Adar 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Berhema Netemam a Mehemet Alî

Bi stranên klasîk bi rîtma dengbêjî û bi strana Michael Jackson ya bi navê “They Don’t Care About Us” tevlî jîyana me û muzîka Kurdî bû. Niha jî bi albuma xwe ya yekê li pêşberî me guhdarvanê xwe ye. Dengê wê wisa nerm û xweş diherike wekî seanseke terapîyî dil û hişê merivan rehet dike. Ji ciwana bigre heta extîyarên me di dilê gelek kesan cihekî qewîn ji xwe re çê kirîye. Me xwest em wê û xebatên wê ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji cenabê wê kirin û wê jî bersiv da pirsên me.

Di çaryeka destpêka sedsala 19an de Misrê ceribandineke resen a geşbûna eyaleteke xweser -ku em têde him destpêka netewe-dewleteke “modern” û hem jî sazkirina “împaratorîyeke herêmî” dibînin- tecrube kir. Ew ji alîyê xanedanekî ji osmanîyan ve dihat îdarekirin ku her diçû desthilatdarîya vê xanedanê fireh dibû û herweha ketina bindestîya Brîtanyaya Mezin her çiqas hikmê împaratorîyê betal kir jî (1924) vê xanedanê hebûna xwe berdewam kir û ancax ev xanedan bi Şoreşa Efserên Azad (1952) ji holê rabû. Ev berhema Mehemet Alî Paşa (1771-1849) ku ew leşkerekî lejyoner bû û piştî dagirkerîya fransîyan (1798-1801) bûbû hêz, serdema desthilatdarîya wî ya dirêj di pêşveçûna Misra Osmanî de destpêka şikestineke girîng e.

Li Kavalayê (Makedonya) ji dayik bû, wekî endamekî hêza Arnawûtan a ku ji bo şerê li hemberî Bonapart (1799) ji alîyê Osmanîyan ve hatîye şandin, hat Misrê. Di salên şerê navxweyî de -piştî vekişîna fransîyan (1801-1804)- bihêzbûna xwe bi awayekî baldar berdewam kir û bi serhildaneke gel a ku ji alî desteya ûlema û bazirganan ve dihat destekkirin (Gulan 1805) bû walîyê eyaletê. Lê belê pêvajoya dawîkirina hêzên binemalên mîrên memlûkan dê şeş sal bikişanda.

Piştî vê pêngavê êdî wî dikaribû di pergala bacdayîn (betalkirina bihayê îcarekirinê, reforma gumrikê û rêkûpêkkirina tapoyan) û sîyasî de (reforma di birêveberîya eyaletê, çêkirina arşîva dewletê û weşandina rojnameya fermî de) “reformê” pêk bîne da ku armanca vê reformê ya sereke qaîmkirina kontrola li ser çavkanîyên aborî bû (1812-1820). Di deh salên paşerojê de xizmetên nû (avahîsazî, bêşegeh, dibistan û karên binesazkirinê) û bi sazkirina yekdestîya firotina mehsûlan polîtîkayeke aborîyê ya xwebawer -ya ku bingeha wê bazirganî bû- damezirand; bi sazkirina îxracata mehsûlên çandinîyê ( dexl, keten, pembû û gîhayên boyaxê) û sazkirina tora dezgehên pîşesazîyê (cûmkerî, mekanîk û çekdarkirin) hatinîya dewletê bi nîsbeteke girîng zêde kir. Di heman demê de tamîrkirin û çêkirina cewên avdanîyê yên nû, hejmara qadên çandinîyê zêde kir û adanîya çandinîyê geş kir û bi vî awayî nîsbeta hatinîya çandinîyê li gor demên berê du qat zêde kir.

Malgiştîkirina hatinîyên Misrê yên herî dewlemend derfet çêkir ku walîyê nû, artêşeke wekî artêşên modern ên Ewropayê saz bike. Vê reformê rêyeke bêhempa vekir ku walîyê Misrê deverên nû bixe bin destê xwe. Artêşa ku di serî de ji alîyê Sultan ve ji bo bidestxistina Erebîstana di bin hikmê Wehabîyan de ne (1813-1820) hatibû erkedarkirin, paşê jî wezîfeya fetihkirina Sûdanê (1820-1830) hilda ser xwe û hîmê împaratorîya Afrîkayê danî.

Kampanyaya Girît (1823), Qibris (1824), serhildana Morayê (1825-1827) û hewildana dubarekirina hikmê Sultan a li ser wîlayetên dawî yên li Ewropayê bi temamî bi rengekî cuda dimeşîyan û bandora wan li ser qeyrana navneteweyî ya sîyasî -ya ku heya salên 1840î berdewam kir- çêbû da ku êdî ev qeyran wekî “Pirsgirêka Rojhilatê” dihat binavkirin. Hêzên ewropayî yên ku piştgirîya şoreşa neteweyî ya yûnanî dikirin, heya wê demê piştgirîya serkeftîyên leşkerî yên lawê Mehemet Alî yê mezin Îbrahîm jî dikirin. Lê piştî vê pevajoyê Rûsya, Îngilistan û Fransayê di navbera xwe de peyman çêkirin û êrîşî Fîloya Tirk-Misrê ya li rojhilatê Derya Sipî kirin û ew li Navarînê rûxandin (çirîya pêşî 1827), heya ku artêşa Rûsyayê ket Anatolyayê (1828) û paşê bi Peymana Edîrneyê (14 îlon 1829) şer bi dawî bû û Yûnanîstanê serxwebûna xwe bi dest xist.

Hêzên Misrê bi serfirazî rîya ku diçû Stenbolê ji xwe re vekirin. Ew dilsozîya Mehemet Alî ya li hemberî Sultan ji bo wî bûbû karesateke mezin: Ev sefer ji bo wî kulfeteke aborî ya wekî serwetekî bû. Hemî keştîyên xwe û sîh hezar leşkerên xwe yên herî çak wenda kiribû. Wî ji Sultan wekî tezmînata şer bajarê Aqayê (Saint Jean d’Acre-Îsraîl) xwest lê Sultan ev xwesteka wî nepejirand. Li ser vê yekê wî serî rakir û hem li ser erdê û hem jî li ser deryayê seferek li dijî Sûrîyeyê pêk anî (çirîya pêşî 1831). Îbrahîm di nav çend hefteyan de Aqa jî tê de temamîya Filîstînê xist bin hikmê xwe û herweha Çîyayê Lubnanê jî dagir kir. Paşê paşayên Osmanî -yên ku ji bo şerê wî hatibûn şandin- yek bi yek têk bir. Humis û Heleb ketin bi destê wî. Dûre wî berê leşkerê xwe da Anatolyayê da ku ew bikaribe artêşa wezîrê mezin pêşwazî bike. Artêşa wezîrê mezin li Qonyayê di şertên dijwar de têk çû (28.12.1832) û vê encamê rêya dagirkirina Stenbolê vekir.

Sultanê ku ji ber nêzîkbûna hêzên Misrê a ber bi paytextê -artêş tenê bi rîya peyatîyê ya çend rojan dûr bûn- pir qurifî bû, bang li dijminê xwe kir û di pey re jî Tengava Stenbolê ji filoya keştîyên Rûsan re vekir (1833). Fransa û Îngilistan a ku ji zêdebûna bandorkirina Rûsyayê ya li ser împaratorîyê (Osmanî) ditirsîyan, ji bo lihevkirina di navbera her du alîyan de, hêzên xwe bi hev ve kirin. Herweha peymana aştîyê ya Kutahyayê (1833) pevçûn bi awayekî miweqet da sekinandin: Divê Îbrahîm ji Anatolyayê vekişe, lêbelê Sûrîye û Edene dê ji bo wî were dayîn, lê ya herî grîng ew bû ku desthilatdarîya Mehemet Alî careke din hat pejirandin: hêza Misrê êdî hilketibû herî asta bilind.

Trawmaya têkçûyînê bû sedem ku sultan bi îlankirina Fermana Gulhaneyê (çirîya paşî 1838) polîtîkayeke reforman (Tanzîmat) pêk bîne. Digel vê yekê bi piştgirîya Rûsya û Prûsyayê polîtîkaya xwe ya çekdarkirinê berdewam kir û di sala 1839an de biryar da ku ew êdî ji bo şerekû nû xwedî hêzeke bêhtir e. Li bakurê Sûrîyeyê,  li Nizîpê di navbera her du artêşan da pevçûna yekem rû da, şer ji bo osmanîyan bi karesateke nû encam da (24 hezîran 1839), osmanî carek din têk çûn. Îbrahîm dîsa careke din ketibû Anatolyayê û ber bi Stenbolê dimeşîya. Mirina Sultan (30 hezîran 1839) û desteserkirina fîloya osmanî ya ji alîyê Mehemet Alî ve (tîrmeh 1839) tirsa di derbarê hilweşandina împaratorîyê de zêde kir û loma hêzên ewropayî li derdora Brîtanyaya Mezin kom bûn û bi hev re koalîsyonek ava kirin.

Di civîna balyozan a li Stenbolê de biryar hat girtin ku ji bo valakirina Sûrîyeyê û Kîlîkyayê ji Mehemet Alî re ultîmatomek bê şandin û herweha ev ultîmatom hat şandin jî (27 îlon 1839). Piştî şend hefteyan, bi îmzekirina agirbestê wî dev ji Girît û Sûrîyeyê berda û ev herêm careke din ketin bin destê Sultan. Bes Eyaleta Misrê ma ji Mehemet Alî re û desthilatdarîya wê jî dê wekî mîrate ji malbata wî re bima. Piştî muzakereyên dirêj yên li Londonê, biryar hat dayîn ku Misir di nav sînorên Osmanîyan de bimîne lê Mehemet Alî tiştê ku ji bo wî herî girîng bû, ew bi dest xist: êdî ji vir pê ve otomatîkmen mafê desthilatdarîya Misrê dê ji nebî û nebîçirçirkên wî yê herî biemir mezin re bihata dayîn. Bêyî bidestxistina serxwebûnê wî xweserîyeke pir fireh bi dest xist, wekî berdêl jî divê êdî wî dev ji dagirkerîyê berda. Herweha piştî daketina qada navneteweyî a bi sansasyonel, Misir careke din mecbûr ma ku vekişe hundurê sînorên xwe.

Piştî piçûkbûna asoya wê ya polîtîk, wisa dihat pejirandin ku ew piştî sala 1841an ketîye serdemeke pengî/rawestyayî ya pir dirêj. Lê belê ev xwendineke girtî ya sîyasî ya dîroka wê ye û ev têgihîn, di navbera xwezaya nakokî û pirsgirêkên nivîskarên rojname û dîplomatên ewropî de hatîye hepiskirin. Li dijî nêrîna esasî, ev muxalefeteke li hemberî peydabûna du netewan an jî xwesteka serxwebûna eyaletekê -ya di nav sînorê împaratorîyeke ku her diçû dirizîya- nîne. Ev berhema reqabeta di navbera desthilatdarîya navendî û giregirên (elît) malbendî bû ku bûyerên bi vî rengî di dîroka împaratorîyê de tiştekî xerîb nîne. Çend şahidîyên hevdemî yên Erebî û Tirkî yên di derbarê ramanên polîtîk ên Mehemet Alî û mahîyeta wî de, îspat nake ku ew jiholêrakirina sultan qet nefikirî be: Lê ev fantezîya dîplomatên ewropayî yên ku hewl didan ku di derdora “mirovê nexweş” ê Ewropayê de hevsengîya herêmî biparêzin bû. Mehemet Alî û şêwirmendên wî -û yên wekî wî ku ji deverên Ewropayê hatibûn ku herweha ew hesan û mevredên împaratorîyê bûn -di hişê wan de modela wezîrtîya mezin û xanedantîya herêmî hebû û wan pêşeroja qada Misrê teqes di nav sînorê dewleta Osmanî de xeyal dikirin-.

*Dîrektorê lêkolînê ya Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Zanistî (CNRS) û Dîrektorê Enstîtuya Lêkolîn û Zanyarîyên li ser Cîhana Ereb û Misilmanîyê (Iremam)

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial