Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Bandora Covid 19ê ya li ser aborîya global

Tevî hemû hewldanên dewletan ku xwestin îstîqrar û çaksazîyê pêk bînin û bi fonên aborî piştgirîya rewşa heyî bikin jî, mixabin ji ber sedemên mîna xerabûna tevgerên xebatên karsazîyê, betalbûn û sekinandina geştûgûzarîyê, rûxandina xelekên peydakirin ango tedarîkê; nikaribûne rê li ber asta daketina aborîyê bigirin û bibin derman ku hinek şirket bi temamî top navêjin.

Şewba 2020î, tevahîya welatên dinyayê xist bin bandora xwe. Îsal jî tê de, vê şewbê şopeke qewîn li pey xwe hişt û aborî ango ekonomîya global bi awayeke dijwar hejand. Herwekî pisporên aborî jî dîyar dikin, dibe ku alozî ango krîza 2020-2021ê, piştî alozîya ku li pey Şerê Cîhanê Yê Duyemîn derket, bibe krîza herî mezin a aborîyê.

Tevî hemû hewldanên dewletan ku xwestin îstîqrar û çaksazîyê pêk bînin û bi fonên aborî piştgirîya rewşa heyî bikin jî, mixabin ji ber sedemên mîna xerabûna tevgerên xebatên karsazîyê, betalbûn û sekinandina geştûgûzarîyê, rûxandina xelekên peydakirin ango tedarîkê; nikaribûne rê li ber asta daketina aborîyê bigirin û bibin derman ku hinek şirket bi temamî top navêjin.    

Di sala 2020î de Hebûna ango Hebûka Nesafî ya Neteweyî ango Hebûka Nesafî ya li Nava Welatan, bi awayeke global % 4,8 kêm bûye. Li gorî texmînên Rêxistina Aborî ya Avadanî û Piştevanîyê (OECD), dibe ku di destpêka 2021ê de, Hebûka Nesafî ya Neteweyî li seranserê dinyayê di navbera % 4,2 heta % 5,2 kêm bibe. Li hêla din, li gorî rapora pisporên Bazirganî û Avadanîyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCTAD) ku sala par amade kiribûn, wê krîza heyî bikaribe 130 milyon kesên din bavêje bin sînorê birçîbûnê û rewşa newekhevî û nebawerîya civakî ya heyî jî xerabtir bike.

Hema bi tenê ji ber bandora peydabûna fokûsên nû yên koronavîrûsê, di texmînên aborî yên demkurt de asteke bilind a nezelalîyê heye. Li gorî rapora “Texmînên Aborî” ya OECDyê, ji ber berbendên mesafeya civakî û ji ber rêlibergirtin û berbendên girtina sînoran yên qismî ku hinek welat hê jî berdewam dikin, wê tevgerên aborî bisînor ango sînordar bimînin.

Ji ber vê yekê ekonomîstên rêxistinê li bendê ne ku di sala 2021-2022yê de, di ekonomîyê de liv û tevgerek pêk were, lê dîsa li gorî wan wê ev yek hêdî hêdî û bêhevkêşe be.

Hebûka Nesafî ya Neteweyî ya Global, piştî ketinê wê di sala 2021ê de li dora %4,2 û sala 2022yê jî %3,75 mezin bibe.

Jixwe pisporên aborîyê yên cîhanê jî geşbîn in û texmîna wan ew e ku di mehên pêşîya me de, aborîya dinyayê li gorî bendemayînan bi bawerîyeke xurtir mezin bibe. 

Bi saya liv û tevgera baş a aborî ya li Çînê, hêvî ew e ku di dawîya sala 2021ê de, ekonomîya cîhanê vegere rewşa xwe ya berîya krîzê, lê di rewşeke weha de jî wê ferq û cudahîyên mezin ên dînamîkên Hebûka Nesafî ya Neteweyî yên ekonomîyên dewletên mezin ên dinyayê peyda bibin.  

Li gorî Bankeya Cîhanê (World Bank) tê texmînkirin ku rêjeya bilindbûna ekonomîya dinyayê, sala 2021ê % 4,2, rêjeya mezinbûna li welatên ekonomîya wan pêşketî % 3,9 û li welatên bi pêş dikevin û pîyaseyên wan bilind dibin de jî % 4,6 pêk were.

Lê dîsa jî gava em bala xwe didin mezinbûna krîzê û kûrahîya wê, divê di sala 2021ê de bendewarîyeke me ya xurt a li ser mezinbûna ekonomîyê çênebe û em li benda rewşeke weha nemînin. 

Bi vî awayî li gorî texmînên dawî, wê Hebûka Nesafî ya Neteweyî ya Global di sala 2021ê de bi qasî % 4,7 mezin bibe û ev rêje li gorî texmînên Îlona 2020î ji % 0,5 zêdetir e.

Texmînên başbûna ekonomîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), sedema sereke ya revîzyonê bixwe ye. Pisporên Bazirganî û Avadanîyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCTAD) balê dikişînin ser paketa ekonomîk ya teşwîqê ya hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku ji 1,9 trîlyon dolaran pêk tê.   

Di çarçoveya vê hewldanê de wê gelek hemwelatîyên amerîkî çekeke 1400 dolarî wergirin (yan jî wergirtin) û ev ê jî bibe sedem ku xercên hemwelatîyan ku ji %70yê Hebûka Nesafî ya Neteweyî ye, mezintir bibe.

Li Ewropayê rewş hinekî cudatir e. Çunku sala 2020î ekonomîya Ewropayê % 7,3 biçûk bûye ango kêm kirîye.

Pandemî û berbendên karantînaya li pey wê hatin, bandoreke neyinî li standardên jîyana ewropayîyan kir. Bo nimûne bi tenê li Îspanyayê heqdest % 15 kêm bûye. Ev rewş li Îtalyayê % 14, li Fransayê % 10, li Almanyayê jî % 4,5 ketîye.

Destpêka 2021ê, li gorî rewşa giştî, ekonomîyên herêma ewroyê, hê jî nîşaneke berzbûn ango mezinbûneke ewle dîyar nekirine. Pispor li bendê ne ku ji çarîka duyê ya vê salê heta çarîka çarê, wê mezinbûna Hebûka Nesafî ya Neteweyî ya Ewropayê, girêdayî xebatên hebûka welatên Yekitîya Ewropayê û leza derzîkirina (vaksînkirinê) van welatan be.

li gorî texmînên destpêkê, dibe ku ekonomîya Yekitîya Ewropayê di sala 2021ê de % 4 mezin bibe.

Rewşa Rûsya û Qazaxistanê

Ekonomîya Rûsyayê di navbera nîsan-çileya pêşîn de, li ser hev bi qasî sê çarîkan biçûk bû. Lê ji ber ku bihayê petrolê hinekî xwe da hev, hatina ixracat û malî ya vî welatî bilind û zêde bû.

Heke em behsa rewşa ekonomîya Qazaxistanê bikin; li gorî pisporên Bankeya Cîhanê, sala 2020î ji bo Qazaxistanê li gorî krîzên 2008 û 2015an gelekî dijwartir bûye û divê em bibîr bînin ku ev welat niha di nav 20 salên dawî de, rewşa xwe ya herî dijwar û xerab dijî.  

Bo nimûne di çarîka duyê ya sala 2020î de serê bermîleke (varîleke) petrolê heta 21 dolaran ket ku petrol ji bo Qazaxistanê emtîaya sereke ya îxracatê ye. Heke em behsa tevgera ekonomîk a navxweyî bikin, dikarin bibêjin ku zeyîf bûye, Hebûka Nesafî ya Neteweyî, di serdema çileya pêşîn -îlonê de %2,8 ketîye ku ev rêja di heman serdema sala 2019an de % 4,1 bû.

Pandemîyê derbeyeke mezin li sektorên bazirganî û ragihandin, karên otêlan û servîsên xwarinê xist û kargeh zirarên mezin kirin.

Şirket ango kompanîyên li çar alîyên dinyayê, hecwa firotinê kêm kirin, ne tenê tevgerên xwe sist kirin, herweha hejmara xebatkarên xwe, heqdestên wan, dîyarîyên wan ên peretî kêm kirin û ji bo xebatkarên xwe neçar man ku serî li rêyên ne populer bidin.

Lê divê bê gotin ku meyla sereke ya 2020-2021ê xebata “ji dûrî ve” ye û niha gelek şirketên din plan dikin ku xebata ji dûrî ve bi awayekî çalaktir pêk bînin û vê yekê jî bi nêzîktêdayîna projeyan bikin.

Li derveyî vê yekê, rêveberên gelek şirketan karên ku kedeke zêde jê re divê kêm dikin û pêvajoyên xebatên xwe dixin rîya otomotîkbûnê.

Li hêla din kargeh û dezgeh her ku diçe bi awayekî çalaktir bi awayên nîgaşî (sanal), têkilhev û bi xebatên zêdetir dixwazin xizmeta xwe pêşkêş bikin û berhemên xwe bifiroşin.

Di pêvajoya şewba Covîd 19ê de daxwaz û taleba navgînên fînansal her ku diçe zêdetir dibe ku ev navgînên fînansê mecalê didin proje û kargehên karî û ev jî dibe derfet ku kredîyên ji bo van têne dayîn mezintir bibin.

Di paşxaneya xerabûna zincîrên peydakirinê yên global û girtina sînoran de, di sala 2020î de hewldaneke din derket meydanê ku ew jî bikaranîna berhemhênana navxweyî ango xumalî ye û wisa dîyar e ku ev rewş di sala 2021ê de jî berdewam e. 

Lê hê jî ne zelal e bê ka ev xebat û hewldan wê kêmkirin û dabezîna ekonomîya sala par telafî bike yan na.

Lê li vir, niha hema bêje tevahîya pisporan dîyar dikin ku berîya her tiştî divê alîyên sereke yên sektora tendirustîyê û kapasîteyên wan ên berhemhênanê bêne başkirin û hewce ye ku li dijî şokên potansîyel bal li ser hedefên xurt bin ku ji bo berbendkirina van şokan bibin alîkar.  

Li gorî encama tevahîya van vegotinên li jorê hatine nivîsandin, divê bê gotin ku şewba Covîd 19ê û berbendkirinên karantînayê, ji bo ekonomîya seranserê dinyayê bûye sedema şokeke global.

Li gorî texmînên bingehîn ên dezgehên pispor ên navneteweyî, ekonomîya dinyayê wê sala 2021ê bi awayekî giştî di navbera % 4,2 heta % 5,3; hecma malên kirîn û firotinê ya li seranserê dinyayê jî di heman salê de % 7,2 mezin bibe. Herçî bihayê petrolê kêm-zêde wê serê bermîlê bibe 46,7 dolarên amerîkî.

Lê li gorî tevahîya van dane û nirxandinên pisporan, divê bê gotin ku li vê derê, [îhtîmal] heye em rastî nezelalîyeke bilind bimînin ku ev rewş girêdayî rewşa xweza û lez û beza Covîd 19ê ya ji niha û pêve bixwe ye.

* Aborîzan-CEOya Home Credit Bankê li Qazaxistanê

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial