Kanûna pêşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelZehra Doğan
Nächster ArtikelSextekarîya li derdora Fona Kesk

Avhewa, konferanseke ji bo lêgerîna dema windabûyî

Helbet sîyaset ne mehkûmî dubendîyan e. Biwêja “Av diherike cihoka xwe dibîne” di nav gel de gelekî navdar e. Dînamîzma tevgerên civakî yên ku di paşeroja wan de tecrubeyeke mezin a berxwedanê û potansîyeleke mezin heye, dikarin ji bo xwe şêwazên rêxistinbûyînên cuda, rêyên xwe îfadekirinê yên meşrû, şêwazên berxwedanê yên afirîner û zemînên meşrû yên çareserîyê jî peyda bikin.

Glasgow di navbera 31ê çirîya pêşîn û 12ê çirîya paşîn a 2021ê de wê bibe mazûvana bîst û şeşemîn Konferansa Alîyan (bi îngîlîzî Conference of the parties an jî COP26) a Peymana-çarçove ya Neteweyên Yekbûyî li ser Guherîna Avhewayî (PÇNYGA). Ev peymana li zîrweya Cîhanê li Rio, di 1992yan de hat îmzekirin, li ser hemû welatan ferz dike ku pêşî bigirin li «her xirabûneke bi destê mirovan ya xetere ya pergala avhewayî.» Formulasyoneke wisa piştrast dike ku rayedarên cîhanê ji herî hindik çarîk sedsal û vir ve gihîştine hişmendîya xetereya gefan, bi taybetî jî yên piştî weşandina rapora pêşî ya Koma Pisporên Navberhikûmetan li ser guherîna avhewayê (KNGA) di 1990î de. Muzakereyên pêşî li ser pirsê hê di hezîrana 1988an de li Torontoyê têk çûbûn, ji ber ku Amerîka bûbû asteng li pêşîya lihevhatina li ser kêmkirineke bi qasî ji sedî 20 ya emîsyonên gaza xwedî bandora serayê (GBS).

Ji 1995an û vir ve, COP zêdetir pêk hatin ji bo sazkirina zemînê ji bo îmzedaneran (sed û nod û şeş welat û Yekîtîya Ewropî) da ku peyderpey bi pêş bikevin di karûbarê amadekirina tedbîrên ji bo têkoşîna li dijî germbûna gerestêrkî de. Yek ji yên herî binavûdeng di 1997an de, bi navê COP 3 li Japonyayê pêk hatibû û têde Protokola Kyoto hatibû îmzekirin. Ev protokola ji alîyê çapemenîya navneteweyî ve jî hat silavkirin, berî her tiştî ji coşekê bêpar bû: wê bersiv dida tenê ji sedî 3yê hewldana pêkanîna çareserkirina pirsgirêkê.(1)

Di 2009an de, seferberîyeke xirabkirinê dest pê kir, tam berîya COP 15, ku bêhtir bi navê Konferansa Kopengahê hat nasîn. Qorsanên înformatîk peyamên elektronîk ên komeke lêkolînê ya brîtanî şandibûn ji bo bidin bawerkirin ku -ku hê nû Xelata Nobelê ya aştîyê ya 2007an wergirtibû- wê di daneyan de sextekarî kiribe. Tevî ku pir mutewazî û tiştek ferz nedikir jî, peymana dawî ya li Danîmarkayê hat îmzekirin li gel vê yekê jî dibû piştraskirina tiştê ku du armancên sereke yên muzakereyên avhewayî pêk tîne: sînorkirina germbûnê herî zêde bi +2 °C nîsbet bi serdema pêşendustrîyel û afirandina «Fona kesk» a 100 mîlyar dolarî (binêrin li nivîsa li hember).

Di 2015an de, COP 21 pir bi zelalî ji yên berê zêdetir hat medyatîzekirin, ji ber zexta hilkişîner a derdorên komeleyî, tevgerên ciwanan û civateke zanistî ku hema hema bi yekdengî tevdigerîyan ji bo venasîna karaktera dijwar a rewşê. Peymana Parîsê dibe îspata coşeke mezinbûyî bi ferzkirin û danqebûlkirina bi rayedarên cîhanê taahuda pêşîgirtina li «bilindbûna dereceya navînî ya gerestêrkê ji bo ragirtina wê li bin 2 °C nîsbet bi astên serdema pêşendustrîyel û şopandina tevgera destpêkirî ji bo sînorkirina bilindbûna dereceya germbûnê li 1,5 °C.»

Têgeha «pêşendustrîyel» girîng e. Wekî ku rapora dawî ya GIEC a tebaxa 2021ê jî piştrast dike, germahîya navînî ya gerestêrkê ji niha ve 1,1 °C zêde bûye, ji ber gazên belavbûyî ji Şoreşa endustrîyel û vir ve, li nîveka sedsala XIXemîn.(2) Jixwe, piranîya pisporan li hev dikin ku germbûna avhewayê wê bi her halî li derdora sala 2040î ji +1,5 °C derbas bibe, dema cangiranîya dîyardeyê li ber çavan tê girtin, lê belê dîsa hemfikir in ku divê ev hedef ji bo dehan salên bên were parastin. Di asta cîhanî de, ji dehan yekê dereceya germê jî girîng e. Encamên germbûna +2 °C wê bi awayekî xwezayî pir hilweşîner bin, wekî ku raporeke berê ya GIECê jî nîşan dida.(3) Ji ber ku ya mijara gotinê dereceyên «navînî yên gerestêrkî» ye û ne dereceyên xwecihî, ku pêldanên wan pir xurtir in. Li seranserî cîhanê, germbûneke +2 °C tê wateya serûbinbûnên mezin. Dereceya navînî ya Erdê ji 5 heta 6 °Cyî li binê dereceya niha bû li serdema dawî ya cemedîya herî zêde, ji niha û bi qasê 21 000 sal berê. Perdeyeke qeşayê hebû hingê hema hema li ser tevahîya Kanadaya niha, Ewropaya Bakur û beşeke mezin a Rûsyayê, asta deryayan jî ji ya îro 120 metre nizimtir bû.

Li hemberî lezgînîyeke wisa, mirov dikare şaş bimîne ku îmzadanerên Peymana Parîsê berîya pêkanîna wê bi pênc salan li ser pêkanîna wê li hev kirine (COP 26 ji 2020î ji bo 2021ê hat paşdexistin, ji ber Covid-19yê). Dema ku rêveberîya Trump pêvajo asteng dikir, piranîya welatan ji pozîsyona amerîkaya bakur sûd wergirtin ji bo bihêlin emîsyon zêde bibe di nav-bera 2016 û 2019an de, li şûna ku li ser pêwistîya livûgtevgera bi lez israr bikin. Tevî ku taahudên niha yên tevahîya welatan di wateya tesîrkirina li ser her aborîya neteweyî têra xwe zehf bin jî, ew dîsa jî ne kafî ne, ji ber ku ewê bibin sedemê rêgeheke bilindirî +3 °C di asoya 2100î de. Ji ber vê yekê, di dema COP 26 de, pêdivîya revîzekirina ber bi jêr ve «tevkarîyên di asta neteweyî de destnîşankirî ne.»

Guftûgo wekî din veqetîneke Bakur-Başûr derdixe holê, bi hewldana welatên Bakur ên xwe dispêrin palpiştên bi pêşhukûm û gumanbar û daxwaza wan a ji welatên Başûr a ji bo hewldanên xwe zêdetir bikin. Dîsa bi danbawerkirina ku ewê kêmtir bi qabîlîyet bin di têkoşîna li dijî tesîrên germbûnê. Di rastîyê de, welatên Bakur jî wê pir hesas bin bi taybetî ji ber tevlîhevîya aborîya wan. Ji niha ve, hişkayî, şewat û lehî yên salên dawî dibin pêşnîşanên tofana ku wê bibe encama helwesta ‘bihêle-bila çêkin’.

Eger welatên di rêya pêşketinê de ne, bûne belavkarên mezin ên Gaza xwedî bandora Serayê (GBS) -di serî de Çîn-, welatên rojavayî jî berpirsîyarîyeke wan a dîrokî û dîyarker heye û emîsyonên heta îro hatine belavkirin ji sê paran dudo yên wan in. Jixwe, pareke girîng a emîsyonên welatên li ser rêya pêşketinê ne, xwe dispêre sedema cihguhestinan, ku zêdebûna emîsyonan ji bo hilberîna li Başûr a malên li Bakur tên xerckirin vedişêrin.(4) Welatên Başûr beyhûde hewl dan van emîsyonên dîrokî û jihevehatî li nava hesabên xwe entegre bikin. Yekane tawîza biçûk a bi dest xistin entegras-yona prensîba hiqûqî ya «berpirsîyarîyên hevpar ên cudakirî» bû, wekî prensîba wekhevîya navbera dewletan a aîdî hiqûqa navneteweyî ya hawîrdorê ji CCNUCC ya 1992an û vir ve. Lê belê ev prensîba ku hema hema tu tesîrên wê yên berbiçav û qîymeta wê ya normatîf tinin di hiqûqê de li benda avabûnê ye.

Reaksîyonên hikûmetan beramberî Covid-19 nîşan didin ku ew dikarin tedbîrên sert bigirin, lê belê pirî caran pir bi derengî, ev jî berê wan dide wergirtina tedbîrên hê pir serttir ji yên ku di wextê musaît de girtibana.(5) Di mijara avhewayê de, ewiqandin bêguman pala xwe dide berfirehîya guherînên pêwist, lê belê ev yek wan hê jî girîngtir dike. Ji bo xweragirtina li bin germbûna gerestêrkî ya 1,5 °C, wê pêwist bûya emîsyonên cîhanî yên CO2 ji 2010î ve salê ji sedî 3,3 hatiba daxistin, ji ber ku ew zêde bûn, ji niha û şûn ve divê salane ew ji sedî 7 bên daxistin.(6) Ev dibe rêza mezinbûna daketinê ya girêdayî rewşa xwelimalê-ragirtinê ya sala 2020î. Li şûna ders deranîna ji vê rewşê, piranîya rayedaran tenê behsa zêdekirina berxwarinê dikin.

Îro, sê çarîk enerjîya cîhanî ya xerckirî jêdera wê fosîl in, (rejî ango komur, neft û gaz), ku ew in dibin sedemê pêkhatina GBSê. Nebûna hilberîneran gelek caran tê paşçavkirin, zêdetir jî ya welatên ku baceke giran ji enerjîyê distînin -wekî Fransa, ku ji bo wê ev bac sêyemîn çavkanîya mezin a hatina neteweyî ye-. Ev jî baş îzah dike ka çima hewldanên ji bo pêşxistina xweragirtina enerjîyê û enerjîyên rastîn yên dikarin bên venûkirin hê jî sînorkirî ne.

Fransa di mijara nukleerê de her diçe xwe di rewşeke tenêhiştî de dibîne -ji ber ku Almanya, Swîsre, Avûstûrya, Belçîka û Îtalyayê biryar daye jê derkevin-. Lê belê cazîbe her diçe wê zêde bibe ji bo lêgerîna rawestgeheke xwe gihandina hedefên daxistina emîsyonên GBSê. Tevî vê yekê, herçendî me dikaribû ewlekarîya wê misoger bikira jî, reservên uranyûmê sînorkirî ne ji bo bicihkirina wan li şûna enerjîyên fosîl. Li alîyê din, nukleer wê gav bi gav nîşan bide ku ew xetere û nemusaît e li navbera qûtbûn (hişkahî, kevinbûna navendan), xetereyên ku mezin dibin bi qazayên girêdayî bûyerên meteorolojîk ên tundrew û nebûna ji binî ya çareserîya ji bo birêvebirina çendeyên her mezintir dibin ên bermahîyên di asteke zêde de xeter e. Hetta sîteya ji niha ve mijara guftûgo û îtîrazan Cigeo ya depokirina bermahîyan ku li Bureyê hatîye plankirin jî wê nikaribe bibe hilgira bermahîyên îlawe ku bibe encama biryareke avakirina santralên nû li Fransayê.(7)

Endîşeya her mezin dibe ya beşeke nifûs û komeleyan, digihîje qonaxa serlêdanên hiqûqî li dijî hikûmetan, bo nimûne xetereya encamên rapora dawî ya GIECê dikare COP 26ê neçar bihêle ku îmza xwe deyne bin Taahuteke cîhanî ya têkildarî gaza metan, ku ji alîyê Dewletên Yekbûyî û Yekîtîya Ewropî ve serî lê hatîye berdan. Ev înîsîyatîfa lezgîn dixwaze daxe asteke pir nizim emîsyonên vê gaza ku di bîst salan de ji CO2 heftê caran germtir dike. Ji bilî vê tedbîrê, divê COP 26 bi îhtîmala herî baş ber bi subvansîyên ji bo çend sektorên «wextî» û sererastkirinên teknîk an jî îdarî gavên girîng bavêje. Divê ew taahudên neteweyî normalîze bike, da ku karibe bibe asteng li pêşîya mudet û yekîneyên wekhev, ku her yek ji wan bûye xwedî referansa li gorî rewşa xwe ji bo sala 2015an.

Hewldanên girîng ên li ser kaxiz bi giştî bi pêşhikman tên astengkirin. Bi vî awayî Yekîtîya Ewropî ku wekî yek ji alîyên herî livbar hat pêşkêşkirin li qada têkoşîna li dijî germbûna avhewayê, ji bo «notralîteya karbonê» ya di 2050yî de biryardarîya xwe tîne ziman. Di rastîyê de, «notralîteya» Yekîtîyê nayê wateya bi dawîbûna emîsyona GBSyê, lê belê xwe dispêre projeyên zeftkirina CO2 li nava bîrên karbonê yên bi têgehên şîlo tên tarîfkirin. Komîsyona Ewropî her didomîne îluzyona -eger ne derew be- ku ewropîyan wê «karibûya ji hev veqetandana emîsyonên gaza xwedî bandora serayê ji mezinbûna aborî di dehan salên dawî de.»(8) Ew bi vî awayê emîsyonên bi rêya cihguheztinan ji derve hatine anîn vedişêre.

Tevî nîyeta dilpak a gelek lêkolîner û muzakerevanan jî, COP 26 dawîya dawî dikare bibe sedemê tesîrên zirardar ên wekî xurtkirina fînansekîna aborîyê û peqpeqokên xapînok bi navgîna bazarên karbonê; destekeke ji bo nukleerê tevî xetereyên wê jî; an jî qebûlkirina «çareserîyên teknolojîk» ên wekî mihendizîya erdnîgarî û destwerdanên li avhewayê yên hê xeteretir.

Lê belê pirsgirêkek dikare vê rewşê biguherîne: ya adaptasyonê. Heta berî demeke nêz, dema Konvansîyona welatîbûnê ya li Fransayê jî di navê de, gotarên li ser hewldanan bi taybetî giranî didan hewldanên der barê kêmkirinê de, ango daxistina radeya emîsyonan. Lê belê, ji niha û şûnde em çi dikin bila bikin, ji ber temenê gazan li atmosferê, xirabûnên avhewayî yên tên texmînkirin ji bo sî salên bên, veguherîne asteke ku bi piranî rê li wan nikare were girtin. Di ber kêmkirina emîsyonan re, delegas-yonên COP 26 ji bo pêşîgirtina li tirsandina welatîyên xwe, divê li derfetên xweadapterkirina asteke wisa bilind a tehdîdan bifikirin ku tu welatekî ewropî jî heta niha newirîbe di wê radeyê de tevgerîyabe,

Li bin ronahîya daneyên zanistî, COP 26 dişibe yek ji konferansên herî dawî ya ku wisa xuya ye wê nikaribe asta endîşedêr a bêserûberîya avhewayê derbas bike. Bêyî pêngaveke xurt û destpêkeke nû û bêkêmasî yên dengeyên hêzan li navbera neteweyên newekhev û berxwarina bi girseyî ya jê re dibe zemîn, tirs heye ku bi lezgînî xwegihandina hedefên peymana Parîsê ne mimkin be. Randevû li paytexta Parîsê hatibû eyarkirin ji bo revîzyoneke taahudên piştî pênc salan. Niha ev wext hat.

*Mamosteyê erdnîgarîyê, Zanîngeha Tûlûz II Jean Jaurès, nivîskarê berhema Germbûna Avhewayî, Meseleya Mezin a Sedsala XXIemîn, Ellipses, 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

___________

1) Binêrin li «Qiralîyeta koran, tesîra serayê qiral e», Le Monde diplomatique, kanûna pêşîn 2002.

2) Rapora Koma 1, «Climate change 2021. The Physical science basis», GIEC, Cenev, 9 tebax 2021.

3) «1,5°C germbûna gerestêrkî», GIEC, Cenev, 2019.

4) Cf. Emîsyonên jiderve hatî. Rêwîyê qaçax ê bazirganîya cîhanî, ADEME-Tevna Tevgera Avhewayê, Montreuil, 2013.

5) Binêrin Philippe Descamps û Thierry Lebel, « Bergeheke şoka avhewayî», Le Monde Diplomatique, gulan 2020.

6) «Rapora li ser valahîya navbera pêdivîyan û perspektîfên di mijara daxistina emîsyonan de», Bernameya Neteweyên yekbûyî ji bo hawîrdorê, Naîrobî, 26 çirîya paşîn 2019.

7) Cf. «Lihevkomkirina çopên radyoaktîf ên temendirêj, wê der barê wê de çi bifikirin welatî di 2100î de?» Enstîtûya parastina radyoaktîf û ewlekarîya nukleer, Parîs, 2017.

8) Cf. «Gerestêrkeke paqij ji bo her kesî. Awireke ewropî ya stratejîk a dem dirêj ji bo aborîyeke xweş, nûjen, pêşbaz û bêzirar ji bo avhewayê», Ragihandina Komîsyona Ewropî, Bruksel, 28 çirîya paşîn 2018.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar