Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Bo Widerberg, dij-Bergman

Berîya peydabûna derfeta temaşekirina li cem xwe piranîya fîlmên gihîştine asta klasîkan, dîrokzanên sînemayê, ji nifşekî bo nifşekî din, kêm zêde temaşekirina heman fîlman û heman fîlmçêkerên li kelehên xwe yên pîroz ferz dikirin.

ji niha û pê ve, beşên bi temamî yên hilberîna fîlman li ber çava ne û hin rejîsorên zêde nenas an jî jibîrbûyî dikarin ji nû ve derkevin holê. Bi vî awayî, ji alîyê Malavida1)ve ji nû ve weşandin û belavkirina duwanzde ji panzdeh fîlmên Bo Widerberg ê swêdî, hiştin ku ew bigihîje cihê ku heq dikir. Çunku sînemaya wî ya bi dilxwazî bêedaletîyên civakî şermezar dike, ne ew e ku pê kêfxweş bibe nêrîna fermî ya hez nake ji zindîyên gurandî, eger di dawîyê de neguncin li zewqên estetîk ên serdestan -bo nimûne wekî xeta Maurice Pialat a ji L’Enfance nue-Zaroktîya tazî- dikeve rê û bi Le Garçu biqede..

Rewşeke wisa ya Widerberg tunebû. Widerberg ê di 1930yî de li Malmö hat dinê, kurê karkerekî ye û perwerdeyeke demdirêj jî nake, lê belê dibe nivîskar (çar roman li salên 1950yî), dû re, di 1960î de, di rojnameyeke êvarê ya Stockholmê de rexnegirîya sînemayê dike. Di 1962yan de, bi berhema xwe ya Visions du cinéma suédois-Bergeha sînemaya swêdî, ku ji nivîsên wî pêk tê, «cinéma à la papa -sînemaya li gorî bavo-», konformîzma burjûwa ya fîlmên welatê xwe şermezar dike û berhema wî dişibe cureyekî skandînavî yê nivîsara François Truffaut ku di 1954an de di Les Cahiers du cinéma-Defterên sînemayê de bi sernavê «Meyleke sînemaya fransî» hat weşandin. Ew bi awayekî vekirî berê xwe dide hoste Ingmar Bergman û rexneyên giran lê dike. Ew dibêje Bergman zêde xurt nîşan dide stereotîpên swêdî, bi pênasekirina wan wekî kesên ji derve re girtî û nevrotîk û destnîşan dike ku pirsgirêkên personajên wî pê ve mijûl dibin «tenê mirovên ne mecbûr in bixebitin, eleqedar dikin».

Widerberg ku di tevahîya jîyana xwe de derbarê Bergman de hat jêpirsînkirin, dikeve nava nirxandinên mubalexekirî li ser têkilîyên xwe yên nakok li gel vî kesê bi temenê xwe jê mezintir. Widerberg li gel vê yekê heyranekî fîlmê wî yê bi navê Monika bû (1953) û demekê pê re li ser projeyeke şanoyê jî hevkarî kir. Her çî Bergman e, dema ew di 1994an de ji bo festîvala Goteborgê, lîsteya fîlmên xwe yên herî zêde jê hez dikir pêk tîne, di rêza çaran de filmê Widerberg, Le Quartier du corbeau-Taxa qijiko, bicih dike. Wî azadîya ahenga dengê raqîbê xwe yê ciwan ê senarîst û montajvan dieciband; wî dilê xwe dibijand awayê wî yê xwezayî yê rêvebirina aktoran û hunera wî ya yekane ya lihevgihandina profesyonelan li gel xeşîman an jî amatoran. Ji bo Le Silence-Bêdengî, di 1963yan de, wî hetta dixwest rolekê bide Thommy Berggren ê di du fîlmên pêşîn ên Widerberg de hatibû keşfkirin û ma wekî aktorê wî yê fetîş nexasim şirovekirina wî ya di Joe Hill de wê neyê jibîrkirin.

Le Quartier du corbeau ku di şaxê fîlmên bîyanî de di 1965an de bû namzedê Oskarê, bêyî ku xwe dûr bigire ji her reveke helbestî, li navenda civakî xuya dike. Eynî wekî Widerberg, Anders jî li nava malbateke karker a Malmö mezin dibe. Asêmayî li navbera bavekî xeyalsaz û alkolîk û dayîkeke jîyana wan a sefîl a rojane bi rêve dibe, ew xeyal dike bibe nivîskar. Sala 1936, demeke kilîd a dîroka welêt e û sosyal demokratên li ser kar xwe amade dikin ji bo çar salan şûna xwe xweş bikin. Anders ê ciwan dîya xwe teşwîq dike ku xwe bavêje ser firseta bikaranîna dengê xwe ji bo kesê ku dikare bibe şansekî mezin ji gelek kesên din re jî.

Hê ji destpêkê ve, Widerberg şopek li nav hişê mirovan dihêle. Le Péché suédois-Gunehê swêdî, ku li hefteya rexnegirên Cannesê di 1963yan de hat pêşkêşkirin, fîlmên pêşî yên Jean-Luc Godard tîne bîra mirov. Lê belê tiştê ku lehenga wê ji Patricia (Jean Seberg) ya À bout de souffle-Li ber bêhnçikînê cuda dike, ew e ku ew wekî karkereke li fabrîkayê tê nîşandan, eynî çawa ku Malmö ku Widerberg lê fîlm çêdike û împrovîzyonê dike, pir dûrî Parîsa Godard, bajarekî populer e. Li pişt sivikahîya wî ya xapînok «Nouvelle Vague -Pêla Nû-», fîlm dibe portreyê jineke ciwan a nûjen û dilxwaz, ku bi armanca evînî li pey digerin du xortên ji jêdereke dijber a civakî, bi halê xwe yê ducanî ew ê tercîh bike ku bi tena serê xwe debara xwe bike.

Widerberg ku têkilîyên wî yên partîzanî tunebin, fîlmên xwe wekî «apolîtîk» pênase dikirin. Li gel vê yekê jî ew tu caran ji personajên xwe xweperestên saf û hişk pêk nayne û ji bo êşên wan çareserîya ew dibîne kolektîf e. Ew ji têkoşînê, ji piştevanîya kedkaran û carna ji bo qezenckirinê ji pêwistîya yekbûna wan bawer dike… Gava Anders dixwaze xwe ji derdora xwe qut bike, ne ji bo ji bîrkirina wê ye lê ji bo bibe dengê vê çîna hê têra xwe negihîştîye hişmendîya pêkanîna yekîtîyê. Ew ê belkî jî bibe yek ji nivîskarên mezin ên kedkaran ên sedsala XXan a Skandînavyayê. Di 1986an de, ev damarê «nivîskarên gel» bû ku Widerberg wê li ser bifikire, bi adaptekirina Le Chemin du serpent-rêya maran, şahesera Torgny Lindgren, a ku ji bonê wê bibe firsetek ji bo çêkirina yek ji fîlmên xwe, yek ji yên herî bi êş, herweha, bi bîrxistina şertên dijwar ên cotkarên li bakurê Swêdê di 1850yî de.

Berê, wî wekî ku rêya xwe bi temamî guherandibû bi Amour 65 re (xelata taybet di festîvala Berlîn a 1965an de), bi şêweyekî fermî nêzî Shadows, a John Cassavetes, ku jê yek ji aktorên xwe Ben Carruthers jî wergirtibû. Bi awayekî paradoksî, ev portreya rejîserokî ku dişibê, ji îlhamê bêpar û li nava xefika azadîya wî ya evînî, dikare bişibe sînemaya Bergmanî. Ew nexasim qonaxeke pêwist e ji bo Widerberg da ku karibe bi pêş ve bibe rêbazên xwe yên fîlmçêkirinê, yên pala xwe zêdetir didin împrovîzyon û pêkanînên ji bo xebateke dirêj a montaja ku ew bi xwe çêdike. Gotûbêjeke dijwar wê were kirin li ser çendahîya mezin a pelîkula hat bikaranîn -fîdyeya lîstikeke xwezayî ya ku tevahîya berhema wî karakterîze dike- û bi taybetî di sê fîlmên wî yên di dorê de, ronahîyê dide ser sê serketinên berbiçav.

Bi vî awayî, di Elvira Madigan de, fîlmê wî yê pêşî yê rengîn, ku li derve û li bin ronahîya xwezayî hat kişandin, ew rola sereke dispêre keseke nenas, Pia Degermark. Mîzansena vê «çîroka rastîn», a ku coşeke mezin da tevahîya gel di dawîya sedsala XIXemîn de, rindîyeke şahane ya hestan e. Ahengkirî li gel duyemîn livûtevgera Concerto pour piano n° 21 ya Mozart, ew, bi lîrîzm û azadîyê, dide pey şopa evînên negengaz ên cambazeke danîmarkî û sûbayekî. Fîlm bi lîstikvana xwe xelata şirovekinê li Cannesê dide qezenckirin. Widerberg hingê wê êdî hefsarên di destê xwe de sist bike ji bo Adalen 31 û Joe Hill, du dramên sîyasî, li nava dilê têkoşînan.

Kêm fîlm hene wekî Adalen 31 (1969) ên karîne bibin neynika greveke hundir. Kêm fîlman karîye wisa baş îzah bikin çalakgeran wisa wekî kesên jirêzê û wêrek ku, di dewama çîrokê de peyderpey radixe pêş çavan rûyê bira yê patronekî, îtaeta wî ya ji bo rayedaran, destwerdana grevşikênan û herî dawî jî, êrişa xwînrij a artêşê. Bi rengên xwe yên germ, ji êrişa artêşê zêdetir hêjayî fîravîna li ser mêrgê, ev fîksîyona ji grevîstên 1931yî yên li herêma Adalen îlham girtîye, Widerbergekî ku êdî gihîştîye zîrweya hunera xwe nîşanî me dide. Li gel vê yekê, dema nû derket, Les Cahiers du cinéma têra xwe hûrbijêr bû: «Çi heyf e ku nîyetên baş xirabûn bi estetîzmeke-şadîperest re (…) û bi senaryoyeke ku dixwaze keça karsaz bi kurê grevvan re razê».2) Berevajî, Simone de Beauvoir wê karibe bibîne ku «fîlm xwedî xweşikîyeke bêhempa ye, bêyî ku tu caran bişemite nava estetîzmê. Ew bi tesîr û bawerîdêr e, bêyî sîyeke fêrkarîyê».3)

Li gel fîlmê xwe yê lipeyhatî, piştî du salan, Widerberg ji Atlantîkê derbas dibe, wekî ku di rastîyê de jî lehengê wî wisa kir, lehengê swêdî yê bi navê Joe Hillström, ku bû Joe Hill. Vî serserîyî, sûretê mezin ê dîrokî yê sendîkavanîya şoreşger, rewşa karkerên amerîkî keşf kir, li tenişta wan têkoşîn kir û stranên ku hin ji wan hê jî navdar in, pêşkêşî wan kirin. Fîlmê ku wekî van stranan zindî, Joe Hill vediguhere trajedîyekê, gava stranbêj bi cînayetê tê sûcbarkirin û di encama rûniştineke bi hîle de cezayê mirinê lê tê birîn.

Pîrozbahîya Joe Hill, ku bi heman strana ji alîyê Joan Baez ve şirovekirî dest pê dike û bi dawî dibe, bû tevkara destpêka marjînalîzekirina fîlmçêker. Joe Hill digihîje kêlîya ku Hollywooda Nû êdî protestoya xwendekaran a li dijî şerê Vîyetnamê dixe bin axê. Mijarên civakî êdî ne di rojevê de ne. Mafyayên Martin Scorsese didin pey L’Épouvantail a Jerry Schatzberg. Widerberg ancax di 1974an de vegerîya sînemayê, ji bo fîlmekî swêdî, Tom Foot, çîrokeke bi coş, a serketî, li ser zarokekî 6 salî, dehayekî fûtbolê, ku li gel mezinan di koma neteweyî de dilîze lê belê ji bo fêrî xwendin û nivîsandinê bibe ji pêşbazîyê vedikişe…

Her çî fîlmê wî yê di dûv re ye, Un flic sur le toit-polîsekî li ser banî (1976), ku li Swêdê serketineke mezin bi dest xist, ji bo rexnegirên navneteweyî dibe remzeke gavavêtina xembar a Wideberg a nav sînemayeke çeşnê, ku di heman demê de wê bibe îspata daketina dilcoşîyên wî. Lê belê, bi adaptekirina L’Abominable homme de Säffle, lêpirsîneke komîser Martin Beck, a ji alîyê Maj Sjöwall û Per Wahlöö ve hat afirandin, ne tenê soza fîlmê pêşî yê polîsîye yê swêdî dide, lê herweha, bi model girtina French Connection, ya William Friedkin, û li cih hiştina her lîrîzmê, bêhtir bi nêzbûna lêpirsîneran, ew der barê polîs de ji xwe jî dipirse, tevî ku bidawîbûna modela civakî-demokrat xwezaya mîsyona «welatîbûnê» diguherîne. Widerberg bi îlhamgiritina ji sosreteke sîyayî ya ku wezareteke tevlî gendelîyê bûyî dike mijar, di 1984an de bi L’Homme de Majorque xwe dubare dike. Ew ê bibe yekemîn kesê ku wê bibe şahidê girîngîya ku «polîsîyeya swêdî» dibû xwedî rola eşkerekirina zêdegavîyên civaka lîberal a ku şûna dewleta refahê digire.

Lê belê, careke din jî, bi Un flic sur le toit, eger di asta swêdê de, bi çêkirina polîsîyeyeke li sînorê fîlmê felaketê (helîkopterek têde li navenda bajarekî diperçiqe), ew gihîştibe serketineke sînematografîk, hilberînerên wî yên tengezarbûyî ji rêbazên wî yên xebatê, wî terk dikin. Rêbazên ku bi dokumantera Ronny Svensson û Markus Strömqvist Le Réalisme en ligne de mire xwe nîşan didin: hûrbijêrî û mukemelîyetî, ku wê demê ji alîyê hin kesan ve wekî îşaretên magalomanîyê tên nirxandin.4)

Piştî L’Homme de Majorque, Widerberg wê êdî tenê du fîlman çêke, bi armanca parastina enerjîya xwe ya afirîner ji bo fîlmên televizyonê an jî mîzansenên şanoyê. Me berê bal kişand Le Chemin du serpent, ku têde ew li gel damarê xwe yê herî baş ê civakî dikeve nava danûstandinê. Bi La Beauté des choses-Delalîya tiştan re, di 1995an de, çîroka evîneke bi coş a navbera nûgihîştîyekî li gel perwerdekareke xwe ya salên 1940î, berhemeke têrtije û lerzîner bi dawî dibe. Mirov bêyî peydakirina tarîx û kevinbûna wan, li van fîlman dinêre; berevajî; mirov dixwaze ew bibin çavkanîya îlhamê ji bo sînemavanên îro, tiştekî ku mirov nikare zêde bîne ziman ji bo van «şaheserên hunera heftemîn» ên hatine parastin li nava refên tozgirtî ku têde mirov li bendê ye ku were entegrekirin, ji bo zindîkirina wan, îkonşikêna herî berbiçav a Bo Widerberg.

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Tîtilên navborî giş dikarin weke DVD bi fîyeteke yekîneyî 13 ewro werin bidestxistin, Malavida, Paris.

2) Pascal Bonitzer, «Adalen 31 (Bo Widerberg)», Defterên sînemayê, hejmar° 213, Parîs, hezîran1969.

3) Simone de Beauvoir, Her hesap hatîye kirin, Gallimard, coll. «Folio», Paris, 1978 (1re éd. : 1972).

4) Ronny Svensson û Markus Strömqvist, Realîzma di hedefê de (2006), dikare wekî bonus di DVDa polîsek li ser ban were bidestxistin (Malavida).

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar