Balyoz û peyayên cîhana Azad
Di serî de cih û pozîsyona îdeolojîk ya Gerard Araud pir bi hêsanî xuya dikir. (1) Balyozê Tel Avîvê û paşê jî yê Waşîngtonê, di serî de ji bo qewîkirina têkilîyên di navbera Fransa û Îsraîlê de û paşê jî ji bo yên di navbera DYAyê de qewî bike, li wir xebitî. li hemberî “bêhna ku di xwe de fermanxwendina li dijî pergala heyî û antî-amerîkancîtîyê ya salên 1970yî dihewîne”, bikaranîna Konseya Ewlehîyê ya Netewên Yekbûyî ya “ji bo Berjewendîyên Rojavayê” bi “peroşîner” dibîne. Wekî din, ew rêzdar Macron wekî “rêya tekane ya ji bo modernkirina welêt” dibîne. Bi vî esasî, mirov dikare pirtûka wî wekî bernameyeke kronolojîya politikaya derve ya di radyoya fermî ya fransî de bişopîne. Wisa dide xuyan ku, lîberalên rewşenbîr yên ewropayî li hemberî muxalîfên dijî mafên mirovan yên ku ji alîyê Moskova û Pekînê ve tên piştgirîkirin kampek çêkirine, Lê ne wisa ye.
DÎPLOMASÎ