Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Civata sosyalan

Li ser lîsteyên qaçaxçîtîyên navneteweyî, bazirganîya der-qanûnî ya berhemên hunerî di rêza sêyemîn de ye, piştî ya madeyên hişbir û ya çekan. Ew dimîne wekî karekî refahê tevî afirandina yekîneyên lêpirsînerên pispor û hişmendîya têkildarî temsîla wê ji bo welatên talankirî. Li Îtalyayê, ew karûbarên sextekarên pir danaskirî û spîkirina berheman ji alîyê pisporan ve li hev digihîne.

Di ser șewba Covid-19ê re çi bigre du sal derbas bûn, lê hîn jî çêkirina bîlançoyeke tendirustîyê ya polîtîkayên ji alî rêveberên welatên cihê ve hatin pêkanîn çêkirin zahmet xuya ye. Tevî vê jî, di warê civatî de, encamên wan bi awayekî seyr zelal xuya dikin: alîkarên dermankeran, nexweșnêr, veguhêzer, kasedar, gîședar, paqijker û hwd., mêrxasên demên vîrûsan yên ji alî desthilatê ve dihatin pîrozkirin û di bihara 2020î de xelkê li ber penceran ji wan re li çepikan dixist, bi șûn de hatin șandin nav tarîtîya ku pergala aborî ew hergav tê de dihiștin. Tevî sozên «dinyayeke piștî șewbê» ku dê newekhevîyên civatî li gor berjewendîyên giștî kêm bikira, ne mercên xebatê, ne jî rewșa van servîsên bingehîn baș nebû.

Ji bo pîșesazîya dîjîtal, dîsa jî, Covîd 19ê rîya baxçeyekî șadî û bextewerîyê vekir: “Her pênc șîrketên teknolojîyê yên serekî -Apple, Amazon, Alfabet, Microsoft û Facebook- di çaryeka duyemîn a salê de, ji xeynî baca ku dabûn, 75 milyar dolar qezenc kirin, ku ji ya sala berî çi bigre ji % 90î zêdetir bû”, sernivîseke Financial Timesê (31ê tîrmeha 2021ê) bitirs dibêje. Ev encam, qada berfireh a ku ji alî platforman ve di jîyana me ya rojane de hatîye fetih kirin werdigerînin termên mihasebeyê. Û ji ber sedemeke baş: polîtîkayên têkoșîna li dijî șewbê xwe dispêrin wan.

Ji girtîmayina li malê heya bi xebata ji dûr ve bi razîbûna perwerdehîya ji dûr ve û “passa tendirustîyê” [belgeya vaksînê/aşîyê], biryarên desthilatên giștî xwe dispêrin du farazîyeyên ku qet nehatine minaqeșekirin. Di serî de, hevkarîkerîyên mirovî yên asayî ku ji ber rewşa awarte ya tendirustîyê hatine qedexekirin dikarin derbasî ser înternetê bibin û geş bibin. Kar kirin (yên, bi kêmanî, ku dikarin), xwendin, șayî kirin, mezaxtin, axavtin, hevdîtin, xwe perwerdekirin, li xwe baș nêrîn, herweha li ser ekrana xwe miayene kirin: dîjîtalîzekirina têkilîyên civakî dê pêdivî be, ji ber ku ji alî teknîkî ve mimkin e.

Ya duyem, platformên dîjîtal ên taybetî ku niha beşekî jîyana hevpar organîze dikin bitenê dikarin guh bidin qanûnên bazarê û mercên bikaranîna wê yên ku ji hêla rêveberîya wan ve hatine destnîşankirin. Ne ceza û ne jî mecbûrîyetek li ser wan nayê ferzkirin, ne jî yek ji van șertnameyên ku bi awayekî giștî bi şandeyên karûbarên giştî re hevaltîyê dikin. Lê dîsa jî gelek rêveberên Silicon Valley heqê firotina tiştê ku dewletê pêşkêşîya wî rawestandîye bi xwe re dibînin. Di sala 2017an de, birêz Mark Zuckerberg, damezrênerê tora civakî ya Facebookê ku 2.8 mîlyar bikarhênerên wê yên çalak hene, sêwirana xwe ya mezin pêșkêș dike û dibêje: “Bi derbên ‘ez hez dikim’ em ê ji nû ve ‘tevna civatî’ ya veçirî birêsin û ‘binesazîya civakî ya demdirêj ava bikin ku mirovahîyê bîne ba hev’. Civata Facebookê xwedî derfetên bêhempa ye û dikare pêşîyê li xirabîyên civatê bigire, di rewșa krîzê de pê re bibe alîkar an bi armanca ji nû ve rêxistina wê meriv bîne cem hev”.(1)

Tercîhên hikûmetan yên ji van her du farazîyeyan derdikevin bi dijberîyek hindik a partî û sendîkayên dilsoz ên pêşketina civatî re rû bi rû dibin. Dema ku Serok Komarî bixwe qebûl kir ku “welatê me, îro, bi tevahî bi jin û mêrên ku aborîyên me wan ewçend kêm nas dikin û ewhinde kêm didin wan ve girêdayî ye”, tevî vê jî demjimêra ferzkirina komkirina bêmawe ya çalakîyên pêdivî yên ji bo jîyana kolektîf di bin statuya parastî ya servîseke giştî ya mezin de hatibû û derbas bûbû. Fersend ji dest çûbû. Piștî saleke din, sergermkirina bișatafat a rêveberîyê li hemberî xebatkarên tendirustîyê, karên malê û perwerdeyê dê tenê bikêrî erêkirina nifûza pîşesazîya dîjîtal bihata, ku karê wê yê bingehîn ji firotina înkara heta bi van têkilîyên mirovî pêk tê: hevkarîgerîyên wan ji hêla algorîtmayan ve têne sererastkirin û ji alî jimêrkerên șîfrekirî ve têne nirxandin.

Wekî tașeron dana binesazîya civakî ya șîrketên Silicon Valley her ku diçe nelirê xuya dike, ji ber ku damezrênerên wan çi bigre hemî xortên bêkes û bêdeng in, ku ji derdorên civatî yên xwedî îmtîyaz tên, pir kêm meyla wan a bala xwe bidin kesên din, têkilîyên civatî yên vekirî, hevaltîyên germ, kelecanên kolektîf heye. Berevajî vê: çanda binî ya geekê ya berlihindur û mêranîya dilşikestî ya li gor formên lîstikên vîdeoyê pêk hatî, nebûna empatîyê dinirxîne. Ew rêza pantheoneke (perestgeha hemî xwedayan, n.b) ku xwedayên wê bi cûre autîzmeke nerm, wekî mîlyarderên lîberal Elon Musk, patronê Teslayê, Peter Thiel, hev-damezrênerê Paypalê û gelekên din ên ku bi fermî nehatine naskirin digre. Ta radeya ku rojnamevanekî ji kovara Wiredê, ku wê demê Incîla mehane ya Silicon Valley bû, di 2001ê de navê sendroma Aspergerê kiribû “sendroma geek”ê: “Ku li sektorê pirê caran henek pê tên kirin: Hejmara bernameçêkerên xas û hişk ên ku di nav kelehên komputerê yên wekî Intel, Adobe û Silicon Graphics de dixebitin, ku serê sibê dest bi xebatê dikin û derengê şevê vedigerin malên xwe û bênavber bi saetan kodan dinivîsin û bilîtran sodayê dadiqurtînin, li cîhekî navçeya Aspergerê2 dimînin.” Kesên ku di bin bandora vê tevlîhevîyê de mane pirsgirêkên kûr ên civatî yên têkildarî nikarîna wan a têgihîştina zimanê nedevkî ku tora bingehîn ya têkilîyên pêwendîyên navkesan pêk tîne dijîn, lê ew carinan behreyên awarte di çend warên ku meyla wan li ser e de nîșan didin.

Ev rewșa ku ji hêla piranîya mirovan ve wekî awayekî seqetkirinê tê hesibandin, ”mesafeya civatî” ya ku ji alî hikûmetan ve li ser navê tendirustîyê hatîye ferzkirin jixwe jîyana rojane ya gelek pêşdeberên computerê ye, ku dê êvarên xwe bi dilekî rihet bi gore û șimikê derbas bikin û sepandinekê kod bikin, da ku derfetê bide fizîka xwendekarên Harvardê ji dêvla sohbeta bi wan re not bike. Li hember nezelalîya sergirtî û îmayên ku gotûbêjên rû bi rû dirêsin, jîyana dîjîtal derfeta rasyonalîteya nîșanderên hejmarkî ku lê kelecan para herî kêm digre dide geekên ku wê bi awayekî hovane û herweha jî bêkêmasî pêș dixin.(3)

Torên civakî yên ji hêla asosyalan ve hatine sêwirîn û dest bi avakirina pêvendîyên ser înternetê ên nîvê niştecîhên cîhanê kirine, guherîna radîkal a têkilîyên merivî, di nava civatên me yên parçebûyî, tirsonek û di bin zextê de, çavkanîya dilêșîyeke nayê fêmkirin e. “Jixweber cihêbûna civatên rojavayî yên nûjen tê wateya ku gelek kes devjenîkirina bi hevwelatîyên xwe re bêfêde, nexwestî an jî seyr dibînin,” heftenameya Brîtanî The Economist (10ê tîrmeha 2021ê) di warê rêze lêkolînên li ser girîngîya pratîka bav û kalan ku kêm dibe de dibêje: axaftina bi bîyanîyan re, veguhastina tevahîya beşên jîyana rojane ya li ser înternetê ku li ser navê tekoşîna li dijî șewbê tê kirin vê meylê bi awayekî hişk dide lezandin.

Ji bo xelkê ku duçar dibin, nemaze yê sektora perwerdeyê, ev pêla dîjîtalîzasyonê ya dawîn ku nayê tehemûlkirin, heta ku ew tevgereke demdirêj, rêveberîya gelan bi jimaran dirêj û berfireh bike dê kesî șaș neke. Heta navenda salên 2000î, girêdanên hevaltî, hezkirin, xapandin, bala yekûdu, hestên mereqê, şahî, hêrs û kederê hîn jî ji gindorê șidandinê yê nirxandina çendanî ya ku ji nîvê sedsala XXî vir ve li ser cîhanên aborî û leşkerî serdest e, xilas nedibû. Ji bo veguhastina his û rewșa gîyanî wekî malê dîjîtal, bilîmetên Silicon Valley divîya berî ew bikirana rewșeke ku bên pîvandin da ku nirxê xwe rêz bikin, beșdaran teşwîq bikin û daneyên kesane hilberînin. Ji alî sêwirînê ve jî, piranîya sepanên ku derfetê didin meriv hevkarîgerîyê li serxetê bike, çi stêrk, çiqilên şîn, șopîner an dilên piçûk bin, hejmaran dixin navenda pergala xwe ya nirxan.

Heke em karibin bêjin, meriv dikare dînîtîya guhastina taybetmendîyên herî girîng ên civakên şaristan ya di bin rejîma çendanîkirinê de bi çavdêrîkirina zirara ku daye perwerdehîya neteweyî, nexweşxane yan jî şîrketên mezin ku zilma nîşandekên performansê û armancan bipîve. Dîrokzan Jerry Z. Muller di pirtûkeke ku li ser vê xwînreşîyê de bi bîr tîne, ku “Pirsgirêk, ne pîvan e, lê zêde pîvan e; ne nîşandek in, lê hingofîya nîşandekan e.(4) Îcar qerekterê wan ê rêzikperest, ku tevî tecrûbeyê, darizandina şexsî, nêrîna paşeroja dîrokê jî xwe ferz dike.

Ji rêzimana jimaran pê ve tu rêzimaneke din niha li ser rûyê erdê xwedîyê vê hêza gerdûnî ya bibîranîn û bawerkirinê tuneye. Bêyî ku kesek biryarê bide, ravekirina pandemîya Covid-19ê bi zimanekî hejmar û xwarxêzên li ser hev bi lez ji cîhana bijîşkî ber bi girseyên gelî ve bi navgînîya medya û cîhana sîyasî ji raya giştî re hate ragihandin. Besta scopîk, ew daxwaza ku meriv nikare xwe li hemberî wê bigre ku bîner ber nêrîna wêneyê dahatî yê li ser ekranê ve dahf dide, manendê xwe yê dîjîtal di bendemana endîședar a jimareyên îroyîn de dibîne. Bûyer, ceribandin, mirin, razanên li nexweşxane, tijekirina servîsên lênêrîna misêwa, rêjeya parzalêdanê, lîsteya mirina bi mîlyonan: her êvar, rahibekî mezin ê tendirustîyê duaya dirêj a nîşanderan bizahmetî dibêje ku avakirin û dicîhdebûna wan tenê dema tersê sêwirîna desthilatê xeber didin tên devjenîkirin. Hikûmet bi hejmaran meşrûîyeta hilbijartinên xwe dispêre van rîtûelên ku di rûpelên pêşîn ên motorên lêgerînê û rûpelên pêşîn ên rojnameyan de têne xuyakirin. “Xwarxêzê rast bikin”, “di bin sekûkê re derbas bibin”, “bigihîjin armancê”: Pûan, parametre û tabelayên nîșandanê wirde wirde jîyanê dixin nav tomara lîstika xalan, tandaneke klasîk a dîsîplînekirina tevgera kesên xwedî serwerîyeke bisînor, li baxçeyê zarokan.(5)

Merivê bi fîşekên hewayî yên statîstîkî hîpnotîzekirî, ji nişka ve bi ramana ku ev danasîna xuyangîyê ya nayê devjenîkirin ji tiștê bingehîn bêpare û wî serpûș dike vediciniqe: ev jî lezgînîya pir girîng a veguhastina civakek nexweş a ku krîza tendirustîyê bitenê yek ji elametên wê ye nîșan dide.

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademir

1) Mark Zuckerberg, «Building Global Community», Facebook, 16ê sibata 2017an. Gotara Eric Klinenberg a bi sernavê «Facebook contre les lieux publics / Facebook li dijî cihên giştî» bixwîne, Le Monde diplomatique, nîsana 2019an.

2) Steve Silberman, «The geek syndrome», Wired, San Francisco, 1ê  kanûna pêșîn a 2001ê.

3) Penny Benford û Penelope Standen , «The Internet   : a comfortable communication medium for people with Asperger syndrome (AS) and high functioning autism (HFA)   ?», Journal of Assistive Technologies, berg 3, n° 2, Bingley (Qralîyeta Yekbûyî), tîrmeha 2009an.

4) Jerry Z. Muller, The Tyranny of Metrics, Princeton University Press, 2018.

5) Gotara Serge Halimi ya bi sernavê «Tous des enfants / Hemî zarok», Le Monde diplomatique, gulana 2020î.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar