Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelÎluzyonên biçûkbûnê
Nächster ArtikelSerketina tehl a demokratan

Ber bi pîşesaziyeke afrîkî ya dermanan

Afrîkaya Başûr, hevalbenda Hindistanê, ji Rêxistina Cîhanî ya Bazirganîyê dixwaze mafên mulkîyeta fikrî li ser parzayan û dermanan di pêvajoya şewba cîhanî Covid-19 de bi awayekî wextî betal bike. Ev yek dikare bihêle ku xelk karibin xwe bigihînin derfatên tedawîya hinek erzan. Tevî pêşketina hilberîna navxweyî jî, Afrîka hê jî girêdayî bazar û komên bîyanî yên dermanfiroş e.

Hişyarîya li hemberî klorokîna sexte! Berhemên ji malbata Nivaquine, yên wekî Nirupquin an jî Samquine, li pîyaseya gelek welatên Afrîkaya Rojava tên firotin, li gorî hişyarîya 9ê nîsana 2020î a Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê(1). Bi şewba cîhanî Covid-19 û belavbûna vîdeoyên vîrologê fransî Didier Raoult re, trafîka antîmalarîyayan ên li ser bingeha klorokînê -tê îdîakirin bi tesîr e ji bo têkoşîna li dijî vîrusê, tevî ku tu lêkolîneke zanistî heta îro ev yek piştrast nekirîye- adeta barîya û li her derê belav bû. Zeftkirina gelek qutîyan di dawîya biharê de bi mirov dide fikirîn, ne ji sedîsed, ku plaket ji Asyayê tên, lê belê herweha ji laboratuwarên xwecihî yên qaçax(2). Destûra pêşkêşkirina pîyaseyê (DPP) ya yek ji van dermanan tenê jî tune. Mijara ku hê zêdetir endîşedêr ji bo Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê (RCT) ew e ku her sal zêdetirî sed hezar zarokên afrîkî piştî wergirtina madeyên tevlîhevkirî jîyana xwe ji dest didin.

Li parzemîneke 30 mîlyon km2 (sê caran ji Ewropayê mezintir), astengîyên li pêşîya xwegihandina noqteyên firotinê bidestxistina dermanan zehmet dikin û ev rewş jî dibe sedemê peydanebûna dermanan. Heb û şirûb bi navgîna lîmanan, balafiran û hwd, carna bi hezaran kîlometre rêyan dikudînin, berîya ku bigihîjin nexweşan. Wekî din, di sala 2014an de li Afrîkayê ji bo her 10 000 kesî, tenê 0,9 dermanzan, amadekar û hevkarên wan hebûn, beramberî asta cîhanî ku rêjeya wê 4,3 ye ji bo her 10 000 kesî. Rêjeya doktorên li Afrîkayê jî 2,6 e beramberî 14,1 rêjeya asta cîhanî. Ev parzemîna herî bêparmayî ye li seranserê cîhanê(3). Di vê kontekstê de hejmara demanxaneyên qaçax ku her cure berheman di nava qutîyên besît de li pîyaseyê belav dikin, bi taybetî jî li Afrîkaya Rojava bi lez zêde dibe. Xwe bi xwe dermankirin, ji ber nebûna pratîsyenên reçetenûs, vê trafîkê zêdetir teşwîq dike.

[emember_protected]

Êşbir, antî-malarîyan, antîbîyotîk, antîfonjîk. Ev kategorîyên molekulan giş mijara gotinê ne(4). Li payîza sala 2019an, rayedarên ûgandayî kaseyên bi mohra «Bexşên hikûmeta ûgandayî, ne ji bo firotinê» zeft kirin. Ew bi berhemên navenda firotinê ya dewletê dagirtî bûn. Ev berhemên bi fîyetên erzan hatibûn kirîn, hatine dizîn û li pîyaseyên taybet bi fîyetên zêdetir hatine firotin. Herweha dermanên sexte yên bi giştî ji Asyayê tên anîn, peyda dibin. Qaçaxçî dikarin bi hêsanî van madeyên qedexe di ser welatên di şer de qelsbûyî re derbas bikin, bo nimûne welatên wekî Nîjerya û Kamerûn, ku Boko Haramê ew ji hal xistine.

Li hemberî rîska tendirustîyê û gilîyên profesyonelên sektorê, serokên Togo, Kongo-Brazzaville, Ûganda, Nîjer, Senegal, Ghana û Gambîyê di kanûna paşîn a 2020î de li Lomeyê biryar dan têkoşîna li dijî vê trafîkê bi hev re birêxistin bikin. Lê belê peymana ku wan îmze kir gelo wê veguhere were bicihanîn? Ji alîyê xwe ve, laboratuwar jî ji bo tesbîtkirina sextekarî-yan û perwerdekirina wezîfedarên gelemperî zendûbendan badidin. Sanofî ya fransî bi vî awayî di sala 2008an de li Toursê, laboratûwara navendî ya analîza berhemên sexte ava kir. Di wan de berhemên sexte yên ji çar alîyên cîhanê tên analîzkirin. Pfizer, ku gelek caran versîyona sexte ya Viagraya wê tê çêkirin, ji bo gumrukvanan xizmeta teknîkê dike. Bi paketkirinên fermî jî hatibin xemilandin, berhemên sexte bi navgîna van teknîkên Pfizerê dikarin bên tesbîtkirin. Karmendê payebilind ê gumrukên kamerûnî Joseph Kpoumie li ser van teknîkan vê îzahê dike: «Me koleksîyoneke pratîkên baş heye ku derfetê dide me em bi awayekî berbiçav -ji ambalajan an jî ji madeyên nav wan- di nîvê kargoyên legal de jî wan berhemên sexte tesbît bikin».

Çaryekê nexweşên gerestêrkê

Li gel vê yekê jî, «ev bi piranî dermanên berra ne ku li bazarên paralel tên firotin», li gorî ku ji me re dibêje antropolog Carine Baxerres, lêkolînera sereke ya projeya lêgerîna li ser pizîşkîya ji dûr ve, Globalmed a Enstîtûya lêgerîn û pêşketinê û Zanîngeha Paris Descartes. Koma UPSA, ku em Efferalgana wê ya navdar li ser tevahîya dezgehên bazarên qaçax bi dest dixin, vê yekê piştrast dike: «Di eslê xwe de ev dermanên berra ne û ji navenda fermî ya belavkirina wan a xwecihî, tên averêkirin, li gorî serokê sazîyê M. François Duplaix. Me heta niha tu raporeke têkildarî Efferalganên sexte bi dest nexistine.» Lê belê dîyardeya madeyên sexte yên bi dozaja şaş ji bo berhemên din mijara gotinê ye. Bo nimûne li Kamerûnê têkildarî Tramadol, antaljîkeke sinifa duyem ku herweha dibe sedemê krîzeke muptelabûna opioidên li Afrîkaya Navîn, me tesbît kir. Şewba cîhanî Covid-19 ev averêbûn zêde kirin û kêm-hilberîna xwecihî ya dermanan derxist holê. Lêkolîner Antonin Tisseron jî li ser mijarê weha diaxive : «Kêmkirinên wextî yên îxracatên hindistanî yên hîdroksîkilorokîn û daxwaza her zêde dibe ya ji bo klorokînê li cîhanê ronahî dan ser girêdana welatên rojavayî yên afrîkî bi aktorên derveyî ve û bi vî awayî hilberîna herêmî ya vî dermanî teşwîq kirin»(5).

Li gel her cure patolojîyan, ji sedî 25ê nexweşên cîhanê li Afrîkayê ne(6). Ji bo bersivdayîna pêwistîyên wan ên bêhedûhesab, Afrîka, ji sedî 70 heta 90ê dermanên xwe bi taybetî ji Asyayê, ji der ve tîne. Ji sedî 80yê butçeya gelek welatên Afrîkayê li van dermanan diçe. Tenê Afrîkaya Başûr û Maroko xwedî pîşesazîya dermanî ne û derfeta wan heye bi hilberîna xwe bersivê bidin ji sedî 70 heta 80yê van pêwistîyan(7). Pirs-girêka tendirustîyê di asta bazirganîyê de du qat mezin dibe, dema ku nexweşîyên ne şewb -penceşêr, şekir, nexweşîyên dil û damaran- şorikê ji devê xwedîyên şirketên navneteweyî diherikîne(8). Parzemîn tenê xwedî para ji % 3 ye li nava bazara cîhanî ku tê payîn di sala 2021ê de berdêla wê bigihîje 1,4 trîlyon dolarî(9).

Tenê 375 hilberîner, ku piranîya wan li Mexrîb û Misirê ne, bazara parzemînê parve dikin(10). Li Başûrê Saharayê, bi taybetî hilberînerên dermanên bi lîsansên bîyanî hene, an jî şirketên ku karûbarên biçûk dikin hene, bo nimûne karûbarên embalaja berhemên îtxalkirî û arastekirina wan a li nava bazara navxweyî. Şirketên asyayî bi «her cure dermanên bi jenerîk ên hindî, çînî an jî pakistanî ku li ji bilî Afrîkayê li tu devereke din nayên naskirin» li vê bazarê, xwedî para şêr in, çawa ku li Abîcanê dibêje ji me re, M. Jean-Marc Bouchez, serokê Komeleya Pîşesazîyên Dermanî li Afrîkaya frankofon a jêr-saharî (LIPA). Li gorî wî, ji bo normên navneteweyî yên ji alîyê Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê ve hatine destnîşankirin li vir hercar rêz nayê girtin. Ew dûre li gotinên xwe zêde dike û balê dikşîne ser «pratîkên bêhtir gumanbar ku ji rêziknameyên hindik şidandî sûdê werdigirin(11.

Welatên fransîaxêv û ingilîzîaxêv ne di heman rewşê de ne. Li yên pêşî devaulasyona sert a frank CFA (-50 %), 12ê kanûna pêşîn a 1994an, bi hemû giranîya xwe bû erdhejek li ser sektora ku ji sedî 90ê îtxalata xwe ji welatên xwedî pereyên xurt in dikir. Û pê re jî, bi milyonan afrîkîyên ji sîgortaya tendirustîyê bêpar in. «Tomerîfiroşan (toptancîyan) nema mal dan dermanxaneyan da ku bimînin li benda fîyeta ji alîyê hikûmetê ve were dîyarkirin, li gorî M. Prosper Hiag, serokê Nîzama Dermanxaneyên Kamerûnê. Wan, piştî sê hefteyên bi muzakerayan derbas bûn, dawîya dawî mafê zêdekirina ji sedî 64 a fîyetan bi dest xist. Ev bû felaketek. Hûn digihîştin dermanxaneyê û dermanê ku rojek berê 100 frank bû, we hew didît fîyeta wî bûye 200 frank. Hingê, em ketin pey peydakirina çareserîyên erzantir, bi taybetî jî em ketin nava lêgerîna peydakirina jenerîkan.» Li Afrîkaya Rojava, ev ên dawî ji Ewropayê, bi taybetî ji Brukselê dihatin şandin. M. Hiag weha dewam dike: «Lê belê Belçîkayê ew jixwe li Hindistanê didan çêkirin. Hêdî hêdî, hilberînerên hindistanî eleqe nîşanî welatên afrîkî yên fransîaxêv dan û êdî bersiv didan bangên ji bo daxwazên îtxalatê».

Welatên îngilîzîaxêv, rewşa wan baştir xuya dike: Nîjerya, Kenya û Afrîkaya Başûr xwedî dehan yekîneyên hilberînê ne ji bo bazarên xwe yên hundir û carna ji bo îxracata parzemînî. Afrîkaya Rojhilatî û Afrîkaya Başûrî di hilberîna asta mezin de jî pêşengîyê dikin. Bi rastî jî, ji salên 1930-1940î ve, Qralîyeta Yekbûyî, ku hingê hêzeke dagirker bû, li van welatan jî wekî li Zîmbabweyê, baregehên ku dibûn bexçeyên paş ji bo hilberînerên xwe ava kiribûn.

Demeke dirêj şûnde, li salên 1990-2000î, şewba cîhanî AÎDS bû zemîna pêşxistina pîşesazîya xwecihî jî. Afrîkaya Başûr dixwaze hingê destûrê bide îthalatên paralel ên dermanên welatên ku li wan erzantir tên firotin û tedawîyên dermanên jenerîkî bi pêş bixe. Wê demê Bristol-Myers Squibb a amerîkî, Glaxo Smith Kline ya brîtanî û Boehringer Ingelheim a alman xwedî lîsansên antîretrovîral in. Bi desteka bi qasî sî şirketên herî mezin ên dermanî, ew li dijî Pretoriayê li cem organa çareserkirina pevçûnan a Rêxistina Cîhanî ya Bazirganîyê (RCB) dozekê ve-dikin û wê bi binpêkirina mulkîyeta fikrî sûcbar dikin. Zexta ji alîyê komeleya nexweşan ve tê kirin û biryara şirketa hindî Cipa ya kirîn û firtona antîretrovîral bi fîyeteke erzantir, di îlona sala 2000î de bi dawî dibin. Encam jî weha ye: «Big Pharma» ku dev ji dozê ber dide û dihêle jenerîker bi pêşkevin, di berxwedanê de mafdar e(12).

Ji niha û şûn ve, rêzikên Rêxistina Cîhanî ya Bazirganîyê mafê bêrîbûna ji destûrnameyên dermanî heta sala 2033yan dide welatên afrîkî yên herî hindik pêşketî(13) û gelek muafîyetên girêdayî peymana li ser perspektîfên mafên mulkîyeta fikrî ku tesîrê li bazirganîyê dikin -«nermkirinên Adpic»- bi temamî rê li welatên din jî vedikin. Di 2003yan de, jenerîkerê ji Afrîkaya başûr Aspen, ku di sala 1850yî de hat dinê, mafê hilberîna jenerîkên antîretrovîral bi dest dixe. M. Neil Bradford, mid[r] Cipla Quality Chemical Industries li Kampala (Ûganda) vê rewşê hinekî din jî weha îzah dike: «Berdêla terapîyan salê ji 100 dolarî derbas nabe. Ev jî guherîneke pir mezin e nîsbet bi serdema ku divîyabû her nexweşek ji bo were tedawîkirin 16 000 dolarî bide.» Hikûmeta Kampala bi xwe ji Ciplaya hindî re pêşnîyar kir ku fabrîkeyekê li Ûgandayê çêke û bi hevkarîya şirketa xwecîhî Quality Chemicals Limited re têde rasterast antîretrovîralan hilberîne. Şirket niha êdî ji 1,2 milyon kesên seropozîtîf ên welêt tedawîya 700 hezar kesî tedarîk dike.

Pîşesazîya afrîkî bi awayekî bin-gehîn bi navgîna hevparîya li gel şirketên hindistanî bi pêş dikeve: Sun Pharma-Ranbaxy li Nîjeryayê, Cadila li Etîyopyayê an jî Cipla li Ûgandayê. Rojavayê parzemînê ku bi dînamîzma başûr tevdigere serkêşîyê vî warî dike. Pêşî Strides Pharma Science Limited, îxracatkarê generîkên li fabrîkaya wê ya Bengalore tên çêkirin, bi vî awayî bi hevkarîya karsazên xwecihî yekîneyên belavkirinê û paketkirinê li Botswana û Namîbîyê ava kir, berîya ku parên xwe bifiroşe şirketeke hindistanî, Africure, di sala 2017an de. Vê ya dawî jî saleke din fabrîkaya xwe ya pêşî ya afrîkî ya jenerîkan li Kamerûnê vekir, dûre jî yekê din li Peravên Diranê Fîl. Ew niha jî xwe amade dike li Burkîna Faso, Etîyopya û Zîmbabweyê bicih bibe.

Pir kêm ji wan pîşesazîyên xwecihî ne. Pharmivoire Nouvelle, laboratûwara Peravên Diranê Fîl, bo nimûne yek ji hilberînera solus-yonên girseyî bû li Afrîkaya Rojava ya fransîaxêv gava ku şewatekê pêşketina wê di sala 2018an de asteng kir. Di 2003yan de, dermançêker Gisèle Etamé li Kamerûnê laboratuwara Genemark a ku dermanên jenerîkî, şurup û heban hildiberîne ava kir. Ev hilberînerên nû baştir biserûber, bi ekîp û xwedî sertîfîkaya Rêxistina cîhanî ya Tendirustîyê (RCT)ê xuya dikin an jî li ser wê rêyê ne, di derketina holê ya bazarên herêmî de bi roleke her mezintir radibin.

Aktorên sektorê ji bo madeyên aktîf bi tedarîkvanên hindistanî ve girêdayî ne, an jî ji bo madeyên kîmyevî xwe dispêrin Çînê. Malî-yetên tedarîkê nîsbet bi îthalatên navbera parzemînanm ên dermanên qedîyayî, hilberînan hinekî dertînin asta pêşbazîyê(14). Wekî din, jenerîkerên nû wê qezenç neanîna, bêyî sîparîşên mezin ên têkildarî bangên talebê yên rê-xistinên mezin ên humanîter ên tendirustîyê ku di salên 2000î de derketin holê: Gavi, Îtifaqa parza (vaccin)ê ya Weqfa Bill û Melînda Gates ku di çarçoveya hevparîya gelemperî-taybet de hatîye avakirin, an jî fona cîhanî ya têkoşîna li dijî AIDS, werem û lerzetayê ku ji alîyê sekreterê berê yê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan ve hat avakirin û butçeya wê digihîje heta 2 milyar dolarî di sala 2019an de. Ev rêxistin bi awayekî xwezayî rêzgirtina ji bo normên Rêxistina cîhanî ya Tendirustîyê dixwazin. Lê belê, dema malîyet li ber çavan tên girtin, tenê çend yekîneyên hilberînê yên jêr-saharî dikarin pê re bigihîjin û li ber xwe bidin.  «Hem fabrîka hem jî berhem divê ji alîyê Rêxistina cîhanî ya Tendirustîyê ve bibin xwedî ruhsat, li gorî ku M. Bradford dibêje. Lê belê, gelek hilberîner li Afrîkayê tenê yek an jî du berheman hildiberînin: ew jî ne bes in ji bo ku hiliberîner karibin sermayeye pêwist razînin vî warî.»

Ji niha û pê ve, şirketên navneteweyî yên xwedî maf in li ser dermanên bê jenerîk (Taybetmendîyên xweser) hewl didin li gel jenerîkerên ku li parzemînê xebatê dimeşînin hevkarîyê bikin. «Ew ferq dikin ku bê feyde ye eger bikevin nava hewldana hurmet wergirtinê ji bo patentên xwe li welatên ku lê, bi her halî, qezenc hindik e: Afrîka temsîla beşeke pir biçûk a rêjeya bazara giştî dike, bi qasî ku şêwirmendê serokê Ciplayê M. Denis Broun ji me re  vedibêje. Herweha, ew mecbûr in fîyetan daxin. Bi taybetî li van bazarên ku lê nûbûn pir kêm e, berevajîyê li dewletên rojava, baştir e ew bikevin nava lêgerîna hev-jîyaneke aştîyane li gel jenerîkeran.» Bi navgîna weqfên wan ên dezgehî, ew li gel komeleyên xwecihî hevkarîyê dikin da ku xelk karibe xwe bigihîne tendirustîyê.

Berxwedana hilberînerên biyanî

Lê belê, şirketên navneteweyî nî-yeta wan tune bazarê terk bikin. Ew hewl didin li ser hecma firotina berhemên ku tenê ew dikarin bi çendeyeke kafî hilberînin, pere xerc bikin: Tam jî ev e rewşa Novartis a swîsreyî bi navgîna jêr-şirketa xwe Sandoz û ya Pfizera amerîkî, li pêvajoya lihevnêzîkbûna li gel hemwelatîya xwe Mylan, an jî Servier a fransî, bi saya jêr-şirketa xwe Biogaran, li Afrîkaya Rojava. Ji alîyê xwe ve, dêwa çînî Fosun Pharma jî hêvî dike ruhsatnameyên pêwist ji Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê (RCT) bi dest bixe ji bo fabrîkaya xwe ya siberojê ya jenerîkan a bi 75 mil-yon dolarî li Peravên Diranê Fîl. Patentên têkildarî tedawîkirinên nexweşîyên ne têger dimînin di destê şirketên navneteweyî de û ew bi xwe wan wekî ku dermanên çavan bin bi çikûsî li jenerîkeran belav dikin. Ji ber ku pisporên wan û derfetên wan ên mezin hene, ew pêvajoya guherîna qanûnên têkildarî mulkîyeta fikrî jî ji nêz ve dişopînin. Bi danîna xalên rêgir û astengkirina pergala lîsansên li ser dilxwazîyê yên rê vedikin ji hilberîna jenerîkî ya dermanên bi patent re, armanca wan ew e ku bigewdebûna pîşesazîyeke berra ya dermanî ya xwecîhî sist bikin. Tam jî bi vê zihnîyetê, dêwa amerîkî Gilead di salên 2014-2015an de lîsans dan yanzdeh jenerîkerên hindistanî ji bo tedawîya wê ya li dijî hepatît C li nêzî sed welatî belav bikin.

Hikûmetên Afrîkaya Başûr û Nîjerya yekane welat in ku derfeta baceke guncaw didin hilberînerên xwecihî. Li Kenyayê, komeleyên nexweşan li tenişt van teşwîqan herweha daxwaza backirina îtxalatên dermanan jî dixwazin. Halê hazir, ev welat, tenê ji sedî 28ê berxwarina xwe hildiberîne. «Bi min weha tê ku li navbera neşefafîya dewletên afrîkî û tesîra hilberînerên bîyanî yên naxwazin bazarê winda bikin, hewayeke guncaw tune ji bo pêşketina pîşesazîya neteweyî», li gorî çavdêrîya li Naîrobî ya M. Allan Maleche, endamê komeleya kenyayî Kelîn a mafên nexweşên bi AIDSê û weremê ketine diparêze.

Li bazareke dermanî ya bi çar gavî bi pêş dikeve, Afrîka tedawîyên bi fîyetên guncaw ji bo hin nexweşîyên têger ên wekî AIDSê bi pêş dixe(15). Divê ew niha êdî xwe bigihîne asta hilberîna bi çendeyeke kafî û bikeve nava qada pêşwazîkirina nexweşîyên ne têger jî. Şirketên bîyanî nafikirin ku bihêlin derbas bibe ev bazara pir zû bi pêş dikeve. Li Kampalayê, Ciplaya hindistanî xwe amade dike bikeve nava karûbarê sazkirina fabrîkayeke ku bi temamî ji bo tedawîya penceşêrê hilberînê bike.

* Rojnamevan

Wergera ji fransî: Baran Nebar

[/emember_protected]

______

1) «Alerte produit médical n° 4/2020», OMS, Genève, 9 nîsan 2020.

2) «Alerte produit médical n° 4/2020», OMS, 9 nîsan 2020.

3)«Statîstîkên tendirustîyê yên cîhanî», OMS, 2014.

4) Binêrin li paşkoya «Tendirustî ji bo herkesî, îdîayeke cîhanî», Le Monde diplomatique, tîrmeh 2019.

5) Antonin Tisseron, « -Geryan û baziganîkirina klorîkê li Afrîkaya Rojava: jeopoîtîkeke dermanî li bin ronahîya Covid-19», Enstîtûya Fransî ya Têkilîyên Navneteweyî, Paris, 3 tîrmeh 2020.

6) «Derman li Afrîkayê: Peydakirina çareyên derbaskirina sînorên xwegihandinê û kalîteyê», Şirketa promosyon û tevlîbûna ji bo hevakrîya aborî (Proparco), kanûna paşîn 2017, www.proparco.fr

7) «Global Monitoring Report on Financial Protection in Health 2019 », OMS -Bankaya cîhanî, Cenev- Waşîngton, DC, 2019.

8) Binêrin li nivîsara Frédéric Le Marcis, «Nexweşîyên Bakur koçî Afrîkayê dikin, Le Monde diplomatique, mars 2017.

9) « Derman li Afrîkayê», Proparco, op. cit.

10) Michael Conway, Tania Holt, Adam Sabow û Irene Yuan Sun, «Should Sub-sahara Africa make its own drugs?», McKinsey et Company, 10 kanûna pêşîn 2019, www.mckinsey.com

11) «Pratîkên baş ên hilberîna berhemên tibî: prensîbên mezin», OMS, 2014, www.who.int

12) Binêrin li nivîsara Philippe Rivière, «Piştî Pretoria, kîjan sîyaset li dijî AIDSê?», Xurçikê dîplomatîk, 20 nîsan 2001, www.monde-diplomatique.fr

13) Angola, Benîn, Burkîna Faso, Burundî, Cîbûdî, Erître, Etîyopya, Gambî, Gîne, Gîne-Bîsaû, Lesotho, Lîberîya, Madagaskar, Malawî, Malî, Morîtanya, Mozambîk, Nîjer, Ûganda, Komara Afrîkaya Navîn, Komara demokratîk a Kongo, Tanzanya, Rwanda, Senegal, Sierra Leone, Somalî, Sûdan, Sûdana Başûr, Tchad, Togo, Zambî (Çavkanî: Konferansa Neteweyên Yekbûyî ji bo bazirganî û pêşketinê).

14) «Why Kenyan manufacturers are walking a tightrope», Business Daily, Nairobi, 28 çirîya pêşîn 2018.

15) Assefa Yibeltal, Peter S. Hill et Owain D. Williams, «Access to hepatite C virus treatment: lessons from implementation of strategies of increasing access to antiretroviral treatment», International Journal of Infectious Diseases, vol. 70, Aarhus (Danemark), gulan 2018.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial