Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Albert Camus, Ciwanîyeke Cezayîrî

Eger çepgirî nexweşîya dema zarokî ya komunîzmê be, konformîzm jî ya dema wê ya kamilbûnê ye. An na, çawa divê were îzahkirin jiholêrabûna xerîb a partîya herî xurt a komunîst a rojava, rojek ji rojên sibata 1991ê? Bi rastî jî, di dema kongreyeke wê ya dawî de, piştî 70 salên hebûnê, Partîya Komunîst a Îtalyan (PKÎ), ya Antonio Grasmcî û partîzanên navdar, navê xwe terk dikir, dest ji nasname û dîroka xwe ber dida, ji bo xwe ji hev bixista -tevî çend rondikên çavan-, lê belê bi daxwaza xwe ya azad.

Ji bo têgihîştina ji mezinahîya vê bûyerê, vegereke ber bi dîrokê, heta rojên piştî şerê duyemîn ê cîhanê pêwist e. Çepa îtalyan hingê, li gorî çavdêrîya dîrokzan Perry Anderson, «tevgera gel a ji bo guherîna civakî ya herî girîng û herî bi tesîr bû li Ewropaya Rojava».(1) Di dema rizgarîyê de, Palmiro Togliatti, ku rahişt hevsarên rêxistinê, terka her cure meyla şoreşgerî kir ji bo berê wê bide ser rêya yekîtîya neteweyî û projeya pêkanîna demokrasîyeke bi rengekî nû ya ku wê derfet bida çîna karker bi roleke sîyasî rabe û bibe xwedî derfetên aborî û civakî yên girîng. PKÎ wê demê modela «partîyeke girseyî» ye, bi koka xwe ya gelêrî ya awarte («beşek ji bo her zingilê») û biriqîna xwe ya ronakbîrî û çandî.

Ev hêz bi awayekî vekirî cihê tirsê ye ji bo hêzên mezin ên cîhanê. «Ji destpêka pevçûna Rojhilat-Rojava a 1947an ve, weki ku dîrokzan Eric Hobsbawm desnîşan dike, dîyar bû ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê bi tu awayî nehiştana ku komunîst li Îtalyayê bibin desthilatdar».(2) Ev rêxistina ku hêza duyemîn a hilbijartinê ya welêt bû, dimîne li ber derîyên hıkûmetê li nava pergaleke li bin kontrola demokrasîya xiristîyan, ku hemû şaxên dewletê di destê xwe de digire bi ferzkirina feraseta mişterîgirîyê, hetta mafyatîyê.

Ji destpêka dawîya salên 1960î ve, pêleke protestoyan Îtalyayê û tevahîya sektorên wê yên civakî dihejîne. Taybetmendîya van protestoyan di tundbûn û demdirêjîya wan de ye: grev, dagirkirin, pevçûnên bi hêzên ewlekarîyê re deh salan didomin û welat adeta dişewite. Tevger xwe dûrî sendîka û partîyan digirin. Rêxistinên nû (Lotta continua an jî Potere Operaio, bo nimûne) bi rengên ala sor pêşengîya hilweşînê dikin. Beşeke çepa radîkal tevlî têkoşîna çekdarî dibe dema ku dewlet jî ji bo pêşî li alozîyê bigire serî li şîdeteke sînornenas dide.

Eger, wê demê, faalîyetên terorîstî yên komên biçûk yên weki Tûgayên Sor ên li gîyana mirovan dixin mijara gotinê bin jî, derdikeve holê ku çalakîyên şîdetê bi taybetî karûbarên komên rasta tundrew in(3) û girêdayî navendên pirsgirêkan in. Vê «stratejîya tengezarîyê» dihişt ku tirsa ji veguherîneke otorîter a rejîmê peyde bibe -hê, di 1980î de, êrişeke bombeyî li gara Bologneyê pêk hat, tam yanzdeh sal piştî ya li meydana Fontana a Mîlanê-.

Piştî derbeya leşkerî ya li Şîlîyê, di 1973yan de, sekreterê giştî yê Partîya Komunîst, Enrico Berlinguer, xeteke nû, ya «lihevkirineke dîrokî» li gel raqîp, demokrasîya xiristîyan pêşnîyar kir, bi armanca parastina demûdezgehên demokratîk û bi destxistina reformên civakî. Dijkomunîz li tevahîya jîyana sîyasî tevna xwe girê dide û PKÎ ancax dikare qismen ji atmosfera serhildanê sûdê wergire. Bêguman, di dema heilbijartinên parlementoyê yên 1976an de, wê 12 614 650 deng bi dest xistin, -ango ji sedî 34.37ê dengan- rekora wê; wê demê bi qasî 1 850 000 endamên wê hene. Li gel vê yekê jî, serdestîya wê ya li ser çepa îtalyan qels bûye û mijara guftûgoyê ye, ew bi burokratîkbûneke ku wê asteng dike û muxelefetê sist dike tê rexnekirin.

Dema ku krîza aborî li Ewropayê xwe nîşan dide, weki deverên din li Îtalyayê jî pêleke vegera li muhefezekarîyê dest pê dike: di payîza 1980yî de, greva mezin a fabrîkayên FIAT (35 roj) bi têkçûnekê bi dawî dibe. Bi, nexasim, sazkirina pergala diravî ya ewropî re, ortodoksîyeke nû dikeve dewrê ji bo ji nû ve pênasekirina çarçoveya guftûgoya li derdora sîyaseta aborî; pêşengên tevgera karkeran hingê dikevin nava hengameya «cenga li dijî enflasyonê» ku li nava çarçoveyeke bêkarîya zêde dibe, nermbûneke daxwazên têkildarî meaşan ferz dike(4).

Di 1984an de, serokê Konseya Wezîran, M. Bettino Craxi, dawî tîne li çerxa endekskirina meaşan li gorî enflasyonê; PKÎ daxwaza referandûmê dike, lê belê ew wê bi awayekî xirab winda dike. Ev sala 1984an dibe werçerxa hilweşînê -an jî, ber bi paş ve, werçerxa zîrweyê-, bi dîmenên cenazeyê Berlinguer, bi vê qelebalixa mezin a bi kûrahî bitesîrbûyî ya ku hatibû ji bo hezkirina xwe ji bonê nîşan bide.

Pergala sovyetî ya ku ket nava qeyranê, wê di nêz de livûtevgera reformgiran bişkîne.

Demûdewran diguherin û partî jî diguhere, bi awayekî bêdeng. Li nava dilê amûrê, nûkirineke kadroyan pêk tê. Nifşa partîzanan hêdî hêdî ji holê radibe û pê re jî, bîra hişê partîyê. Rûçikên cihêreng ên dikevin nava demûdezgehên rêveberîyê, zêdetir dûr in ji cîhana kar, ji ber ku rêxistin pala xwe dide şaredarîyan û çanda rêveberîyê û destekê dide profesyonelên sîyasetê. Vîzyona partîyekê ya xwe dispêre «her tiştî zeft bike» û musaît ji bo xîtabkirina tevahîya sinifên civakî, bi pêş dikeve.(5) Li nava tevahîya partîyê, wekî gelek caran, hebûna karkeran marjînal dibe li gel destpêkirina tesîra ji ber veguherînên di pîşesazîyê û cîhana kar de.(6)

Serdem herweha ya pêşketina televîzyon û medyaya girseyî ye. Ew zirarekî mezin didin têkilîyên li gel sîyaset û çandê ku partîyê bi hişmendî û wijdan parastina wan dikir. Tam sembolek: weşanxaneya Einaudi, ku berhemên Gramscî û yên gelek nivîskarên din çap kirin, ket ber kêra împeretorîya medyatîk a karsaz Sylvio Berlusconî, avakarê Canale 5, yekemîn kanala televizyona taybet li Îtalyayê.

Li dawîya salên 1980yî, endamên herdemî yên partîyê ji ber vê yekê pê hisîyan ku dikevin nava qonaxeke hilweşînê, têgihîştin ku tengezarîya bloka komunîst û xeyalşikestinên ku bi gewde bûne wê mezintir bibin. Ev paşketina di hilbijartinên 1987an de hat tomarkirin, bû mîna hejekê: partî li gel vê yekê ji sedî 26,5ê dengan bi dest dixe. Lê belê rewş wekî ku ber bi jêr ve diçe û li alîyê din Partîya Sosyalîst a Îtalyan (PSÎ) dikeve nava seyra pêşketinê. Di van şertûmercan de, pêwistîya xwenûkirinekê ferz dibe. Zilamek wê bibe pêşeng û biriqîner: M. Achille Occhetto, ku di 1988an de wekî sekreterê nû yê partîyê hat destnîşankirin, 52 salî bû. Zilamê amûrê, dibe avakarê hoste yê stratejîyeke veguherînê ku bi destê reformxwazên ku pir dixwestin xwe nûjen nîşan bidin, hat bi pêşxistin.

Fikrên M. Occhetto, bi awayekî ecêb, bi gîyana nû ya demê -libéral- re li hev diguncin. «Em kurên 89an in», bi vê gotinê kêfxweşîya xwe tîne ziman lîderê dema dusedsalîya Şoreşa Fransî -cudatir ji xirabên ku şoreşgerên 1793yan red dikin-. Bi vîzyoneke hûrbûyî li ser nakokîya civakî, ew retorîyeke nerm û şîrîn a pêşketina demokratîk dertîne pêş tercîh dike -pêşketina ku hêdî hêdî pêk tê û derdorên desthilatdar nerihet nake-. Madem divê rêwîtî dest pê bike, ew pêşî xwe ji vê marksîzma dema wê derbasbûyî rizgar dike. Reformîzma sîyasî derdikeve pêş û M. Occhetto dixwaze rêxistina xwe bike endama Enternasyonala Sosyalîst. Siberoj êdî xwedî bêhna şîn a «Dewletên Yekbûyî yên Ewropayê», ya «rêya ewropî ya ber bi sosyalîzma» ji alîyê Jacques Delors ve resimandî ye. «Nûjen» bûn herweha ji nû ve fikirîna li ser rola dewletê jî ferz dike: «Welat pêdivî bi dewleteke ku kêmtir birêve dibe heye, li gorî îdîaya lîder û dewlet, beramberî vê yekê divê bêhtir projeyan tedarîk bike û rêzikan pênase bike ji bo piranîya welatîyan çi yên qada gelemperî de çi jî yên qada taybet».(7)

Ji bo reformgiran, «werçerxa» (svolta) hedefkirî divê bibe zemîna rawestandina paşdeketina partîyê, bihêle ku hilbijêrên din jî cezb bike, hêzên derveyî yên partîyê li hev kom bike, sûdê wergire ji îtîbara ku tê bawerkirin ku wê derîyên hikûmetê veke. Li ser rêya vê pirçweşandinê, referansa komunîst xirab xuya dike, wekî ku çapemenîya burjûwa jî di her firsetê de destnîşan dike. Ev dibe gavavêtina nava krîza sîstema sovyetî ku wê piştî demeke kin lezê bide livûtevgera reformgiran û li ser rêyeke bêveger, ya jihevxistinê, derfeta perwerdê bide wan.

Bi vî awayî, di payîza 1989an de, dema ku rewş hê nebûye mijara tu guftûgoyeke navxweyî, M. Occhetto pêwistîya guherîna navê partîyê datîne ser masê. Ev ragihandin partîyê li nav hev dixe, lê belê rêveberî îstîqameta xwe xira nake. Guftûgoyeke tund di hemû astan de dest pê dike. Resmên ku mirov dikare di dokumenteran de bibîne -yên derbarê Nanni Moretti, La cosa (1990) de- şahidîya xwezaya bi coş a guftûgoyan dikin: pevçûn zêde dibin, hêstirkên çavan wekî kanîyê diherikin. Peyva komunîzm gelo êdî dibe giranîyeke mirî ya li cih tê hiştin an jî mîraseke ku mirov bi serbilindî lê xwedî derdikeve? Guhertina nav gelo nayê wateya terkkirina nasnameya xwe, dîroka xwe? Ji bo mîlîtanan, ev perspektîf zehmet û bi êş e, ji ber ku, ji bo hinan, ev girêdan, jîyana wan bi xwe ye; ev peyva «komunîst», tevahîya nasnameya wan e.

Di adara 1990î de, li Kongreya Bologneyê, rêveberî bawerîya piranîyeke mezin a delegeyan ji bo sazkirina pêkhateyeke nû bi dest dixe. Dîrokzan Guido Liguori, di lêkolînekê de(8), balê dikşîne ser giranîya dîyarker a rewabûna zivirîna çerxa normal a rêxistinê -meyla ber bi bidestxistina yekîtîyê bi redkirina parçebûnan, pêbawerîya radestkirî ji bo koma rêveber -. «Bi kurtî, li gorî nirxandina Liguori, meyla ber bi konformîzmê» dibe yek ji sebebên dîyarker di serketina projeya reformgiran de, «li gel firara bêdeng a bi hezaran mîlîtanên, ku “vedigerin malê” bêyî ku şer bikin». Sala şûnde, Partîya Demokrat a Çep  (Partito Democratico della Sinistra, PDS,) tê avakirin, bi semboleke nû, dara mazî. Hindikatîyek biryara veqetînê dide ji bo afirandina pêkhateyeke nû, Partîya ji nû ve avabûnê ya komunîst, lê belê hejmara endamên wê pir kêm in, nîsbet bi yên PDSê.

Li nava vê serşoka ciwanîyê, sinifên kedkaran avê dadiqurtînin. Bêguman, PDS dikare, axirî, desthilatîyê bi kar bîne li dema koalîsyonên çepa navendî -hikûmeta M. Romano Prodi (1996-1998), dû re ya M. Massimo D’Alema (1998-2000)-. Lê belê bi berdêla li cih hiştina tiştê ku hebûna wê pêk dianî.

Ji ber ku, bi dawîbûna PKÎyê re, kapasîteyên berxwedana çepa îtalyan, resmen, hildiweşin, wê baskoyî dikin li hemberî bigewdebûna rasteke nû ya êrişkar a bi pêşengîya M. Silvio Berlusconi, ku Forza Italia ava kir di 1994an de. «Balkêş e, li gorî çavdêrîya fîlozofê sîyasî Ralph Miliband, ku pisporên ku hewl didin herikîna derdorên berfireh ên sinifên kedkar ber bi vê pêkhateya muhefezekar îzah bikin, bîr nebirin zêdetir balê bikşînin ser desteka rêveberên sosyal demokrat a ji bo jihevketina sîyasî ku berhema gotin û kirinên wan bû».(9) 

Bi rastî jî, li wêdetirî partîyekê an jî sembolekê, ev devjêberdan dibû zemîna jarbûnê ji bo tevahîya tevgereke sîyasî, sendîkayî li gel ekosîstema mîlîtanî ku berê dikaribû têgehên xwe yên cîhanê amade bike, li nava civakekê çêja xwe ya çandî belav bike, bi can û gîyana xwe hesreta xwe ya ji bo cîhaneke baştir biparêze.

*Sîyasetzan.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

___________

1) Perry Anderson, «An Invertebrate Left», London Review of Books, vol. 31, n° 5, London, 12 adar 2009.

2) Eric Hobsbawm, Interesting Times, A Twentieth Century life, Pantheon Books, New York, 2003.

3) Cf. Frédéric Attal, Dîroka Îtalyayê ji 1943an heta roja me, Armand Colin, Paris, 2004.

4) Cf. David Broder, «The Italian Left’s Long Divorce from the Working Class», Jacobin, New York, 14 sibat 2021, https://jacobinmag.com

5) Piero Ignazi, Dal PCI al PDS, Il Mulino, Bologne, 1992.

6) Binêrin li nivîsara Julian Mischi, «Çawa amûrek ji bingeha xwe dûr dikeve», Le Monde diplomatique, kanûna paşîn 2015.

7) Achille Occhetto, giranbihayekî bêhempa ’89, Feltrinelli, Milan, 1990.

8) Guido Liguori, Kê PCÎ kuşt?, Éditions Delga, Paris, 2011.

9) Ralph Miliband, Dewlet li nava civaka kapîtalîst (1969) Maspero, Paris, 1973.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.