Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Burn-out’a karmendên japonî

Ji klîșeya karmendê dewletê dûr li ber sîya guherankarîyên jîyanê, karmendên payebilind ên japonî di bin mercên zor de dixebitin û carinan mehê heta sê sed saet mesaîya zêde dikin. Qanûnên civatî yên -jixwe pir hindik parêzer- ji bo wan derbas nabin. Jimareya yên ku dev ji wezaretan berdidin her ku diçe zêde dibe û ev jî dibe sedema krîzeke nedîtî ya xizmeta giștî.

Saet yek û nîvê serê sibê, li taxa Kasumigasekî ya Tokyoyê, ku piranîya sazîyên welatî lê kom bûne, karwanê bêdawî yên taksîyan li dora bînayên balkêș ên wezaretan kom bûne. Karmendên ku ji metroya dawîn mane, bi gavên giran dimeșin û li erebeyan siwar dibin, ku ew jî pașê di tarîya șevê de ji ber çavan wenda dibin.

Ev sehne, li Japonyayê, jîyana rojane ya karmendên dewletê resim dikin. Tevî ku ew ji statuyeke dilbijên, bêrîska bêkarîyê istifade dikin jî, jîyana wan dișibe rêya Hecê. Bi sedema ku ew ji bo berjewendîya giștî kar dikin û gava ku pêdivî be divê ji rewșên acîl re çareyekê bibînin, rêzika xebatê ya ku saetên mesaîya zêde ya xebatkarên din mehane bi çil û pênc saetan sînordar dike, ji bo wan derbas nabe. Sendîkayên wan jî ji mafê grevê bêpar in.

Li Kasumigaseki, dema xebatê ya kanryosan (karmendên wezaretan), qeymaxê li ser qeymax ê bijarteyên japonî, bêsînor e. Li gor lêkolîneke di 2018an de, ji alî Iwamoto Takashi(1), profesorê Zanîngeha Keioyê (Tokyo) ve pêk hatîye, jimara saetên mesaîya zêde ya ku ew dikin mehê li dor sedî ye -heft caran zêdeyî saetên sektora taybetî ye-. Û ji “xêzika karoshi” hîn pir wêdetir, sekûka “mirina ji ber xebata zêde”, ku ji alî wezîrê tendirustîyê bi xwe ve wekî heștê saetî hatibû destnîșankirin, pêșbînî dike ku jê wêdetir, rîska patolojîk bilind e. Bi ser vê de jî, ji ber ku budceya rêveberîyê bi kitekit ji alî qanûnê ve hatîye destnîșankirin, gelek caran, ji bo van saetên zêde yên mesaîyê pere nayê dayin.

“Êdî bûye wekî tiștekî jirêzê ku, li Kasumigaseki, ciwan xwe ji bo kar bikujin. Carinan, min mehê ji du saetî bêtir mesaî dikir”, M. K. L., karmendê berê yê ku bi awayekî anonîm qebûl kir șahidîyê bike, dibêje. Dema ku li wezaretekê li ser kar bûye, bi taksîyê vedigere malê “saet di navbera du û pêncên sibê de, ji bo ku saet li dor heștan dîsa vegere buroya xwe”. “Ji bo jina min, wekî ku ez tunebûm, ez cure spêleyek bûm”, biqiriktahlî ji devê xwe derdixe dibêje.

Bi vî awayî gelek kesên ku hem ji xewa xwe û hem jî ji malbata xwe bêpar dimînin dikevin depresyonê. Li gor daneyên ji alî Sendîkaya Karmendên Dewletê(2) ve, di 2019an de hatine belav kirin, li Kasumigasekîyê, ji % 32,4 kesê ku pirs ji wan hatine kirin di rewșeke “tendirustîyê ya xirab” de ne, “derman dixwin” yan jî “li nexweșxaneyê tedawî dibin”, ji % 28ê wan jî “tirsa mirina ji xebata zêde” jixwe berê hîs kirine yan jî niha hîs dikin. Heke em bên ser rêjeya xwekuștinê, li gor lêkolîna Iwamoto ji bo 100 000 kesî digihê 16,7an, ku ev jî dike du qatê sektora taybetî. Sazîya neteweyî ya personelan, ku organeke giștî ya ji girtina kar û rêveberîya mehaneyên karmendên neteweyî berpirsîyar e, di 2019an de, di asta neteweyî de 187 bûyerên karoshi tomar kirine(3).

Ev rewș berîya her tiștî dikare bi pêkanîna minaqeșeyên parlementerî û taybetmendîyên sîyasî û rêberayetîya welatî ve bê ravekirin. Ji 2012an bi vir de, piranîya zêde li her du odeyên Dîyetê di destê Partîya Demokrat a Lîberal û hevalbenda wê Komeito (navenda rast) de ye. Dawîya civîna parlementerî tê wateya binaxkirina metnên ku hîn li ser wan lêkolîn tên kirin, ji bo wê jî partîyên çep ên ku bi jimara xwe kêm in, bi hemî îmkanên xwe hewl didin ku wê dirêj bikin û di komisyonan de rûniștinan bidomînin ku rê li ber proje qanûna piranîyê bigrin. Ji ber ku karmendên payebilind hîmê bingehîn ê mijarên di van rûniștinan de tên gotûbêjkirin in.

Bi ser de jî, ji ber ku sînorên di navbera desthilata qanûndaner û ya rêveber nezelal in, pirêcaran dihikume ku ew berpirsîyarîya pêșnîyarîyên qanûnî bidin destê parlamenterên partîyên li ser desthilatê ne û ku dê wan li Dîyetê temsîl bikin jî bigrin ser xwe. Bi vî awayî pir ji nêzîk ve bi hilbijartîyan re hevkarîyê jî dikin û bi her cure karî re, wekî rêkxistina civînan di nav partîyan de û bazarîyên ji bo ku parlementer projeyên xwe berî bidin qebûlkirin eleqedar dibin. Ji ber ku kabîneyên wezaretan tunebûn, karmendên payebilind bersivên pirsên li meclîsan ji wezîran tên pirsîn jî amade dikin.

Bi vî awayî, pêșxistina metnên qanûnî û gotûbêjên li Dîyetê jî dikevin stuyê wan. Gelek caran di maweyên pir kin de, bi taybetî jî ji bo dosyayên hesas: tarîxên komîsyonan êvara berî rojê tên destnîșankirin, bi tenê șevekê ji kanryoyan re dihêlin ku pirsan di ber çav re derbas bikin. “Gelek caran hatîye serê me ku me dosya saet di 9 an 10ê șevê de girtine. Û divê ku saet di 9ê serê sibê de, di saeta vekirina Dîyetê de jî amade bin. Di navbera nivîsandina bersivan de, kontrolên wan ên her civîna wezareta hikûmetê ji bo ku șașî tunebin, ne jî lihevnekirin bi helwesta hikûmetê re hebin, bêyî ku em serwextkirina wezîrê ku dê bersiva pirsan bide jibîrbikin, ev tișt hemî bi  kêmanî șeș an heft saetan digrin. Em bi taksîyê yan jî trêna pêșî ya serê sibê diçin kar”, Birêz

  1. K. L. keserekê dikșîne û dibêje.

Bi ser vê de jî, hikumetên li pey hev ên ji neolîberalîzmê besta xwe girtine û deynê welatî dikin mahne, ku di 2020î de, gihaștîye ji % 250yê hatinîya nesafî ya hindur welatî (HNHW), dest pê kirine berdewam personelê rêveberîya dewletê kêm dikin. Di navbera vê sîyasetê û taybetîkirina hin sazîyan de, jimara personelên ku di navbera 2004 û 2020î de ji % 10 kêm bû, hinekî li her derê hate hîskirin. “Rêveberên sîyasî heta bi fikra ku wezaret divê her tiștî bi personelekî mahdûd bi rê ve bibin derxistin pêș, mînaka Googleê bi bîr anîn, ku hemî bi ekîbên piçûk li kar e”, Izuru Makihara, pisporê rêveberîya giștî li Zanîngeha Tokyoyê, rave dike. Herweha ew dibêje: “Pirbûna pirsên navneteweyî, yên wekî têkoșîna li dijî krîza îqlimî yan lihevkirina guhastina serbest a ji pasîfîkê wê de, ku hevahengîyekê di navbera wezaretan de dixwaze, bi tenê rewșê hîn aloztir dike.” 

Qeresîya li ser kulorê: bi gotineke din rêbazên xebatê yên herî arkayîk. Dijîtalkirina belgeyan, her çend ku hikumet wê teșwîq bike jî, nameyeke mirî ye û ragihandina di navbera karmend û parlementeran de her bi faksê pêk tê. Bikaranîna vîdeo konferansê ya ji bo karê pêdivî yê her proje qanûnê bi hilbijartîyan re wekî “bênezaketî” tê hesêb û îstisnaî dimîne. Bi vî awayî meriv sehneyên awarte dibîne ku karmendên giștî bi saetan wextê xwe bi çapkirina bi sedan belgeyên ji sedan rûpelan pêkhatî derbas dikin da ku naveroka pêșnûmayeke qanûnê ya dema civîneke ji alî partîyeke li ser desthilatê ve hatîye amadekirin bidin nas kirin û miwefeqeta parlementeran bigrin.

Her çend ev yek ji bo hemî organên wezaretan derbas bibe jî, wezareta tendirustîyê û kar bi taybetî mameleyeke xirab bi karmendên xwe re dike. Wezareta ku di 1998an de ji têkilhevbûna wezareta kar û ya karên civatî pêk hat, di encamê de bû cûre embara her tiștî, ku ji erka rêveberîya xanenișînîyê û ewlehîya civatî ta bașkirina mercên xebatê yên qada taybetî, sîyaseta zarokên piçûk û parastina mafên karkirên bîyanî girte nav xwe. Di vê dema ku nifûsa Japonyayê bilez ber bi pîrbûnê ve diçe de, meyla hesasbûna van dosyeyan ji alî sîyasî ve çêdibe. “Ji salên 1980yî bi vir de, me nikaribû em kêmkirina jimara karmendên dewletê bi dawî bînin. Di wê demê de, mîqdarê mesrefên salane yên têkilîya wan bi parastina civatî hebû digihîșt 25 000 milyar yenî [ji 195 milyar ewroyî hinekî bêtir]. Di çil salî de, ev reqem çar qat zêde bû!, endamê berê yê sekreteryaya wezaretê, birêz Kume Hayato rave dike. Barê kar helbet wê zêde bibe, rêyeke din tuneye.” Di navbera bêhêvîbûn û henekê xwe bixwe kirinê de, hin xebatkar kêfa xwe bi berovajîkirina navê sazîyan tînin, kosei-rodo-sho (wezareta tendirustî, kar û karên civatî), bi henek dikin kyosei-rodo-sho (wezareta karê bizorê) …

Di wexta pêla yekem a șewba Covid-19, bihara 2020î de, wezaret gîhiște xala șikestinê. Wê ji hin xebatkarên xwe yên beșên cihê îstifade kir û tîmeke dijkoronavîrusê çêkir ku ji çend sed kesan pêk dihat, ku ev jî bû sedema terkirineke xizmetên klasîk. Work-Life Balance(4), ku șîrketeke șêwirmendîyê ye, anketek li gel heftê karmendên wezaretê kir; li gor rapora wê, sêzde kesan ji wan, di navbera mehên adar û gulana 2020î de, mehê ji du sed saetî bêtir mesaî kiribûn. Çaran ji wan sê sed saet jî derbas kiribûn… “Ez wê demê heștmehkî bihemle bûm. Lê, ji ber ku personelê me kêm bû, ez mecbûr dimam ku heftê heta heștê saetî mesaîya zêde bikim. Carinan, ez heta duduyê beyanîya sibê li kar dimam”, jineke ciwan a ku naxwaze navê wê bê zanîn ji me re got. Di nîvekê heyva adarê de, xwe baș his nake û diçe nexweșxaneyê, li wir pizîșk jê re dibêje ku rîska berî wexta xwe bizêyî heye. Tavilê wê radikin nexweșxaneyê. Xweșbextane, di meha gulanê de, bê problem zaroka xwe ya yekem tîne. “Û heke ez neçûma min pizîșk nedîta?”

Her ku diçe ciwanên ku êdî nema karin tehemula van saetên ku meriv ji wan bawer nake bikin, terka Kasumigasekîyê dikin. Li gor birêz Taro Kono, wezîrê ji reforma rêveberîya giștî berpirsîyar, jimareya dest ji kar kêșana “ji ber sedemên șexsî” di nav karmendên 20 ta 29 salî de, di 2019an de digihê heștê û heftan, çi ku berî bi șeș salan, bi zorê xwe digîhande bîstî(5). Ev tevgera revê, bi taybetî jî her ku mercên xebatê yên sektora taybetî baștir dibin û kanryoyên ji zanîngehên bijarte derçûyî, karibin ji mehaneyên herîbaș îstifade bikin dê bilezîne.

Bêyî ku meriv șaș bibe, pîșe her ku diçe kêmtir xwendekarî dikșîne. Jimara yên ji bo karmendîya dewletê dê ezmûn derbas bikirana di 1996an de ji 45.000an zêdetir bû, lê ev reqem di 2018an de dakete 22 559an(6). “Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin, heke na her tișt dê xirabtir bibe. Karên wezaretan dê her ku biçe girantir bibe û çewtîyên rêveberîyan dê hîn pirtir bibin. Ev yek dê zerarê bide hevwelatîyên me”, Birêz Kume ji vê endîșe dike.

Heta niha, rewșê, tevî cidîyeta xwe jî, kesek eleqedar nedikir. Hevwelatîyên japonî yên ku di salên 1990î de di bin tesîra skandalên gendelîya ku koma gravan hejandibûn de mabûn, jixwe tim bi çavekî xirab li karmendan dinêrin. Li gor lêkolîneke ji alî Enstîtûya Lêgerînên Xizmetên Lêkolînên Navendî di 2018an de, radeya bi wan bawerbûnê bi tenê gîhașt 2,6 li ser pîvaneke ji 1 (qet bawerî pê nabe) ta 5an (bi tevayî bawerî pê dibe); ji % 46ê kesên pirs ji wan hatîye kirin bawer dikin ku rêveberîya dewletê “ji  zelalîyê bêpar e”. Heke em bên ser rêveberên sîyasî, ew pir seferber nabin. “Ev doz ji wan re ne dengan, ne jî pereyan tîne. Ev yek ne li ser guhekî hilbijartîyên partîya min e jî”, wezîrê berê yê tendirustîyê ji PLDyê, ku ji bo bașkirina mercên xebatê li Kasumigasekîyê dixebite, birêz Yasuhisa Shiozaki ji devê xwe derdixe.

Lêbelê, hikûmeta birêz Suga Yoshihide, ku di îlona 2020î de pêk hat, dikare hin tiștan rawejikîne. Vê șewbê rêbazên nû yên xebatê anîn rojevê: telexebat, dijîtalkirina belge û dokumanan, vidîyokonferans û hwd. Wezîrê berê yê karên derve û yek ji tenorên PLDyê, birêz Kono Taro, bû wezîrê nûjenkirina rêveberîya giștî. Ji her ku dest bi kar kirîye, jinavêbirina hankoyan, mohrên ku bikêrî îmzekirina belgeyên rêveberîyê, erêkirina ketin û derketina wan a buroyê ragihand. Ji holê rakirina vê sembola xebata bêfêde ya rêbazên vê xebata japonî divê dijîtalîzekirina belgeyan hêsantir bike. Wî herweha lêkolînek li ser jimara saetên mesaîya zêde da destpêkirin. Di encamê de, li jimara karmendên wezîrê tendirustîyê jî, dê vê salê 582 kes bên zêde kirin, ku dike ji % 2 zêdeyî sala berî vê ango 2020i(7) – ev serê bîst salan e ku tiștekî weha nehatibû dîtin. Di kanûna pêșîn a bûrî de, wezîr israr dike ku; “Kasumigaseki di rewșeke xeternak de ye. Karmendên dewletê yên ku ji saetên mesaîya zêde yên bêdawî bêzar bûne, dev ji karîyera xwe berdidin. Ji bo hevwelatîyên me jî, ev pirsgirêkeke mezin e. Divê ev geremola bêfêde bidawî bê(8).”

* Rojnamevan, Tokyo.

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademîr

________

1)  Iwamoto Takashi, “Ber bi nûjenkirina awayê xebatê li Kasumigasekîyê. Dawîlêanîna saetên pir ên xebatê û bi teknolojîyên agahdarî û ragihandinê baştirkirina berhênanê”, PR Times, 6ê hezîrana 2018an (bi japonî), https://prtimes.jp

2)  “Lêkolîna li ser jimara saetên zêde yên xebatê yên karmendên wezaretan”, Komîteya Têkoşîna Sendîkayên Karmendên Dewletê yên Kasumigasekîyê, 31ê tîrmeha 2019an (bi japonî), http://tk-kokko.or

3) “Pirtûka sipî ya li ser mirina ji ber xebata zêde”, wezareta tendirustîyê, ya kar û xebatên civatî, Tokyo, 30ê çirîya pêşîn a 2020î (bi japonî).

4)  “Lêkolîna li ser mercên xebata li wezaretan di dema şewba Covid-19ê” de, Work-Life Balance, Tokyo, 3yê tebaxa 2020î (bi japonî), https///work-life-b.co.jp

5)  “More young Japan elite bureaucrats quitting ; minister expresses concern”, The Mainichi, Tokyo, 20ê çirîya paşîn a 2020î.

6)  “Pirtûka sipî ya li ser xizmeta giştî di 2018an de”, Sazîya neteweyî ya personelên Japon, Tokyo, 1ê hezîrana 2018an, www.jinji.go.jp

7)  Taro Kono, “Pêşkêşkirina daxwaznameya ji bo başkirina mercên xebatê li Kasumigasekîyê”, Work-Life Balance, 25ê kanûna pêşîn a 2020î (bi japonî).xebatên civatî, 21ê çileya pêşîn a 2020î (bi japonî), www.mhlw.go.jp “Pêşkêşkirina jimara personelên wezaretê ya sala îdarî ya 2021ê”, wezareta tendirustîyê, ya kar û xebatên civatî, 21ê çileya pêşîn a 2020î (bi japonî), www.mhlw.go.jp

8) Taro Kono, “Pêşkêşkirina daxwaznameya ji bo başkirina mercên xebatê li Kasumigasekîyê”, Work-Life Balance, 25ê kanûna pêşîn a 2020î (bi japonî).

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial