Sibat 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Bîrek ku tu kes dawîya wê nabîne

Fetwaya ku di sala 1989an de ji hêla Îmam Ruhullah Xumeynî ve li dijî Salman Rushdî hate dayîn, «Ayetên Şeytanî» kirîye mijara skandalê ku bêyî xwendina wê nîqaş berdewam dike. Lê belê, ev xebata 700 rûpelî, ya ku serpêhatîyên rast û xeyalî dihundirîne, wekî çêra li dijî olê hate darizandin. Li gor Laurent Binetê nivîskar, sedema vê yekê ew e ku romaneke baş berevajî metneke pîroz e.

Dinya guherî, lê kengê? Ne wekî ku em difikirin 11ê îlona 2001ê: wê demê, bê guman her tişt jixwe qedîyabû. Amin Maalouf, di kitêba xwe ya bi navê Le Naufrage des civilisationsê (1) de heya 1979an dikeve şopa wê tiştê ku jê re dibêje «vegera mezin» û jixwe divê bê qebûlkirin ku argumanên vê hîpotezê ne kêm in: Hilbijartina Margaret Thatcherê li Brîtanyayê, şoreşa Îranê, bidestxistina desthilatdarîyê ya Deng Xiaoping -ku dê Çînê bikişîne ber aborîya bazarê-, dagirkirina Afganistanê ji teref leşkerên Sovyetê, rehîngirtina bi xwîn a Mizgefta Mezin a Mekkeyê ku ji hêla fundamentalîstên Siûd û Misrî ve hate pêkanîn. Ev bûyerên ku li pey hev çêbûn, hem şikl dide dinyaya ku em îro dizanin û hem jî wê radigîhîne: globalîzasyona neolîberal pekîya, opsîyona komunîzmê qels bû, îslama sîyasî derket holê. Bêguman di 1979an de rêyên nû li ber dinyayê vebûn.

Lê belê dîsa jî deh salên din jî hewce dikir ku dinya bigihîje qonaxa xwe ya bêveger. Di 1989an de, her kesî yekser giringîya dîrokî ya hilweşîna Dîwarê Berlînê fêm kir. Lê 1989, di heman demê de bû sala bûyereke din a nehesabkirî ku wê demê tu kesî ewqas qîmet nedidayê. Fetwaya Îmam Ruhullah Xumeynî ya li dijî kitêba Salman Ruşdî ya bi navê (Les Versets sataniques), sûcê çêra li dijî olê (blasphème) cardin anî rojeva dinyayê ku cezaya wê mirin bû. Ecêbmayîn û şermezarkirina girseyî ya wê çaxê tê bîra min. Lê ya ku wê hingê me digot qey cinawireke anakronîk bû, di rastîyê de bendaveke nûteqîyayî bû. Berevajî kesên din ên ku zû bi zû tiştên qewimî ji bîr kirin û ji hêrsbûnê zêdetir bi şermê ketin, tenê hişên herî dûrbîn encamên skandala ku li ber çavê me diqewimîn fêm kirin. (2) “Bîrek ku tu kes dawîya wê nabîne” dinivîsî Milan Kundera di 1993an de. (3)

Ruşdî, Charlie, Samuel Paty; Kundera bawer nedikir ku evqas xweş lê bîne. Romanek, çend xêz û mamosteyekî polên seretayî. Şok, şer û têkçûn. Herkes karîkaturan û ev karîkatur bi çi tên tawanbarkirin dizane: jirêzêtî, provokasyona nehewce, rijandina mazotê li ser êgir, bêhurmetî, zaroktî, nijadperestî û helbet îslamofobî. (4) Û heta argumanên herî ecêb jî di vê nîqaşê de hene: divê mirov „birîna exlaqî“ ya ku li cem misilmanên „têkilîya wan a hestîyarî bi Mihemedê pêxember re heye“ çêbûye fêm bike. (5)

 

Romana ku bû delîla sûc

Lê wekî her car, darbeyên herî mezin ji cihên ku herî kêm jê dihate hêvîkirin hat: Bi vî rengî Umberto Eco ragihand karîkaturîzekirina Mihemedê pêxember „qeba“ bû. Helwesta nivîskarê romana Navê Gulê (Nom de la Rose) ecêb bû, ji ber ku romana mezin a nivîskarî bi tevahî derbarê şermezarkirina fanatîzma olî û a rast, sansurê de ye. Di sedsala 14em de, keşeyan hev kuştin di manastirekê de, da ku pêşî li belavbûna kitêba Arîstoyî bigirin ku tê da piştgirîya kenînê dihate kirin lê wekî şeytanî dihate hesibandin. Adaptasyona Jean-Jacques Annaud (ku ji hêla Eco ve jî hatîye pejirandin) çû heya wê radeyê ku lehengê ji hêla Sean Conneryî (Williamê Baskervilleyî) ve hate lîstin, li hember pîskoposan rola kerekî ku Încîlê nîşanî wan dide leyîst û papa wekî rovî, serrahîb jî wekî meymûn nîşan da. Yanê bi kurtasî, fîlmê ew karîkaturîze kirin. Bersiva Eco ya ji bo piştrastkirina vê nakokîya berbiçav weha bû: „Prensîbeke exlaqî ye ku meriv qarişî hestên dînî yên “ên din” nebe. (…) Ger ez Charlie bûma, min ê tinazên xwe bi hestên misilman an jî xiristîyanan nekira (an jî bi yên bûdîstan).  (6)

Ji bo vê retorîka xwar ku divêtîya rexnekirina olan dadixîne ser tiştên biçûk, gelek tişt hene mirov bibêje, lê axirê, hege em dijberîya navxweyî qebûl bikin dê tenê katolîk bikaribin katolîkan rexne bikin û tenê protestan bikaribin protestanan rexne bikin û hwd. Lê hêjayî gotinê ye ku ev şertê nezelal ji bo Ruşdîyî ku ji malbateke misilman a hîndû tê, têrê nedikir ku ji pirsgirêkan bireve. (Ecêb e lê belê xuya ye ku Eco ji bîr kirîye ka dema mirov „çêra li dijî olê „ bike faktora navxweyî çiqas rewşeke giran e). Dema derket holê ku ev arguman ne rast e, dê gazincên din çi bin? Gelo Ruşdî kesekî „qebe“, „jirêzê“, „nerêzdar“ û „neberpirs“ bû? Em ê ji ku bizanibin? Her kesî karîkatur dîtin, lê kê 700 rûpelên Ayetên Şeytanî xwendîye? Li gor Kundêra tu kesî nexwendîye (hinekî mezin kirîye). Di kitêba bi navê Les Testaments Trahisê de nivîskarê fransî-çekî eşkere dike ka skandalê çawa roman kuştîye û ev yek jî bi tena serê xwe delîlek e ku kesên wî diparêzin zehmet nakin kitêbê bixwînin. Baş e, lê belê mesele çi ye nexwe?

Ev çîroka Gibreelê lîstikvan ê navdar ê Bollywoodê ye ku bi Saladînê Hîndû yê li Londonê dijî re sohbetê dike, pê re dikeve nîqaşê, stranan dibêje û balafira ku tê de ne li hewayê diteqe û dikevin erdê. Her du camêr jî bi awayekî ecêb bêyî ku tu derê wan birîndar bibe xwe digihînin bendereke îngilîzan. Saladînê ku hêdî hêdî vediguheze bizinekî şeytanî û divê xwe di nav civaka Hîndû de veşêre ku her tim dixwest jê bireve. Gibreel jî wê hingê dikeve nav xeyalan. Wilo xeyal dike ku ew Cebraîlê milyaket e li ser çîyayê xwe, lê gava Mihemedê pêxember ji bo kelama Xwedê jê werbigire tê cem wî nizane jê re çi bibêje. Ji ber vê jî, pêxember li gor daxwaza giregirên herêmî, jê dipirse bê ka di ola nû ya Xwedê de ji bo 3 xwedawendan, asta duyem a Xwedabûnê heye an na. Cebrail/Gibreelê mat û bêbiryar mayî, di destpêkê de bi erênî bersivê dide lêbelê di hevdîtineke din de ev bersiv diguherîne û ji Mihemedê pêxember re dibêje ku şeytên ketîyê şiklê milyaketekî û wesweseya vê fikrê daye wî. Ev serpêhatîya xapandinê an jî bi qewlê Ruşdîyî bêbiryarbûnê ji sala 1860î ve wekî “Ayetên Şeytanî” tê zanîn. Di berdewamîya romanê de rexnegirekî pagan ji ber alîgirên Mihemmedê pêxember direve û xwe dispêre kerxaneyekê. Li wir navê 12 jinên pêxember li her fahîşeyekê dike. Va ye rastîya meseleyê ev e; di nav hezar serpêhatîyên ku em bi zelalî nizanin ka rast in an na, du qonaxên problematîk hene ku wê fetwaya navdar meşrû dikin: ji xeynî Xwedê tu afirîner tune û meriv henekên xwe bi Mihemmedê pêxember nake. Dawîya nîqaşê.

Loma jî dê kes nebîne ku romana dewlemendîya bêdawî, romana Hoste û Margarîta ye (Maître et Marguerite) ku bi awayekî bêhempa ji nû ve hatîye nivîsandin û wekî axaftineke dirêj a li gel Mikhail Bulgakovî ye. Dê kes tunebe ku li ser têkilîya wê û rasteqînîya efsûnî ya Gabriel Garcia Marquez şîroveyekê bike. Tu kes nîne ku çavekê li Samuel Richardson (navê karaktereke wî Pamela Lovelace ye) û bandora Martin Amisî yên li ser sehneyên jîyana Londonê ya modern bike. Û hetta (ji bilî Kundera) kes tune ku bedewîya Flaubertîyan -Flaubert de Salaambó- a pasajên derbarê Mihemmedê pêxember de destnîşan bike. Ji bilî Xwedê tu yezdan tune ye, got yên ku ji xeynî kitêbekê tu kitêban naxwînin. Dû re teror hat venişt ser kitêbê û ser kesên ku nêzî wê kitêbê bûn. (7) Û ev jî têrê kir ku hemû şiroveyên wêjeyî bixeniqin.

Pirs tenê derbarê edîsyonê de bûn: gelo divê were weşandin? An divê paşve bihata kişandin? Û wekî din: digel ku cardin bibûya sedema xebitandina makîneya dojehê, hewce dikir bi formata kitêba tûrikan bihata belavkirin? (8) Yek ji romanên herî bedew ên dawîya sedsala 20em, dê tu carî nekeve bernameya edebîyata berawirdî ya ezmûna mamosteyan (l’agrégation). Ruşdî dê tu carî xelata Nobelê wernegire. (9) Ev fikra ku di şert û mercên cuda de dê bibûya fikrekî gelekî balkêş û xwezayî, ji ber gefên mezin hema bêje bûye wîç û reşkirî. Baş e lê ji bo çi? Ji dil, ji ber qebhetên wisa biçûk?

Romanek, berevajî metneke pîroz e. Taybetmendîya wê ya sereke bêbiryarî ye; peymaneke ji rêzê ye ku dixwaze xwendevan bêbawerîya xwe ji bo demekê ji holê rake û kîngê xwest dîsa derxe holê. Roman, hay jê heye ku ew sazkirî û honandî ye. Nivîsarên pîroz dixwazin ku yên rast ew bin. Roman di eslê xwe de kafir e, antîdogmatîk û li dijî olê çêr e. “Tişta ku wekî Ayetên Şeytanî pê tê tewanbarkirin ji ber vê yekê hunera romanê ye.”(10) Mirov dikare bifikire ku ev meseleyeke biçûk e. Dema ku ji tiştên gotî bêhneke pîs were, em jî wekî taktîka Williamê Baskervilleyî dikarin xwe paşve vekişînin: got “Biborîne, Jorgeyê hêja. Devê min xîyanetê li fikrên min kir, min nedixwest ji te re bêhurmetîyê bikim. Bêguman gotinên cenabê te rast in û ez şaş im.” (11) Lê Guillaume baş dizane ku ev vekişîna bêrûmet nîşaneya tiştên baş nîne, ji ber ku mafê çêrkirina li dijî olê; ji azadîya vegotinê an jî bi kurtasî ji azadîyê qet ne dûr e. Bileks, ev şertê wê yê pêşîn e. Bi vî awayî, bi dilekî rehet, bi awayekî metodîk, bêyî ku em pevçûneke şaristanîyê geş bikin, bêyî li ser maça hezar salan a di navbera Rojhilat û Rojavayê de dewam bikin, bêyî ku em têkevin xefikên etîketkirin û nijadperestîyê, dikarin hewl bidin vê girêka kujer vekin.

Ya ewil, divê pirsgirêk li navendekê tenê tov nebe. Gelo li welatên misilman dîndarîyeke wek-bingeh heye? Li gor Amin Maalouf tu tişt kêmî vêya rast nîne û ji bo wî bes e ku meriv ji dîroka nêz van çend mînakan bide: li Îranê, Mihammed Musaddiq, berîya ku ji alîyê DYAyê ve were têkbirin bi komunîstan re dixebitî; li Misirê, Cemal Abdul Nasirê qehremanê dewletên Ereb, dijminê herî mezin ê Birayên Misilman bû. Yaser Erefatê ku berîya ji alîyê Hamasê ve were têkbirin, bi tenê serokatîya berxwedana Filîstînê dikir. Herweha em dikarin Tirkîyeya Mistefa Kemalî jî lê zêde bikin ku zagonên wê yên li dijî dolbendê (laçik û şalpe) ji yên Fransayê gelekî hişktir bûn û heta sala 2008an jî qanûna ku li zanîngehan dolbendê qedexe dikir li ser hikim bû. Herweha Maalouf, bi bîr dixe ku Endonezya ji alîyê nifûsa xwe ve berîya ku bibe welatê herî mezin ê Misilmanan, ji hêla hejmarên endaman ve (berîya îmhakirina wan) piştî Yekîtîya Sovyetê û Çînê welatê sêyem ê komunîst bû. Berevajî vê, di van demên dawî de me dît ku piştî kuştina Paty kî bi awayekî erênî nêzî ji nû ve sazkirina cezaya çêra li dijî olê dibe: serpîskoposên Tuluz (Toulouse) û Albîyê… Di nav kesên ku herî zêde Ruşdîyî şermezar dikirin serpîskoposên Canterbury û New Yorkê û herweha serxaxamê Îngilîstanê jî hebû. Gotinên sosret ên Papa Françisî ku piştî êrîşên li ser Charlie Hebdo anîbû ziman jî tên bîra me. Qet ne ecêb e ku John Paulê 2., Ayetên Şeytanî bi awayekî tund şermezar kiribe.

Hê paşê, dîrokîkirin (historiciser) divê. (Lê çi qas berîya ku xebatên dîrokzanan wekî çêrkirina li dijî olê werin hesibandin?) Dîrokeke olan heye, ya metnên pîroz jî: em dizanin ku ji behiştê nehatine. Ji dema ku mirov hatîye ser rûyê erdê vir ve, hema bêje deh hezar ol derketine holê. Xwedayên îro dê di kitêbxaneyên sibê de bi dawî bibin. Qedexikirina temsîlîyeta fîgurekî pîroz (ku ev sedema ewil bû li dijî karîkaturên Charlie Hebdo, herçiqas bi nîyeta hîcvê jî bin) beranberî tu qanûneke exlaqî nîne. Ji ber ku ev ji kevneşopîyê wêdetir ne tu tiştek e. (Lê dîsa jî bi hezar salan bi awayên cuda rêz lê hate girtin.)

Û herî dawî, napîrozkirin (désacraliser) divê. Ev, rola hîcîv û romanê ye. Hîcîv, tîne bîra me ku dîn, pirî caran amûrên meşrûkirina îdeolojîyên ultra-reaksîyoner in ku desthilatdarîya xwe li ser biryarên keyfî ava dikin, nemaze gava ku em bi maneya ewil a peyvê bifikirin. Heke em werin ser romanê, bi vîzyona xwe ya derveyî dîn, roman bivê nevê rê li ber xwendina dogmatîk digire ku dînên wehîykirî re ev yek ne kêşe ye. Roman tu tiştî ferz nake, hemû şêweyên fermanê pûç dike û tenê vîzyonên tevlihev, nezelal, dudilî yên cîhanê pêşnîyaz dike. Kî heq e kî neheq e? Roman bi baldarî ji biryardayînê dûr dikeve. Axirî, meriv li ser navê Rabelais nakujin, li ser navê Ruşdî nakujin.

Karîkatur bê guman provokasyon bûn (û ew mafê wan bû), lê di vê rewşê de ew ”bêbedêl” nebûn, ji ber ku rastî fetwayê hatin. Bi awayekî em dikarin bibêjin ku Paty mir da ku hîcîv zindî bimîne. Charb, Cabu, Wolinski û hevalên wan mirin da ku Ruşdî bijî. Ruşdî hîn sax e, lê di vê seranserê 31 salan de, ku tê de wergêrê wî yê japonî, hitoşî igaraşî hate kuştin, wergêrê wî yê îtalî hate kêrkirin û sê gulle berdan edîtorê wî yê norwêcî (ev her duyên dawî sax man), xelata ji bo kuştina wî her ku diçe zêde dibû. Zêdebûna dawî di 2016an de bû.

* Nivîskar. Romana wî ya herî dawî: Civilizations, Grasset, 2019.

Wergera ji fransî: Bilal Ata Aktaş

____________

1) Amin Maalouf, Le Naufrage des civilisations, Grasset, Paris, 2019.

2) 20ê sibata 1989an, 12 welatên Civaka Aborî ya Ewropayê (Communauté économique européenne) balyozên xwe paşve kişandin. 20ê adarê cardin ew şandin Tehranê.

3) Milan Kundera, Les Testaments trahis, Gallimard, Paris, 1993.

4) Ji 2005an heya 2015an, pêşbergên Charlie Hebdo yên bi tenê ji Îslamê re hatine veqetandin kêmtirî %1.5 tevahîya pêşbergan e (7 heb li dijî 21ê ku tenê ji Katolîzmê re hatine veqetandin.)

5) Sonya Faure, «Saba Mahmoud : “Divê heqareta exlaqî were fahmkirin”», Libération, Paris, 18.12. 2016

6) Umberto Eco, «Ji “Maus”ê heya “Charlie”yê», L’Espresso, Roma, 12.06.2015

7) Cezayê kuştinê ya ku Xumeynî di 14.02.1989an de dabû ne tenê nivîskarê kitêbê eleqedar dike, lê di heman demê de derbarê wan kesên ku “hem ew kitêb çap kirîye, hem jî yên ku ji naveroka wê agahdar bûne” de ye.

8) Çapa îngilîzî ya bi formata tûrikê piştî 8 salan temam bû.

9) 27 sal derbas bûn ku Akademîya Nobelê fetwa bi fermî şermezar kir (24.03.2016)

10) Milan Kundera, Les Testaments trahis, kitêba qalkirî.

11) Umberto Eco, Le Nom de la rose, Grasset, 1982.

12) Bi hêvîya ku cezayê wî yê mirinê bê rakirin, Ruşdîyî qestûka got ku bawerîya xwe ji nû ve dîtîye. Lê tobekirina ku Ruşdî jî demekê pê xapîya, bêyî ku encamek berbiçav bigire, bi îdîaya ku fetwaya dayî nayê rakirin, nehat betalkirin.

13) Amin Maalouf, Le Naufrage des civilisations, kitêba qalkirî.

14) «Hege hûn çêrî dîya min dikin, li benda kulmekê jî bin.»

15) Di vê navberê de, tekoşînên navbeşî (intersectionnelle) yên kredîya xwe xilas dikin hev du nagirin. Tevgerên femînîst an LGBT çawa dikarin bi îdeolojîyên ku bi zayendperestî û homofobîyê hatine dagirtin re biratîyê bikin? Ev girêhişkek e ku hê jî tu kes neşîyaye veke.

Hemû gotarên nivîskar

X

Passwort vergessen?

Mitglied werden!

  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.