Adar 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelLi Qafkasyayê pêşbazîya rûs û tirkan
Nächster ArtikelSaleh Nemr

Çîrokeke nûbûnê an jî berdewamîyê?

Gelek aktor bi perwerdekirina burokrasîyê re mijûl dibin: dibistanên Partîya Komunîst a Çînê (PCC), dibistanên rêveberîya dewletê, zanîngehên ku lê perwerda lîsansa bilind a rêveberîya gelemperî (MPA) tê dayîn, demûdezgehên perwerdeya berdewam ên pisporbûyî yên wezaretan. Ev pergal ji alîyê dîrokî ve diçe û tê, li nav-bera feraseteke merîtokratîk ango lîyaqatî, ku dixwaze hostetîyên meslekî bi pêş bixe û feraseteke sedeqetê, ku girêdayî parastina tevnên bawerîyê yên partîyê ye.

Tevlîhevîya amûr şolîbûna cudahîya navbera «kadroyan», mîrasa rêxistina îdarî ya ji alîyê PCCê ve di salên 1950yî de li ser modela binavkirinê ya sovyetî hatîye pejirandin û «rayedaran» radixe pêş çavan. Herçendî cihêbûna termînolojîk a navbera du kategorîyan ji sala 1987an ve, bi qanûnê hatîye destnîşankirin, rêvebirina her du karîyeran hê jî yekbûyî ye . (1) Di rastîyê de, piranîya rayedarên payebilind di heman demê de kardroyên partîyê ne û beşa personel a PCCê hê jî di her rêveberîyekê de xwedînûnerek e.

[emember_protected]

Dibistanên partîyê ku ji salên 1950yî ve hatine biserûberkirin, di asta navendî, bajarî û şaredarîyê de kursên rêveberîyê didin kadroyên komunîst ên divê bi berpirsyarîyên nû rabin. Ev dibistan hişyarîyên îdeolojîk bi bîr dixin ji bo ku sîyasetên gelemperî yên li Pekînê hatine pejirandin, li hemû astên rêxistinê bi awayekî rast bên veguhestin. Di paralela vê yekê de dibistanên rêveberîyê di salên 1990î de hatin afirandin, bi îlhamgirtina ji Dibistana Neteweyî ya Rêveberîyê (ENA) ya fransî, ji bo misogerkirina, di perwerda berdewam de, pêşvebirina hostetîyên teknîk.

Rêzikên xwe gihandina xizmetên gelemperî rewşê hê zêdetir şolî dikin. Tevî armancên bi coş ên merîtokratîk ên PCCê û girîngîya her diçe zêde dibe ya hostetîya li ser rêyên karîyerê, pêşbazîya îdarî ji 1993yan ve bi xebatkarên asta nizim-navîn hatîye sînorkirin. Tevahîya kadroyên îdarî yên bilind û yên partîyê îro li gorî pergala neqandina sîyasî ku xwe dispêre têkilîyên sedeqetê, tên wergirtin . (2)

Pêvajoya gelek sedsalan, pêşbazî bû temsîla çerxa sereke ya neqandina bijarteyên bûne berpirsîyarên karûbarên gelemperî. Herçendî zehmet be jî muqeyesekirina kadroyên hemdem li gel kategorên civakî yên wekhev ên serdemên pir kevin, kesên xwendin û nivîsandina wan heye dikarin wekî burokratên serdema xwe (605-1905) bên dîtin. Ev karmendên sîvîl û neqandî ne, li gorî bingeha pêşbazîyeke ku zanînê dertîne pêş -bi giranî wêje û felsefeyê, dû re jî, piştî 1860î, dîsîplînên wekî dîrok an jî zanistên xwezayî- di mijara qebîlîyetan de. Pêşbazîya emper-yal, ku ne li gorî jidayîkbûna wan, lê li gorî ilmê wan, beşdaran dineqîne, peyderpey, dîsa li gorî şêweya çanda ku nirxê didê û li gorî hewldana diravî ya ji bo amadekarîya ezmûnan, dibe çer-xeke ji nû ve hilberîna civakî ya çînên rêveberan. Ji holêrabûna wê ya 1905an, ku da pey ya akademîyên emperyal di 1898an de, bawerîya, tekrareke di dîroka Çînê de, ku hevnegirtina navbera hostetîyên rêveberîyê û armancên neteweyî li pêşîya nûjenbûnê dibe asteng.

Bijarteyên Çînê, beramberî zehmetî û buhranên ku welat bi wan re rû bi rû ye, xwe tu caran têra xwe nûjen hîs nakin. Îdîaya zarûrîyeta «rêveberîyeke nûjen» ji ber vê yekê tê wateya venasîna kêmasîyan, ku ji nêz ve bi perwerdeyê ve girêdayî ne. Piştî dawîhatina li Împaratorîyê (1905), derdorên kar ên reformîst bi fînansekirina yekemîn zanîngehên ku modelên amerîkî û alman bûn (Fudan di 1905an de, Tsinghua di 1911an de) tevlî pêvajoyê dibin. Dijberî kevneşopîya konfuçyûsî, ev zanîngeh bêhtir giranîyê didin pratîkî, bi berhemên referans ên ji zimanekî bîyanî wergerandî xwe xwedî dikin û zêdetir cih didin mamosteyên li wêdetirî-deryayê ango li welatên din ên perwerdebûyî sûdê werdigirin. Çunku, ji bo derketina ji buhrana piştî şerê yekemîn ê cîhanê, divê tevahîya zanînên sinifên rêveberên paşerojê ji serî heta dawî di ber çavan re bên derbaskirin.

Bicihbûna li welatên derve ji bo perwerdeyê zêde dibe. Koma pêşî a ji sed û bîst xwendekaran pêk tê di navbera salên 1872 û 1881ê de diçe Dewletên Yekbûyî (Amerîka). Bi hezaran xwendekarên din hostetîyên xwe yên teknîk di navbera salên 1869 û 1911an de li Japonyayê bi dest dixin, herikîna ber bi zanîngehên amerîkî ve jî heta sala 1949an zêde dibe. Ji vê tarîxê ve Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst (YKKS), dû re jî welatên din ên sosyalîst bi vê rola perwerdeyê radibin.

Ev pergala nû ya îlhamgirtina ji derve li gel vê yekê jî, ji ber ku sedeqeta wê ya ji bo rejîmê tune, nikare li şûna ya berê di çerxa federalî de bi cih bibe. Zanîngeh dibin cihên fikirîn û guftûgoya li ser girêdana sîyasî ya xwendekaran, lê belê tu tesîra wan li ser burokrasîyê tune. Gotar an jî xîtaba nûjengir xwe ji nû ve dide xuyakirin li nava bernameya Partîya Netewegir (Guomindang), a desthilatdar di navbera 1927-1937an de û zêdetir karmendên ciwan ên perwerda xwe li derve kiribûn destek didanê. Li ser şîretên pisporên ewropî yên Civata Neteweyan, çend reformên perwerdeya bilind ji bo gihandina rêveberên ciwan ên dewleta nûjen ji 1932an û pêve derdikevin holê, lê belê ew ê di 1952an de ji alîyê Mao Zedûng ve bên terkkirin. PCC, ku di 1921ê de li Şangayê hat avakirin -û xwendekarên zanîngehên nû dest pê kirin bûn endamên wê-, bi awayekî vekirî li ser rola burokrasîyê ya di nûjenkirinê de jêpirsînê dike.

Berevajîyê reformîstên berê, Mao wê ji realîteyên sehayê qutbûyî dinirxîne û li pêşîya şoreşê wê wekî astengîyekê pênase dike. Mao pergalê ji hev dixe. Armanca wî ji vê yekê ew e ku sedeqeta sîyasî xurt bike, heta ji destê wî bê cihêrengîyên ku jêdera wan sermayeya çandî ye ji holê rake û nehêle burokrasî xwe di nava sinifa civakî de bi gewde bike. Ev yek wê li şoreşa berdewam û sazkirina civakeke adiltir pêşî bigire.

Bi pêkanîna rêbazên caxên îdeolojîk û ji nûve perwerdekirinê ku bi Şoreşa Çandî bi encam dibin, Mao dawîya dawî rêvevberîyê bi xwe ji holê radike. Eger rêveberên sîvîl ji tesfîyetên pêşî yên salên 1950yî difilitin jî, ew bi awayekî girseyî dikevin ber ya 1966an, sala jiholêrakirina reqabetê. Di 1968an de, ji sedî 60ê berpirsîyarên îdarî ji nava çerxa leşkerî tên. Neqandin û terfîkirina rêveberan ji vir û şûn ve êdî berî her tiştî xwe dispêrin sedeqeta sîyasî: divê hûn xwe wekî «sor» pênase bikin. Li bajarên mezin jî li gundewarîyê jî, ji ber guherînên tekrar, êrişên şîfaî û fîzîkî, biçûkxistin û surgunbûna ber bi gundewarîyê li nava «dibistanên 7-Gulan » (3) yên nû ku rola wan jinûve perwerdekirina îdeolojîk bû, ev rêveber tên felçkirin.

Di 1976an de dema Mao dimire, di navbera dewlet û partîyê de êdî tu cudahî nemaye: pergala zanîngehî ji hev hatîye xistin û sedeqeta sîyasî yekane pîvana veguherîna karîyerê ye. Ji 1978an ve, rêveber hêdî hêdî dikevin nava hewldaneke jinûvevekirina kanalên perwerdeya bijarteyên ronakbîr, îdarî û sîyasî. Bi vê yekê re, bi awayek ji awayan kevneşopîya împaratorîyê û pratîka salên pêşî yên Çîna piştî şoreşê li hev gihandin. Pêwistîya nûkirina cûya xizmeta gelemperî bi wergirtina kar a ciwanên «baştir perwerdekirî, zêdetir bi qebîlîyet, zehftir dirust û li gorî hêjabûn û lîyaqatê neqandî» dibe motîfa sereke . (4) Ev pêwistî dibe rêbera reformeke bi coş a per-werdeya bilind ku di navbera 1985 û dawîya salên 1990î de pêk tê.

[/emember_protected]

________

1) Xala 16 ya qanûna li ser karmendîya gelemperî ya Komara Gel a Çînê (RPC), di 27 nîsana 2005an de hat qebûlkirin û 1ê çileyê 2006an ket merîyetê. Teksta yekpare ya qanûnê bi îngilîzî: “Çin Halk Cumhuriyeti Kanunları”, Asian Legal Information Institute, www.asianlii.org

2) Xala 21 ya qanûna li ser karmendîya gelemperî ya RPC.

3) Dibistanên şoreşger ên piştî destpêkirina şoreşa çandî derketin holê, 7 gulan 1966.

4) Di kongreyên CCPê yên 1987, 1992 û 1997an raporên Sekreterê Giştî de hatî vegotin.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial