Hezîran 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Xew xwedî dîrokek e

Razana êvarê, xewkirina bênavber, şîyarbûna serê sibê: jê normaltir çi heye? Ev zincîr wisa xwezayî xuya dike ku lê destwerdana di nîvê şevê de wekî ji rê derxistinê xuya dike. Lê belê ev yek hertim ne wisa bûye. Pêvajoya hezaran salan, xewa mirovî bi qonaxeke şîyarmayîna şevînî hatîye qutkirin. Demeke ji bo xwe veqetandî, li nava xewn û xeyalên xumamî, ku dibû deriyê menzela binhiş.

Rojên pêşî yên payîza sala 1878an, Robert Louis Stevenson, hingê 27 salî, li Cévennesê du rojan bi zehmetîyeke mezin meşîya. Hevala wî ya gerê kerekî bi navê Modestine bû. Stevenson ew berhema –Girava bi xezîne- L’Île au trésor ancax pênc sal şûn de weşand û bû xwedî navûdengê xwe yê wêjeyî. Li nîvê gera xwe, wî li ser mêrgeke bi darên çamê dorpêçkirî konê xwe vegirt. Piştî şîveke bi ser xwe ve hatinê, dema rojê beza xwe êdî temam dikir û diçû ava, wî şewqeya xwe danî ser çavên xwe û li nava «torbeyê xwe yê xewê» xwe vezeland. Lê belê, li şûna ku heta berbanga sibê rakeve, hinek piştî nîvê şevê şîyar ma, vî wextî jî têra wî kir ji bo cixareyekê bi bêhna fireh bikşîne û bi qasî saetekê bikeve nava hizr û xeyalan. Tu caran berê, wî ewçend tehm nesitandibû ji «zêdetirî saetek wextê mukemmel»  azadkirî, ji «heytehola şaristanîyê». Ji xwe dipirsî «bi kîjan îlhama neformulekirî, bi kîjan dansûtandina hesas a xwezayê ev xewar tên vegerandin, ber bi heman saetê, li jîyanê?»(1)

Tiştê ku Stevenson jê ne haydar bû, ew e ku tiştê wî ji wê şevê kir tecrube formeke xewa adetê ya demên berê bû. Heta serdema hemdem, bi rastî jî, bi qasî saetek an jî hinek zêdetir şîyarîya nivê şevê dest wer dida,  bêhnvedana piranîya niştecihên Ewropaya rojavayî û ne tenê ya şivan û darvanên ji xewên piştî nîvro hêsa dikirin. Endamên her ocaxê ji bo mîza xwe bikin, ji bo kişandina tutûnê an jî biçin serdana cîranên xwe ji nivîna xwe derdiketin. Gelek kes diman li ser nivîna xwe û bi hev şa dibûn, dûa dikirin an jî, ya hê girîngtir, diketin nava fikirîna li ser naveroka xewnên xwe yên ku bi giştî hema berîya şîyarbûna ji «xewa pêşî» didîtin.

Bi tesbîta xemsarîya dîrokzanan beramberî pirsgirêka xewê, me gelek agahî, parçe parçe bin jî ji zimanên cuda, bi saya çavkanîyên wekî îfadeyên mahkemeyê, rojnivîsên mahrem û berhemên fîksîyen kom kirin. Ji van parçeyên agahîyan, ji nû ve pêkanîna vî awayê razegirêk (enîgmatîk) ê xewkirinê mimkin e(2). Qonaxa pêşî bi awayekî adetî bi îfadeya «first sleep-xewa pêşî», an jî, kêmtir caran, wekî «first nap» («xewa/xilmaşa pêşî») an jî wekî «dead sleep –xewa mirî» («xewa kûr») dihat binavkirin.. Bi fransî, îfadeya dihat bikaranîn «xewa pêşî» an jî «di xew re çûna pêşî» bû, bi îtalî «primo sonno» an jî «primo sono», û bi latînî «primo somno» an jî «concubia nocte». Qonaxa hişyarîya navberê -ku Stevenson wê bi awayê helbesta wekî «vejîna şevînî» bi nav dike- bi awayekî giştî wekî «watch» an jî «watching» («çavdêrî») dihat binavkirin. Her du qonaxan jî kêm zêde bi qasî hev dewam dikirin. Mirov piştî nîvê şevê ji xewê şîyar dibûn, berîya ji nû ve bikevin xewê ji bo beşa mayî ya şevê. Helbet, saetên rabûn û razanê yên herkesî ne eynî bûn, heta yên kesên têra xwe zû radiketin jî, têra xwe zû radiketin ji bo van her du navberên xewê nas bikin. Û gava kesek piştî nîvê şevê radiket, mumtemelen ew berîya derketina rojê ji xew şîyar dibû.

Berav, evîna cinsî an jî nêçîra qaçax

Di nêrîna pêşî de, nirxandina vê xewa parçekirî wekî adetekî çandî yê serdemên pêşî yên tecrubeya xiristîyanî ji mirov re bi cazîbe xuya dike. Ji dema ku ezîz Benoît di sedsala VIemîn de xwestibû ku keşe piştî nîvê şevê rabin ji bo xwendina ayetan û îlahîyan, ev rêzik û yên din ên nîzama Bénédictins li nava gelek dêrên alman û fransî hatibûn belavkirin û roj bi roj zêdetir jî berbelavtir dibûn. Lê belê ne tenê kesayetên ne girêdayî Dêrê, ên wekî Pausanias Périégète û Plutarque, di nivîsên xwe de vê îfadeyê bi kar tînin, herweha ev yek ji bo nivîskarên serdema klasîk jî mijara gotinê bû, bo nimûne Tite-Live di berhema xwe ya Histoire romaine-Dîroka romayî de an jî Virgile di L’Énéide de, her du jî di sedsala yekemîn a berîya Zayînê de hatine nivîsandin. Wekî din di Odyssée ya Homèros de, ku berîya Zayînê li dawîya sedsala VIIIemîn û destpêka sedsala VIIemîn hatîye nivîsandin! Li alîyê din, di sedsala XXan de hin çandên ne rojavayî û ne xiristîyan jî şêweyekî xewa parçekirî yê bi awayekî ecêb dişibe yê ewropîyên serdema modern radixin pêş çavan.

Berevajîyê tiştê Stevenson jê guman dikir, ev rabûna ji xewa şevê, têkilîya wê pir kêm heye bi xewa li bin ezmanan, tevî ku şivanan û nêçîrvanan jê sûd wergirtibin jî. Ev hobûn li serdema modern ji alîyê piranîya mirovan ve dihat parvekirin. wekî ku ceribandinên salên 1990î li National Institute of Mental Health -Ensîtûya Neteweyî ya Tendirustîya Hişî (NIMH) ya Bethesda-, li Marylandê jî nîşan didin, îzaha vê yekê muhtemelen li nava tarîtîya ku xwe li piranîya malbatên serdema berîya pîşesazîyê pêçabû veniştîye. Dema ku hewl didan şertên xewa «préhistorique – pêşdîrokî» ji nû ve biafirînin, doktor Thomas Wehr û hempîşeyên wî vedîtin ku kobayên wan ên mirov ên bêparhiştî ji ronahîya sunî bi ketina şevê re bi qasî çend hefteyan, dawîya dawî dielimîn şêwazekî xewa parçekirî ku bi awayekî ecêb, hema hema eynî wekî ya li malên serdema modern bû. Mehrûmbûyî ji ronahîya çêkirî heta bigihîje çardeh saetan her şev bi tevahî, kobayên Wehr pêşî li ser nivînên xwe bi qasî du saetan dirêjkirî diman; dûre, wan bi qasî çar saetan xew dikir; di dawîya vê qonaxa pêşî de, ew ji nû ve ji xew  şîyar dibûn ji bo du sê saetan bêhnvedaneke rihet û bi hizirîn; axirî, ji nû ve diketin xewê ji bo çar saetên îlawe, berîya ku careke din îca bi temamî şîyar bibin. Qonaxa navberê ya «şîyarmayîna bêxem» xwedî «endoktrînolojîya safî» , li gel rêjeyeke zêdekirî ya prolaktînê, hormoneke fişekî ya naskirî ji bo mirîşkên di kurkê de ji bo xwegirtina li ser hêkên xwe di dema demên dirêj ên bêlivbûnê de. Ji bo Wehr, mirov dikaribû vê kêlîya şîyarmayînê bişibanda rewşeke hişmendîya guherandî ya mîna medîtasyonê(3).

Herçendî kesên ku, li serdema modern, piştî nîvê şevê şîyar diman, ji nû ve diketin xewê pir berîya dawîya qonax şîyarmayîna ceribandî li ser kobayên Ensîtûya Neteweyî ya Tendirustîya Hişî (NIMH), hin ji wan ji nivîna xwe derdiketin gava ji xewê radibûn. Gelek ji wan, helbet, pêdivî bi çûna destavê hebû. Yên din ji bo çixare kişandinê, li wext pirsînê an jî pêxistina agir ji vê firsetê sûd werdigirin. Ji bo hinên din, ev êdî dibû wextê karê li benda wan bû. Di sedsala XVIImîn de, Henry Best of Elmswell, cotkarekî ku qet xwe bêpar nedihişt ji rabûna «li derdora nîvê şevê» ji bo pêşîgirtina li weşandina zevîyên xwe ji alîyê sewalên talanker. Ji bilî mijûlbûna bi zarokên xwe ve, jin ji bo gelek karûbarên suxre -nexasim karê cilşûştinê- yên malê pêk bînin, ji nîvîna xwe derdiketin. «Gelek caran nîvê şevê, em ji nivîna xwe derdikevin», ev gazin dikir Mary Collier di The Woman’s Labour de («Karûbarê jinê»), di sala 1739an de. Rabûna di nîvê şevê de herweha derî ji îhtîmalên bi temamî cuda re jî vedikir. Tu qonaxeke din a rojê ewçend musaît nebû ji bo sûcê biçûk ê bi hemû formên xwe ku vê kêlîya ku têde her kesek ji dinyayê qutbûyî bû: şêlandina dikanan, avêtina ser şantîyeyên keştîyan û li deverên din ên kar ên qada bajarî, an jî li gundewarîyê dizîna darên şewatê, talankirina baxçe û bostanan.

Piranîya mirovan, gava ji xew şîyar dibûn, muhtemelen nivînên xwe terk nedikirin. Ji bilî duakirinê, wan li gel hevalê an jî hevala xwe ya nivînê sohbet dikir an jî der barê tendirustîya zarokekî an jî tendirustîya xwe de agahî didan hevûdin. Cotkar bi giştî li kêlîya şîyarbûna xwe ya pêşî, diketin nava têkilîya cinsî. Di sedsala XVIemîn de, doktorê fransî Laurent Joubert îdîa dikir ku têkilîyên cinsî yên serê sibê ji bo cotkar, pîşekar û karkeran dihişt ku bibin xwedî gelek zarokan. Ji ber ku westabûnê nedihişt karker di dema raketinê de bikevin têkilîyên cinsî, wan têkilîyên xwe yên cinsî «piştî xewa pêşî», gava «zeftir xweşîya wan dihat, di nava rihetî û kêfxweşîyê de» pêk dianîn.

Ji bo her gîyaneke aktîf, du hebên din ên ku di cih de ranediketin û hişyar nediman hebûn. Eger ne berîya xewneke xewpelişîner bûya, gelek caran du bergehan mohra xwe li vê şîyarbûna pêşî dida: ramanên tevlîhev ên diçin û tên «wekî ku musaît didîtin», ên li gel hesteke kûr a tatmînbûnê. Di tarîfa bîrewer de ku di berhema The Haunted Mind (1835) de cih digire, Nathaniel Hawthorne israr dikir: «Eger we karibûya saeteke şîyarbûnê tercîh bikira, ew ê eva han bûye (). We qadeke navber peyda kir ku têde karûbarên jîyanê tênagerin, li vê kêlîya ku didome û dibe bi rastî jî dema niha.» Saetên pêşî yên sibehê dikaribûn bibin kêlîyeke serwerîya mezin a ferdî.

Pir caran, dema ku ew şîyar dibûn ji «xewa xwe ya nîvê şevê», mirovan bi baldarî berê xwe didan kaleîdoskopeke dîmenên qismen krîstalîzebûyî: tabloyên hinek melûlbûyî, lê belê bi tesîr û balkêş, ên xewnên xwe. Wekî li qonaxên dîrokî yên berê, ew li serdema modern dibûn xwedî roleke girîng di jîyana rojane de. Li gorî nêrîna giştî, wan herweha bi qasî rabirdû, siberoj jî derdixist holê. Piranîya xelkê ne tenê kalîteya wan a kehanetî, lê herweha feraseta zêdetir kûr a beden û gîyana ku wan serî lê berdida teqdîr dikir.. Hin xewn dibûn neynika tendirustîya bedenê, wekî ku Arîsto û Hîppokrat jî destek didan vê nêrînê, dema ku yên din ronahîyekeke nadîr didan ser kûrahîyên herî hundirîn ên gîyanê. Pir berîya fîlozofên romantîk ên sedsala XIXemîn û Sigmund Freud, ewropîyên serdema modern qîmet didan xewnan ji ber zanîna kûr a kesayeta wan di xwe de dihewand û nexasim ji ber wê yekê ku wan têkilîya ku her kesekî bi Xwedê re dadianî eşkere dikir. Ji bo sinifên civakî yên jêrîn, xewn ne tenê rêya gihîştina hişmendîya xwe, lê herweha awayekî xwe rizgarkirina ji êşên rojane bûn. Personajekî çîrokeke Jean de La Fontaine weha diaxivî: «Xwedavenda bi tevnên zêrîn wê nehone jîyana min; / Ezê qet xew nekim li bin banên zengîn ên neqişandî; / lê belê ma em hêjahîya ji xwe dixwe dibînin? / gelo ew kêmtir kûr e, û kêmtir dagirtî ye ji çêjan?»

Ev bergeh bûn xwedî encamên wisa mezin ku sînorên navbera cîhana şîyarbûyî û ya nexuyayî car caran şîlo dibûn. Tevlîhevî têra xwe berbelav bû li cem kesên nû şîyarbûyî. «Gelo ev xewneke piştî xewa min a pêşî ye?», wisa ji xwe dipirse personajekî Lovel di berhama The New Inn a Ben Jonson de. Li tebeqe û tewên jêrîn û navîn ên civakê, wextê bi kêf ê bi guhdarîkirina çîrok û destanan dihat derbaskirin, helbet ew tevlîhevî hê zêdetir dikir. Bi rastî jî, yek ji rêbazên vegotinî ku bi rêkûpêkî dihat bikaranîn ji amadekirina «fatras» pêk dihat. Fatrasê bergeheke veçirîyayî dida çîrokan û bi vî awayî ew dixistin kirasekî nas ê xewnekê da ku belkî jî otantîkbûna wan zêde bike.

Eger malbatên serdema pêş-pîşesazîyî xeweke neşetitî kiribûya, di dema rabûnê de gelek ji van bergehan muhtemelen wê ji hev belav bûbûna «bi awayê firînê gava ronahî lê vedigere», li gorî gotinên helbestvan John Whaley. Ji bo kesên hema piştî xewa xwe ya pêşî, di cih de ji xew radibûn rewş bi temamî cuda bû. Gelek ji wan muhtemelen di çend kêlîyên berê de ketibûn nava xewnekê û vê jî derfet dida wan ku bergehên şevînî yên hê zindî ji holê rakin, berîya ku ji nû ve bikevin nava tarîtîya bêhişmendîyê. Piştî şîyarmayînê, dibe ku ji wextekî têra xwe dirêj sûd dihat wergirtin da ku xewnek karibe bigihîje forma xwe ji kêlîya kaosa destpêkê ya dîmenên bêserûber û şûn ve.

Dûrketina ji bergehên şevînî

Bi sedan, belkî jî bi hezaran sal vê rewşê wisa dewam kir. Ji dawîya sedsala XVIIIemîn ve, xewa parçebûyî, bi navberên şîyarmayînê, wê bibûya rewşeke nadîrtir, pêşî li nava sinifên halxweştir, ên li derdora bajarên baştir ronîkirî rûdiniştin, dûre, hêdî hêdî, li nava tewên din ên civakê, ji bilî yên derdorên herî tenêhiştî. Lê belê, jiholêrabûna wê hema wisa di şevekê de pêk nehat. Erezyona tarîtîyê ancax li berbanga sedsala XIXemîn li wargehên herî mezin ên Brîtanyayê, bi pîşesazîbûn û zêdebûna berdewam a zengînî û wextên kêfê yên sinifên navînî û bilind ên bajaran re pêk hat. «Jîyana di her saeta şevê de şîyar e», wisa digot çavdêrekî li Londonê di 1801ê de. Profesyonelkirina polîs, livûtevgerên şevînî yên bazirganîyê, serlêdana ji bo xebata şevê û nexasim başkirina ronahîya nava malê û zêdekirina ronahîya rêyên gelemperî wisa kir ku şev êdî her diçû kêmtir tarî dibû. Ronîbûna yek lembeya gazê tenê dwanzdeh caran zêdetir e ji ya mûmekê an jî çirayekê. Ronahîya hilberandî bi yek ampûleke elektrîkê tenê di dawîya sedsala XIXemîn de ew hê sed caran zêdetir e ji yên din. Li nava civata zanistî, lihevkirineke berfireh heye têkildarî tesîra psîkolojîk a ronahîya çêkirî -an jî, berevajî, nebûna wê. «Her cara ku em lambeyê pê dixin, destnîşan dike lêkolîner Charles A. Czeisler, bêyî ku em pê bihesin em dermanekî ku xewa me dişetitîne dixwin»- û encamên wê yên herî berbiçav guherîna rêjeya melatonîn a di mejîyê me û germahîya bedena me de ne.

Ev keşfa şeva parçebûyî bi qonaxeke şîyarîyê dike ku xewa yekpare ku em du sedsal e nas dkin, di rastîyê de bibe dîyardeyeke bi awayekî ecêb nû, berhema çanda hemdemî. Ew dikare destûrê bide feraseteke baştir a xirabûnên xewê yên herî berbelavbûyî. Ji alîyê nêrîneke dîrokî ve, ev e ya herî girîng ji bo tesbîtkirina, wekî ku Wehr îdîa dike, «vê sererastbûnê derfet dida vebûna rêyeke ragihandinê an na li navbera xewnan û jîyana şîyarîyê, rêya ku bi demê re qut bû bi tundbûn û zeximbûna xewê ji alîyê mirovan ve». Cudatir ji civakên ne rojavayî ku xewnên xwe kirin sazîyî, feraseta me ya ku em ji bergehên xwe yên şevînî werdigirin peyderpey kêm bû û pê re jî, têgihîştina dilbijî û heyecanên me yên herî mahrem. Li gorî henekekê, dema şev li rojê hatîye veguherandin, teknolojîya hemdemî bûye zemîn ji bo astengkirina yek ji rêyên herî kevin ên xwe digihînin gîyana mirovî û heta ev rê diçe nava deverên herî kûr ên mêjî.

* Dîrokzan. Nivîskarê berhema Transformasyona Mezin a xewê. Çawa şoreşa pîşesazîyî şevên me herimandin, Éditions Amsterdam, Paris, 2021. Ev tekst xwe dispêre beşa pêşî ya berhemê.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Robert Louis Stevenson, Gera bi kerekî re li Cévennes, Flammarion, coll. «GF», Paris, 2017.

2) Em balê dikşînin referansên çavkanîyên destnîşankirî.

3)  Thomas A. Wehr, «A “clock for all seasons” in the human brain – “Saeteke ji bo her demsalê” li nava mejîyê mirov», di berhema R. M. Buijs û al. (dir.) de, Hypothalamic Integration of Circadian Rhythms, Elsevier, Amsterdam, 1996.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial