Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Bi xêr hatî muzeya propagandaya ewropî

Li Brukselê, li parka Léopold muzeyeke der-adetî heye. Ev muze ji roja vebûna xwe, 6ê gulana 2017an ve, nîv milyon zîyararetvan ber bi xwe ve kişandîye. Ji bo em bikevin navê nobedar li nasnameyên me vedinêrin, kelûpelên me yên şexsî di tîrêjên X re derbas dikin û germaya laşê me bi navgîna kamerayeke thermîk dipîvin.

Em rêbera bi deng (audioguide) di guhên xwe de  bi cih dikin û ji nava bîst û çar zimanên fermî yên Yekîtîya Ewropî yekî dineqînin. «Hûn bi xêr hatin Mala Dîroka Ewrûpayê ku projeyeke Parlamentoya Ewropayê ye. Di dema serdana me ya pêşangehê de, hûn ê têderxin ku em ji we re dîroka her neteweya ewropî venabêjin.»

Pêşangeha herdemî bi pêşkêşkirina dîyardehunerên (artefacts) têkildarî erdnîgarîya parzemîn û mîtolojîya yûnan ên Ewropayê dest pê dike. Dû re, hê ji sedsala XVIIIemîn ve wextê behskirina bibîrxistina rejîma nazî û Yekîtîya Sovyetî ye. «Di dema Şoreşa Fransî ya 1789an de, welatîyên ji rêzê qralîyeta mutleq ku ew ji sedsalan ve kontrol dikirin, hilweşand. Îdealên wan ên esîl ên azadî, yeksanî û biratîyê piştî demeke kin bi terorê, bi serdemeke şîdeta zextkar, bi înfazên girseyî û jihevxistinên sîyasî tên qirêjkirin. Dewleta şoreşger a fransî ji bo jiholêrakirina dijminên xwe gîyotînê dixe dewrê», dû re gotinên xwe didomîne vebêjê nexuyayî di rêbera bi deng de, dema ku xîzexîzeke tûj û sar a birrekekê di guhê me de zingînîyê dike. «Bîrbirina -ku hedefên îdealîst dikarin amûrên şîdetê rewa nîşan bidin- di pêvajoya dîroka ewropî de gelek caran hatîye bikaranîn. Nexasim jî ji alîyê dewleta polîs a Yekîtîya Sov-yetî li serdema Jozef Stalîn û li Almanyayê jî ji alîyê rejîma nazî ve.» Ev şibandina yekem wê bibe xeta hevpar a serdanê.

Menzelên ji bo sedsala XIXemîn veqetandî di nava bêdengîyê de tune dihesibînin pasîfîstên pro-ewropî yên wekî Victor Hugo an jî Bertha von Suttner, yekemîn xelatgira jin a Nobela aştîyê, di 1905an de. Beramberî vê yekê, em fêr dibin ku marksîzm «nerazîbûneke bi coş» e li hemberî şoreşa pîşesazîyî, serdemeke têde «şertên jîyan û xebatê [karkeran] bi giştî pir xirab in». Lê belê, dengê di rêbera bi deng de vê jî lê zêde dike, «li dawîya sedsala XIXemîn, rewşa wan bi bidestxistina peyderpey mafê dengdanê re baş dibe».

Li vir, li bibîrxistina herî biçûk a erênî ya têkoşîna tevgera karkeran negerin: ew tune. Jixwe, rêbera bi deng jî destnîşan dike ku, «sinifên karker tu caran yekparebûneke homojen pêk neanîye. Endamên sinifa karker ne xwedî heman karakteran bûn, ew li gorî welat an jî qadên kar ji hev diguherîn». Beramberî vê yekê, burjûwa bi xwe, «guherînên aborî û sîyasî teşwîq dikin (…) û di sazkirina demokrasîyên nûjen de bi roleke girîng radibin».

Ji bo were famkirin ka muze-yeke bi berdêla 55,4 mîlyon ewro çêbûye, çawa dikare bigihîje zerafeteke wisa ya analîza dîrokî, divê mirov bala xwe bide pêkhateya komîteya wê ya zanistî. 13ê sibata 2007an, sê roj berîya ku bi awayekî fermî wekî serokê serokatîya Parlamentoya Ewropî dest bi wezîfeyê bike, kadroyê pêşeng ê Yekîtîya Xiristîyan-demokrat a Almanyayê (CDU), M. Hans-Gert Pöttering, xwezîyeke wisa dianî ziman: «Ez hêvî dikim ku em cihekî bîranîn û siberoja ku têde fikrê ewropî karibe bi pêşkeve, saz bikin.» Sala din, «komîteyeke ji dîrokzan û pisporên muzeolojîyê yên navdar ên ji welatên cuda yên ewropî pêkhatî», încîla projeyê amade dike. Li nava van xetên rêveberîyê yên ji bo Mala Dîroka Ewropayê, şerê sar di 1917an de dest pê dike: «Bi derbeya bolşevîkan li Rûsyayê, dîktatorî û formeke rêxistinkirina civakê li Rojhilat xwe nîşan didin. Li gelek welatan, utopîya yeksanîya civakî gelek alîgiran çêdike. Nakokîya Roj-hilat-Rojava dest pê dike. Pevçûneke navbera dîktatorîya komunîst û demokrasîya lîberal mijara gotinê ye». Şerê navxweyî yê îspanyol wekî pevçûneke ku pê «hovîtî li her du alîyan jî gihîşt lûtkeyê» tê nîşandan. Û her wekî din.

Metna ji bo serokatîya parlamentoyê hat pêşkêşkirin, 15ê kanûna pêşîn a 2008an hat qebûlkirin. Desteyeke rêveberîyê ji kesayetên sîyasî pêk hatîye. Herweha komîteyeke zanistî jî bi înşakirina muzeyê hatîye wezîfedarkirin.

Endamê Parlamentoya Ewropayê di navbera salên 1979 û 2009an de, Francis Wurtz ê komunîst li civînên carna bi xirecir ên konseya rêveberîyê cih digirt, bi hêvîya ku Mala Dîroka Ewropayê li nakokî û cihêrengîyan vebe. «Mixabin, hewldanên min bi kêrî tu tiştî nehatin, xemgînîya xwe wisa tîne ziman. Ev muze ji alîyê şervanên şerê sar ve ji bo li îdeolojîya xiristîyan-demokratên alman were guncandin hat plankirin».

Midûra mekanê, Mme Constanze Itzel, li dijî vê nirxandinê derdikeve. «Em naxwazin bibin muzeyeke propagandayê», nerazîbûna xwe wisa tîne ziman.  Ew destnîşan dike ku komîteya zanistî bi temamî serbixwe xebitîye, bêyî komîte ew bawer dike ku muze «nirxên erênî pîroz dike» û pro-ewropî ye ev muzeya rêveberîyê dest li tercîhên wê werde. «Rast e, li gorî şiroveya M. Wurtz. Lê belê ji ber ku dîrokzan li gorî meylên xwe yên îdeolojîk hatine neqandin, encam jî li bendewarîya dihat kirin digunce».

Yekane kesa tevlî tevahîya qonaxên konsepta muzeyê bû –ji amadekirina xetên rêveberîyê bigirin heta vebûna muzeyê- dîrokzana macarî Mária Schmidt hê jî di komîteya xwe ya zanistî de cih digire. Nivîskara pirtûkên ji bo şerefa Ronald Reagan û Georges H. W. Bush, ew 42. dewlemenda Macaristanê ye, li gorî kovara Forbes. Ew xwedî kovara alîgira hikûmetê Figyelo bû dema ku portreyê serokê Federas-yona Civatên Cihû yên Macarî, M. András Heisler, bi banknotan dorpêçkirî, di kanûna 2018an de wekî manşeta rûpela «pêşî» hat weşandin. «Mária Schmidt a ku ji alîyê hin macaran ve ji Viktor Orbán îdeolojîktir tê dîtin û ji 1998 heta 2002an ve bû şêwirmenda Orbán, yek ji rûçikên (fîgurên) herî berbiçav ên “demokrasîya li dijî azadîyê ”ye».

Bêguman wê bes be mirov di mîkroya kongreyeke CDUyê de çend rûpelên Patrie-Niştiman (2020), berhema dawî ya Mme Schmidt, a li ser «şerê ji bo serwerîya welatên Ewropaya Navîn» bixwîne, ji bo ku guhdar giş bi krîza dil bikevin. Baş e ma dîrûşmeya Yekîtîya Ewropî, ne «Yekbûna li nava cihêrengîyan» e? Ji 2002yan ve, Mme Schmidt Mala Terora Budapeşteyê, yek ji muzeyên herî zêde zîyaretkirî ya Macaristanê, birêve dibe. Sazîya fikra sabît a midûreyê li çar qetan belav kir: Macaristan di sedsala XXemîn de bi zordarîya du rejîmên sîyasî yên wekî nazîzm û komunîzmê re rû bi rû ma. Fînansekirî ji alîyê hikûmeta pêşî ya M. Orbán ve, ev muze ji pesinnameyên New York Timesê jî bêpar nema: «Muzeya ji hêla dekoratorekî Hollywoodê ve plankirî, amûrên îşkencê û herweha portreyên tirsnak ên Stalîn ê digirnije, ji bo xurtkirina teza xwe bikar tîne».(1)Li Brukselê, menzelên Mala Dîroka Ewropayê yên ji bo şerê duyem ê cîhanê hatine veqetandin dişibin dikeke zindîkirina biryara «li ser girîngîya hişê ewropî ji bo siberoja Ewropayê», ku di 19ê îlona 2019an de ji alîyê Parlamentoya Ewropayê ve pejirandî, ku «rejîmên komunîst û nazî»(2) li ser heman lingê wekhev bicih dike. Axaftina Adolf Hitler û Stalîn, şewitandina mirovan û hilweşandina dêran, merasîmên leşkerî… Ekranên qirase yên li tenişt hev bicihkirî cih didin fîlmên arşîvên alman û sovyetî ku têde çakûç û das li gel xaça bi gama di heman demê de xuya dikin û întîbaheke sîmetrîk didin zîyaretvanan. Beramberî vê yekê, qet gotinek jî nayê serfkirin têkildarî peymanên îmzekirî li Munîhê di îlona 1938an de ku di encamê de Fransa û Qralîyeta Yekbûyî destûrê didin Hîtler Çekoslavakyayê dagir bike: muze şerî bi peymana ne-êrişkarîyê ya tebaxa 1939an a navbera Almanya û Yekîtîya sovyetî dide destpêkirin. Wekî din, şerê Stalîngradê, werçerxa sereke ya pevçûnê, ji ser wêne winda dibe, helbet tevgerên berxwedanê yên komunîst jî. Her çî kampên qirkirinê yên nazî ne, şiroveya têkildar tenê ji vê hevokê pêk tê: «Piranîya qurbanîyên cihû çawa gihîştin kampê ji holê hatin rakirin. Li bin rejîma dagirkerîya sovyetî, Rejîma Gûlag mirovan îzola dike û winda dike, gelek caran jî bêserûber, ji ber ku ew kes wekî kesên hewl didin avakirina komunîzmê asteng dikin tên hesibandin».

Li qatên jorê, guherîneke atmosferê. Menzelên ronî û rengandî wekî ku strana romana ewropî dibêjin: ji nû ve sazkirina Ewropayê, jidayîkbûna dewletên refahê, peymanên Romayê û yên Élyséyê, firehbûna pêşî… pêşkêşkirina muqeyesekirî bi şêwazên jîyana li Rojhilat û Rojava di salên 1950 û 1960î de awayê dengekirî yê başkirina astên jîya-na gel hûrûkûr radixe pêş çavan. Lê belê qelsîya sazûmankarî ya vê muzeyê bi nebûna her cure rexneya beramberî sîyasetên li Rojava meşandî jî xwe nîşan dide. Yekane nîşaneya grevên karkerên ku mohra xwe li sedsala XXemîn da, ya têkildarî madenvanên brîtanî (1984-1985) ye.

Axirî 1989, sala jubîleyî tê. Piştî wê, ji şerê li Yûgoslavyayê heta ewroyê, ji projeya destûrnameya ewropî heta pêlên berfirehbûnê û krîza deynên gelemperî yên yûnan, dîroka Ewropayê bê teşqele, bi hevrizayî û di nava dewlemendîya pêşketina aborî de diherike. Feqet ka reqabeta bêhefsar a karkeran, veguhezîna (delokalî-zasyona) ber bi Rojhilat, koçberîya bi milyonan karkerên meaş kêm ber bi Rojava? Ew li kevîyê hatine hiştin. Komunîzmê winda kir, kapîtalîzm bi ser ket, Yekîtîya Ewropî xelata Aştîyê ya Nobelê di 2012an werdigire: dawîya dîrokê li qata şeşemîn e.

* Rojnamevan

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1)  Ian Fisher, «Macaristan rabirdûya xwe vedibêje û li îro diterpile – Hungary tells its past and stumbles on the present», The New York Times, 20 nîsan 2002.

2) Binêrin li nivîsara Pierre Rimbert, «Kesên sextekar-Faussaires», Le Monde diplomatique, november 2019.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar