Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelVÎNZAX
Nächster ArtikelJinên teqîner

Canbazîya li ser ben a mîzahvaneke çînî

Welatê herî nêr ê cîhanê (114 law tên dinê beramberî 100 keçan), Çîn hema hema qet guh nade daxwazên femînîst. Jin kêmtirî ji sedî 5ê du sed endamên Komîteya navendî ya Partîya Komunîst temsîl dikin. Ev lidervehiştin li cîhana stund-uppê hê zêdetir e jî. Bo nimûne rewşa mîzahvana jin Yang Lî.

“Jineke ku mêran lanet dike û pere ji wan bi dest dixe.» Bikarhênerên înternetê yên ji vê fikrê hêrsbûyî, bi daxwaza boykotkirina berhemên wê, êriş dibin ser hesabê hilberînerê kompîturên destan Intelê, li ser tevna civakî ya çînî Weibo. Sûcê markayê: sefîra wê ya nû, Yang Lî. Mîzahvaneke 29 salî, pêşenga navdar a stand-uppê li Çînê, tê sûcbarkirin «bi birîndarkirin û biçûkxistina xedar» a welatîyên xwe yên mêr û «tevdana rewşê ji bo pevçûna navbera mêr û jinan» bi navgîna pêşandanên xwe.

Dîsa jî, di vê reklama 18ê adara 2021ê de hat weşandin, li hemberî zilaman ne heqaretek heye, ne jî tinazek. Yang Lî ya devliken têde tenê weha dibêje: «Intel wisa dilxwaz e ku ew di mijara neqandina hevalê min ê evînî de ji min têgihîştîtir e.» Lê belê, ji ber zextê, markaya amerîkî ew di nava rojê de vekişand, pê re jî hemû afîşên reklamî yên mîzahvanê li ser dikê nîşan didin.

Piştî vê livûtevgera kolektîf a xwedî encamên muhteşem, nêçîreke lînçkirinê dest pê kir. Hejmareke mezin bikarhênerên înternetê yên mêr, çawa hînbûn ku Yang Lî, şeş roj şûn de ji bo markayeke tamponên tendirustîyê li ser înternetê tevlî weşaneke reklamê ya zindî dibe, ji piştî nîvro û şûn ve li ser malperê dest bi tehdîdên «boykotkirina» weşana êvarê dikin. Ew ji markayê dixwazin ku vê «femînîsta tundrew» li derveyî weşanê bihêle. Li ser vê yekê jin bersivekê organîze dikin û desteka xwe ya xurt ji bo Yang Lî eşkere dikin. Herçendî her du enîyan li dijî hev kêrên xwe kişandibin jî, hunermend di encamê de wekî ku dihat payîn derdikeve weşanê. Û bi saya xirecira ku ji alîyê bikarhênerên înternetê yên zilam ve hat gurkirin, ev weşana ku di rewşeke normal de çend hezarek şopînerên wê hene, 1,6 mîlyon kesî şopand …

Gelo mîzahvanê çawa karî bertekên wisa wergire? Yang Lî, ku ji malbateke gundewarên herêma sînordaşa Pekînê, Hebeîyê ye, xwedî dîplomaya dibistana dîzaynê ye û du tecrubeyên wê yên kurt ên meslekî yên «tengezar» çêbûne, li gorî ku ew bi xwe vedibêje. Di çirîya pêşîn a 2018an de, ji bo karîyera xwe ya mîzahê ku bêhtir meslekeke mêran e, ew zendûbendê xwe ba dide. Bi feraseteke  ne konformîst, skeçên wê kenê xwe bi endîşeyên jinan ên têkildarî xuyabûna wan a fîzîkî dikin, lê belê herweha temayên ku wekî tabû tên dîtin, ên mîna roja jinan, pêşhikum û seksîzma ku jin lê rast tên jî dibin mijarên skeçên wê. Bi lezeke mezin, navûdengê wî bi xirabî hat derxistin û ew bi «veqetînxwazîya beramberî zilaman» tê sûcbarkirin…

Sûcbarkirî ji

«pêşxistina kînê»

Sedem? Skeçên wekî vê. Di dema yek ji pêşandanên wê yên tebaxa 2020î de, ew weha dibêje: «Ez ji mêran hez dikim. Mêr ne tenê şahane ne, herweha bi taybetî razbar in. Ez tu caran nizanim ew çi difikirin.» Li pêşîya girseya ku ji kena ji xwe ve diçe, ew bişirîneke hinek razbar li gotinên xwe weha zêde dike: «Çawa lawikekî ewçend ji rêzê xuya dike dikare ewçend ji xwe bawer be?» Ev hevoka kurtkirî –«Pu Que Xin» («ji rêzê lê ji xwe bawer»)- li ser tevna civakî bû îfadeya nû ya moda.

Hejmareke mezin ji jinên çînî, vê hunermendê pir jêhatî dibînin û piştrast dikin ku skeçên wê xîtabî dilê wan dike û jîyana wan a hestyar tîne ziman. Welatîyên wan ên mêr bi xwe wê «bi zanebûn biçûkxistina zilaman» sûcbar dikin. Di kanûna pêşîn a 2020î de, Yang di weşaneke televîzyonê de kenê xwe dike bi van çînîyên ku xwe hedefa êrişê dibînin. Ew vê bersiva îronîk dide komedyenekî ku wê bi «ceribandina sînorên zilaman» rexne dike: «Waa, ma zilam sînorên wan ên sincî yên divê neyên derbaskirin hene?» Li ser vê yekê di raya giştî de pêla tsûnamîyeke nû bilind dibe. Ev hevok di lêgerîna tevna Weibo de li rêza yekem bicih dibe û li pey wê jî gotinên bi hêrs û heqaretên li dijî şexsê wê tên rêzkirin. Hin kes gilîyê hunermendê ji sazîya radyo, sînema û televîzyon a dewletê re dikin; skeçên wê bi van îthaman pênase dikin: «xwedî karaktera veqetînxwazîya cinsî ne, heqaretê li zilaman dikin, nefretê bi pêş dixin, dibin sedemê sorkirina pevçûnên li nava civakê, nakokîya cinsan diafirînin» û îtham weha didomin «ne li gorî pêşketina bi aheng a civaka sosyalîst a karakterên welatîyên çînî ne.»1

Li gel vê yekê jî, Yang Lî gelek caran dîyar kir ku pir ne bi dilê wê ye ku ew wekî femînîst were pênasekirin. Divê were gotin ku hilgirtina vê etîketê ne tiştekî hêsan e. Gava jina ciwan dest bi karîyera xwe kir, tevgera #MeToo li welatên rojava gihîştibû asta herî bilind lê belê li Çînê zêde nehatibû ecibandin û binî negirtibû. Di rêza cîhanî ya wekhevîya cinsan de, Çînê di nava 149 welatan de hingê şûna 103emîn îşgal dikir. Piştî sê salan, di 2021ê de, şûna wê daket 107an di nava 156 welatan de2. Paşketineke ku piranîya çinîyan zêde naxe nava heyecanê. Ew «pîvanên neheq ên rojavayî» îtham dikin, wekî ku tîne ziman yek ji bikarhênerên înternetê ku ji alîyê derdoreke berfireh ve tê ecibandin. Ew qet bala xwe nadin ser nifşa nû ya jinan a van normên zilamî red dike. Beijing News, rojnameya Pekînê ku xîtabî girseyeke bêhtir xwende û lîberal dike, seksîzma civakê bi «kevneşopîya» ku  tu qîymetê nade «mafê jinan ê axaftina li qada gelemperî» îzah dike. Ji bo rojnameyê, ev kevneşopî «bi kûrahî xwe vedizelîne nav koka civakî-çandî» ya vê «civaka baviksalarî ku jinan di hin mijaran de neçarî bêdengîyê dike.»3

Ji ber vê yekê, yek ji sûretên femînîzma çînî, Mme Lü Pîn, di 2015an de piştî tevlîbûna civîna salane ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya li ser statuya jinan, neçar ma li Dewletên Yekbûyî bimîne. Wê li wir welatê xwe bi meşandina «sîyaseta baviksalarî», ku pê «kesên êrişî femînîzmê dikin hertim ji femînîstan zêdetir ji desteka dezgehî sûdê werdigrin»4 sûcbar dikir. Piştî van daxuyanîyan, li Çînê pênc mîlîtanên jin hatin girtin, Mme Lü jî ji alîyê polîs ve wekî «hêza li pişt perdê» hat fîşkirin. Li welatekî ku lê aramî şûna olê digire û femînîzm bi «zirardayîna civakê» tê sûcbarkirin, «mîlîtanên dijfemînîst ji awantajên “xwezayî” sûdê werdigirin» li gorî çavdêrîya British Broadcasting Corporation (BBC)yê.5

Dîsa jî Yang Lî bibîr dixe ku skeçên wê  bêzirar in: «Ez mijarên ku têde mêr û jin bi hev re di nava nakokîyên berjewendîyan de ne, nanirxînim.» Ew tenê têkilîya bêdeng e, ya ku navbera cinsan destnîşan dike. Bo nimûne gava ew balê dikşîne vê sahneya ku li cem gelek jinên çînî deng veda: «Tu tevlî zîyafeteke civîna kar dibî. Tu bi awayekî normal têde cih digirî, wekî herkesî, lê belê, ji bo zilaman, tu tenê refaqatvan î.» Tevî vê îhtîmama wê jî, zilam girîngîyê nadin vê yekê. «Wekî hunermendekê, divê tiştê ku ez dibêjim ez berdewam biwezinînim da ku weke êrişkar neyêm dîtin.» Hin hevalên wê yên mîzahvan ên elimîne skeçên seksîst ji bo kenandina girseyê binirxînin, wan ew bi tilîya xwe nîşan da. «Mîzah», ew li ser rêya yekalî ye…

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Gilî û gazin ji Yang Li hatin kirin. Bikarhênerên mêr ên înternetê gelo xwedî hestê mîzahê ne?», The Paper, Shanghaï, 29 kanûna pêşîn 2020 (bi zimanê mandarînî).

2) Rêza di 2006an de ji alîyê Foruma Aborî ya Cîhanê ve hat çêkirin.

3) Em behsa “dorpêça”  Yang Li  bikin», Beijing News, Pékin, 29 kanûna pêşîn 2020 (bi zimanê mandarînî).

4) Li Çînê femînîzm», The New York Times (weşana bi çînî), 2 sibat 2017 (bi zimanê mandarînî).

5) Çima femînîstên çînî li ser înternetê “şer dikin”», BBC bi çînî, 11 kanûna paşîn 2021.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar