Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Çima rejîma Sûrîyeyê li ser pîyan ma

Di deh salan de, şerê ku Sûrîye ji hev xist, bû sedemê mirina 500 hezar kesî û koçberkirina 12 milyon welatîyî. Windakirîyê bihara 2011an, serokdewlet Beşar El Esad bi destwerdanên leşkerî yên Rûsya, Îran û Hizbullaha lubnanî hat rizgarkirin. Vemayîna wî herweha xwe dispêre piştgirîya eşîrî ya li nava civaka wî ya elewî û kontrola mutleq a ji alîyê malbata wî ve li ser civakê û dewletê.

26ê gulana 2021ê, serokê Sûrîyeyê Beşar El-Esed dîsa hate hilbijartin bo cara çarem. Li gorî hejmarên fermî, wî ji %95,1ê rayan wergirtîye ku beşdarbûn ji %76,4 bû. Rayavêtin bi tenê li herêmên ku di bin kontrola rejîm û hevalbendên wê de ne, pêk hat. Loma, ne Bakurê Rojhilat (herêma kurdan) ne jî wîlayeta Idlîbê ku hê jî di destên komên dijber de ye ku Tirkîye alîkarîya wan dike, têkildarî rayavêtinê nebûn.

Herçiqasî encama vê hilbijartinê, ya ku du berbijarên din jî beşdarî wê bûbûn, hema bibêje me ji binî şaş neke jî di derbarê dest li ser welatê xwe danîna serokî de, wê moral da îmaja rêveberekî neguherkar ku wê xwe ava kir di van deh salên şerê sivîl da.

Di adara 2011an da, di nav dewsa serhildanên ereb de û piştî daxistina sê rêveberan li herêmê, çûyîna klana El-Esed jênerevîn dihate dîtin. Ji bilî pesta hundirîn ku bi xwepêşandanên gelî yên li Derae, Hums, Hema û Helebê pêk dihatin, wilo xuya dibû ku rejîm wê nema bikare ragire ji ber mudaxeleya monarşîyên Kendava Ereb, Tirkîyeyê û hêzên rojavayî. Li gel ku rejîmê hêz da ser serkutkirineke bêhed jî, komên cîhadîst, carinan berberê hev, derketine holê. Qetar û Erebîstana Siudî, her yekê li gorî berjewendîyên xwe, alîkarîya aborî û çekî dane alîgirên xwe yên ji van koman. Bi vî awayî, El-Nusre, ji hêla Dohayê ve destekkirî, bi piranî li hemberî hin komên wekî El Îslam û Ehrar El Şam derket ku bi destên Erebîstana Siudî dihatin destek kirin. Li Fransayê, li gel gelek nêrînên dijbêr ên di nav derdorên servîsên dîplomatîk de, rêveberîyên Nicolas Sarkozy û François Hollande mêl dane sîyaseteke hişk, ku di 24ê sibata 2019an de, bi naskirin û pejirandina Koalîsyona Neteweyî ya Sûrîyeyê wekî tekane nûnera gelê Sûrîyeyê hate dîtin. Bêhtir li paş li ser vê dosyayê, Amerîkaya Barack Obama jî çûyîna El-Esed dixwest.

Meriv çawa dikare vê li ser pîyan mayîna rejîmê rave bike? Em çawa dikarin vê kapasîteya berxwedana rejîmê fahm bikin, li gel gelek veqetînên ji artêşê, dijîtîyeke bi rêk û pêk kirî û destekkirî ji rexê hêzên mezin ve û gumana beşeke gelî? Herçiqasî wê ji mudaxelîya leşkerî ya misoger a hevalbênden xwe yên rûs, îranî û Hizbullaha lubnanî sûd wergirtibe jî, hêza wê li sêr bingehê ku Hafiz El-Esed  danîye ku dûv re bûye qewîtî ji kurê wî, Beşar ra, rûdine. Generalê artêşa hewayî Hafiz El-Esed  ku yek ji amadekarê derbeya leşkerî ya 1963an bû (sêyem derbeya leşkerî di dema desthilata partîya Baasê de), di sala 1970yî de dest bi rêvebirina Sûrîyeyê kir heta 2000î ku dîroka mirina wî ye. Berevajî derbekerê berîya xwe, bi rêya xwe spartina gelek stûnan, ew bi ser ket di warê dabînkirina bîatên domdar da. 

Dilsozîya artêşê 

Ya yekem, ku navendî ye, a civaka elewî ye. Meqam û yan jî karên herî girîng ên hikûmet, îstîxbarat û yan jî Baasê di destên nûnerên vê civakê de ne ku wekî şaxekî ji rêderketî yê Islamê tê hesibandin ji helâ sunnîzma ortodoks ve. Elewîyan, ku ji %10ê gelê Sûrîyeyê pêk tênin (ji %70 misilmanên sunnî û ji %10 jî xiristîyan in) cara pêşî bi rêya Hafiz El-Esed  desthilat bi dest xist. Herçiqasî, ji 2011an ve, çembera biryarder ji derdora malbata serokî pêk hatibe jî, bêhtir bi birayê wî Mahir ra ku generalê koma çarem a zirxdar û qalfayê serkutkirinan e, em gelek elewîyên berbiçav jî dibînîn li serê dewletê. Gerînendeyê ewlekarîya neteweyî, Alî Memlûk û dîsa wezîrê bergirîyê M.. Alî Abdulah Eyûb, ji hin şêwirmendên nêz ên El-Esed in. Li gel teqawîtbûna wî ya di sala 2019an da, gerînendeyê berê yê îstîxbarata artêşa hewayê, Cemîl Hesen, hê jî kesekî pir bi bandor e. Berevajî, malbata Mexlûf, ku dîya serokî jê ye, hêzê wenda dike bi îxrackirina Ramî Mexlûfî re, karsazê dewlemend ku kurxalê El-Esed e. Ketina Ramî Mexlûfê ku wekî kesekî gelekî xweser û bi bandor dihate ditîn ku wî van deh salên dawî toreke mezin a bazirganîyê avakiribû, bi taybetî bi destê reqîbê wî, Mahir El-Esed bû.

Ji van pevçûnên navxweyî wêdetir, ev «civaka olî ku bûye sîyasî», wekî ku civaknas Michel Seurat ew pênasedikir, digihîje ya ku Îbn Xaldûn, dîrokvanê mexribî, pênase dikir wekî ‘assabîyya, ango komeke piştevanîya klanî ku li gorî wî bingehîn e bo fêmkirina desthilatê di nav civakên erebên Qirna Navîn de. Li gorî nivîsên wî, gelek demên dîroka sîyasî wî ‘assabîyya’yek bidîtana ku weazeke sîyasî-olî (da’wa) bi kêrî xwe dianî bo bi destxistina desthilatê (mulk el-hukm).

Bikaranîna vê şêmayê di bilindbûna xwe de, Hafiz El-Esed , bi awayekî domdar, girîngîyeke gelekî mezin da endamên civaka xwe di nav dewletê de. Li gel vê yekê, kurên wî û wî, di demên serhildanan de, wekî a Birayên Misilman a 1982yan, bi awayekî eşkere dan xuyakirin ku ew qedera xwe bi ya elewîyan ve girêdidin. Di nava van deh salên dawî da, rejîmê hewl da elewîyan qaneh bike ku pêşeroja wan girêdayî parastina wê ye, ku bi berdêla gelek wendakirinên mirovî bibûbaya jî. Lê, Şamê hin dengên nêjirêzê jî qut kirin di nav civaka xwe de.

Ev destdanîna li ser desthilatê, li gel gelheya hindik a elewîyan, pişta xwe dide hevalbendîyên burjuwazîyên bajarî, bazirganî jî ku bi piranî sunnî ne. Bi hiştina ku dewlemend bibin re, bi hesanî kirina zewicîna bi endamên klanê re, malbata El-Esed karî bîatê ava bike ku ji gelek torên elîtên Sûrîyeyê pêk tê. Bi vî awayî, zewaca serokî bi Asma Akhras ra, endama malbatake dewlemend û sunnî, ku hevdu li Londrayê naskiribûn, bi kêrî avabûna îmaja rêveberekî ne bawerhişk hat.

Duyem stûna rejîmê ku wekî wesîyet ji Beşar El Esed ra hatîye hiştin ji hêla bavê wî ve: partîya Baas e, wekî alava hilberîna îdeolojîk. Doktrîna wê, ku neteweperestîya ereb, bandorên sosyalîst û laîktîyê tevlîhev dike, bi hev ve dike, îlham da makeqanûna 1973yan. Baas, ku bi awayekî dîrokî cihekî wê yê navendî heye di nav sîyaseta cîhana erebî ya salên 1960 û 1970yî de, pasajekê mecbûrî bû bo kesên ku bi pêlikên desthilatê ve dihilperişîn. Bi vî awayî, ev partî toreke wergirtina endaman û perwerdebûnîya bingehîn temsîl dike. Li gel qelsbûna wê ya xwebicihkirina li lokalan di van deh salên dawî de, ew hê jî erkeke civakî ya girîng diparêze, wek hebûna wê li gel sazûmanên profesyonel, komeleyan, zanîngehan û dibistanan. 6ê nîsana derbasbûyî, Baas bû ya ku merasîma dayîna dîplomayên xwendekarên zanîngeha Şamê organîze dikir. 

Ji 2011an ve, partîyê xebatên xwe xurttir kirin bo parastina rejîmê. Li gel ku ew bû nîşangeh ji destpêka xwepêşandanên yekem ve, bi taybetî bi şewitandina cihê wê yê li Deraayê, di adara 2011an da, Baas li ser rêza serokî ma û metodên tund hilbijartin li dijî dijberan, ku ew wan wekî terorîstên bi destên bîyanîyan xwedîkirî bi nav dike di hemû daxuyanîyên xwe de.

Wekî din, ji berê ve desthilat pişta xwe bi hêza leşkerî qewîn dike. Endamên klana serokî hin beşên girîng yên artêşê û servîsên wan yên îstîxbarêtê di destên xwe da digirin. Bi vî awayî, destdanîna Hafiz El-Esed a li ser artêşa hewayî hişt ku ew bikare derbeya xwe ya 1970yî pêk bîne. Îro, servîsên îstîxbaratê roleke girîng dilîzin: pênc şaxên wê yên cihê sazûmaneke ewlekarîyê ava dikin ku digihe her derê civakê û bi piranî hatîye xwestin ku ew di reqabetê da bin, bo ku yek ji wan jî girîngîyeke mezin bi dest nexe. Gava di sala 2000î de Beşar El-Esed kete cihê bavê xwe, dest bi veavakirina giştî ya van servîsan kir bo qayimkirina dilsozîya wan. Ji 2000î heta 2002yan, bi dehan şêwirmend û berpirsîyarên leşkerî yên karên mezin ji kar hatin derxistin ku ew ne nêzî serokî, lê belê nêzî apê wî Rifet El-Esed dihatin dîtin, ku çavê wî her tim li serokatîya welêt bû. Yek ji van kesên ku ji kar hatin derxistin Alî Dûba bû ku ji 1973yan heta 2000î gerînendeyê îstîxbarata leşkerî bû. Dûv re, yek ji van karan bû yê Asef Şewket, zilamê xweha mezin ya serokî, ku di 2012an da li Şamê, di suîqesteke fedaî da hate kuştin.

Yek ji stûnên din ku rejîma Beşar El-Esed li ser dirûne dewlet e, ku dike ya xwe, bi awayekî weha ku hemû hewldanên xerakirina rejîmê wekî êrîşên li dijî dewletê têne hesibandin. Ev yek dide xuyakirin, wekî ku Michel Seurat selmandîye, bê çima dewleta Sûrîyeyê xwe li dijî civakê avakirîye û xwedî helwesteke parastina domdar e li hemberî wê. Ji vê fenomenê kevneşopeke pîvanên tehdekar û dijwar herikî ku hîç kêm nebû. Qirkirinên sala 1982yan li Hemayê, ku taxên serhildêran hatin bombebarankirin bi balafiran, dîsa êrîşên kîmyayî yên Ghoutayê, yên li banlîyoyên Şamê di sala 2013an da û yên Xan Şeyxûnê di sala 2017an da: hin bûyerên ji gelekên din ku «civaka navneteweyî» aciz kirin bê ku ev yek rejîmê qels bike

Bi awayekî giştî, desthilata Sûrîyê ji parçe parçebûna civakê jî sûd wergirt, ku ji şaneyên malbatî, taxan, klanan, civat û grubên olî pêk tê. Vê yekê hişt ku rê li ber avabûna muxalefeteke yekbûyî bê girtin. Bi xêra weazeke sîyasî-olî, komên îslamîst ku hin ji wan endamên Birayên Misilman bûn û yan jî ji wan bi bandor bûbûn û hin jî nêzî selefîzma radîkal û heta cîhadîzmê bûn, karîn xwe wekî alternatîfeke çareserîyan destnîşan bikin li hemberî rejîmê. Lê belê, binkeftina wan a di warê leşkerî da û îmaja neyînî ku bi wan ve zeliqî, bi taybetî piştî kiryarîyên DAIŞê (El Dewle el Îslamîye fil Iraq we’l Şam), marjînalîzasyona wan a îzafî xwedî kirin, ku rejîm bi awayekî domdar li ser disekinî. 

Lîstika reqabetê di navbera rûsan û îranîyan de

Di derbarê plana leşkerî de, mudaxeleya rûsan ku  kir da ku desthilat sehaya hewayî kontrol bike û bikaribe li derên girîng ên stratêjîk ên dijberan bixe. Ev operasyonên hewayî, ku di payîza 2015an da destpêkiribûn, pêşî li heremên nêzîkî paytextê û devera Şam-Humsê xistin, berî berfirehkirina pêde pêde ya menzila xwe bi pêşketina hêzên dewletê re. Li erdê, ji hêla bi hezaran nobedarên şoreşa îranî –bi taybetî yekîneya El Quds–, endamên lubnanî yên Hizbullahê û hin milîsên filîstînî ku dilsozên rêjîmê bûn, alîkarîya van hêzan dihate kirin. Çînê jî, bi sedan mamosteyên di warê ne-leşkerî de ji bo alîkarîya dermanî û lojîstîk şand. 

Li gel vê yekê, Rûsya, ji bilî bi dest-xistina wargehekî hêzên deryayî li Tartusê û wargehekî hewayî li Hmeimmê, ji Şamê gelek destûr wergirtin bo şixulandina gaz, pet-rol û kanên fosfatan ku ji bo wan heqê yekdestîyê jî bi dest xist. Bo Îranê, serkeftina Beşar El-Esed tabînkirina ewleyîya korîdoreke heta Beyrûd û Derya Spî ye, ku divê neyê jibîrkirin ku ev yek gelek rihetîyan jî bi xwe re têne bo bazirganên îranî. Lewra, roja îroj îranî û rûs keyfxweş in, li gel kêferatên xwe ên di şer de, ên bandoreke girîng li ser biryarên dewletekê ku wan rayedar dike li ser kontrola sînorên xwe yên derveyîn. Li hemberî vê wendakirina serwerîya derveyîn, Şamê hewl dida kontrola hindurîn ji dest bernede. Bo vê yekê, ew ji berberîya ku her diçe mezin dibe di navbera Moskova û Tehranê de, sûd werdigire. Ji 2019an ve, pêşandinên di warê leşkerî û ewlekarîyê de, di navbera rûsperwer û îranîperweran de tên dabeşkirin. Herçiqasî serfermandar, general Salim Harba, rûsperwer be jî, Tehran jî bi Muhamed Mahala, ku şêwirmendê ewlekarîyê ye li qesra serokatîyê û general Cemîl Hesen re , ku serkarê artêşa hewayî ye, têkilîyên xurt danîne. Dîsa, bi rêya Mahir El-Esed, Îran xwedî hevalbendekî giranbiha ye ji derdora gelekî nêz a serokî.

Manewrakar, hem li hindur û hem jî li derve, Beşar El-Esed, ku li bendê ye welatê wî ji nû ve bikeve nava Yekîtîya Erebî, qet guman nake ji domdarîya rejîma xwe. Bo baş watedarkirina azwerîya dest-hilata klana xwe, ew û jina xwe ji niha ve kurê xwe yê mezin didine pêş ku navê wî Hafiz e…

*Rojnameger

Wergera ji fransî: Serdar Heyv

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial