Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Barack Obama, Ji Don Quichotte heta Sancho Panza

Kêm serokên amerîkî ewçend coş afirand û ji populerbûneke wisa navneteweyî sûd wergirt. Bi hatina ser kar re, li gel vê yekê, hestekî ji firsetê mayînê peyde bû. Di bîranînên xwe de, M. Barack Obama li hin kilîdên vê xeyalşikestinê mikur tê. Gelo ev yek dikare wêrekîya aborî ya niha ya alîkarê wî yê berê yê serokatîyê îzah bike?

Berhemên lîderên sîyasî yên vedigerin ser rêgehên xwe piştî ku xeyalên wan dişkên, hêjayî xwendinê ne, ji bo kesên hez dikin ji wan serkeftîtir bin. Gava neçar tên hiştin mikur bên li xeyalşikandina ku bûne sedem, ew vê yekê gelek caran bi îrrealîzma alîgirên xwe, hêrsa dijberên xwe, tevlîhevîya cîhanê û lîstikeke sîyasî ve girê didin û dibêjin ku vê lîstika sîyasî ew neçar hiştine sozên nikaribin pêk bînin bidin. Lê belê serokatîyeke ku xeyalşikestinê jî diafirîne, serketineke ku em dixwazin jê sûdê wergirin dide ber xwe. Cilda pêşî ya Bîranînên M. Barack Obama bi beşeke berfireh a nêçîr û înfaza Usama Bîn Laden bi dawî dibe.(1)

Lê belê nivîskarê ku lazim e ji niha ve li beşa ku wê cilda dawî pê biqede bifikire, nikare di pêşkêşîya nermkirî ya bîlançoya xwe de zêde bi pêş ve biçe. Ji ber ku serokatîya wî ya 20ê kanûna pêşîn a 2009an ku piştî geremola hilbijartinê û li bin sîwana «Erê, em dikarin – Yes, we can» di nava coş û xuroşê de dest pê kir, heşt sal şûnde bi hatina Qesra Spî ya M. Donald Trump bi dawî bû. Hê jî xirabtir bê guman ji bo M. Barack Obama: ji niha ve zêde tiştek nemaye ji salên wî yên meşandina desthilatîyê di bîra hevpar de, bi wê çendeyê ku yek ji serokên herî zîrek û biriqîner dibe ku ji xelefê xwe yê hema li pey xwe, tevî ku jê kêmtir bi qebîlîyet bû, hindiktir tesîr kiribe li dîroka welatê xwe.

Wekî ku nivîskar li gel me çavdêrîya rêwîtîya xwe û pêkanînên xwe dike. Û li gel me, ew jêpirsîna xwe dike: baş e çi dixwest vî Barack Obamayî ? Desthilatî, helbet. Wekî mîlîtanekî komelî, ew biryarê dide têkeve sîyasetê, ji ber ku ew ne razî ye ji berhevkirina encamên biryarên kesên din. Dû re, ew ji xwe re dibêje ku parlementerê komarî yê Eyaleta Midwest wê kêmtir bi hêz be ji hilbijartîyekî ji bo Kongreyê. Di pey re jî, dema dibe senatorê Illinoisê, awirên xwe dide ser Qesra Spî. Berevajîyê bendewarîyan, ew di pêşhilbijartinên demokratan de Mme Hillary Clinton têk dibe û di encama kampanyayeke bi heytehol û coş de dibe xelefê M. George W. Bush. Hema hema hertim, wî tercîha baş kir -yek jê ji payîza 2002î ve bi wêrekî dijberîya li hemberî şerê li Iraqê- di demeke rast de. Û bextê wî vedibe: krîza diravî ya îlona 2008an çend hefte berîya hilbijartina giştî, komargeran ji hev dixe. M. Obama di dîroka Dewletên Yekbûyî de dibe yekemîn serokê-afro-amerîkî.

Gelo wezîfe qedîya û êdî dawîya rê hat? Wisa xuya dike, herweha hedefên wî jî wekî ku şîlo bin û jixwe wê bimînin wekî nameyeke mirî: guherandina awayê meşandina sîyasetê, tijekirina valahîyên ji ber parçebûnên welêt, handana ciwanan ji bo xizmetkirina ji berjewendîyên gelemperî re. Çawa tê hilbijartin, zilamê ku rengê rewa dida hewesa xwe ya mezin a bi vîna «ku guherîn zûtir dest wer dide» wê îcar berdewam fikrê guherîn wext dixwaze teorîze bike. Li destpêka bîranînên xwe, M. Obama bibîr dixe ku ew demekê mîlîtanekî ciwan ê komeleyî bûye û van gotinên dilzîz û hestîyar serf dike: «Ez wekî Don Quichotte’ê bê Sancho Panza bûm». Li Qesra Spî, ji vî siwarê efsaneyî yê li dijî neheqîyan radibe, wê tenê bejnûbaleke zirav bimîne.

Beşa ku têde M. Obama balê dikşîne ser tercîhkirina kesên herî nêz ên derdora xwe wisa xuya ye ku pêşînen serokatîya xwe bi kurtî weha vedibêje: sûdwergirtina ji krîza aborî û diravî, wekî ku Franklin Roosevelt kir, ji bo veguherandina pergalê, ne mijara gotinê ye, armanc tamîrkirina pergalê bû. Rewş ji niha ve pir xirab e, wekî ku wisa ji xwe re dibêje serokê nû; em ê di ser de jî bang nekin li kesên ku dixwazin her tiştî biguherînin. M. Rahm Emanuel, dîrektorê wî yê kabîneyê, ku destek dabû Mme Clinton û nêzî Wall Streetê bû, gelo diçû Foruma aborî ya cîhanî ya Davosê? Bila be, lê belê, «bi aborîyeke cîhanî ya di hilweşîneke serbest de, wezîfa min a pêşî, ne jinûvesazkirina nîzama aborî ya cîhanî bû, wisa dinivîse. Divîyabû li felaketeke hê berfirehtir pêşî bihata girtin. Ji bo vê yekê, pêdivîya min bi kesên ku krîz bi rê ve biribûn û dikaribûn bazarê di halê panîkê de aram bikin hebû -kesên ku weke pênase mirov dikaribû ji ber gunehên berê rexne bike-». Heman feraset lê qedexe dike ku alîkarîyê bixwaze ji wezîrê fînansê ku nebe berhemeke saf a pergala kapîtalîzmê. Her kesek ji bilî M. Timothy Geithner «wê pêdivî bi mehan hebûya berîya ku bi qasî wî ji krîza diravî têbigihîşta û têkilî danîya li gel aktorên fînansa cîhanî; lê belê vê demê ez ne xwedîyê wê bûm».

 

 Bankavanên pêşengîya rehîngirîyê dikin

Nepopulerbûna plana rizgarkirina bankayan a ji alîyê ekîba nû ve ketîye merîyetê, pala xwe dide tercîha ku wezîfeya sererastkirina felaketê radestî berpirsîyarên felaketê hatîye kirin. M. Obama dê hêrsa xwe bîne ziman ji ber nebûna «spasdarîya» bankavanên ku wî ew «ji agir rizgar kiribûn» li demeke ku bi milyonan amerîkayî ji ber nebûna desteka dewletê îflas dikir. «Divê mirov tiştê li ber çavan e veneşêre, wisa li xwe mikur tê, berpirsîyarên sereke yên bedbextîyên aborî yên welêt dewlemendîya xwe ya di asteke pir bilind de parastin. Ew ji her cure lêpirsînê jî hatin berîkirin ji ber ku li gorî qanûnên di merîyetê de ne, li bêberpirsîyarî û sextekarîyên sînornenas ên desteyên rêveberîyê an jî odeyên bazirganîyê ji dizîya tiştekî biçûk ji dezgeha dikanekî ji alîyê nûciwanekî ve kêmtir ceza tê birîn». Lê belê, li vir dîsa, ew îdîa dike ku rêyeke din li ber wî tunebû: bankavanan aborî di destê xwe de kiribû «rehîn» û li ser wan «kemerên teqemenîyê» hebûn. M. Obama li gel vê yekê qebûl dike ku car caran ew poşmanîyê hîs dike ji ber ku di serdema serokatîya xwe de «mehên pêşî zêdetir wêrek tevnegerîyaye». Dibe ku ev yek îro baş îzah dike wêrekîya bi nîsbet a zilamê ku pêvajoya heşt salan alîkarê wî yê serokatîyê bû.

Muqeyesekirina wan bi hev re dema rewşa şerê li Afganistanê mijara gotinê be hê balkêştir e. M. Obama tercîh dike ku wezîrê parastinê yê selefê xwe, M. Robert Gates, li ser wezîfê bihêle. Obama bi bahaneya … ku vî wezîrî «dizanî çerxa Pentagonê çawa dizîvirî û kemînên divê mirov xwe ji wan dûr bigirta li kuderê bûn» dawî neanî li wezîfeaya «komargerê şahîn, şampîyonê destwerdanên li derve». Hema hema di cih de, ew ferq dike ku şefên leşkerî dixwazin wî neçar bihêlin bi dîyarkirina tercîhên xwe yên di dosya afgan de berîya ku ew biryara xwe bide. Hêrsbûyî, ew wan vedixwîne Qesra Spî, nîzamê bi bîra wan dixe, lê belê li ber pêşnîyarên wan jî serî ditewîne, ji ber ku di encamê de yekîneyên îlawe dişîne Afganistanê. Eger M. Joe Biden bimîne li ser biryara ku hê nû dîyar kir, ew ê dîsa jî li benda 11ê îlona bê bimîne ji bo ku tu leşker êdî li wir nemînin. Duwanzde salên windakirî.

Pirtûkeke din a berê ya ji alîyê M. Obama ve di 2006an de hat weşandin, navê wê Wêrekîya Zêde Hêvîkirinê(2) bû. Eva han asoyeke kêmtir bi coş xêz dike, lê belê ew bi cewhera serokatîya wî re zêdetir digunce: «Gelo bi feyde ye mirov pênase bike ka divê cîhan çawa be gava ku hewldanên heyî ji bo pêkanîna vê yekê bi her halî ne bes bin?»

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1)  Barack Obama, A Promised Land, Crown, New York, 2020 (Xaka sozdayî, Fayard, Paris, 2020). Wergirtinên li jêr jê hatine wergirtin.

2)  Barack Obama, – Wêrekîya Zêde ya Hêvîkirinê – L’Audace d’espérer, Presses de la cité, Paris, 2007.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar