih û rola wî ya civatî ji holê radibe. Ji ber vê yekê jî pirîcar ji civata ku jê tê zêdetir meyla kontrolkirina jin û jintîyê dest nîşan dike. Ev helwest li dijî jinan vediguhere şîdeteke latent (veşartî) an jî gelek vekirî. Alîyê dîyasporîk yê civata kurdan, jin(tî) û mêr(tî)yê wekî enerjîya têkoşîna polîtîk dibînin, ev yeka jî têgehên cins û cinsî yên aîdî koçberîyê ne, hîn zêdetir aloz dikin.

Wergera ji tirkî: Nedim Baran

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
X

Passwort vergessen?

Mitglied werden!

  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.