Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Bê heqîqet demokrasî, bê niqaş jî heqîqet nabe

Berbelavbûna «nûçeyên sexte-fake news» dagirkirina qada gelemperî bi derewan, nîşan dide. Li gel vê yekê sûcbarkirina tevnên civakî an jî bal kişandina ser derewkarên ku jîyana sîyasî dagir kirine, tiştê herî hêsan e. Bi xitimandina danûstendina azad û maqûl a ramanan bi navgîna zexta «ragihandinê, demokrasîyên me wateya peyvan xira dikin û nahêlin rastî derkevin holê.

Guherîna zîhnîyetan û pêşketina fikran, sînorê tiştên ku xelkê ji xwe re wekî baş in pênase kirine di her dewrê de ji nû ve datîne. Ji ber vê jî ji hêla berjewendîya giştî va bêbiryarî hinekî hewce dike. Wekî mînak ji sedsala 18. û bi taybetî jî ji ya 19. ve bidest-xistina mafan a bi rêya şerî, hêla erênî û pêşketî ya berjewendîyan nîşan dide. Bi demokratîkbûnê re, divê ev yek nêzîkê daxwazên gel bibe û ji bo vê armancê, bibe mijara nîqaşa giştî ya ku ji hêla dengdayîna giştî ve hatîye pejirandin. Demokrasîya geş a hemwelatîyên niha, girîngîyê dide karên gel, di prensîbê de curbicurîya divêtîyan nîşan dide, vebijêrkên heyî derdixe holê û nêrîneke berfirehtir û ji ber wê jî bêtir adilane, bêtir rast a rasteqînîyê derdixe holê. Rasteqînî li vir erkeke giştî pêk tîne. Lewra bêyî wê dîyarkirina berjewendîyên giştî tenê veşartina berjewendîyên xisûsî ye. Ev ji alîyekî ve şaş e.

Rastî, bi berpirsîyarîya “zelalbûnê” ya otorîteyên gel ve eleqedar e, lê belê ne ev tenê ye. Lê ji salên 1990î ve xêza navbera her duyan her ku diçe kêmtir xuya dike. Otorîte berjewendîyên hêzekê, tîmekê dikarin bi zelalîyeke gelekî zêde biparêzin. Wekî ku me di serokê berê yê Amerîkayê Donald Trumpî de jî dît tinazpêkirina ji zimanekî henûn dûrketî, dibe ku bibe meseleya zelalbûneke bi hosteyî tê birêvebirin. Rastîya di vir de, ne ev e, ji ber ku ev sekn di eslê xwe de yekalî ye ku parvekirineke ji dil a sosyal û entelektuel nahewîne.

Loma hikûmeteke zelal dibe ku hikûmeteke sexte be. Programên guncanîya binyadî ku sazîyên fînansî yên navneteweyî li ser Welatên Başûr şert dikirin, hem piştgirîya bergirîyên ekonomîk hem jî ya “birêvebirina baş” kir, ji nav van ya herî girîng ew e ku otorîteyên gel bi awayekî zelal werin birêvebirin. (Hesabên gel bi awayekî tund di bin çavdêrîya sazîyên kontrolê de hişt).

Heta (şandina) nameyê welatên ku li gor vê rênumayê xwe bi rê ve birin, dîtin ku dûrahîya navbera gel û sazîyan de her diçe zêdetir dibe û rastî darbe û tundîya piştî hilbijartinan hatin. (Heke em bi tenê behsa çend welatên Afrîkayê bikin; Perava Îvoryayê, Kenya, Malî). Pergala civakî ya newekhev, dibe ku ji ber rêveberîya zelal be jî, lê belê bi rastîyên jîyana rojane ya gelê herêmê re li hev nedihat. Ji ber vê yekê, ji bo hemwelatîyên rewşenbîr ji bo eşkerekirina rastîyê qadekê vekin divê azadîya axaftinê û nîqaşkirina civakî were pêkanîn.
Binavkirina tiştan, yek ji tiştên herî hesas û herî girîng e di sîyasetê de, çunku binavkirin bixwe dîyar dike ku meriv xalên referansê dest nîşan bike, tiştên ku zû tevlihev dibin, bi rêya wesfandinê ji hev veqetîne. Sererastkirina kiryar û rastîya hunerê, alavên sîyasetê, erkan, rewşan dîyar dike; dema vê dike biryara cihan dide, hîyerarşîyan ava dike û wateyekê li rastîyê dike. Wekî mînak “piştgirîya civakî” binavkirina wekî “heqdayînê” dîyarkirina hilbijartina pergaleka civakî ye. Sîyasetmedar li gorî bawermendîya xwe pênaseyekê an jî pênaseyeke din bi kar tînin. Mîna ku Béatrice Schönberga rojnameger kirîye, mirov behsa “fermana kuştina wî” neke lê behsa sûîkasta “Louis XVI” bike, ev tê wê wateyê ku ew parlametoya ku hikûmeta ji wezîfeyê hatîye veqetandin mahkeme dike, ne li gor qanûnan e û tewanbar e. (1) Gelek mînakên mîna vê hene.

Ji ber ku peywireke wan a civakî ya temsîlî heye, serok rayeyeke bêemsal didin gotinên xwe. Heke rêveber ne xwedî peywira tayînkirinê bin, cihekî girîng ku ji ber asêbûna peymana di nav civakê da heye pêk tê, dagir dikin. Daxwazên hemwelatî, komele û partîyan di hilbijartinên termînolojîk ên ku analîzên li ser dinyayê û ên derbarê rastîyeke heyî de tîne ziman jî tên eşkerekirin. Nexwe armanc ew e ku, van hilbijartinan berbelav bike û wekî semboleke ku bide qebûlkirin ev rastîyeke civakê ye tê empozekirin. Wekî mînak; rêxistinên femînîst, ji bo ku tundîya li dijî jinê wekî tiştekî “taybet” were pênasekirin hewl didin ku têgeha “femînîst” têxin nava qanûna cezayê. Rayedar naxwazin ku vê cudakarîyê bikin û wisa difikirin ku têgeha “kuştinê” bêyî li zayendê were nêrîn ji bo her kesî ye. (2)

Galegalên bênavber

Bi rêya redkirin an jî bêdengkirina peyvekê redkirina navlêkirinê, nedîtina bûyereke ku mirov pê hêrs dibe, ji ber biçûkkirina wê an jî mafdarkirina polîtîkayekê an jî kêmasîya çalakîyeke sîyasî ye. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, dema ku bi hinceta ku bide “hîskirin” ku kar zor be, qedexe kir behsa “zorîya” xebatê were kirin, loma li ser vê meseleyê mînakeke balkêş derket holê. Di gel vê yekê, raporên ku ji tibên pispor û lêkolînên sosyolojîk hatine, çi fîzîkî çi jî psîkolojîk, (3) eşkere dike ku li cihê kar gelekî êş/zorî kişandîye. Serokê dewletê, li ser nîqaşeke civakî ku “Kesên Êlekzer” li Rodezê di 4ê meha dehan de da destpêkirin û bêedaletîyên civakî û kesên cîhana îstîhdamê derxiste pêş, axivî. Sekneke wekî ya serokkomarê Fransayê, dema ku wezîrê karên hundir red dike bibêje “tundîya polîsan” û eşkere dike ku dema dibihîze “bêhna wî diçike”. (4) Li gor Gérald Darmaninî heta ku bi temamî takekesî û ji organîzasyona berdewamkirina pergalê cuda bûya, dê bûyereke wisa neqewimîya. Di van redkirinan de, em dikarin mînakeke “şaşfamkirina îdeolojîk” ku ji alîyê Claude Lefortî ve  (5) gelekî baş hatîye analîzkirin û di hilbijartinên xwe yên felsefî de ditengije û bi xwesteke redkirina peyvên ku wan derdixe holê jêbirina encamên berbiçav em dikarin bi awayekî maqûl bibînin.

Ji bo ku «paş-heqîqetî» hebe, divê «heqîqet» hebe, ango bi qewlê Condorcet divê ji bo nîqaşeke “azad û ramanbar” rayeke giştî hebe ku cih bide ne tenê vegotina heqîqetê lê di heman demê de nîqaşa wê jî. Rewşek wisa êdî nemaye. Ango, qadên nîqaşê di berjewendîya sohbeta bêrawestan a ku li ser rûyê tiştan dimîne de winda dibin. Hin kes nîqaşê red dikin. Yên din qaşo wê qebûl dikin, lê li şûna wê formeke dîyalogê ya ku nêzîkî vepirsînê ye, digirin. Civakên nûjen, ji kêmasîyeke zalimane ya sîyasetê dikişînin, ku ji hêla rêveberîya rojane ve îdîayên taybetî, polîskirina qada giştî û sazkirina muzîka pêdivîyên hejmartinê yên di xizmeta projeyên ku timûtim bi destan têne çêkirin an jî xirab têne fikirandin, dagirtî ye. Di heman demê de ev yek ji sedemên çavdêrîya berfireh e ku ‘bêje’ êdî mana wan tune; çûnûhatina hêmanên zimanî forma dawîn a bêrûmetîya tevlihev a li hember heqîqetê û vegotina sazûmankirina kîndarî ya derewan pêk tîne. Ev geşedan sînorê xwekujîya sîyasetê ye, ku di hewaya xerab de tê pijandin.

Erka tayînkirinê, ne wesfekî monarşîk ê yekalî ye ku hêza naskirinekê kêfî dide otorîteya civakê. Em bûyer û rastîyan li ser navê civaka me dîyar kirîye û di bin çav-dêrîya wê de dikin. Lê civak, heta nîqaşan û nakokîyên ramanan nepejirîne rastîyê pênase nake. An na rastîya sosyal dernakeve holê.

*Teksta hanê ji kitêba Dernières nouvelles du mensonge (Lux, 2021) hatîye girtin, ku nû çap bûye.

Wergera ji fransî: Bîlal Ata Aktaş

_________

1) «Weşana zindî», France 2, 25.12.2011.

2) Ev kes, di heman demê de argumanên pratîk jî tînin ziman, wek mînak dijwarîya isbata wê yekê ku bê em bizanin ka kujer bi rastî jî dijî jinan e yan na.

3) Christophe Dejours, Souffrance en France. La banalisation de l’injustice sociale, Points, coll. «Essais», Paris, 2014.

4) Komîsyona qanûnan ya Meclîsa Neteweyî, Paris, 28.07.2020.

5) Claude Lefort, «Serdema îdeolojîyê», EncyclopaediaUniversalis, Symposium – Les Enjeux, cild 2, Paris, 1994.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar