Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Bêhnfûrî û keça ciwan

Kevneşopîya serşoka parfumkirî ku ji Rojhilata Navîn belavî Japonyayê bûye, jêdera wê dirêjî Misira antîk dibe. Ev kevneşopî li gel vê yekê di Çaxê Navîn de pratîka li Xerbê bi saya xiristiyanîzmê ji ber çavan winda bûye. Ancax di sedsala XIXem de tabûyên xwe berdane ser hijyenîya jinê sivik dibin ji bo feydeya herî mezin a pîşesaziya berhemên bêhnxweşiyê, ku normên nû ferz dike.

Deodorant, avwerdana dev, desmalên hîjîyenîk ên parfumkirî, «detoksên vajînal». Ev cebilxaneya li bin xizmeta jinan ji bo guherandina bêhna bedena xwe dihêle ku mirov bifikire ku ew ditirsin ku ji ber bêhna nexweş navê wan derkeve li nava civakê û ji ber vê yekê ji bo qirêj û bêhnexweş xuya nekin adeta ezîyetê li xwe dikin. Tirsa ji bêhnxweşîya bedena xwe, ku ji bo pîşesazîya dermanfiroşîyê qezenceke mezin e, pir zû peyda dibe bi mirovan re ji ber ku pir zehmet e ew bi xwe vê bêhna bedena xwe binirxînin. Ev tirs ne nû ye û vedigere dîrokeke pir dirêj. Bo nimûne li Fransayê li nîveka duyemîn a sedsala XIXem ev tirs xwe dide xuyakirin. Hingê serdema piştî koleraya 1832yan e û livûtevgera hîjîyenîk bi lez bûye li vê qonaxa ku pîşesazîya parfumerîyê jî pir zû bi pêş dikeve. Wê demê perwerdeya keçan, ku bi giranî li ser hîmê mezheba katolîk tê meşandin, mijara guftugoyê ye. (1)

Broşurên tibî, rêhberên sofîtîyê, pirtûkên berîkan ên li ser rêzikên rabûn û rûniştinê, medya jinan: îro êdî hema hema nemane ew berhemên ku şîretan li keçan dikin û herweha li dayîkên wan ku berpirsîyar in ji beşeke mezin a perwerdeya wan. Li ser wergirtina perwerdeya ronakbîrî ya bisînor, fêrkirina dilsozîya ji bo kesên din û pratîka hunerên bertekîyê kêm zêde nêrîneke hevpar heye, lê belê di mijara hîjyenê de nêrîn ji hevûdin pir cuda ne.

Pêşîgirtina li zewqên şehwetî

Pevçûn pêşî doktoran û oldaran tîne pêşberî hev. «Gelo te dişon, qe nebe?»: ev pirsa ku bavê Judith Gautier Théophile jê dikir, dema ku keça wî rahîbe bû, bi awayekî şik û gumanên der barê dezgehên olî de radixe pêş çavan. Wêjevana ku di jînenîgarîya xwe ya 1904an de vê serpêhatîyê vedibêje, (2) dewama wê ya têkildarî gefên bavê wê, xweşûştina wê ya bi kiras û şaşûmetelbûna rahîbeyan mirov dibêje ku ji bo kenandinê hatîye nivîsandin. Redkirina xwe şûştinê demeke dirêj li manastiran didome, ji ber ku li wir bi israr pêwistîya paqijîyê tenê ji bo tiştên li ser mirova xuya dikin tê bisînorkirin: «Tu caran cil û bergên qirêj an jî çirîyayî li xwe nekin; hay ji porên xwe hebin; her roj rûyê xwe bişon û pêwist be rojê gelek caran destên xwe bişon. Bila solên wê hertim baş û paqij bin3 (3) Lê belê parfum, ji ber ku ew bi azadîya adetan re dihatin têkildarkirin, qedexe bûn.

Di nivîsên xwe de, doktor hêrs dibin ji ber nebûna hîjyenîyê di perwerda olî ya keçên ciwan de. Ev hêrsa wan girêdayî dereceya dij-rahîbîyê diguhere, carna pir zêde ye, carna jî nerm e. Xala hevpar a navbera gotara olî û tibî, dîsa jî heye: sincê (exlaqê) baş û nexasim, tirsa ji destperîyê (masturbasyonê) û zewqên şewhetî yên bi xweşûştinê peyde dibin. Palpişt (argumant) pir eşkere dibin bi kudandina sedsalê re. Bi vî awayî, di sala 1857an de, doktor Jean-Baptiste Venot dest bi pesindarîyê dikin ji bo rahîbeyên ku fahîşeyên frengîbûyî dihewînin û hay ji wan dimînin, lê belê bêhêvî dibe ji guherîna serhişkîya wan a ku wekî gunehekî dibînin «destmêjeke biçûçik û şûştineke herî bêguneh jî». (4) Paşî, doktor Augustin Galopin bê dudilî îdîa dike ku, berevajî, qedexekirina xweşûştinê li keçên ciwan, «li vir» dibe sedemê xur û gurrîbûnên ku wan kaş dikin nava xetereya meyla xwexweşkirina şehwetî-(onanisme). (5)

Ji bilî redkirina xweşûştinê, ragirtina li hundir, jîyana hevpar a girseyî û awayê jîyana dêmanî (sédentarité) ku manastir û pansîyon ferz dikin, dibin hedefa rexneyên doktorên ku bêhtir werzişê, livûtevgerê, hewaya vekirî, hewadarkirina hundir pêşnîyar dikin. Ji bo li ser xetereyên jîyana di nav hev de baştir îqna bike, nivîskarê berhema Hygiène de la jeune fille -Hîjîyena keça ciwan (1882) Adrien Coriveaud-, vê çîrokê diafirîne :

«Li menzeleke ku we tê de her qul û qewar û derzên dîwarên wê girtine û asê kirine, hepis bikin bîst keçên herî xweşik, herî delal ên ku zerafeta wan a şahane û cazîbeya wan a xwedawendî dikarin bibin îlhama gotinên herî bi aheng ên helbestên evînî yên şaîran û bihêlin bila ew bîst keç bi hev re sohbet bikin, stranan bibêjin, govend û dîlanê bigirin, bi kurtî jîyana xwe ya adetî bijîn tenê ji bo bîst û çar saetan, dûre bikevin nava vê ginekuma (gynécée) biçûk. Li şûna parfuma serxweşker ku ji destpêkê ve li xwe û derdora xwe kiribûn, ev bîst kesên ciwan niha bêhneke din bi ser wan ve girtîye; ji van bîst devên xweşik, ji van bîst sîng û berên ku dikarin bibin modelên dilşikandî yên peykerên keçên bakîre, tofaneke hilma şil a ji her cure çop û bermahîyên organîk ku ji hêla jîyana livbar bênavber tên hilberandin, bêhneke pir giran a dilxelîner difûre.»

Hestên wisa bi deng û lerzên şûmî, pir zêde bûn di gotarên tibî yên serdemê de. Bêhna xwezayî ya keçên hê ne xama û balix, [bêhtir «balix», an na?] heyecanên wisa diafirînin ku ew ferqa navbera sîcîla tibî û sicîla wêjeyî şêlû dikin. Wekî karaktera kêlîyî ya parfûmê bi xwedîkirina analojîya bi wextîbûna ciwanîyê re, bêhna keça ciwan vediguhere rewşeke derbasek û wisa xwe pêşkêş dike. Galopin temenên bêhnwergirtinê yên jinan weha tarîf dike: «Keça ciwan, ku hê hestên wê neaxivîne, têra xwe aromatîk e; bêhna bayê û tava biharê jê tê, ew wekî aveke teze ya tûreşka ye. Ya ku evîndar e parfumeke wê ya hê bibêhntir heye; ya ku xwe xwe tetmîn dike, an jî yarê wê heye, vedigere nava kategorîya giştî.»

Tevî afirînerîya xwe ya helbestî jî, ev gotar sînorekê datîne pêşîya muqeyesekirinên xwe yên têkildarî mijara gîyayan ku herweha dibe qada cazîbeyê ji bo doktorên dixwazin balê bikşînin ser pêşketinê, ango bişkivîna kulîlkan an jî geşedana keçên ciwan. Ew bi vî awayî efsaneya înadkar a jinekulîlkê xwedî dike û herweha destekeke zanistî didê. Bêhnên sivik û kulîlkî wê şûna xwe ji bêhnên xurt û heywanî re berdana hema bi windakirina keçikîyê re; wisa cihêreng e ku endustrîya parfumerîyê, ji bo serketina xwe ya herî mezin, xwe davêje navê. Bi rastî jî, ji salên 1860î ve, çerxa hilberînê û pêşketinên kîmyayê rê lê vedike ku ketina nava berhemên wê demokratîze bike û temenê geşedana bazirganîya ji salên 1830yî ve destpêkirî, dirêj bike (cîroya wê ya kar di navbera salên 1836 û 1856an de ji sedî 63 zêde bû). (6)

Parfumvan di reçeteyên doktoran de palpiştên hêja yên firotinê dibînin. Ji bilî bawerîname, patent û tesdîqnameyên ji alîyê zanyaran ve hatine venasîn, reklamvan jî guh didin pêşnîyarên doktoran, her çendî wan hinek biguherînin jî. Helbet ev guhertin car caran hêrsa Jean-Baptiste Fonssagrives tîne: «Ji demeke dirêj ve ye, pafrumerî hîjîyenê cezb dike; () wê hîs kir ku pêdivîya wê heye dilpakîya xwe li bin navekî rêzdar biparêze.» (7) Bi rastî jî, katalogên parfumerîyê gelek berhemên hîjîyenîyê pêşkêş dikin, bo nimûne sabûnan ku xwedî para herî mezin a bazarê ne, lê belê herweha sîrke û bêhnên ku parfumên giran sivik dikin. Peymanên parfumerîyê li gel çapemenîya jinan û rêhberên rihetîyê heman enîyê parve dikin li dijî miska ku bi rejîma berê re û sefatê re têkildar e. Her parfumvan ji ber vê yekê radixe pêş çavan tarîfa xwe ya li ser cewhera kulîlka verbena, binefş an jî bêhnên kulîlkan ên wekî sivik navûdeng dane û ji ber vê yekê kêmtir xeter in ji bo sinîran, bo nimûne Muguet du bonheur-pembûyê bextîyarîyê yê Caron (1852) [ Ez dibêjim 1954 – mala di 1904an de hat avakirin], Kolonyaya emperyal a Guerlain (1853), Simbila sipî ya Binefşê (1857) an jî Binefşên Çarê Oriza L. Legrand (1862).

Çapemenîya jinan û rehberên maqûlîyê, ku gelek caran bi navên arîstokratîk ji alîyê jinan ve hatine îmzekirin, balê dikşînin ser pêdivîya ku têde xwe dibînin ku ne tenê Xwedê herweha mêran jî kêfxweş dikin. Bi vî awayî, barone Sraffe ku bi weşandina berhema xwe ya bi navê Usages du monde: règles du savoir-vivre dans la société moderne- (Awayê bikaranîna cîhanê: rêzikên rabûn û rûniştinê li nav civaka nûjen) (1891) meşhûr bû, di 1892an de hê jî bi hêrs e ji ber ku keçên ciwan ên ji manastirê an jî ji pansîyonayê dertên guh nadin rêzikên hîjyenîyê û ji ber vê yekê ew bikaranîna bêhnên nerm û nepenî pêşnîyar dike. Namzeda zewacê divê berî her tiştî ji kêfnexweşkirinê bitirse. Jean-Nicolas Bouilly ku di pirtûkeke xwe ya serketî ya bi navê «Şîretên ji bo keça min» de ku piştî çapa wê ya pêşî ya di 1813an de dirêjî tevahîya sedsalê bû, dûrûdirêj balê dikşîne ser zewqa keçeke bi navê Armantine ji bo parfumên pir giran ên ku ne tenê kenê mirov pê tînin, lê herweha bi ser de jî, kesên xwedî sinîrên hesas tengezar dikin, ta ku ew careke din xwe ji vê bêexlaqîyê xilas dike bi saya dersên ku kûzenekî wê didê.

«Dilopek cewhera binefşê»

Ji ber vê yekê ev wêje ji awayê bikaranîna parfuman re rê vedike, helbet bi hin şertan. Bi parsekîyê dest pê dike. Ji ber ku hilmçêker hê zêde nedihat bikaranîn, divê dilopên parfûmê bên hejmartin: «Mirov çiqas parfumê hindik bi kar bîne, ewqas baş dibe, li gorî rêbereke maqûlîyê ya pir dihate xwendin. Piçek bêhneke sivik û pir guncaw dikare xweş were pêşwazîkirin, lê belê ez dubare dikim, bi şertê ku piçek be. Hinek şîrê îrîs an jî kolonya di nava avê de ku hûn ê bi kar bînin, wê pir baş be. Dilopek esansa binefşê li nava destmala xwe kin, wê baş be; lê belê dilopek ha! ne zêdetir û nemaze, bi bêhnên nepenî, yên ku nikarin ne xweş bin û zirardar bin, xwe bi sînor bikin.»(8)

Çapemenîya jinan jî şîretên xwe li gorî comerdîya patronê xwe eyar dike. Wekî ku di bîranînên xwe de dibêje, Hippolyte de Villemessant di berdêla desteka aborî de, fikrê xwe yê parfumkirina nusxayên rojnameya xwe ya nû La Sylphide ji Guerlain wergirt. Bi vî awayî, çawa hejmarên wê yên pêş derketin di 1840î de, beşeke bi sernavê «Şîreta dapîrekê ji bo nevîya wê» bênavber pesnê berhemên parfumvan dide û dibêje ev parfum tam li gorî zewqa keçên ciwan in.

Sadebûn, nezaket, giranî: kalîteyên pêşnîyarkirî ji bo cilûbergan û bikaranîna bêhnên xweş du qat zêdetir in ji şîretên derbarê awayê livûtevgera di nava civakê de tên dayîn. Ji alîyê xwe ve, xîtaba olî, pir dûrî biçûkxistina bêhnxweşîyê, ne di wê rewşê de ye ku dilbijîya katalogên parfumvanan bike: zîvirandina xeyala incîlî ya bêhna ezîzîyê, wêjeya edilandinê ya serdemê metaforên têkildarî bêhnê pir pir zêde dike û bi dilbijî pesnê «parfumên qencîyê» dide, bi bawerîya ku ew nabin hilm û berbelav nabin ji ber ku ew ne made ne. Wekî fazîleke ku lê hatîya guncandin, îhtîmama cilûbegan dikare herweha bêhna xweş bide, li gorî Clarisse Juranville: «Li nava porê wê yê şekirî, hilû û bi hunerî honandî, li ser dêmên wê yên hê jî şil ji ber temasa aveke zelal, di boyaxa pembeyî ya neynûkên wê de, di spîtîya bincilkê wê yê hê nû ûtîkirî de, di milên wê yên zend û bend badayî û solên wê yên biriqîner de, weke ku parfumeke paqijîyê hebe, weke ku kûlîlkeke tendirustîyê ya xwedî cazîbeya bêhempa hebe.»

Keça ciwan a sedsala XIXem, ku carna hat tamdan ji hemamê bireve ji bo «parfumeke» fazîletê bifûrîne, carna jê hat xwestin xwe bi bêhna nerm a paqijî, ciwanî û keçînîyê bixemilîne, carna hat teşwîqkirin da ku aoraya xwe ya xwezayî bi zerafeta bêhnên kulîlkan bilind bike, bi bergeheke pir fireh rêzek pratîkan tê nîşandan, her otorîte pêşnîyarên xwe yên têkildarî keça ciwan wekî yên bêhempa pêşkêş dike. Serketina mezin a ji alîyê Pinaud ve bi berhema Flirt (1891) hat bi destxistin û bû referansa perwera azad a keçên amerîkî, bi mirov dide bawerkirin ku pîşesazîya parfumê ye ya di vî şerî de bi ser ket. Piştî ku bi tesîra doktoran şemitî nava qelşa vekirî, keça ciwan dawîya dawî xwe ji nîrê ferzkirinên exlaqî yên xweragirtinê û bêdengîyê rizgar kir. Sedsalek şûnde, bi hatina parfumên «çavbirçî», «keçên ciwan ên bi kulîlk» wê bibin «keçên ciwan ên bi şekir». Û ev mişterîyên li bin 25 salî yên ji sedsala XIXem ve fetihkirî, dimînin wekî hedefên destnîşankirî yên pîşesazîya parfumê: Millennials ango nifşên Y îro tevkarîya ji sisêya yekê cîroya vî karî dikin.

* Dîrokzan, Zanîngeha Lumière Lyon 2.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_______

1) Cf. Alain Corbin, Le Miasme et la Jonquille. L’odorat et l’imaginaire social (XVIIIe-XIXe siècles)-Bêhnfûrî û Nêrgiz. Hesta bêhnê û xeyalsazîya civakî (Sedsala XVIIIem-XIXem. Flammarion, coll. «Champs Histoire», Paris, 2016 (1re éd. : 1982).

2) Judith Gautier, Le Collier des jours. Souvenirs de ma vie, Gerdenîya rojan. Bîranînên jîyana min, Félix Juven, Paris, 1904.

3) Le Livre des jeunes filles: conseils aux jeunes personnes par une religieuse de la nativité,Pirtûka keçên ciwan: şîretên ji bo kesên ciwan ji alîyê oldareke zayînê- Librairie Girard et Josserand, Lyon – Paris, 1868.

4) Jean-Baptiste Venot, Hygiène. Rapprochements statistiques entre les deux prostitutions (inscrite et clandestine), au point de vue de la syphilis, Hîjîyen. Miqayesekirinên statîstîk li navbera du fahîşetîyan de (qeydkirî û qaçax), ji alîyê frengîyê ve. G. Gounouilhou, Bordeaux, 1857.

5) Augustin Galopin, Le Parfum de la femme et le sens olfactif dans l’amour, étude psycho-physiologique, Parfuma jinê û bêhna hesta bêhnê di evînê de, lêkolîneke psîko-fîzyolojîk– E. Dentu, Paris, 1886.

6) Rosine Lheureux, Une histoire des parfumeurs. France, 1850-1910, Champ Vallon, Paris, 2016.

7) Jean-Baptiste Fonssagrives, Entretiens familiers sur l’hygiène – Axaftinên nas derbarê hijîyenê de (2e édition), L. Hachette et cie – Masson et fils, Paris, 1869.

8) Gabrielle Béal et Marie Maryan, Le fond et la forme. Le savoir-vivre pour les jeunes filles, Naverok û form. Ji bo keçên ciwan pêzanîna jîyanê. Bloud et Barral, Paris, 1896.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar