Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Azadîya jinan li başûrê Kurdistanê

Her çend ku wekî beşek ji stratejîya ragihandinê ya welatên rojavayî jî be, hebûna şervanên jin ên kurd di şerê ku li dijî komên cîhadîyan de pêk hatin rastîyek e û kes nikare lê bide mandelê. Lê ev yek nikare bi tevayî pranîya pirsgirêkên ku jin di civateke hîn eşîrî û ta radeyekekê jî paşverû de duçar dibin veşêre.

Ew yek ji sembola têkoşîna dijwar a kurdan ya li dijî Rêxistina Dewleta Îslamî (RDI/Daiş) ye. Helly Luv, bi navê xwe yê rastî Helan Abdula, ji bo hisên welatperwerîyê bi hêztir bike sitranên pop li pey hev rêz dike. Nav û dengê wê Kurdistan derbas kirîye û li cîhanê belav bûye. Klîba wê ya Șoreşê, ku di 2015an de pêk hatibû, banga parastina Kurdistanê li dijî dagîrkeran dike, helbet bîner têdigihên ku navborî komên cîhadî ne. Bi cilûbergên şerî û kaboka pêlava xwe ya avzêrkirî, bi porê xwe yê hinekirî û kefîya xwe ya sorîçîl, dengbêja ciwan, ku bazinekî ji guleyên mîtralyozan xistîye destê xwe, bi tena serê xwe karwanekî zirîpoşan radiwestîne. Di vîdeoyeke din ya sitrana Risk It All de, ew di nav komeke şervanên keç ên çavkilkirî, dest û neynûkên wan hinekirî û keleşînkofên xwe dihejandin de xuya dibe. Ev dîmen karîzmaya şervanên jin ên Kurdistanê li Rojava eşkere nîşan didin.

Ew li kîjan dera cografyayê dibin bila bibin, berpirsên kurd ne li hêvîyê bûn ku di têkoşîna li dijî Daişê de, jinan bidin ser karên serekî yên leşkerî yan yên heta sîyasî jî. Di 1909an de, berê jî, Adîle Xanim li Helebceyê piştî mirina mêrê xwe yê serekê eşîra Caf, ku yek ji eşîrên herî girîng ên Kurdistanê bû, bûbû walî. Ji ber ku ew di warê avakirina pergal û pêkanîna qanûna li herêma xwe de bi ser ket, nav û dengê wê belav bû û heta îro jî maye. Di 2015an de, du serhengan, Xatûn Nahîde Ehmed Reşîd û Ayla Heme Emin Ehmed, ji vê sîmaya dîrokî ceger girtin û tabûra 106an, hêzeke taybetî ya jinan, di 1996an de li Silêmanîyeyê, bajarê başûrê Kurdistanê ya di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK) de ava kirin. Di destpêka avakirina vê yekîneyê de, ji bo girêdana xwe ya pê re vebêjin, bêyî ku dudilîyê bikin gotin “sedema destavêtina me ya çekan, ji bo parastina neteweya me ya di bin metirsîyê de ye” û dema ku hevwelatîyên me dihatin kuştin em nikaribûn li malê bimana. Her du efser, astengên ku di vê pêvajoyê de, bi taybetî jî ji bo rê li ber kurepistên civata kurd ên başûr bigrin, derketine pêşîya wan venaşêrin. “Me gelek zehmetî li pey xwe hiştin. Ev têkoşînek bû. Ev azadîya ku meriv karibe [bibe leşker] ne qencîyeke ku mêran xwest bi me bike bû; ji bo ku em wê bi dest bixin me têkoşînek da”, xatûn Ehmed rave dike û piştrast dike ku ji bo hemî hêza xwe bide vê têkoşînê bêkar maye ango nezewicîye. “Leşkereke jin teqlîdê modêleke mêran a ku tê xwestin nikare bike; ji ber ku mafê wî yê çek hilgirtinê her dem heye”, Xatûna Reşîd ji alîyê din ve dibêje.

Teqdîrkirina van şervanên jin, divê nebe sedema paşguhkirina stratejîya ragîhandinê ya ku ji alî karbidestên kurdên başûr ve ji bo medyayên rojavayî bi hosteyî pêşxistine. Ev amadebûna jinan di qada leşkerî de sempatîyekê bi xwe re tîne û alîkarîya bîyanîyan dikşîne nav têkoşîna li dijî Daişê. Ji alîyê din ve, di mijara bahskirina çewsandina jinan li başûrê Kurdistanê de, şervanên jin mirûzê xwe tirş dikirin. Mixatabên me, heta bi ferezîyeya ku artêş di civateke pederşahî de dikare bibe navgîneke azadker jî, red dikirin. Li gor wan, hevwelatîyên wan miheqeq dê azad bin û dê tu pêdivîya wan bi leşkerîyê tunebûna ku bi mêran re wekî hev bibin. Lê di rastîyê de, ev amazonên ku bi welatê xwe serbilind bûn, di meclîsê de çi bigre qet nedihatin temsîlkirin. Bûyer dîsa jî zêde bala kesî nakşîne: endamên tabûr/gurdanê di navbera 500 ta 600î de ne. Meriv dikare çend duzîneyên din ên ku di yekîneyên artêşeke 190    000 kesî de kar dikin jî li vê jimarê zêde bike.

Xweşkirin û mezinkirina li dor şervanên jin, rastîyeke berevajî şert û mercên jinan ên li başûrê Kurdistanê ye. Birêvebera Rêxistina Ne Hikûmetî (RNH) Asûdeyê, ku li Silêmanîyê bicih bûye û ji sala 2000î vir de ji bo parastina mafên jinan dixebite, Xatûn Xanim Letîf dibêje, gelek êş û derdên ku wekî kurmê darê civatê ji binî de dixwin û kurmî dikin hene. Berîya her tiştî, “kuştinên li ser rûmetê” tên, ku bi awayekî berfireh her berdewam dibin. Xatûn Aso Kemal, çalakvana mafên merivî, texmîn dike ku di navbera 1991 û 2007an de ji duwazdeh hezarî bêtir jin li ser erda HHKê, li ser navê rûmeta malbatî hatine kuştin. Ji ber ku civatên pederşahî rûmetê bi awayekî giştî bi bedena jinê, pakî û edeba wê ve girêdidin. (1) Herweha domkirina xwe bi agir şewitandinê, ku pirê caran nîşana acizîyeke awarte ya li hember çewisandina malbatî ye, RNHê jî dixe nav tasewasê. Di navbera qezayên bi rastî yên li malê û teşebusên xwekuştinê yên serpûşkirî de, reqemên pêbawer bidestxistin her zor dimîne. Lê daneyên Asûde, bi dehan bûyerên li Silêmanîyê radighînin.

Belayeke din a ku keçên xama yên kurd duçar dibin: zewaca pir zû ya berî wextê ye. Ev karekî ku bi awayekî pir berbelav pêk tê û her ku diçe zêde dibe ye. Û bi taybetî jî li gundên herî hejar, di nav civatên koçber de pêk tê, ku ji bo wan zewaca zarokekê şensekî aborî ye. Di vî warî de nebûna derfeta xwegîhandina perwerdeyê sedemeke serekî ye: “Li hin gundan dibistana navîn tuneye. Wê gavê ji bo keçikan, li malê mayîn û li bendî zewacê bûnê pê ve tu rêyeke din namîne”, Xatûn Letîf dibêje. Û herweha jî bahsa sinetê dike: li gor raporeke RNH Wadî, ev yek pirsgirêka ji % 57ê keçên ji 14 heta 18 salî ye.

Tevî vê jî, HHK handaneke pir girîng a înîsîyatîfeke qanûnî kir, ku cudabûna wê ji Iraqa mayî nîşan dide. Di 2011an de, Parlamentoya Kurdistanê “qanûna jimara 8an” ya girêdayî şideta li malê qebûl kir. Ev qanûn şideta fizîkî û psîkolojîk ya di nav malbatê de, zewaca bi zorê yan jî berî wextê, sinetê, şideta hevjînîyê û cudakarîya perwerdeyî wekî tawan nas dike. Qanûn, ji bo bûyerên şideta nav malê, mahkemeyeke taybetî pêşbînî dike. Ew herweha başkirina alîkarîyê û taqîba mexdûran misoger dike.(2) Tevî vê jî, Xatûn Letîf balê dikşîne ser fêdeya wê ya sembolî: “Dengdana qanûnekê bêyî navgînên madî ji bo cihbicihkirina wê bê fêde ye. Divê meriv sîstemê bi tevayî biguhere.” Hin made hene ku cihbicihkirina vê qanûnê bi derengî dixin û RNH gazinan ji kêmasîyên diravî dikin. Guhertina mentalîteyan bi tevayî têkoşineke demdirêj dixwaze, gelek kampanyayên şîyarkirinê ji bo nûnerên dîndar û eşîran, pizîşk, polîs û malbatan pêdivî ne.

Ji alîyê din ve, karbidest bixwe hergav zelalî û serbixweyîya dadê misoger nakin. Gelek rapor û şahdetî nîşan didin ku gelek failên şidetê cezayên pir sivik digrin, heke kiryar bi tevgera qûrbanî “meşrû bûbe” heta ceza jî nagrin. Car jî heye ku dadger pêşnîyarî tecawizker dike ku bi qurbanîya xwe re bizewice da ku rûmeta wê pak bibe. (3) Di encamê de, eşîr her bandora xwe didomînin. Ew gelek caran ji bo endamên xwe biparêzin midaxeleyî pevajoya darizandinê dikin, wekî mînak li hember gilînekirin û bêdengmayina qurbanîyan û malbatên wan tezmînateke diravî pêşkêşî qurbanîyan û malbatên wan dikin.

Pêkanîna konseyeke bilind a jinan

Bi vî awayî li bajaran pêşketin hatin tomarkirin. Di 2008an de, li gor derûdora xwe li bajarê Silêmanîyê jinên li ser navê rûmetê şewitandî du car û nîvan kêmtir bûn. (4) Wekî din jî, şidet heta radeyekê kêm bû; sinet her ku çû hîn kêmtir pêk hat. (5)

Sazîyeke wekî ya Jîyanê pêngavên xwe yên ji bo mêjîyan biguhere pêş ve bibe zêde kirin. Bi piştaxwedana toreke li dor sîh RNH yên jinan ên çalak, ew bandora xwe li ser hikûmetê her didomîne. Hevahengîyek bi taybetî jî li dor bûyera dinyayê, ku navê jineke 14 salî ya du cara zewicîbû û mêrê wê yê gelek caran zewicî îşkence lê kiribû û ew kuştibû seferber bûbû. (6) Kujerê ku ji alî eşîra xwe ve dihate parastin, di vîdeoyeke li ser YouTubê belavkirî de kiryarê digre ser xwe û dibêje ku ji bo rûmeta xwe pak bike kirîye: keça xama evîndara xortekî di temenê xwe de bûye. Ji bo vê Jîyan û rêxistinên din ên mafên jinan diparêzin xwepêşandanek çêkirin û li pêş Parlementoyê kiryara rûniştinê pêk anîn. Wan ji hikûmetê xwest, ku bêyî midaxeleya eşîrî, qanûnê bêvirdewêde cihbicih bike û hemî alîyên tilîya wan di zewaca keçikê de heye, malbata wê û karbidestên olî jî di nav de darizîne. Vê dozê, civateke bi hêz û ji bo parastina mafên xwe biryardar derxist holê.

Berxwedanên bi vî rengî gelek caran bikêr tên. Di sala 2000î de, Asûde wargeha yekê ya parastina jinên di bin metirsîya kuştinên li ser “rûmet”ê de vedike; îro ev wargeh li sê wîlayetên başûrê Kurdistanê jî hene. Di 2007an de, HHK li bin banê wezareta navxweyî birêveberîyek pêk anî, ku dane û statistîkên di vî warî de berhev bike û eşkerekirina bûyerên kotekî misoger bike. Konseya Bilind a Jinan piştî vê bi du salan hate avakirin. Ev konseya ku ji çalakvanên mafên jinan pêk tê û bi sekirdayetîya serokwezîr, bi hevkarîyeke nêzîk a bi RNH û sazîyên hikûmetê re dixebite. Herweha, îro kotayeke ku ji %30ê kursîyên Parlamentoya Kurdistanê ji parlementerên jin re dihêle jî heye. ” Xatûn Letîf di encamê de got, “Di vî warî de, rewşa başûrê Kurdistanê ji ya Iraqê pir baştir e; lê armanca me ne tenê ev e. Ev yek ji bo me têr nake.”

* Rojnamevan

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademîr

 

Ji kovara Maniére de Voir, Hejmar 169

____________

1) «Iraq: Kurdish government promises more action on honour killings / Iraq: hikûmeta Kurdistanê di warê kuştinên li ser rûmetê de bêtir sozan dide», Torên ragihandinê yên yekser ên herêmî (IRIN), Hewlêr, 27ê çirîya paşîn, 2010.

2) «Act n    8 of 2011 – The act of combating domestic violence / Qanûna jimara 8an ya 2001ê: Madeyê têkoşîna li dijî şideta navmalbatî».

3) «Working together to address violence against women and girls in Iraqi Kurdistan / Ji bo têkoşîna li dijî şideta li hember keç û jinan li başûrê Kurdistanê xebata bi hev re», International Rescue Committee, New York, tebaxa 2012an.

4) Nazand Begikhani, Aisha Gill, Gill Hague û Kawther Ibraheem, «Honour-based violence (HBV) and honour-based killings in Iraqi Kurdistan and in the Kurdish diaspora in the UK / Șideta li ser bingeha rûmetê û kuştinên li ser bingeha namûsê li diasporaya kurdî ya li Îngilistanê», universiteya Roehampton (Îngilistan), çirîya paşîn a 2010î.

5) «Significant decrease of female genital mutilation (FGM) in Iraqi-Kurdistan, new survey data shows / Li gor daneyên anketeke nû li başûrê Kurdistanê suneta jinan baş kêm dibe», Wadi, Francfort, 20ê çirîya pêşîn a 2013an.

6) «Kurdish teenager’s “honor killing” fades to memory as Iraq violence swells / Di dema ku şidet li Iraqê zêde dibe de ‘Kuştina li ser rûmetê’ ya keçeke kurd tê jibîrkirin», Huffington Post, 1

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar