Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelMem û Zînê
Nächster ArtikelAştkirin, paşê dîsa şer

Çapemenîya gunehkar

Gava ku şerek dixitime, yên ku dixwazin ew bidome dikarin serî li rê û rêbazên curbıcur bidin. Ew îdia dikin ku xwe radestkirina dijmin dê were maneya ‘’xencerkirina ji piştê» a leşkerên wan ên ku li ber çavên wan pîroz têne dîtin. Ew herweha îdia dikin ku her paşde vekişînên li enîya şer dê bandora domîno bike û wê ev yek rê li ber têkçûnekê veke. Îxaneta li artêşê ji hêla sivîlan, korbûna li hemberî qîyametê, lihevkirina bi dijmin re: Şerê Cîhanê yê Yekem, weki Cezayîr, Indochine (Xaka di navbera Hindîstan û Çînê de, kolonî ya Fransayê ya berê-me lê zêde kir) vê retorîkê red kir.

Lê, di van salên dawî de, li Amerîkayê nûçeyên derewîn-fake news ên ku ji hêla karûbarên ewlehîyê û çapemenîya lîberal ve têne çêkirin dertên pêş me. Ew bi wan nûçeyan Amerîkayê masûm nîşan didin û îdia dikin ku Dewletên Yekbûyî li derve dê ji hêla rûsan û di hundir de jî ji hêla ektremîstan ve rastî komployan were. Lê ew şansekî serkeftinê jî nadin vê yekê.

Bazên (extremîst) Waşîngtonê di mijara Afganîstanê de neçar man «qerta Pûtîn» bilîzin. Berî gulana 2021ê, piştî demeke kurt ku serok Donald Trump biryara vekişandina leşkerên xwe yên li welatê ku ev bîst sal e ji hêla wan ve hatîye dagirkirinê ragihand. Piştî vê biryarê, malpera New York Timesê di 26ê hezîrana 2020î de sernivîsek bi navê “Rûsyayê bi awayekî veşartî xelat pêşkêşî çekdarên afganî kirin da ku leşkerên amerîkî bikujin, ev yek ji hêla serwîsa karûbarên îstîxbaratê ve hate piştrastkirin». Li hemberî «mezinbûna şerê hîbrîdê yê Rûsyayê yê li dijî Dewletên Yekbûyî» bê reaksîyon Qesra Spî rastî hêrsa sê nivîskarên rojnameyê ku xwedîyê xelata Pulitzerê ne û ku teza «Trump helwestek lihevhatî li hember Moskovayê pejirandîye» diparastin hat.

Tevî ku di îdiaya New York Timesê de tu delîl nîne jî, Waşîngton Post û Wall Street Journal dotira rojê li dû wê diçe û ev jî di qada çamenîyê de dibe sedema gelemşeyê. (1) Di demeka kampanyaya hilbijartinên ku berdewam dikirin de ev mijar hêj berbiçavtir dibû. Gelo mirov çawa dikare vekişîna Amerîkayê wekî xwesteka Pûtîn binirxîne? Wekî ku pêşkêşvana MSNBCê  Rachel Maddow tîne zimên ev yek dê ji bo hevşirîkatîya sûcê di navbera Qesra Spî û Moskovayê de nebe delîlek nû ya «kerihêtîyê» ?

Lê di serî de, di vî îşî de ecêbîyek heye, ev dûrî aqilan dixuyê. Gelo ji ber çi leşkerên amerîkî yên ku li ser rêya vegerê ne werin kuştin?

Gelo tevî vê hîlebazîya ew qas qels û li ber çavan, meriv çawa dikare vê yekê îzah bike, ji ber ku di 2019an de tenê 24 leşkerên Amerîkî li Afganistanê hatin kuştin, sala ku polîtîka xelatdayinê hate destpêkirin? Ev nerazîbûn têra xwe durû jî xuya ye. Di sala 1980î de, Dewletên Yekbûyî bi awayekî eşkere, Ûsame Bîn Ladîn jî tê de piştgirî dide mucahidên afganî. Bi pêşkêşîya sed mîlyonan dolar û mûşekên bejayî- Stingers, bi hezaran leşkerên sovyetî hatin kuştin.

Trump îdiaya New York Timesê tavilê wekî nûçeya derewîn «fake news» bi nav dike. Em paşê fêr dibin ku New York Times wekî çavkanî Ajansa Intellistîxbarata Navendî (CIA) ku wê bi xwe jî ji dîlgirtîyekî afganî girtîye nîşan dide.

Lêbelê, Ajansa Ewlekarîya Neteweyî (NSA) ji tewanbarîyê guman dike, Pentagon piştrastkirina îdiayê red dike; û ji bo hikûmeta Kabîlê jî ev nûçe rast an derew li hesabê wê tê, tirsa CIAyê ew e ku vekişîna leşkerên amerîkî ji rê derkeve.

Di 23ê tîrmehê de, di hevdîtinek vîdyoyê ya digel hempîşeyê xwe yê rûsî, Trump qet qala mijarê nekir. Hingê nerazîbûn di nav Partîya Demokrat, di nav komarparêzên neokonservatîf û di çapemenîyê de her diçû zêde dibû. Bê guman, New York Times jî di nav de, tevî ku divîyabû rojnameyê şanzdeh roj berê îtiraf kiriba ku «Di nûçeya li ser êrişên Rûsyayê li dijî hêzên amerîkî û yên koalîsyonê li Afganistanê,  gelek kêmasî hene».

Lê êdî fîşeng carekê ji devê tifingê filitîbû. (2) Ben Sasseê -senatorê Komarî (dijberê Trump) ji bo tolhildanê, ji Dewletên Yekbûyî daxwaz dike ku «tûrikên laş» ji rayedarên îstixbarata rûsî re veqetîne. Susan Rice ku yek ji kesa herî bi bandor a rêveberîya demokratî ya niha ye, ji wê ve ye ku qelsîya bertek nîşandana serokê Komarî «hewldanên rûsî ji bo qetilkirina leşkerên amerîkî «dide nîşandan ku ev yek «destê dijminê me yê sereke xurt dixe».

Li gor Joseph Biden: «Tevahîya serokatîya Donald Trump ji Pûtîn re wekî dîyarîyek bû, lê ev li vir nasekine. Ev yek di heman demê de ji erka me ya neteweyî ya herî pîroz re, dema ku leşkerên me bo wezifeyên bi xetere têne şandin xîyanetek e». «Dîyarîyek ji bo Pûtîn», bi rastî? Trump di dema serokatîya xwe de, fermana avêtina mûşekan li dijî Sûrîyeyê (hevalbendê Moskovayê), tesfîyekirina bi dehan kirêkarên rûsî (çekdarên bi pere yên rûsî), şandina çekên dijî-tank bo Ûkraynayê, êrişek sîber li ser Rûsyayê û herweha vekêşana Dewletên Yekbûyî ji peymana nukleerê ya bi Îranê re (ya ku Moskova yek ji destnîşankerê wê bû) û ji peymana Startê ya ku di navbera her du hêzên mezin ên nukleerê de hate çêkirin dide. (3)

Di 1ê tîrmehê de, hefteyek piştî nûçeya New York Timesê, ku ji hêla gelek parlamenteran ve dihat piştgirîkirin, komîsyona hêzên leşkerî ya Meclisa Nûneran a Amerîka bi 45 dengan li hember 11an li ser pêşnumayek vekişîna leşkeran qebûl kir. Dûv re, vê carê bi 56 dengên li hember 0, budceya leşkerî ya 740 mîlyar dolar ku sê carî li ya Çînê û panzdeh carî li ya Rûsyayê ye pêjirand.

Gelo erka ji bo dijhêzî pêk hat? Mirov dikare bêje ku îro tu hêmana rastîn ”agahdarîya” destpêkê piştrast nake. Di gotareka ku di 15ê nîsanê de hate weşandin, New York Times bi awayekî şermînî qebûl dike ku karûbarên îstîxbarata Dewletên Yekbûyî di îdiaya xelatê de ”bi çavekî gumanbar lê tê mêze kirin” Ev yek, di demeka ku ew li ser tedbîrên nû yên mueyîdeyan li dijî Rûsyayê digrin de dema em bala xwe didinê ev yek di nav lîsteya gilî û gazincên rêveberîya Biden de cih nagre.

Çîrokên medyayê ne tenê li ser lîstikên operasyonên derveyî ne. Herweha ew ji bo ku qanûnên zordar bên amadekirin di hundir de jî dij-minan ava dikin. Di navbera salên 1960î û 1970î de, medyaya dîmenî û nivîskî bêrawestan çalakvanên mafên medenî -tevgera Black Panthers, xwendekarên radîkal û hewd li dij nîzama civakî wekî tehdît nîşan didan. Ev yek rê li ber neheqîyan û tesfîyekirina wan a ji hêla Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) vedikir. (4)

Li ser vê rêçê, medyaya kevneperest bênavber, tevgera Black Lives Matter (jîyana reşan girîng e) û ”antifa” (antîfaşîst) wekî tehdîdekê ji bo Amerîkayê nîşan da. Piştî ku Biden hat helbijartin, nûçegihanîya pargîdanî li wana ”tero-rîstên navxweyî” wekî xofdar, kevneperestên ekstremîst zêde kir.

Di 8ê kanûna paşîn a borî de, du roj piştî dagirkirina Kongreyê ji hêla alîgirên Trump ku digotin neheqî li wan hatîye kirin û serfirazîya wan ji destê wan hatîye stendin, New York Times, li ser bingeha çavkanîyên polîsan, daxuyanîyek weşand. Bi sernavê ”Polîsekî di avahîya Kongreyê (Capitol) de wezîfedar piştî ku ji hêla alîgirên Trump ve hatibû birîndarkirin jîyana xwe ji dest da. Navê wî Brian Sicknick e. Nav rojê de, nûçeyê bi awayekî din diweşîne. ”Wî xeyal dikir ku bibe polîs û ji hêla girseyek alîgirên Trump ve hate kuştin”. Dûvre ji xwendevanên xwe re weha radigihîne: ”Roja çarşemê, serhildêrên alîgirên Trump êrişî keleha demokrasîyê kirin û wan Sicknick bêtevger kirin, li gorî du zabitan, bi agirkujê li serê wî xistin. Sicknickê ku ji serê xwe birîndar bû rakirin nexweşxaneyê û wî li beşa lênêrîna awarte bi cih kirin.”

Lê belê rastîya van agahîyan tunebû. Di rastîya xwe de Sicknick ne hatibû lêdan û dema ku New York Timesê çîroka wî weşand, birayê rehmetî êvara 6ê kanûna paşîn daxuyanî da malpera ProPublicayê û anî zimên ku: gaza îsotan du caran li ser birayê wî yê polîs hatîye reşandin, lê belê ”rewşa wî baş bû ye”. Wî çend saet şûnda ji xwînarîya mejîyê jîyana xwe ji dest da. Di vekolîna bijîşkî de rastî tu rêçên derbeyan nehatibû û Ofîsa Edlî ya Navçeya Columbiayê mirina wî wekî “mirina xwezayî” dest nîşan kir. Lê belê mirinên ku ji êrîşkaran re dihat îstinadkirin li ser rûpela pêşîn qurbanîyek mînak dixwest, nexwe wê hemû mirinên nav rojê dê ji nav çalakvanan bihata hesibandin. Associated Press, Wall Street Journal, Cable News Network (CNN) û piranîya medyaya cîhanê -ji Guardiana Londonê bigire heya Hîmalayana Kathmandûyê- bêyî ku nûçeya derewîn piştrast bikin di malperên xwe de weşandin.

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîka Nancy Pelosi di 2 û 3ê sibata 2021ê de li Capitolê ji bo ”cangorî” merasîmek li dar xist.

Berî ku lehengî berbi goristanê ve bi rê kin Serok û Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî beşdarî merasîma wî bûn. Ew bi bi refaqeta sed motorsiklêtîyan bi merasîmek mezin hat rêvekirin.

Piştî ku êrişkerên Capitolê belav dibin an têne girtin, Serok Biden ê ku hê nû hatibû helbijartin wana wekî “terorîstên navxweyî” bi nav dike. Wall Street Journal a 7ê kanûna paşîn eşkere dike ku: ”ew dixwaze li dijî terorîzma navxweyî qanûnekê derxe û ji wî re hate pêşnîyarkirin ku li Qesra Sipî beşek ji bo rêxistina şerê li dijî ekstremîstan saz bike”. Sê meh bi şûn de, Wezareta Dadê li ser tekstekê dixebite. Di domayîya xebatên li ser vê mijarê, berpirsî-yarên ewlehîya hundurîn ku li ser rêbazên nû yên çavdêrî û kontrola gel dixebitin, dixawazin bidin nîşandan ku ev bi extremîstên rastgir re ne sînordar e, ango bergeha wê firehtir dibe.

Di 19ê nîsanê de raporên pizîşkî ku teza kuştina Sicknickî pûç dike hatin weşandin, lê belê; ligel vê yekê jî pozê wan naşewite. Lê divê ku em pê ewle bin: têkoşîna li dijî nûçeyên derewîn pêşanîyek li ber rayedar û medyaya bi rûmet e.

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

_________

1) Alan MacLeod, «In “Russian Bounty” story, evidence-free claims from nameless spies became fact overnight», Fairness and Accuracy in Reporting (FAIR), 3 tirmeh 2020, https://fair.org

2) Cf. «Journalists, learning they spread a CIA fraud about Russia, instantly embrace a new one», Glenn Greenwald, 16 nîsan 2021, https://greenwald.substack.com

3) David Foglesong, «With fear and favor: The russophobia of The New York Times», The Nation, New York, 17 tîrmeh 2020.

4) Marie-Agnès Combesque binêre, «Comment le FBI a liquidé les Panthères noires», Le Monde diplomatique, tebax 1995.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar