Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Belgeya tendirustîyê [vaksînê], astengkirina azadîyan

Hikûmet bi heman awayî bi pîvanan dilîze. Nimûneya herî darîçav berfirehkirina pêşî, bi şêweyekî veşarî, ya belgeya tendirustîyê ye. 19ê tîrmeha 2021ê, biryarnameyeke ji rêzê ya serokwezîr bikaranîna wê ya mecbûrî digihand heta deverên kêf û şahîyan ên herî hindik pêncî kesan pêşwazî dikin

Kengê diteqe nakokîya navbera tedbîrên ji bo têkoşîna li dijî pandemîyê wergirtî û rêzgirtina li azadîyên bingehîn? Bi belgeya tendirustîyê, dibe ku em nêzî vê noqteya jê veger tune dibin. Niha êdî dor hatîye ku her kesek «koda QR» a navdar nîşan bide ji bo îspatkirina rewşa xwe ya derzîyî an jî serolojîk di gelek karûbarên jîyana rojane de: çûna xwaringeh an jî qehwexaneyê, siwarbûna li trênekê, çûna sînemayê, alvêr kirin li navendên mezin ên bazirganîyê, serdana nasekî li nexweşxaneyê, çûna konserê an jî holeke biçûk a pêşandanê… Ji vê kêlîyê û şûn ve, kesên bi venêrîna belgeya tendirustîyê re wezîfedarkirî (ji xwedîyê barê bigirin ta xebatkarê sînemayê) dikarin we nas bikin, lê belê herweha tarîxa rojbûna herkesê tê wê derê. Dibe ku ev wekî tiştekî ji rêzê xuya bike, lê belê di rastîyê de ev dibe qelşeke nû li nava tevna anonîmîyê ya ku jixwe hatibû çirandin. Amûrên teknolojîk ên em di salên dawî de êdî hînî wan bûne, vê berfirehbûna kontrolê hêsan dikin. Kî dikare îdîa bike ku daneyên têkildarî belgeya tendirustîyê nikarin bibin hêmanek îstîsmarê ji alîyê yekîneyên polîsên edlî ve?

Ji 17ê tîrmeha 2021ê ve, ev hesteke azadîyeke xesandî, heta girêdayî ye ku li wêdetirî cihêrengîyan, dibe qenaeteke hevpar ji bo bi sedan hezaran xwepêşandêrên ku protestoyan li dar dixin li dijî berfirehkirina belgeya tendirustîyê ya ku di 5ê tebaxê de bi qanûnekê pêşamadebûna wê hat kirin.(1) Hêrsa wan xwe dispêre înkareke mezin a hikûmetê. Ev amûr hema bêje bi dizî kete nava qanûnê, bi navgîna biryarnameyeke hikûmetê ku 3yê gulana 2021ê hat pêşkêşkirin di dema gotûbêjeke li ser qanûna «têkildarî birêvebirina derketina ji alozîya tendirustîyê» ku çend roj berê ji alîyê serokwezîr Jean Castex ve dihat ferzkirin. Motîvasyona di dest de ji çêjekê jî ne bêpar e: bikaranîna belgeya tendirustîyê «dikare li dijî şewbê bibe parçeyekî helwesta welatîyan a xurtkirina kapasîteyan û hêza livûtevgera ferdan (empowerment)».(2)  Lê belê qanûn wê bi bikaranîna li «kombûnên mezin ên kesan»(3)  bi sînor dike û hikûmet soz dide ku ev yek «wê neyê berfirehkirin heta bigihe livûtevgerên rojane yên wekî alvêr kirinê, çûna kar an jî hê zêdetir, tenê wekî nimûne eger em destnîşan bikin, serdana servîseke gelemperî».(4)  Lê belê ji bo ew xwe li derewînê derxe, di ser vê sozê re du meh jî derbas nebûn…

Têgehe empowerment îdîa dike ku ev berhema edlî û teknolojîk wê hêzê bide welatîyan. Analîza bersiva hikûmetê ji bo alozîya tendirustîyê ji adara 2020î ve tam tersê vê yekê radixe pêş çavan: em ji azadîyan bêpar hatin hiştin. Konseya destûrnameyî jixwe li xwe mikur hat ku belgeya tendirustîyê, çawa ku berîya wê belgeya seferê ya awarte ku di dema her rewşa awarte de welat pê re rû bi rû dima di hijdeh mehên dawî de, azadîya çûnûhatinê ji holê radike. «Rûsipîyan» li gel vê yekê ev zirarên hatin dayîn wekî mafdar nîşan dan(5), û bi vî awayî îdîa kirin ku ew bi Destûrnameyê re hevgirtî ne. Ew hatin zêdekirin li lîsteya dirêj a tedbîrên goya «awarte» ku, ev bîst sal in, rayeyên polîs berfireh dikin û li derdora welatîyan tevneke çavdêrîyê û venêrîna berdewam dihonin.

Bi qeyrana tendirustîyê re, Fransa kete nava serdemeke nedîtî, ku di pêvajoya wê yekê de polîs dikaribû kesan bêyî ku tu sedem nîşan bide kontrol bike. Xwezaya radîkal a vê guherînê têr nehatîye destnîşankirin. Ji bo piştrastkirina nasnameya kesekî, polîsek an jî jandarmayek divê bi rastî jî livûtevgereke gumanbar tesbît bike li cem vî kesê ku întîbaha ku sûcek kirîye dihêle.(6) Her çendî qanûnên Pasqua yên 1993 hiştin ku di hin rewşan de hêzên ewlekarîyê, bi rizaya dozgerê Komarê, kontrolên bê sedem pêk bînin, ew dîsa jî ji alîyê demê û qadê ve sînordar bûn. Di çavê vê çarçoveya qanûnî de -tevî ku pir kêm ditengijand û bîyanî û ciwanên taxên xizan rojane berdêla wê didan-, tedbîrên ji adara 2020î ve li dema xweragirtina li malê û qedexeya derketina derve di merîyetê de bûn, wekî awarte derdikevin holê û di wateya teng de, vediguherin kêfîyetê.

Bi rastî jî, ji dema ku derketina derve hatîye qedexekirin û vir ve, ji bilî sedemeke rewa ya destnîşankirî di teksên pir şîlo de, polîs xwedî maf e ku bigere li ser her kesekî amade li qada gelemperî bêyî ku tu sedemê nîşan bide. Polîs nakeve ber tu lêpirsîneke rastîn a çerxa dadgerîyê. Bi zêdetirî 2,2 mîlyon cezayên hatine birîn li kirinên bê-hurmet ên beramberî tedbîrên tendirustîyê di navabera adara 2020 û nîsana 2021ê de, raya giştî karî li gel xelkên taxa karkeran kêfa kontrola rûyan parve bike -kêmtir şîdet û îzdîham-.

Civaka wekî dijber û bersûc hesibandî

Ev berfirehkirina rayeyên polîs dibe parçeyek guherîna qanûnî ku piştî êrişên 11ê îlona 2001ê pêk hat. Roja din a êrişên li dijî Navenda Bazirganîya Cîhanê û Pentagonê li New York û Waşîngtonê, hikûmeta fransî biryarê dide amûra xwe ya qanûnî biguherîne, ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê, nexasim jî ji bo rê vekirina ji polîsan re da ku karibin welatîyan kontrol bikin, li nava çente û erebeyên wan bigerin. «Hin tedbîrên ne xweş hene ku bi lezgînî tên wergirtin, li gorî îzaha senatorê sosyalîst Michel Dreyfus-Schmidt piştî dengdara qanûna têkildarî ewlekarîya rojane, lê belê ez hêvî dikim ku em karibin vegerin legalîteya komarî ya berîya dawîya 2003yî». Piranîya van binpêkirinên azadîyan ji hingê ve hatin domandin. «Têkoşîna li dijî terorîzmê nabe binpêkirina azadîyan», wê demê wisa anîbû ziman ew rewş wezîrê sosyalîst ê karûbarên hundir, M. Daniel Vaillant.(7)

Piştî êrişên 13yê çirîya paşîn a 2015an jî em vî cureyê rewakirinan ji devê lîderên din ên Partîya Sosyalîst ji nû ve dibihîzin. Serdana li rewşa awarte ku M. François Hollande biryara wê da, careke din rayeyên awarte radestî polîs dike, dihêle ku ew li ser her şik û gumaneke besît karibe bi ser kargeh û malan de bigire. Ji wir û şûn ve êdî şewbeke cîhanî dibe sedemê heman bertekê li cem rayedarên sîyasî yên girêdayî dewleta hiqûqê -sînorkirina mafên welatîyan û bexişandina zêdetir rayeyan ji bo wezareta karên hundir û karmendên wê- êrişên terorîstî dibin sedem ku awayekî ramanê bibe ramaneke giştî: li hemberî her tehdîdekê, dewlet civatê wekî yekîneyeke dijber û bersûc pênase dike.

Xweragirtina li malê herweha qadeke ceribandinên nedîtî yên teknolojîya çavdêrîyê ji bo rayedaran pêşkêş kir: Li Nîce û Parîsê, hêzên polîs dron bi kar anîn ji bo çavdêrîkirina rêzgirtina li xweragirtina li malê û ragihandina hişyarîyan bi hoparloran ji bo kesên li qada gelemperî bûn. Amûreke bi temamî bêfeyde: roboteke ku difire nikare hebûna belgeya gerûgeştê ya awarte piştrast bike. Ji ber vê yekê, tiştê mijara gotinê di eslê xwe de ew bû ku bi welatîyan bidana hîskirin ku çavê dewletê li her derê ye. Komeleya La Quadrature du Net (Çarçoveya Tevnê) û Lîga mafên mirovan ji Konseya Dewletê (18 gulan 2020) xwest ku fermanê bide midûrîyeta polîsan a Parîsê ku van firînên ku xwe naspêrin tu qanûnekê rawestîne. Walîtîyê tu paxav bi vê fermanê nekir û Konseya Dewletê 22yê kanûna pêşîn a 2020î, ji nû ve dijqanûnîya vê pratîkê destnîşan kir. Piranîya parlementeran dawîya dawî çarçoveyeke qanûnî çêkir ji bo bikaranîna dronan li gorî qanûna goya «ji bo ewlekarîyeke giştî ya azadîyan diparêze» ya 25ê gulana 2021ê. Li vir dîsa, ferasetek dikeve dewrê: darê zorê yê dijqanûnî yê polîs ku teknolojîya çavdêrîyê dixe dewrê û bi vî awayî li ser navê awartebûna tendirustîyê ku ev pêkanîn tê hêsankirin darê zorê jî dû re tê legalîzekirin -û bi vî awayî dû re tê domandin-.

Biryarnameyeke bê bingeha qanûnî

Hikûmet bi heman awayî bi pîvanan dilîze. Nimûneya herî darîçav berfirehkirina pêşî, bi şêweyekî veşarî, ya belgeya tendirustîyê ye. 19ê tîrmeha 2021ê, biryarnameyeke ji rêzê ya serokwezîr bikaranîna wê ya mecbûrî digihand heta deverên kêf û şahîyan ên herî hindik pêncî kesan pêşwazî dikin.(8) Bi vî awayî, dema ku qanûna 5ê tebaxê ya berfirehkirina sînornenas a belgeya tendirustîyê hê neketibû merîyetê û qanûna berîya wê ya 31ê gulanê ev pêkanîn bi kombûnên mezin bi sînor dikir (ku hikûmetê her yekê ji hezar kesan pêkhatî dihesiband), biryarnameyeke ji rêzê -bêyî tu rayeke qanûnî- bi awayekî kêfî ev çetele hê nizimtir dikir. Şêwirmendîya Dewletê ku ji alîyê nexasim profesorê hiqûqê Paul Cassia ve hatîye desteserkirin9, biryarname erê dikir, her çendî tu bingeheke wê ya qanûnî tunebû, li ser navê «rewşên awarte».(10) 

Ev her du peyv pir baş tînin ziman vê bahaneya ku dewletê ji bo binpêkirina rêzikên xwe dertîne pêş. Çavdêrîkirina bêserûber, kêfîtîya polîsîye, derketinên ji rêyên qanûnî: qeyrana tendirustîyê destûr da her tiştî. Ji bo dengdana bi lez a ji bo dirêjkirina dema belgeya tendirustîyê, hikûmet kete guhê gê û xwe li kerrîtîyê danî li hemberî rexneyên ku ne tenê piranîya welatîyan -bi awayekî hostane wekî derdorên rasta tundrew ên paşverî resimandî-, lê herweha sazîyên parastina mafan ên Komarê jî hatin arastekirin. «Ev tedbîrên dortengkirinê tesîrê li tevahîya warên jîyana rojane dikin û ketina nava qada gelemperî ya bi milyonan kesan asteng dikin», wisa hişyarî dabû hikûmetê, Mme Claire Hédon, xemxura rîska ku «kontrola beşeke civakê ji alîyê beşeke din a civakê ve» dida hîskirin.(11) Ji alîyê xwe ve, erdnîgar Sébastien Leroux bal dikişand ser «valahîya civakî» ya ferzkirî li ser şênîyên nikaribûn xwe bigihînin derîya li dijî koronayê û ev yek bêedaletîyan hê zêdetir dike.(12)

Eger Konseya destûrnameyî tu kêmasîyek nedîtibe jî di belgeya tendirustîyê de, wê, qet nebe biryareke sembolîk a projeya hikûmetê, bo nimûne cudakirina otomatîkî -li bin zextê- ya ji hemû kesên wekî pozîtîf teşhîskirî yên Covid-19, betal kir. Di hiqûqê de, ev dihat wateya bêparhiştina ji azadîyê ya bi awayekî potansîyel ferzkirî li deh hezaran kesan. Dîsa bi awayê xwe yê her car, «rûsipîyan» sansûr danî ser amûra herî belavbûyî ji bo pejirandina beşa mayî ya tekstê. Bêparhiştina xweber a azadîyê dîsa jî berdewam e, lê belê bi berdêla zirardayîna li bîyanîyan: qanûna nû bi rastî jî sûcekî berdêla wê sê salên zindanê û deh salên qedexekirina xaka fransî dibire li bîyanîyên li benda dersînorkirinê ne û red dikin werin teşxîskirin… Ev hişyarbûna Konseya destûrnameyî, ku ji sîyasî bêhtir hiqûqî ye, di geometrîyê de rewşeke guhêrbar e.

* Parêzer. Nivîskarê berhema Dijminên dewletê. Qanûnên xirab, ji «anarşîstan» heta «terorîstan», La Fabrique, Paris, 2019.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_________

1) Qanûna n° 2021-1040 ya 5ê tebaxa 2021 ya têkildarî rêveberîya qeyrana tendirustîyê.

2) Guhertina n° CL153, ya 3yê gulana 2021ê pêk hat.

3) Qanûna n° 2021-689 ya 31ê gulana 2021ê têkildarî rêveberîya derketina ji qeyrana tendirustîyê.

4) Guhertina n° CL153, ya 3yê gulana 2021ê pêk hat.

5) Biryara n° 2020-800 DC, Konseya destûrnameyî, Paris, 11 gulan 2020 (xweragirtina li malê) û biryara n° 2021-824 DC, 5 tebax 2021 (dirêjkirina dema karta tendirustîyê).

6) Madeya 78-2 ya qanûna muhakemeya ceza.

7) Wergirtina ji Franck Johannès, «Parlementer li ser amûra têkoşîna li dijî terorê ya hikûmetê xwe îfade dikin», Le Monde, 1ê çirîya pêşîn a 2001ê.

8) Biryarnameya n° 2021-955 ya 19ê tîrmeha 2021ê ku biryarnameya n° 2021-699 ya yekê hezîrana 2021ê diguherîne bi destnîşankirina tedbîrên giştî yên pêwist ji bo rêveberina derketina ji qeyrana tendirustîyê.

9) «Ji dewleta hiqûqê ber bi dewleta Covid», Bloga Paul Cassia, 9ê tebaxa 2021ê, https://blogs.mediapart.fr

10) Rêvebernameyên n° 454754, 454792, 454818, Konseya dewletê, Paris, 26 tîrmeh 2021.

11) Nêrîna parêzvana mafan n° 21-11, Paris, 20 tîrmeh 2021.

12) Sébastien Leroux, «Li himberî karta tendirustîyê ya mecbûrî, em giş bi yeksanî nakevin rê», Le Monde, 21 tîrmeh 2021.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar