Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Aştkirin, paşê dîsa şer

“Di tebaxa 1966an de, mîr Kamûran Bedirxan, sîmaya karîzmatîk a dîasporaya kurdî li Ewropayê, di stûnên “Le Monde diplomatique”ê de rewșa șerê kurdan a li dijî desthilata navendî ya Iraqê șirove dike. Mekanîzmaya ku dom dike ravedike: têkçûn an bêhêzîya leșkerî ya Bexdayê li hemberî pêșmerge, gotûbêj û sozên xweserîya Kurdistanê, pașê jî ji nû ve dest avêtina çekan a hêzên Iraqî radixe ber çavan.”

Di 8ê hezîrana 1961ê de, Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku ji pașxistinên cihbicihkirina madeyên destûrê ji alî hikûmeta Iraqê ve bêzar bûbû, xwe spart madeya sêyê ya destûra 1958an û ji hikûmeta iraqî ya bi serokayetîya general Ebdulkerîm Qasim xwest ku hin tedbîran bistîne da ku Kurdistana Iraqê jî ji heman derfetên ku wê demê Iraqa ereb jê îstifade dikir sûdê werbigire. Wekî bersiva vê daxwazê, li hemberî çapemenî û welatperwerên kurd yekser tedbîrên cezakirinê hatin stendin. Du meh bi șûn de, dema ku tevgereke berxwedanê ya neteweyî xwe li Kurdistanê rêkdixist, PDK careke din daxwaza rakirina tedbîrên serkutkirinê kir. Mixabin bersiveke erênî nehat dayin. Û di 8ê îlona 1961ê de, șerekî giștî ji alî hikûmeteke her ku diçû piștgirîya wê li tevayîya welêt dihelîya dest pê kir. Vî șerî heta hilweșîyana hikûmetê, di sibata 1963yan de, bi darbeya yekê ya baesî bi serkirdayetîya general Ehmed Hesen Bekr ve dom kir.

Piștî ku efendîyên nû yên Bexdayê sozê razîkirina daxwazên xweserîya Kurdistana Iraqê dan, hêzên kurd jî agirbestek ragihandin. Zêde wext tê neçû, ku di adara 1963yan de, serkirdayetîya neteweyî ya Konseya Şoreșê bi awayekî fermî ragihand ku ew “mafên neteweyî yên gelê kurd” nas dikin. Di 11yê adarê de, cîgirê Konseya Iraqî ragihand ku; “wîlayetên kurdan dê di her warî de rêveberîya xwe bixwe bikin… Biryara me girtîye, bikurtayî ew e ku, li gor prensibên mafên gelan divê kurd li pêșeroja xwe xwedî derkevin û ya duyem jî ew e ku, ev biryar meyweya analîzeke bêlayen a rewșa niha li Iraqê ye.”

Taybetmendîya șerê ‘pîroz’

Di eslê xwe de, hikûmeta Iraqê dixwest wext bidest bixe. Ji destpêka hezîrana 1963yan ve, dîsa șerî bi hemî șideta xwe dest pê kir, hikûmeta mereșal Evdilselam Arif bi biryardarî ne dixwest sozên ku dabûn pêk bîne. Wî dixwest dawîyê li daxwazên gelê kurd bîne. Bi rastî jî, di 2yê Sibata 1965an de, Wezîrê Navxweyî Sibhî Evdilhamid ragihand û eșkere got: “Ne niha, ne jî di pêșerojê de, tu nîyeta Iraqê ku xweserîyê bide kurdan tuneye.” Û kurd bi operasyonên leșkerî yên nû tehdîd kirin. Di 20ê nîsanê de, leșkerên pênc yekineyên artêșa Iraqê bi piștgirîya balafirên șerî yên tije bombe û fuze, êrîșeke giran a giștî dan destpêkirin. Bexdayê careke din pișt rast kir ku, heke pêdivîya wê pê hebe, ji bo halkirina pirsa kurdî ji zorê pê ve rêyeke din nas nake. Lê dîsa jî, di meha tîrmehê de, êrîșên li pey hev ên artêșa Iraqê hatin șikandin û dûr xistin û hikûmeta ıraqî ya ku destûpîyên wê ketin tev, xwest rengekî pîroz bide vê êrîșa qirêj. Di destpêka kanûna pașîn a 1966an de, ji serkirdayetîya hêzên kurdî re agahdarî hat ku Iraq ji nû ve xwe ji bo șerî amade dike. General Mistefa Barzanî tê gihîșt ku ev êrîșên leșkerî yên li pey hev nikarin tu çareserîyê ji pirsa kurdî re bînin, bi hêvîya ku ev rêxistina navneteweyî dê han bide ku çareserîyeke aștîyane ji pirsê re bibîne, di 2yê sibatê de, serî li Rêxistina Neteweyên Yakgirtî da. Lê, wekî hemî pêngavên din, ev serîlêdan jî bê encam ma. Di wê navberê de, serkirdayetîya leșkerî ya kurdî hîn bû ku artêșa iraqî ji bo êrîșa xwe ya mezin a biharî șeva ku 15 bi 16ê nîsanê ve girêdide destnîșan kirîye. Lê, di 14ê nîsanê de, wendabûna mareșal Arif di nav birêveberên kurdan de cûre xweșbînîyek peyde kir. Serkirdayetîya bilind, bi dengê radyoya xwe, ji hikûmeta Bexdayê re daxwaza xwe ya gotûbêjê ragîhand ku dawîyê li vî șerê bûye sedema rijandina xwîna bihezaran hevwelatîyên bêguneh ên iraqî, çi ereb û çi jî kurd bîne. Di 19ê nîsanê de, merivê nû yê bihêz ê welêt, general Evdilrehman Arif, bi ragîhandina ku “divê pirsa kurdî li ser bingeha xweserîyê çareser bibe” pêleke din a xweșbînîyê li seranserê welêt belav kir. Mixabin agirê vê hêvîyê zû vemirî. Karbidestên iraqî pir zû li “ragihandinên li ser zarê serokomarê nû yên di derbarê xweserîya kurdî de…” dan mandelê [înkar] û pir wext tê neçû kurd jî tê gihîștin ku, di rastîyê de hikûmeta nû ya Bexdayê jî, wekî yên berîya xwe, ji çareserîyeke bi zorê pê ve, li tiștekî din nafikire. Di 2yê gulanê de, liqê yekê û duyê yê artêșa iraqî li herêma Rewandûzê êrîșî hêzên kurdan kirin. Piștî deh rojan, kurdan êrîș șikandin û her du liqên iraqî jî ji hev belav kirin. Êrîșa bi navûdeng a biharê bi têkçûneke giștî ya êrîșkaran bi dawî bû. Tevî vê jî, hikûmeta Bexdayê bang li pêșmerge kir û got: “Em ji we dixwazin ku hûn çekên xwe dênin û bêrawestan xwe radestî yekîneyên artêșa me ya mêrxas bikin. Dawîya we nêzîk dibe. Ji we re tu rîyeke din tuneye. Hûn êdî nema karin ji nav destê rêzeleșkerên me yên ku ber bi we ve tên rizgar bin. Artêșa me ya bêtirs dê bi biryardarî bermayên xayînan bipelixîne. Tu hêz nikare li hemberî biryardarî û pêșketina pîroz a artêșa me ya bêhempa di ber xwe bide. Êdî fêda tu berxwedanê tuneye. Ji bo we, hacûcên serîhildêr, berîya ku hêzên me hemî kesên li hemberî pêșketina wan a bimêrxasî derkevin bipeliçiqînin, baștirîn tișt ew e ku hûn tobe bikin.”

Plana iraqî ya li ser duwanzdeh xalan

Belbî ne ew hinde girîng e, lê rojnamevanên bîyanî yên ku li qada șerî amade bûn jî bi vê daxuyanîyê kenîyan. René Maurièsê peyamnêrê mezin ê La Dépêche du Midi, bixwe jî di șerê Rewandûzê de amade bû û gotarek bi sernivîsa «Ev șerê ku em vedișêrin» (16 hezîran 1966) belav kir. Di 18ê hezîranê de, hikûmeta Bexdayê, nîyeta xwe baștir kir û li pey hev du heyet șandin ba general Barzanî. Piștî ku hevdîtinên pêșî her du alî jî razî kirin, serokê hikûmeta iraqî Evdilrehman Bezzaz, di 30ê hezîranê de, planeke duwazdeh xalî ji bo çareserkirina pirsa kurdî, ji raya giștî re eșkere kir. Lê di van duwazdeh xalan de, her çend ku pêșnîyarên erênî hebûn jî, gelek pirsên nakok jî nezelalkirî mabûn. Herwekî ku, di wergera metnê fransî de, ku li Parîsê ji alî balyozxaneya Iraqê ve hatibû belavkirin, gava behsa axa kurdan tê kirin, li șûna peyva “Kurdistan”ê, “bakurê Iraqê” hatîye bikaranîn. Peyva «xweseri»yê bi zanebûn hatîye pașguhkirin û li șûna wê peyva “herêmîkirin”ê hatîye bikaranîn. Bi kurtayî, tu tiștek nehatîye çareserkirin û pirs her li cihê xwe ye.

Bêyî xweserîyeke rasteqîn, ku kurdan bike efendîyên mala xwe da ku derfeta birêvebirina karûbarên xwe yên navxweyî, diravî jî tê de, bixwe bikin, metirsîya mexdûrîyetên borî dê her hebe. Bi taybetî jî li welatekî wekî Iraqê, ku derbeyên leșkerî bûne adet û jêdera bê îstiqrarîya berdewam a hikûmetan, ev rîsk bêtir e. Piștî du salan, derbeya duyem ku ji alîyê partîya Bees ve pêk hat jimêrker dîsa daxistin sifrê, ango hertiștî ji nû ve dest pê kir. Efendîyên nû yên Iraqê dewraneke ku dubare dibû ji nû ve dan destpêkirin: șer, pașê biserneketina êrîșan û piștî wê gotûbêj, agirbest û sozên xweserîyê ji bo ku karbidestên Bexdayê wexta xwe ji nû ve organîzekirine bibînin. Pașê dîsa șer … Rîya ku rejima Sedam Hisên jî dê ji 1970yî de bidana ber xwe her ew bû.

* Nivîskar û dîplomatê kurd (1895-1978).

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademîr

Ji kovara Maniére de Voir, Hejmar 169

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial