Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Bijî «rîska sîstematîk»!

Berî ku Birêz Donald Trump bikeve Qesra Sipî bi sê rojan, serokê çînî Xi Jinping hate Davosê. Wî li wir hișyarîyek li dijî parêzvanîyê da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USA). Îro jî, sîyaseta hemleya nû ya ji alî Birêz Joseph Biden ve tê teșwîqkirin rêveberên çînî dixe alarmê. Ew di vê yekê de “rîskeke sîstematîk” li dijî nîzama aborî ya niha dibîne…
Dewletên Yekbûyî, di dîroka xwe de, yek ji qanûnên herî sosyal niha qebûl kir. Ew xwe ji stratejîyên aborîyî yên van deh salên dawîn, ku piştgirîya hatinîya sermayeyê -ya “nûjenker” û rantxwer di gel hev- dikirin û çînên gelêrî ji hev cuda dikirin dûr dike. Ew herweha têkilîya xwe bi sîyasetên giştî yên gelek caran bi endîşeya destpêkirina enflasyon û gurbûna xwe deyndarkirinê re jî diqetîne. Ew êdî li îqnakirina neolîberalan û kirêkerên fonên wan bi kêmkirina bacê, ku berhemê wan gelek caran dikevin borsayê û balona diravî diwerimînin jî nagere.


Ew bi plana xwe ya acîl a 19.000 milyar dolarî (çi bigre ji % 10ê hilberîna dewlemendîya salane ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye), ku wê jî divîya programeke veberdêrîyê ya di warê jêrxaneyan, vejena paqij û perwerdeyê de (di deh salan de 3000 milyar dolar) taqîb bikira, cîgirê berê ye Birêz Barack Obama weha xuya bû ku di encamê de dersên pêdivî ji vê meselê derxistibûn. Û ji biserneketina “patronê” xwe yê berê, ku pir baldar û pir ser xeta navendî bû, ji bo wê nexwest ji krîza diravî ya 2007-2008an îstifade bike ku nîzameke nû bi pêș bixe jî haydar bû. “Bi aborîyeke cîhanî ya ku bê firên serserkî dikete xwarê jî, Birêz Obama xwe biheq derdixist û digot, berpirsîyarîya min a serekî ne ji nû ve çêkirina nîzameke aborîyê ye, lê rêlibergirtina malwêranîyeke din e.()” Ewropaya ku deyn lê bûye gir, di heman demê de tesfîyeyeke deh salî ya budceyê disepîne û nivînên nexweșxaneyan bi mifteyan digre…


Yek ji elemanên plana Biden a ku herî hêvîyê dide meriv gerdûnîbûna wê ye. Hemî amerîkîyên ku hatinîya wan a salane di binya 75.000 dolarî re be, dê mafê wan ê ku serê merivî çekeke nû ya 4000 dolarî ji Xezînê bigrin hebe. Tevî vê jî, ji çaryeka sedsalê vir de, piranîya dewletên rojavayî sîyasetên xwe yên civatî bi șertên asraxên hatinîyên her ku diçin kêm dibin ve, bi “sîyasetên çalakkirina” karên cezaker û biçûker ve girê didin(). Di encamê de: kesên ku êdî tu tiștekî ku pêdivîya wan pê heye baș nastînîn, ji bo ji sîyasetên civatî yên ku li ser wan bi tiștekî dibin mal û alîkarîya kesekî din dikin nefret bikin tên teşwîqkirin. Paşê, ew ji alî medyayê ve jî tên sorkirin û digihên qeneata ku ew perê xwe didin sextekar û parazîtan.


Krîza Covid-19ê rê li ber van cûre paşgotinîyan girt, ew rawestandin. Tu şaşî yan bêkêrî nikarin di rastîyê de bikevin stuyê hemî kesên bi mehaneyê dixebitîn an xebatkarên serbixwe bûn ku çalakîyên wan bi carekê re hatin rawestandin. Li hin welatan, ji % 60ê kesên ku alîkarîyeke acîl a têkilîya wê bi şewbê re hebe girtibin, berîya wê tu carî alîkarîyeke weha negirtibûn.() “Bihayê wê çi dibû bila bibûya” û bêyî ku wan ji hev cuda bike, dewlet bê rawestan bi hawara wan de hatibû. Di rewșa nuha de, rikeber pir hindik in -ji xeynî çapemenîya diravî û Çîna gelêrî kesekî din tuneye-…

Wergera ji fransî: Yaqûp Karademîr

_______
1) Barack Obama, A Promised Land / Xakeke
sozdayî, Crown, New York, 2020.
2) Gotara Anne Daguerre, «Emplois forcés pour les
bénéficiaires de l’aide sociale» bixwîne, Le Monde
diplomatique, hezîran 2005.
3) Li gor sazîya șêwirmendîyê BCGê, jêder The
Economist, Londres, 6ê adara 2021ê.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial