Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Çerxa Demokrasîyê

Di warê civakî de jî azadîya derbirinê xwedîyê girîngîyeke mezin e. Berî her tiştî, ji bo belavbûna fikrên nû ya di nava civatekê de, divê îfadekirin azad be. Ramanên cihêreng û berevajî, xeletî û kêmasîyên sîstemê derdixîne holê. Karê desthilatdarîya sîyasî tepisandin û jiholêrakirina van fikir û ramanan nîne.

Azadîya derbirinê prensîbeke bingehîn a demokrasîyê ye, dînamîka bingehîn a geşepêdana takekesî û civakî ye.

Dema ji perspektîfa takekesî bê nêrîn, xwepêkanîna merivekî/ê, yek ji nirxên exlakî yê  herî bingehîn e. Azadîya derbirinê, berî her tiştî xizmeta vî nirxê bingehîn dike û meriv dikare bi azadîya derbirinê ji alîyê entelektuelî û  ragihandinê ve xwe ji nû ve biafirîne. Ancax kesê karibe xwe bi awayekî serbest û azad îfade bike; ‘’kesayetîyekê’’ qezenc bike, dikare potansîyelên xwe yên ontolojîk eşkere bike û dikare bibe kesayetîyeke azad û xweser.

Shakespeare  dibêje; “ancax kesên ehmeq difikirin ku bi her tiştî dizanin” Tu kes bi her tiştî nizane. Herkes xeletî û çewtîyan dike. Li gorî ramangêrê îngilîz John Stuart Mill, meriv dikare xeletîyên xwe bi du awayî serrast bikin: tecrûbe û gengeşî. Tenê tecrûbe merivan nagihijîne asta muhakemekirinê. Ji bo meriv bikaribe van tecrûbeyan ji her alîyê ve şirove bike hewcedarî bi gengeşîyê jî heye. Tenê bi vê metodê meriv dikare fikir û ramanên xwe bi yên kesên din re bide berhev, serrast û temam bike.

Li gorî feylezofê alman Kant, ji bo meriv bigihîje kamilbûnê şert e ku meriv wêrekîya bikaranîna aqlê xwe  nîşan bide. Ev ne hêsan e; çunku di nav jîyana rojane de ji her alîyê ve (ji malê, ji dibistanê, ji sazîyên dewletê, ji sazîyên artêşê, ji îbadetxaneyan û hwd) ferman û telqîn tê dayin da ku meriv nefikire û îtîat bike. Meriv dikare ji vê alozî û zextê bêyî rênîşandana kesên din, tenê bi bikaranîna aqlê xwe xelas bibe. Kant, ji ber vê yekê pêwîstîya meriv a ji bo azadîya îfadekirinê bi zimanekî pir weciz vedibêje:

‘’Divê bikaranîna aqlê xwe ya serbest û vekirî, li pêşber û xizmeta raya giştî her dem bi awayekî azad be. Û tenê ev helwest dikare ji mirovan re ronahî û ronakbîrîyê bîne’’.

‘’Meriv dijminê tiştê pê nizane ye’’

Di warê civakî de jî azadîya derbirinê xwedîyê girîngîyeke mezin e. Berî her tiştî, ji bo belavbûna fikrên nû ya di nava civatekê de, divê îfadekirin azad be. Ramanên cihêreng û berevajî, xeletî û kêmasîyên sîstemê derdixîne holê. Karê  desthilatdarîya sîyasî tepisandin û jiholêrakirina van fikir û ramanan nîne. Divê desthilatdarî ji bo belavbûna van fikir û ramanan  garantîyên hiqûqî bide.

Qedexekirina fikrekî pirî car li dijî wê fikrê tu encam nade. Dema fikrek bê qedexekirin rêya rexnekirina wê fikrê ya bi aqilane û derxistina holê ya xeletîyên wê jî namîne. Ew fikir xelet be jî dikare ji alîyê mirovan wekî fikreke rast û bi hêz bê zanîn. Qedexekirin, ji bo fikrê ku pêre rû bi rû dimîne dibe awantajek mezin û ew dibe fikreke têkilnebûyî.

Di heman demê de qedexekirina fikreke ya bi fermî, nayê wê wateyê ku ew bi rastî wenda dibe. Fikra ku di bin zextê de bê girtin, bi armanca bikaribe xwe derxîne holê dê derkeve derveyî hiqûqê û serî li metodên ne aştîyane bixe. Qedexekirina raman û fikrê, ji şîdetê re zemînê amade dike û aştîya civakîyê jî dixe xeterê.

‘’Divê meriv bixwîne û bizane. Çunku meriv herî zêde dijminê tiştên pê nizane ye’’ dibêje Cemil Merîç. Bi rastî jî  pêvajoyeke azad a muzakereyê, ji bo avakirin û parastina aştîya civakî xwedîyê roleke gelek girîng e. Çunku ancax di zemîneke azad a fikrê de dikarin tabû bên şikandin û di navbera kesên xwedîyê fikrên cihêreng de dikare têkilî bê sazkirin. Ji ber vê sedemê, çi rast be çi xelet be hewla zincîrkîrîna fikrekê dê zirarê bide civatê.

Şer derxistin hêsan e, avakirina aştîyê zehmet e

Kant, di xebata xwe ya bi sernavê ‘’Gotarek li Ser Aştîya Ebedî’’ de dest nîşan dike ku di navbera aştîya civakî û azadîya derbirinê de têkilîyeke pir bi hêz heye. Kant ji bo aştîyeke mayînde hin şertên pêşîn û yên dawîn pêş dibîne. Li ser van şertan lihevkirin û di xistina wan ên jîyanê de kareke ku meriv bikaribe bi hêsanî çareser bike nîne. Şer derxistin û alîgîrê şerê bûyin hêsan e, lê li ser aştîyê peyivîn zehmet e.

Civak carnan ji serdemên tarî derbas dibin. Di wan serdeman de parastvanê aştîbûyîn vediguhere karekî hin bi xeteretir. Pêşîya her gotina ku bi armanca dawî li şer anînê bi lêv bibe tê girtin. Bangawazîyên aştîyê wekî xefletek li dijî berjewendîyên dewletê an jî îxanetek ji bo berjewendîyên dijmin tê dîtin.

Kant vê yekê diparêze; ji vê xetimandina ku li pêşîya aştîyê asteng e, ancax bi gengeşîyek demokratîk dikare were derketin. Ji ber vê yekê şertek li şertên ku ji bo gihîştina aştîyê pêşdibîne zêde dike. Ew dinivîse ku divê desthilatdar, di derheqê şertên ku dê aştîyê gengaz bikin de fikir û ramanên fîlozofan berbiçav bigrin. Divê dewlet, merivên ramangêr teşwîq bikin da ku fikir û ramanên xwe ragihînin, ango divê wan serbest bihêlin ku li ser qaîdeyên gelemperî ên di derheqê  şer û aştîyê de bi awayekî serbest û vekirî bipeyivin.

Bi kurt û kurmancî dikare bê gotin ku du fonksîyonên bingehîn ên azadîya derbirinê hene: ya yekem, mirov bikaribe xwe pêk bîne, wî/wê bike xwedîyê nasnameyeke bi heysîyet û bi rûmet. Ya duyem jî ew bikaribe bi rêgezek aştîyane û demokratîk beşdarî rêkûpêkkirina civatê bibe. Azadîya derbirinê wekî bingeheke lîberal û demokratik, hem ji bo şexsan hem ji bo civatê roleke xwe ya girîng heye. Ji ber vê yekê divê ji alîyê hiqûqê ve bi awayekî saxlem di bin temînatê de be.

Desthilatîya populîst a otorîter  û erozyona hiqûqê

Mixabin Tirkîye, ji temînkirina zemîneke saxlem û hiqûqî ya ji bo azadîya derbirînê gelek dûr disekine. Di bingeha vê helwestê de jî têkçûna pêvajoya aştîyê ya 2013-2015an heye. Bi têkçûna pêvajoya aştîyê û ji nû ve vegera sîyaseta pevçûnê, Tirkîye veguherî ser sîyaseteke tund a ewlehîyê. Li Tirkîyeya ku bi şîrikatîya AKP û MHPyê tê îdarekirin, demokrasî bi erozyoneke mezin re rû bi rû ma.

Qadên mafan teng bû. Sewîyeya azadîyan ber bi jêr ve hat daxistin. Di azadîya çapemenîyê de paşveçûneke mezin pêk hat. Li ser civata sivîl zexteke mezin hat bikaranîn. Deskeftîyên mafên jinan û mafên kêmneteweyan hat kêmkirin.  Binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn. Prensîba serdestîya hiqûqê li ser kaxiz ma.  Prensîba bêalîbûn û sexwebûna darazê derbeyeke mezin xwar. Di derheqê mijarên ku ji bo desthilatîyê girîng in, biryarên Dadgeha Makezagonê (Qanûna Esasî) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nehatin bicihanîn. Bi gelemperî mixalefet û bi taybetî jî HDP bi krîmînalîzasyoneke mezin re rû bi rû man. 

Bi awayekî fiîlî dawî li prensîba cudabûna hêzan hat anîn. Hemû hêz ket destê şexsekî. Meclîsa ku vîna gel tê de konkret bû, tu fonksîyona wê nema.  Mekanîzmayên kontrol û hevsengîyê ku ji alîyê desthilatîyê ve li pêşîya kiryaran wekî asteng dihatin dîtin, ji holê hatin rakirin. Serdestîya hiqûqê cihê xwe ji hiqûqa serdestan re hişt. Hemû pîvanên ku ji bo nirxandina sîstemê pêwist in, serûbin bûn. Hiqûq ket sewîyaya herî jêrîn, aborî ket krîzê, berberîbûnê sîyaset dîl kir.

Hêza desthilatdar veguherî karektereke populîst û otorîter. Îtîfaqa Cumhur a ku xwe yekane nûnerê gel dihesibîne, mafê temsîlê ya hêzên ku li dijberî xwe dibîne înkar kir û ji destê wan girt. Mixalefetê wekî “dijmin’’ kod kir, hemî mixalefetê bi terorê re têkildar nîşan da û ew xistin rewşeke li dijî gel.

Demokrasî yekser bi hilweşînê re rû bi rû ma. Zerara herî mezin jî azadîya derbirinê dît. Ji azadîya derbirinê dûrketin li her merheleyê xwe nîşan da. Desthilatdarî, ji alîyekî ve li hemberî rexneyên ji rêzê jî xweşbînîya xwe wenda kir.  Hewl da ku bi rê û metodên fiîlî û hiqûqî herkesî bêdeng bike.

Bi taybetî di dozên ku bi îdîaya ‘’Heqeretê Serokdewlet’’ hatibûn vekirin de teqînek pêk hat. Erdoğanî ku di heman demê serokê AKPyê ye jî di derheqê kesên mixalîf de ji bikaranîna gotinên herî giran jî texsîr nedikir, lê rexneyên herî sivik ên li dijî wî dihatin kirin jî wekî sûc dihat qebûlkirin û doz dihat vekirin. Di şeş mehên dawîn de ji sedema heqareta li Erdoğanî, wekî yekûn 128.872 doz hatin vekirin. Ji vana 27.824 kes hatin darizandin, 9.556 kes ceza girtin. Rewşek wisa di serdemên serokdewletên berê de tu car nehatîye dîtin.

Ji hêla din ve desthilatdarî, di mijarên hesas yên wekî kêşeya kurdî de derketina der çarçoveya ku wî bi xwe tesbît kiribû, bê îmkan kir. Hema hema li hemberî hemî vegotinên li derveyî çarçoveya fermî cephe vekir. Desthilatdarî gelek nûnerên pêşeng ên civata sivîl, rojnamevan û aktorên sîyasî bi dozên bi her awayî dihat ditîn ku bi sedemên polîtîk hatine vekirin, ji azadîya xwe mehrûm kir. Li ser şaredarîyên HDPê qayim hatin tayînkirin, parlamenter hatin hepskirin,

rêxistinên HDPê hatin bê fonksîyonkirin. Tehdîda girtina partîyê li ser stûyê partîyê wekî şûr hat daliqandin, heta ji dest bê qada sîyasetê hat tengkirin.

Valahîya demokrasîyê

Ev tablo ji bo dahatûya Tirkîyeyê tehdîdeke gelek cidî pêk tîne. Azadîya derbirinê, di eslê xwe de yek ji mekanîzmayên girîng ya ku berdewamîya têkilîya gel û desthilatdarîyê misoger dike ye. Bidestxistina rêzdarîya şexsî û pêkanîna hizûra civatê girêdayî têkilîya hevbeş a bi desthilatdarîyê re ye. Heta meriv bikaribe gengeşîyên azad bike, ev têkilî dê bi erênî bimeşe. Lê heke pêşîya gengeşîyan bi astengên fiîlî û hiqûqî bê birîn, ev têkilî jî dê xera bibe.

Vê demê li Tirkîyeyê di warê têkilîyên navbera gel û desthilatdarîyê de kêşeyeke cidî heye. Desthilatdarî bi astengên cihêreng pêşî li pêkanîna raya giştî û gengeşîya alternatîfan digire. Bi berfirehî tevlîbûna gel a îdarekirinê asteng dike. Heta ev valahîya demokrasîyê berdewam bike Tirkîye çi dê bikaribe aştîya xwe ya civakî bi dest bixe û çi jî dê bikaribe bigihîje îstiqrara hiqûqî, aborî û sîyasî.

Ger Tirkîye dixwaze pirsgirêkên xwe bixe rêya çareserîyê û çerxa demaokrasîyê bi kar bîne, divê berî her tiştî hemî derbirînên ku meriv ji bo qederên xwe yên hevbeş îfade dike bigihîjîne mertaleke parastinê. Berevajî dê ev tablo her biçe reştir û xirabtir bibe û barê her kesî girantir bibe.

Wergera ji tirkî: Nedim Baran

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar