Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Arnawidistan, «şagirta baş» a tolaz

Arnawidistan (Albanya) ku piştî serhildanên 1997an wekî «dewleteke serneketî» hat nirxandin, îro wekî lingekî aramî û îstiqrara Balkanan tê nîşandan. Lê belê dema xumama li ser «dem-derbasekê» rakirin, welatekî ji alîyê neolîberalîzmê ve wêrankirî û mejîxwînîya hêzên wê yên jîyanî derdikevin holê.

Enîya daryaya ku dirêjî başûrê Durrës dibe, li peravên Adrîatîkê, kurteserpêhatîya dîroka nêz a Arnawidistanê pêşkêş dike. Ji serdema dîktatorîya neteweyî-komunîst di navbera 1945 û 1991ê de, daristanên darên çamê û plaja qûmê ya bi qasî bîst kîlometre li tenişta hev dirêj dibûn û wê demê tenê, taxa rêveberan hebû. Û li vê taxê çend otêlek û wîlayên «Blok» hatibûn çêkirin. Bi hilweşîna rejîmê re –rejîma herî sert a Ewropaya rojhilatî–, li şûna daran hêdî hêdî avahîyên nû hatin çêkirin û rîtma lêkirina avahîyan hat bilezkirin, otêl û avahîyan hemû rêyên dirêjî deryayê dibûn, xitimandin. Lê belê, ji erdheja 26ê mijdara 2019an ve, «diranên qul» derketin meydanê.

«Gelek avahî li ser qumê an jî li cihekî avzêl û bi hîmên pir zêde ne kûr hatin avakirin, li gorî şahidîya profesora mihendizîya înşaetê Mme Luljeta Bozo. Dîyar bû ku hejîna pêşî dê ew hilweşandana». Li vir kes planên bajarvanîyê ji xwe re nake xem. Yên ji xwe re bikin derd jî wê ne mirovên xwedî deshilatî û xwedî pere bin. Mme Bozo weha dewam dike: «Baş e ku, gelek avahî vala bûn, ji ber ku tenê ji bo spîkirina pereyan hatibûn çêkirin. An na, windahîyên mirovî wê pir zêdetir bûna». Hejmara fermî ya qurbanîyan 51 e. Her çendî Arnawidistan li erdnîgarîye-ke xwedî rîska bilind a sîsmîk be jî; ev felaket tenê wekî «xwezayî» nikare were nirxandin: versîyona mafyayî ya bêrêzikbûna neolîberal encam bi awayekî dilsotîner kambaxtir kir.

Mme Bozo gazinc û hawarê dike. Du roj piştî erdheja ku 21ê îlona 2019an, bû sedemê zirareke mezin, wekî vexwendîya kanala TV Klan, wê li hemberî xetereya înşaetên qaçax hişyarî dida û banga destwerdaneke mecbûrî dikir. Ew bi van gotinan gilî û gazincan dike: «Wan ez xistim dewsa îxtîyareke mejî çeliqî û piştî “provaya dawî ya bi kostum” ya 21ê îlonê, tu tedbîr nehatin wergirtin»Baş e, rayedaran bertekeke çawa nîşanî banga Mme Bozo da? Wekî berteka yekane wan bi sûcbarkirina «belavkirina agahîyên şaş ji bo afirandina panîkê», du rojnamevan kirin binçavan, ji ber ku her du rojnamevanan jî rayedar ji ber rîska heyî hişyar kiribûn(1).

[emember_protected]

Li gel Durrës, Thumanë bû devera ku erdhejê herî zêde tesîr lê kir. Ev bajarokê bi qasî sî kîlometre li bakurê Tîranê, li girê ku li serî hatîye avakirin, dikare qadeke pir fireh bibîne, bi taybetî jî qada deşta kevîyî ya ku demeke dirêj beyar mabû heta ku rejîma ji alîyê Enwer Xoce (1908-1985) ve piştî şerê duyemîn ê cîhanê ve hat avakirin, «wezîfedarên» ji herêmên din ji bo biserûberkirina wargehê dişîne. Li vir jî bermahî hatin paqijkirin: Ji bilî valahîyeke mezin, moloz û çend fayansên şikestî yên avahîyên hilweşîyayî û cîranên windayî tînin bîra me, tu tişt nemaye. Mme Bozo vê rewşê jî weha îzah dike: «Avahîyên Thumanë li destpêka salên 1980yî hatibûn sazkirin, li dema, li ser navê parastina welêt, derfet giş hatibûn fedakirin ji bo bilindkirina bi sedan hezaran kîremîtên qul li her çaryana kolanekê. Ji bo avahîyên sîvîl êdî çîmento nemabû, ji ber vê yekê ew avahî wisa bi hêsanî hilweşîyan». Hingê, welatî li serayên çiftlikên kollektîf dixebitîn. Ev sî sal in, pereyên ji alîyê arnawidên koçkirî tên şandin dibin çavkanîya hatinên herî girîng ên aborîyê.

Erdhejzadeyên Thumanë, ku lê 35 kesan jîyana xwe ji dest da, hê jî negihîştine alîkarîya ku dewletê soza wê dabû. Hin erdhejzadeyan li xizmên xwe an jî hevalên xwe girtin, hinên din ketin bin konên ku bi lezûbez li baxçeyan vegirtin. Malbata Fîfo li garajekê bicih bû. Debara malbatê jî tenê keda dayîkê bû: dayîkê ji bo şirketeke bajarê cîran Fushë Kruja li malê sol didirûtin. Pîşesazîyên destkarîyê yên wekî tekstîl û solan bi lez bi pêş dikevin. Ew derfetê didin arnawidan, ev çend sal in, rêjeyeke mezinbûnê ya ku digihîje asta ji sedî 4 bi dest bixin (wekî di 2017 û 2018an de) û betalîyê jî ji rêjeya sedî 17,5 (di 2014an de) dadixin ji sedî 11,5 (di 2020an de), berîya krîza Covid-19(2). Ev kar bi giştî ji taşeronîyên markayên mezin ên îtalyan pêk tên. Meaş kêm in, mehaneyek di navbera 150 û 250 ewroyî de ye û şirket ji bo xwe xilaskirina ji qanûna kar, xebitandina li malê tercîh dikin.

Şefê Partîya Sosyalîst (PS, endamê Enternasyonala Sosyalîst), serokwezîrê ji 2013an ve, M. Edi Rama propagandavanê herî mezin ê vê «mucîzeya aborî ya arnawidî», bi taybetî li Îtalyayê pesnê van nirxan dide. Ew wekî din îdîa dike ku piştî dehan salên koçberîyê, pêla koçê wê berevajî bibe, wekî ku welatê wan ji bo karsazên razemenîyê, dibe «axa soza vegerê ji bonê hatîye dayîn» û ji bo karkerên îtalyan jî herwisa. Lê ev îdîa heta niha bi statîstîkekê nehatîye piştrastkirin, berevajî: ji 1989an ve, Arnawidistan bûye welatê ku herî zêde kes jê koçî tevahîya Ewropayê dikin, vegera van koçberan ber bi welêt jî di salên 2018 û 2019an de pir kêmtir bûye(3). Serokwezîr ji RAÎyê re, di hezîrana 2015an de sirrên xwedêgiravî yên vê «mucîzeyê» weha dianîn zimên: «Em welatekî şûştî ne, ji senato, ji sendîka, ji çepa radîkal û komedyenên ku bi lîstika sîyasetê radibin»(4).

Mîlîtanên koma çepa tundrew Organizata Politike (Rêxistina Sîya-sî, RS) hewl didin wî li derewînê derînin. Ew bûne stûnên tevgera pir xurt a xwendekaran li dijî lîberalîzekirina perwerdeya bilind a ku di sala perwerda zanîngehî ya 2018-2019an de welat hejand.

Yek ji fîgurên medyatîk ên Tevgera ji bo Zanîngehê (Lëvizja për Universitetin) û mîlîtana OPê, Mme Gresa Hasa jî rewşê weha tîne ziman: «Fakulteya mîmarîyê, ku li wir ji xwendekaran hat xwestin baca ji bo îmtîhanan bidin, bû destpêka her tiştî». Mme Gresa Hasa weha dewam dike: «Reforma 2015an a perwerdeya bilind pêşbazîya navbera zanîngehên taybet û yên dewletê dadianî ber xwe û bi vê armanca zanîngeh ji bo wergirtina bacan jî vexwendîyên pêşbazîyê bûn. Di rastîyê de, tenê mafên qeydîyê wê bihatana zêdekirin û bi vî awayî derbasbûna nava zanîngehan hinekî din wê bihata zehmetkirin. Berdêla saleke lîsansê wê bibûya 350 ewro, ku ev jî meaşekî navînî yê mehane bû, saleke masterê jî wê bibûya 1 700 ewro.» Piştî du mehên bi grevê derbas bûn, hikûmet ji zêdekirina mafên qeydîya zanîngehan vegerîya. Tevger bû zemîna derketina holê ya hişmendîyeke nû ya sîyasî. Li gorî Mme. Hasa, «ev dogmaya neolîberal jî ku ji dema hilweşîna sosyalîzmê ve weke delîl dihat pêşkêşkirin, êdî tek çûye».

Protesto gihîşt heta madenên kromê yên Bulqizë, bajarokê adeta veşartî li nava çîyayên Arnawidistana Navîn, li bakur-rojhilatê paytext. Ev maden ji dawîya şerê duyemîn ê cîhanê ve ji alîyê şirket Albchormê ve dihat xebitandin. Di sala 2000î de ev şirket bi îmtîyaz radestî şirketeke îtalyan hat kirin, dû re jî di 2013an de ji alîyê şirketa xwedî razemenîya herî mezin a welêt Bafîn ve hat bidestxistin. Xwedîyê vê şirketê M. Samîr Mane, yek ji zengîntirîn olîgarkê Arnawidistanê ye. Ji hingê ve li vî welatî qeza û bela zêde bûne: di binê bîran de heşt karkeran jîyana xwe ji dest da, bi qasî çil karker birîndar bûn, ji sala 2011an ve meaşê mehane jî gihîştîye 400 ewroyî. «Standarda» ji bo madenkaran tê xwestin her diçe bilindtir dibe: «Di 2013an de, şirketa ku divîyabû 40 000 ton kromî salane derîne», li gorî agahîyên ku serokê sendîkaya nû ya madenkaran M. Elton Debreşî dide me. M. Elton Debreşî, tevî hebûna sendîkaya «malê», avabûna sendîkaya nû jî weha îzah dike: «Çawa ku me karî bi awayekî legal qeydîya sendîkaya nû çêkin, me xwepêşandaneke mezin li Bulqizë pêk anî. Piştî pênc rojên din, hişyarîya jikaravêtinê digihîşte min û herweha dawî li karên sê hevalên min jî anîn.» Ji bo kesên ji karavêtî, yekane derfet wê peydekirina kar li madenên «taybet» bûya. Ev madenên taybet jî piştî 1997an ketibûn destê axayên biçûk ên xwecihî. Serokê sendîkayê li gotinên xwe weha zêde dike: «Meaş li van şirketên taybet hê kêmtir in, şertûmercên xebatê û ewlekarîyê jî xirabtir in û bi her halî, em sendîkavan, êdî li ser lîsteya reş in». Medyayê jî li hemberî livûtevgera madenkaran hema hema xwe bi temamî kerr kir. Mîlîtanekî OPê yê ku ji bo destekdayîna madenkaran li Bulqizë «bicihbûyî» weha behsa vê rewşê dike: «Samir Mane rasterast girêdayî deshilatîya sosyalîst, lê belê herweha girêdayî xwedîyên med-yayê ye jî. Hin rojnamevan li xwe mikur hatin ku wan talîmata behsnekirina ji van bûyeran standibû.»

Li Tîranê, mîlîtanên ciwan ên OPê li menzela xumanî ya navenda No Logo, ji bo tevlîbûna guftugoyên teorîk, mêzekirina li fîlmekî an jî vexwarina qedehekê her êvar li hev kom dibin. Ev mala kevin a dûrî paşgotinîyên baca zevîyan, herweha navenda sendîkaya nû Solidariteti (Piştevanîyê) ye jî. Ev sendîka hewl dide xebatkarên navendên peyamşandinê ku di dema xwe ya pêşketinê de ne, birêxistin bike. Ev sektor «bi qasî 25 000 heta 30 000 kesî dixebitîne, û ev jî dibe bi qasî ji sedî 7ê tevahîya kesên bi meaş», li gorî agahîyên serokê wê M. Tonin Preçî. Berdêla saeta xebatê, girêdayî rewşa mişterîyan û «kampanyayên» ku ji bo wan operator dixebitin, ji 2,50 heta 3 ewroyan diguhere; her şirket sîstemên xwe yên îkramîye an jî prîmên kevinbûnê, di nava şefafîyeke bêqusur de dimeşîne. M. Preçî yê xizmetê dide şirketa navneteweyî ya fransî Téléperformance ya xwe wekî «ekîba herî mezin a pisporên înteraksîyona li pîyasê daye nasîn» şahidîya xwe weha tîne ziman: «Gava peymanek tê îmzakirin, tenê fîyeta bingehîn tê zelalkirin. Îkramîye dimînin li ser sozên devkî û dikarin bêyî îzah bi hêsanî werin betalkirin. Carna rojeke nexweşîyê tenê bes e ji bo windakirina prîma xwe ya kevinbûnê». Ev şirketa li 78 welatan çalak, bi awayekî rêkûpêk ji ber pratîk û awayê birêvebirina çavkanîyên mirovî tê rexnekirin. 18ê tîrmeha 2019an, Komeleya Sherpa û Federasyona Navneteweyî ya Sendîkayan UNI Global Union li ser navê qanûna «wezîfeyên hayjêmayînê»(5) bang lê kir ku rêzê ji mafên mirovan re bigire. Téléperformance ji Arnawidistanê bi taybetî pîyaseya îtalyan ku hema hema bi temamî li bin destê arnawidan e, dide ber xwe.
M. Irdî Ismajlî, ku ew jî xebatkarê platformekê ye, vê reqabetê weha rave dike: «Ji bo îngilîzî û fransî reqabet pir xurt e, navendên peyamşandinê li kolonîyên berê ne… Ji bo îtalyanî, yekane raqîbên me romanî ne, lê belê tê gotin ku ê wan jî aksana wan heye». Bi xebitîna tam-wext, îkramîye jî di navê de meaş dikarin bigihîjin heta 500 ewroyî, ev jî meaeşekî baş e li Arnawidistanê, herçendî operator di navbea bajaran de reqabetê jî bikin. Û M. Preçî weha li gotinên xwe zêde dike: «Her diçe li herêmê zêdetir şirket bi cih dibin, ji ber ew ji wê derê hêza kar a ji ya Tîranê bi qasî 20-30 santîmî erzantir bi dest dixin».

Ev sektora faalîyetan wekî ku yekane qad e ya ku xweşbînîya serokwezîr piştrast dike û bi rastî jî xebatkarên îtalyan ber bi xwe ve dikşîne. M. Ismajli herweha van agahîyan dide: «Hevalekî min ku ji Barî hatîye heye. Ji bo wî peydekirina karê herî biçûk jî li herêma wî Pûy ne mimkin e. Bi meaşekî mehane 500 ewro, mirov dikare li Tîranê li gorî dilê xwe bijî. Têkildarî vê cihveguhestina kar a hesas, du sendîkavan dixwazin li dijî solîdarîteya navneteweyî derkevin«Bi taybetî di çarçoveya federasyona xebatkarên xizmetê yên UNI Global de em têkilîyan zêde dikin, ji ber ku argumana karbidestan hertim eynî ye: eger em meaşên herî baş bixwazin, mişterî wê di nêzîk de biçin welatên hê bi cazîbetir.» Di pêvajoya şewba Covid-19 de, Arnawidistan bi şeş hefteyên xweragirtina li hundir re rû bi rû ma, lê belê ev şirket bûn yên pêşî yên ku careke din vegerîyan karûbarên xwe.

Dema mirov li şantîyeyên ku li navenda Tîranê zêde dibin dinêre, dikare bawer bike ku teqîneke aborîyê mijara gotinê ye. Li gorî projeksîyonên ecêb ên avahîya şaredarîyê, kûleyên mezin ên li vê taxa qelebalix a paytext tên çêkirin, ji xwe re kirina hedef ku bersivê bidin pêdivîya mezinbûna teorîk a nifûsa ku ji niha heta deh salên din dikare bigihîje «1,8 mil-yon şênîyî». Bi zêdetirî 900 000 rûniştevanên xwe, ku ev jî dibe ji sisêya yekê tevahîya nifûsa welêt, walîtîya Tîranê ji niha ve dibîne ku nifûsa wê ji sala 1991ê ve du qat zêde bûye. Koça gundewarî ya ku di serdema komunîzmê de hatibû qedexekirin, pêvajoya bîst salan bi gewdebûna taxên «qaçax» kete nava pêşketineke bi lez a bajarvanîyê. Lê belê ev livûtevgera navxweyî bi dawî dibe, hejmara giştî ya nifûsa welêt berdewam kêm dibe: nifûsa ku di 1991ê de 3,27 milyon bû, di 2019an de daketîye 2,86 milyon kesî(6).

Projeya Tiranê ya 2030yî, ku ji alîyê mîmarê îtalyan Stefano Boerî ve hatîye fikirîn, herweha daye ber xwe ku ji bajêr «métropoleke kesk» bi gewde bike û di navê de «du milyon dar bên çandin», li gorî ku şaredar Erjon Veliaj, ku ew jî nêzekî serokwezîr e, radigihîne. Sembola paytext, meydana Skenderbeg li gel vê yekê dema berî çendekî hat venûkirin, pêşekî da erebeyên ji niha û şûn ve xwedî parkeke firehtir û navendên bazirganîyên yên navenda bajêr adeta difetisînin. Bulvareke nû, qerar e ku di nêzîk de trafîka erebeyan sivik bike, lê belê ew li nava mintiqeyên qaçax bi qancayan hatîye qewartin, eynî wekî taxa Yzberisht ku bûye warê malbatên di salên 1990î de hatine û hê jî bêpar in ji tapûyên erazîyên ku li ser bicih bûne. Niha ev malbat bêyî ku tu tezmînatê wergirin tên qewirandin û gelek ji wan ji bilî koçkirina ber bi welatekî bîyanî, tu rêyeke din li ber xwe nabînin.

Li paytext, hejmara ruxsatnameyên xanîçêkirinê yên hatine dayîn di sala 2017an de ji sedî 183 zêde bûye. Bi teqîna çandinîya kenewîrê re tu pirsgirêka peydekirina sermayê jî xuya nake. Li gorî texmînên Guardia di Finanza ya îtalyan, di 2016an de 753 000 qadên gîyayî hatin tunekirin, ev hejmar di 2014an de 46 000 bû. Van hilweşandinan, tê gotin, tesîr li teneyê ji sedî 10ê erdên çandî kirîye. Gundê Lazaret, li başûrê welêt keleha xwecihî ya berê ya Partîya Demokratîk (PD) bû. Hilberîna ku li vî gundî pir zêde bû, ji wir berbelavî tevahîya xaka welêt bû(7). Wezîrê Karên Hundir Saimir Tahîrî, ku ew jî kesekî nêzî M. Rama bû, di 2017an de bi navgîna birazîyekî xwe yê ku tê gotin 3,5 ton kenewîr derbasî Sîcîlyayê kiribû, navê wî jî tevlî nav vî karê qaçax bûbû. Herçendî di destpêkê de dozger duwazde sal ceza jê re xwestibû jî, M. Tahîrî dawîya dawî di payîza 2019an de, ji alîyê dadgerîyê ve hat «pakkirin» û tenê ji ber «bikaranîna xirab a erka xwe» cezayekî sivik lê hat birîn. Di vê navberê de pereyê kenewîrê berdewam diherike û sîstemê av dide û dibe zemîna lêkirina avahîyên nû yên rengûrûyê paytext xira dikin.
M. Fatos Lubonja bi hêrs û nifiran sincên hesinî datîne derdora şantîyeyê û bi temamî dor lê digire. Bi vî awayî ew peyayan neçar dihêle peyarêkê terk bikin û li nîvê rê bimeşin: «Lêkirina şantîyeyê bi salan e didome, lê belê ne xema tu kesî ye ku ew qada gelemperî dagir dike û mafên kesên din binpê dike». Kurê midûrê televizyona neteweyî ku ji ber gunehên «lîberalîzmê» di 1974an de bêqîmet bû û hat cezakirin, heta ku di 1991ê de gihîşt azadîya xwe kampên herî dijwar dîtin. Li serdema dîktatorîya Enwer Xoce, malbat bi temamî dihatin cezakirin eger «ji rêderketineke îdeolojîk» a yek ji endamên wan mijara gotinê bûya. Nivîskar û analîst, M. Lubonja ku hê jî yek ji pêşengên mezin ên hişmendîya çepa welatê xwe ye, vê nirxandinê dike: «Piştî hilweşîna rejîma stalînî, Arnawidistan kete nava rîtma pêşbazîyeke xerîb a ku wekî dualîyî hat binavkirin. Berjewendîyên sîyasetvan-mafyayan wekî du kampa ji hev veqetîyan; hinan destek dida Partîya Demokratîk, yên din jî Partîya Sosyalîst, ango mîrasgirên rasterast ên Partîya Karker a berê».

Vê pevçûnê, di bihara 1997an de, welat daf da nava «nîv-şerekî sîvîl» ê xwînrêj. Şerûpevçûnên roj bi roj sortir bûn bi tesîra jihevketina bankayan û «pîramîdên malî yên diravî» yên aborîya nifşê yekem ê koçkirî serûbin kirin, partîzanên PSê yên li başûr û yên PDê yên li bakur serdest bûn, anîn pêşberî hev. Encam: tê texmînkirin ku herî hindik du hezar kes mirin. Û ji bo pêşîgirtina li şerekî dijwartir, pêdîvî bi anîna hêzeke destwerdanê ya navneteweyî ya heft hezar kesan hat dîtin. Ji ber ku li vî welatî û li welatê cîran Kosovayê li kolanan bi sed hezaran kesên çekdar  digerîyan. Arnawidistana piştî komunîzmê dişibîya «dewleteke têkçûyî»(8).

Tevî «şidandina masûlkan» a her carê wekî tehdîda xewnereşka şîdetê xwe nîşan dida, jinûve avakirina pir hêdî ya dewletê mohra xwe li panzdeh salên ku taqîp kirin da. Berîya ku PD careke din bibe desthilatdar, PS heta 2005an welat bi rê ve bir. Ji ber ku her partî ji zemîneke zexim a mişterîyan û bingeha sazûmankaran sûdê werdigire, xwepêşandan jî bi hêsanî hildiperikin: dema ku sosyalîst li dijî «diktatorîya» demokrat dimeşîyan, di çileya paşîn a 2011an de çar kes mirin. Berevajî, «xwendekar li dijî destwerdana partîyên sîyasî, bi taybetî jî li dijî ya muxelefetê derketin. Wan fêm kir ku tiştê em wekî demokratîk bi nav dikin, di rastîyê de pluralîzmeke rizîyayî ya xwedî bîrbirina mişterîkirinê bû», li gorî sosyolog Arlind Qori, ku herweha endamekî Tevgera Zanîngehê bû.

«Hilbijartinên 2013an bûn werçerxek, ji ber ku derdorên krîmînel ji nîzamê hez dikin û ew êdî bêzar bûbûn ji guhertinên berdewam. Serketîyê hilbijartinan ji bo îstîqameteke dirêj li deshilatîyê wê biletek qezenc bikira, ji qewlî M. Lubonja ve. şefê sosyalîstan Edi Rama tedbîra vê rîskê jî wergirt û soza her tiştî ji wan re da, her tişt îkramî wan kir. Ew bi vî awayî di hilbijartinê de bi ser ket û niha êdî tevahîya çerxên desthilatîyê di destê xwe de digire. Hilbijartinên giştî yên di pey re di 2018an de pêk hatin, veguherîn formalîteyek ê». Muxelefeta rastê, hema piştî ku wekîlan di sibata 2019an de mazbatayên xwe standin, bê derengî ji xebatên parlemenê vekişîyan. Muxelefetê herweha hilbijartinên xwecihî yên 30ê hezîranê jî boykot kirin. Mîsyoneke çavdêrên bîyanî der barê van hilbijartinan de raporeke dehşet amade kir(9): lîsteya partîya deshilatdar li zêdetirî nîvê şaredarîyan ne tenê yekane lîste bû, herweha gelek karên ne li rê û zextên li ser hilbijêran jî hatibûn qeydkirin di raporê de. 

Li gel vê yekê jî, tu welatekî Yekîtîya Ewropî ne hilbijartin, ne jî rewabûna demokratîk a rejîma M. Rama, nekir mijara guftûgoyê, tevî ku ew parlemeneke bê muxelefet birêve dibe û medyayê jî dixe bin kontrola otorîteyeke îdarî ya xwedî hêzên sînornenas(10). Welatên rojavayî reformeke edaletê ya ku tevahîya dadgeran neçarî proseseke «piştraskirina» duristîyê dike, li ser wan ferz kir. Encam: pergala dadgerî ji niha û pê ve wê bi temamî ji alîyê PSê ve were kontrolkirin.

Arnawidistan ku ji hezîrana 2014an ve namzeda entegrasyoneke li nava Yekîtîya Ewropayê ye, jê re lambeya kesk a vekirina muzakereyên ji bo endamtîyê ancax 24ê adara 2020î, tam di nîvê harbûna şewba Covid-19 de hat pêxistin. Di destpêkê de, Fransa û Hollanda li dijî vê yekê derketin, lê belê bêyî ku balê bikşînin ser binpêkirinên pir eşkere yên prensîbên bingehîn ên serdestîya dewleteke hiqûqê. Hem ji bo Parîs hem jî Amsterdamê, îtiraza li hemberî Tîranê di eslê xwe de xwe dispart fikarên têkildarî sîyaseta hundirîn: Ji 2005an, dema ku civaka wan peymana destûrnameyî red kir û vir ve, hikûmetên wan bi îdîaya ku ew li dijî berfiherkirina yekîtîyê ne, raya xwe ya giştî îdare dikin.

Kurê binemaleke bijarte ya Partîya Komunîst a ku heta 1991ê ev welat bi rê ve dibir, M. Rama ancax piştî 1997an kete nava sîyasetê. Ew pêşî bû wezîrê çandê yê hikûmeta M. Nano, dûre bû şaredarê paytext. Ji bo parastina îmaja xwe ya hunermendê plastîsîyen, ew di zîrweyên navneteweyî de jî solên sportîf li xwe dike. Bi stîleke «xweser», bi taybetî di têkoşîna li dijî terorîzma îslamîst de û bi giştî jî ji bo «aramîkirina» Balkanan xwe wekî partnerekî nebenabe yê Yekîtîya Ewropayê derdixe pêş. Helbet dema ew vê yekê dike, dikeve nava hin paradoksan. Ev laîkê mezin, partîzanê bi coş ê entegrasyona ewropî, xwe ji pêşvebirina dostanîyeke li gel serokê tirk Recep Tayyip Erdoğan jî dûr nagire, bi dersînorkirina çavsorî ya mamosteyên cemaeta Gulen ku ji alîyê Enqereyê ve biryara girtina wan hatîye dayîn(11). Ew herweha di mijara dosyaya lezgîn a normalîzekirina têkilîyên navbera Kosova û Sirbistanê de jî biryardar tevdigere û mijara revîzekirina axê jî di navê de bê şertûmerc destekê dide dîyaloga navbera serokên her du welatan Haşim Thasî û Aleksandr Vučić(12). Bi vê helwesta xwe bû xwedî desteka Dewletên Yekbûyî jî ji ber ku Waşîngton jî hewl dide demek ji ya din zûtir di mijara Kosovayê de bigihîje peymanekê.

Serokwezîr di meşandina sîyaseteke neolîberal de ji welatê cîran an jî ji serdema desthilatîya Partîya Demokratîk zêdetir biryardar tev-digere. Ew di qadên perwerdeya bilind, gerûgeşt, tendirustî an jî xebatên gelemperî… de ji lêçûnên gelemperî qut dike û bi qasî ku dibe hedefa rexneyên Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF)ê pereyan pêşkêşî hevparîyên-gelemperî-taybet (HGT) dike! IMF wisa bawer dike ku hikûmeta Arnawid di rêya taybetîkirinan de zêdegavîyê dike û ji ber vê yekê di pêş-rapora xwe ya 2017an de destnîşan dike ku «bernameya bi îdîaya razemenîyên gelemperî ya ji alîyê HGTê ve tê bi pêşxistin, di nava xwe de rîskên butçeyî dihewîne»(13). Di rastîyê de, ji vê serlêdana sîstematîk zêdetir şertûmercên gelek caran zêde şêlû bi rîsk in, ji ber ku di nava vê şêlûtîyê de bangên îhaleyên ji bo berjewendîya şirketên taybet bilind dibin.

Di warê çandê de, HGT tên giştîkirin. Ji çirîya pêşîn a 2015an ve, biryarnameyeke wezîran destûr da ku rêveberên wargehên bingehîn ên çandî û mîrasên dîrokî yên welêt, heta bigihîje Şanoya neteweyî ya Tîranê ku li wir şerekî têra xwe sembolîk rû da, radestî şirketên taybet were kirin. Avahîya Şanoya Neteweyî ya li mehên pêşî yên dagirkerîya îtalî di1939an de hat lêkirin, yek ji abîdeyên bingehîn ên stîla faşîst a mîmarîya paytext bû. Ji dema destwerdaneke bi şîdet a polîs a 24ê tîrmeha 2019an û vir ve, avahî rojê 24 saetan ji alîyê artîstan ve dihat desteserkirin, hefteyê sê êvaran, berîya şewba Covid-19, bi pêşandanên zindî bi sedan temaşevan dihatin komkirin. Derhêner Robert Budina li ser mijarê weha diaxive: «Em nikarin şanoya xwe li cih bihêlin û terk bikin. Li ser vê sehneyê bû ku cara pêşî Shakespeare bi arnawidî axivî». Bi sûd wergirtina ji rewşa awarte ya tendirustîyê, yekşema 17ê gulana 2020î, saet di 4ê sibê de, hikûmet bi parastineke bilind a polîsan, fermana hilweşandinê dide. Di nava vê xirûcirê de Parlemento jî qanûneke taybet bi dengdanê erê dike. Ev qanûn vê qada fireh, ku bi taybetî di nava taxa  avahîyên wezaretan de cih digire, radestî karsazê razemenîyên taybet Shkëlqim Fusha dike. Ev olîgarkê girêdayî PSê, wekî ku bikeve nava hewldana lêkirina şanoyeke nû li ser qadeke pir tangtir, xwe amade dike birc û kûleyan û navendeke bazirganîyê çêke. Budina hêrsa xwe bi van gotinan weha  dide der: «Ev rasterast talankirina malûmilkê gel û qada gelemperî ye».

Ji ber nebûna alternatîfeke sîya-sî û li demeke ku tevahîya beşên civakê wekî bi destê hikûmetê «kîlît bûne» û derdorên kar jî pê ve hatine girêdan, arnawidî her diçe zêdetir dikevin nava hewldana reva ber welatekî bîyanî ve. «Salek piştî serketina sosyalîstan di hilbijartinên hezîrana 2013an de, xelkê dema ku êdî fêm kir ku tu tişt wê neguhere, ji nû ve dest bi koçê kir», li gorî M. Lubonja. Statîstîkên fermî jî radixin pêş çavan ku ji 1991ê ve pêleke mezin a koça ji welêt dest pê kirîye, lê belê gelek hejmar nîşan didin ku leza koçê ji 2014an ve hê bilindtir bûye. Wekî delîleke vê mezinbûna daxwaza koçê, ew e ku 367 000 kesan, ango ji sedî 14ê nifûsa welêt, ji bo wergirtina karta kesk, ku destûra rûniştina li Dewletên Yekbûyî dide, di 2018an de tevlî pêşbazîyeke pişka pîyangoyê bûn(14).

Eynî sal, 8 261 arnawidî li Fransayê serlêdana penaberîyê kir û bi hejmara xwe piştî afganan bûn duyemîn koma herî qelebalix, li gorî Daîreya Fransî ya Parastina Penaber û Derwelatîbûyîyan (Office Français de Protection des Réfugiés et Apatrides- OFPRA). Welatê wan di 2013an de tevî vê yekî jî wekî cihekî «bi ewle» hat sinifandin. Ev pênasekirin ji alîyê komeleyan ve hat redkirin, lê belê ji alîyê Konseya Dewletê ve hat piştrastkirin. Piranîyeke serdest a serlêderên penaberîyê hatin redkirin û operasyonên dersînorkirina bi darê zorê her diçe zêde dibin. Di 2017an de Arnawidistan, digihîşt rêza pêşî ya îstîqameta kesên li Fransayê dersînorkirî ji bo li welatên sêyemîn bên vegerandin.

Arnawidistan ji demeke dirêj ve ye êdî bûye xakeke ku mirov jê koç dikin, tevî ku li serdema komunîst reva ji xaka neteweyî wekî « îxanet» dihat dîtin û parêzvanên sînor bê hişyarî gule direşandin ser kesên welêt terk dikirin. Piştî hilweşîna rejîmê, du îstîqametên koçê derdikevin pêş: Îtalya û Yûnanistan, a bi taybetî arnawidên başûrê welêt, bi piranî jî yên du-zimanî û xwedî bawerîya ortodoks ber bi xwe ve dikişandin. Gelekan li vir rehên xwe berdan û welatîbûna yûnanî bi dest xist. Li gel vê yekê jî ji 2008-2010î û vir ve, krîza ku bû sedema vegera 20 000 kesî, bûye asteng li pêşîya veqetînên nû. Ev rewş koçberan neçar dihêle ku perê ji welêt re dişandin gelek kêm bikin. Di encamê de hejmareke mezin malbat ketin nava xizanîye-ke perîşan(15).

Herçendî encama tesîra aborî ya şewba koronavîrsê hê jî pir zehmet be were hesabkirin, ev rewş dikare îstîqameta koçê berevajî bike û di encamê de karkerên ji karên xwe qewirandî yên li Ewropaya rojava dikarin vegerên welêt. Helbet ev veger dikare bêîstîqrarîyê biafirîne li welatê wan ê ku hertim tenê bi saya sûbabekî ewlekarîya koç şandinê û transfera peran «xwe li ser pîyan digire».

Wergera ji fransî: Baran Nebar

 

 *Rojnamevanên Courrier des Balkans, nivîskarên devera ku av lê tevlî hev dibin. Li kevîyên Ewropayê ji Balkanan heta Kafkasyayê, Parîs, Weşanên La Découverte, 2018

[/emember_protected]

_______

1Cf. «Li Arnawidistanê erdhej: du rojnamevanên bi sûcbarîya “şaş agahdarkirinê”» sûcbarkirî, Le courrier des Balkans, Arcueil, 24 îlon 2019, www.courrierdesbalkans.fr

2Çavkanî : Bankaya cîhanî (ji bo mezinbûnê) û Fona diravî ya navneteweyî (ji bo betalîyê).

3Çavkanî: Enstîtuya Arnawidî ya Statîstîkan (Instat), Tirana, www.instat.gov.al

4« Edi Rama: “L’Albania è meglio dell’Italia? Perché è senza sindacati”», Linkiesta, Milan, 6 hezîran 2015, www.linkiesta.it

5Cf. Malpera Komeleya Sherpa : www.asso-sherpa.org

6Çavkanî : Eurostat û Instat.

7Cf. Jean-Arnault Dérens, Laurent Geslin û Simon Rico, «Arnawidistan: desthilatî, polîs û artêş bûn kangren bi trafîka madeyên hişbir», Mediapart, Parîs, 17 çirîya paşîn 2017, www.mediapart.fr

8Binêrin li nivîsa, «Gelo Ewropa dikare Arnawidistanê ji bîr bike?», Le Monde diplomatique, îlon 1997.

9« Republic of Albania, local elections 30 june 2019. Komara Arnawidistanê, hilbijartinên xwecihî yên 30yê hezîrana 2019», Buroya Enstîtuyên Demokratîk û Mafên Mirovan, Rêxistina ji bo Ewlekarîyê û Hevkarîyê li Ewropayê (OSCE), Warşowa, 5 îlon 2019.

10Cf. Katerina Sula, «Medyayên li Arnawidistanê: hikûmeta Rama ji nû ve sansurê ferz dike», Le courrier des Balkans, Arcueil, 19 kanûna pêşîn 2019.

11) Binêrin li nivîsa Ariane Bonzon, «Koçberîya ewropî ji bo tevnên alîgirên Gülen», Le Monde diplomatique, cotmeh 2019.

12Binêrin li nivîsa «Li Balkanan, sînor dilebitin, bîrbirinên qewmî wekî xwe dimînin», Le Monde diplomatique, tebax 2019.

13« Albania: staff concluding statement of the 2017 article IV mission”, Fonds monétaire international, Waşîngton, 2 çirîya pêşîn 2017.

14Cf. Louis Seiller, «Pêldana lîstikên şansê: xeyala amerîkî ji bo reva ji Arnawidistanê», Le courrier des Balkans, 3 îlon 2018.

15Cf. Arlin Qori, «Arnawidistan: bi buhranê re, dîaspora bêkeramet vedigere welêt», Le courrier des Balkans, 2 çirîya pêşîn 2014.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar