Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelPaşa İmrek
Nächster ArtikelPopa latînî û bazar

Û şirketên navneteweyî wê (piçek) bacê bidin

Zêde şermoke! Zêde girêdayî dilpakiya Waşîngtonê! Zêde muasît ji bo ji aliyê rêveberiyeke din ve were paqijkirin! Sedemên tinazkirinê pir in têkildarî baca gerdûnî ya li ser şirketan ku ji aliyê serokê amerîkî Joe Biden ve tê xwestin. Tevî kêmasiyên xwe jî, tedbîr dîsa jî guherîneke siyasî ya diyar pêk tîne: ew şirketên navneteweyî ji fîksiyona ku wan li raserî qanûnan bi cih dike, bêpar dihêle.

Di 2017an de Googleê nêzî 20 mîlyar ewro veguhest ser yek ji hesabên xwe yên Bermudayan, piştî ku ew di bihuştên bacê yên cihêreng re derbas kir. Wê salê, li Fransayê, şirketa navneteweyî tenê 14,1 mîlyon ewro baca hatinê da -ji bo wê bi qasî pereyê bêrîkê-. Bi awayekî fermî, heft sed karbidestên wê yên li Fransayê tu tişt nedifirotin vî welatî; tenê dibûn alîkar ji bo şaxê îrlandî yê grûbê: ev bû ya ku hesab di destê xwe de digirtin, li bin hîmayeya nerm a vê bihuşta bacê ya ewropî.(1) Her çî Amazon e, ev dêwa belavkirina li ser înternetê, ew jî sal bi sal, xwe ji baca federal a hatina şirketên Dewletên Yekbûyî  bêrî dike  û dikare, li ser Parzemîna Kevin, îflasa xwe îlan bike, tam li dema ku krîzeke tendirustîyê qezencên wê adeta diteqîne.(2) Vê biharê, rêxistina serbixwe ya ProPublica piştrast dikir ku, wekî kesên xweser, milyarderên navdar -MM. Jeff Bezos, Michael Bloomberg, Warren Buffett, Carl Icahn, Elon Musk û George Soros- bi sûdwergirtina ji valahîyên ku qanûnan pêşkêşî wan dikirin, bac nedidan (an jî hema hema nedidan) Dewletên Yekbûyî.(3)

Bi awayekî paradoksî, tenê Amerîka, hevalbenda wan a herî baş, îro xwedî hêz xuya dike ji bo karibe li ser mijara pirsgirêkên bacê û veberhênanên bîyanî bi şirketên navneteweyî re berberîyê bike. Ji ber vê yekê ji bo vê rewşê pêwist bû Joe Biden li gel partnerên xwe yên G7 ji bo baceke gerdûnî ya ji sedî 15 a ku dikare li gorî hatina wan a konsolîde (ango ji bo hatina kumulatîf a tevahîya şaxên wan) were pêkanîn daxwazê bike, da ku welatên din ên di warê medya xav de sist, bidin ser şopa wî. Tu eleqeya vê tune bi vê gotina komîk û bêtesîr re ku serokomarê fransî Nicolas Sarkozy bi wesîleya zîrweya G20an a 2009an de serf kiribû: «Bihuştên bacê û sirra bankayî, êdî qedîyan».

Di vê navberê de, rêjeya dîyarkirî ji bo vê baca gerdûnî, ji sedî 15, pir nizm e eger ne komîk be. Ew hema hema bi qasî bexşîşekê ye, bexşîşeke ku bi giştî li Amerîkaya Bakur, mişterîyê restorantekê li ser masê dihêlin. Li gel vê yekê ev dibe şahidîya paradokseke dijwar: serokê amerîkî xwe keşf dike ku ew ji li welatê xwe zêdetir li asta dîplomatîk a cîhanî kesê herî bihêz e. Dema M. Biden karî bêyî ku zêde zehmetîyê bikişîne, daxwaz kir ku pêşnîyara wî ji alîyê hemtayên wî yên navneteweyî ve were qebûlkirin, wî ew hêz bi xwe re nedît komargerên Kongreyê îqna bike da ku vê rêjeya backirinê di asta ji sedî 21 de li Dewletên Yekbûyî bide derbaskirin. Hedefa wî ya destpêkê tevî vê yekê rêjeya ji sedî 28 bû. Tevî ku ev dilbijîyeke têra xwe mutewazî bû: ev rêje ji sedî 35 bû gava ku M. Donald Trump valîzên xwe, di kanûna paşîn 2017an de li Qesra Spî danîn…

Di van salên dawî de, hemû welatên Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî (RHPA) bi armanca teqlîtkirina behiştên bacê, li şûna ku li dijî wan têkoşînê bikin, asta xwe ya backirinê daxistin. Li Almanyayê, li Kanadayê, Li Fransayê an jî li welatên skandînavî, di pêvajoya dehsala 2010î de rêjeya fermî daket bin ji sedî 30yî. Û di eslê xwe de, şirketên navneteweyî stratejîyên xwe yên ji bo hê bêhtir kêmkirina vê rêjeyê zêdetir dikin.

Bihuşta bacê, îstîsmareke desthilatiyê

Aborîzan Thomas Piketty mafdar e bi destnîşankirina ku, li rêjeyeke ewçend qels, a ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve piştrastkirî, pîvan dişibe pîrozkirina rejîmeka bacê ya bi îmtîyaz ji bo şirketên navneteweyî. «Bi zindîkirina dîyardeya ku şirketên navneteweyî tenê bi backirina ji sedî 15 wê karibin bicihbûna xwe ya ji bo berjewendîyên xwe li behiştên bacê bidomînin, G7 ketina nava cîhaneke ku têde olîgark bi sazûmanî ji tevahîya xelkê kêmtir bacê didin, resmî dike», wekî ku rojnameya Le Mondeê jî di 12ê hezîrana dawî de ev yek destnîşan dikir. Û welatên Başûr wê qet sûdê wernegirin ji vê konteksta nû. Ew ê dîsa wekî berê hatinên pir biçûk ji pergala bacê ya navneteweyî bi dest bixin, bazara wan jî wê berdewam dakeve asta bazirganîya madeyên xav, ku bi awayekî fermî pir kêm qezenc têde heye û ji ber vê yekê jî di asteke pir nizm de dikare were bibackirin.

Tevî vê yekê, eger ev rewş li şûna bi berçavka hatinên bacê, bêhtir ji alîyê hiqûqî ve were nirxandin, pîvana pêşnîyarkirî ji alîyê M. Biden ve dibe gaveke ber bi pêş ve. Ew herweha dibe zemîna statuyeke hiqûqî ji bo şirketên navneteweyî, tevî ku, berê, tenê şaxên wan, yeko yeko û ji hev serbixwe, ji alîyê dewletan ve wekî yekîneyên hiqûqî dihatin hesibandin. Ji dema ku peyderpey, berî sedsalekê derketin holê, wan ev parçebûna hiqûqî îstîsmar kir.(4)  Wan wextekî baş derbas kir bi sûdwergirtina ji pêvajoya fîyetên transeferê û telafîyê di mijara hiqûqa mulkîyeta fikrî ya li ser markayan, bi zêdekirina akrobasîyên muhesebeyî li navbera yekîneyên aktîv li welatên xwedî baceke dîyar li ser hatinan û sazûmanên sexte yên behiştên bacê ku li wir hatinên nebeyankirî yên li deverên din komî ser hev dibûn. Hê li bîra me ye dema ku nûnerên Starbucks di 2012an de ji parlementerên Qralîyeta Yekbûyî re îzah dikirin bacên hatinê nebin welatên xwe, ji ber telîfên ku divê bavêtana ser hesabên sazûmanên din ên heman grûbê, ku li behiştên bacê xwedîyên gelek patent û mafên bikaranînê bûn. Ev pereyên ji hatinan hatin kişandin, bi kêrî yekîneyê dihatin ji bo ku beyanameyeke bacê ya neyînî pêşkêşî meqamên bacê bike.

Bi awayekî teknîk, biryara G7 qismen vê rola behiştên bacê paşguh dike, madem ku niha êdî bacdanîna ser tevahîya qezencên şirketên navneteweyî mijara gotinê ye: pir ne girîng e nasname û cihê şaxê wan ê ku vê an jî wê fonê di destê xwe de digire. Şirketeke mezin li warê qût-çandinî, enformatîk an jî enerjîyê mafên xwe yên mulkîyeta fikrî an jî hin fonên xwe radestî yekîneyên bermûdî, îrlandî an jî luksembûrgî bikin jî bi kêr nayê, ji ber ku ew ê dîsa jî bikevin ber vê bacê. Ev bingeh dema hatibe danîn, zehmetîya herî mezin niha bilindkirina vê rêjeyê ye.

Helwesta M. Biden xwezaya têra xwe sîyasî û dîplomatîk a dosyaya baca navneteweyî, berevajîyê hewldanên daxistina wê ya ser asta muhesebeyê piştrast dike. Berpirsîyarê vê pirsgirêkê li RHPAyê, M. Pascal Saint-Amans, îro dikare xwe wekî mîmarê van peymanan pêşkêş bike, lê belê evên han bi awayekî berevajî dikevin nava dij-parastineke retorîk ku wî bi salan bi kar anî: wî demeke dirêj îdîa kir ku dosyayê di eslê xwe de zanîneke teknîk û cebîrî ferz dikir û hewldaneke  pir  mezin ji bo ahengkirina rejîmên bacê yên bi qasî du sed welatan dida ber xwe. Ew serdemeke wisa bû ku têde wî li nava hemû medyayan îdîa dikir ku «ahengkirina bacê li ser civakan di asta cîhanê de (…) wê biçûya pêşberî prensîba serwerîya dewletan».(5)  Di deklarasyonê de, Waşîngtonê ji hevnegirtina vê axaftinê berê xwe zîvirand. Çunku ev ne ew pêşketinên teknîk ên li ser plana muhesebeya navneteweyî ne, ku sîyasetan bi pêş dixin, lê belê sîyaset in ku guherînên muhesebeyî ferz dikin.

Ji ber vê yekê, behiştên bacê bi pirsgirêkên sîyasî û dîplomatîk re têkildar in. Qanûnên ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve hatine dengdan ên ji bo notralîzekirina hiqûqa di merîyetê de li deverên din ku li wir şirketên mezin û kesên xwedî serwet bi rastî jî di nava livûtevgerê de ne, mijara gotinê ne. Hikûmet dest werdidin karûbarên dewletên din. Parlemena Bahamayan bo nimûne şirketên bêrîkirî, yên ne li ser hatinê, ne jî redkirina nasnameya rêveberên xwe bacê didin, bi şertê ku tu aktîvîteyê li komegiravan nemeşînin afirandin. Bi awayekî din mirov bibêje, mafê wan heye tenê sermayeya li derve çêkirî li wir tescîl bikin. Bi vî awayî, Bahama awayê birêvebirina sermayeyê û backirina wê sererast dike, li deverek ji deverên cîhanê… ji bilî li cem xwe.

Dema komîsera reqabeta Yekîtîya Ewropî, Mme Margrethe Vestager, hewl da -tam jî li dijî sazîya xwe- di 2016an de avantajên bacê yên ku Îrlandayê ji bo qezenca şirketa înformatîk Apple pêk dianîn betal bike, wê pênaseyek dît ji bo rola vê behişta bacê ya ku wê karibûya xwe li gorî hemûyên din eyar bikira. Îrlandayê, li gorî parastina wê, bi biryardana li ser baca şirketên di asta ewrûpî de, û ne ya tenê welatekî, hêza xwe ya qanûnçêkerî îstîsmar dikir û dest werdida nava karûbarên dewletên din. Biryara wê axirî di 2020î de ji alîyê dadgeha Yekîtîya Ewrûpayê ve hat betalkirin. Li gel vê yekê, ji bo pênasekirina qanûna offshore wê tevkarî dikir û ji bo tedbîrên ku îro M. Biden soza wan dide jî derî vedikir.

Li şûna bikaranîna berkanîka dîplomatîk li dijî hemû welatên ku, bo nimûne Îrlanda, hêza xwe xirab bi kar tînin, Waşîngtonê G7 îqna kir ku prensîba ku tedbîrên wan bêtesîr dike bipejirîne: venasîna şirketên navneteweyî wekî kirdeyên hiqûqî çawa bin wisa. Pir zehmet e vê gavê pêşbînîkirina li ser bikêrhatîbûna van ragihandinan. Ji bo pîvandina qada wan a tesîrê, mirovê karibe pala xwe bide ser du pîvanan. Pêşî, nîşandêra veberhênanên rasterast li derve (IDE). Eger kirarîyên (transaksîyonên) sexte yên navber-grûban, ku bi awayekî sunî ji giravên Kaymanan, ji Luksembûrgê an jî ji Delawareyê navendên fînansê yên navneteweyî yên mezin çêdikin, kêm nabin, ev yek wê were wateya ku awayên veşartina sermayeyên li behiştên bacê hene. Pîvana duyemîn: bi awayekî lojîk, ji bo xezîneya gelemperî ya dewletên ku lê karûbarên xwe dimeşînin, divê şirket zêdetir tevkarîyê bikin. Vê gavê, baca li ser şirketan tenê ji sedî 5ê tepsîya bacê ya li Fransayê an jî ya li Almanyayê ye. Û ev dane, tenê para bacên ji alîyê şirketên bêhtir dîlgirtî yên biçûk û navîn ve hatîye dayîn didin ber xwe. Dema muqeyeseyek tê kirin, bacên li ser berxwarinê û li ser hatinên ferdî, ew jî, di navbera ji sedî 60 û 65î de radibin û dadikevin.

Wekî din divê mirov di bîra xwe de bigire ku pirsgirêka bacê tenê yek ji gelek bergehên pirsgirêka cîhanî ya qanûnên hêsankirinê ne. Ev qanûn ne tenê ji bo binpêkirina hiqûqa bacê ya eyaletên ku şirket lê bi pêş dikevin, herweha ji bo binpêkirina hiqûqê bi xwe jî rê vedikin. Herêmên serbest û herweha lîmanên serbest her mafekî kar ê kedkaran asteng dikin, tevî ku li bihuştên din ên xwedî rêzikên hêsankirinê yên wekî giravên Kaymanan ji bo spekulasyona borsayê, giravên Marşal ji bo sûdwergirtina ji petrolê an jî Kanada ji bo pîşesazîya madenê, hembêza xwe vedikin ji bo grûbên ku şirketan di warê hiqûqa hawîrdor an jî hiqûqa ferdî de tescîl dikin. Têkildarî mafên mirovan jî, tê zanîn ku şirketên navneteweyî pir jêhatî ne, ji bo xwe pak nîşan bidin li pêşberî dadgehan dema ku yek ji şaxên wan li cihekî cuda yê cîhanê dikeve nava skandalekê. Gelek caran, dadgerek wî heqî di xwe de nabîne ku ceza bide navenda şirketekê ji ber sûcekî ku şaxekî wê yê ji alîyê hiqûqî ve serbixwe, li derve kirîye. Bo nimûne, biryara Dadgeha Laheyê ya 2013an ku red kir ceza bide mala mezin a şirketa Shell, a li Hollandayê, ji ber zirarên hawîrdarî yên xedar ku dabûn Nîjeryayê û di encamê de ev berpirsîyarî avêtin ser milê yek ji şaxên şirketê.

Dimîne ev tesbîta ku tengezarîyê diafirîne: tenê Amerîka wisa xuya dike ku ketîye rewşa ku destûrê dide, an jî wê rojekê ji nû ve astengîyê çêke ji bo vê amûrê, dema ku Ewropayê nekarî pêşîyê bigire li dîyardeya offshore di nava xwe de. Yekîtîya Ewropî, parzemîn li gorî ferasetên cîhanîbûnê bi xwe bi serûber kir, bi rê vekirina ji bo Romanyayê, bo nimûne ji bo bi awayê herêmeke serbest tevbigere, wekî din hişt ku Komara Maltayê jî bibe lîmaneke serbest, û bêdeng ma dema ku Îrlanda û Hollanda jî bûn bihuştên rêzikên hêsankirinê û Luksembûrg jî bû supermarketeke qanûnên musamehekar.

* Profesorê felsefeyê li Zanîngeha Moncton (Kanada) û nivîskarê Sextekarîyeke kirasê qanûnî lêkirî. Agahîyên berbiçav li ser “behişta bacê”, Écosociété, 2016.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

 

________

1) Boris Cassel û Matthieu Pelloli, «Di 2018an de, Google li Fransayê, tenê 17 mîlyon ewro bac da», Le Parisien, 01.08.2019, û Maxime Vaudano, «Optîmîzasyona bacê: Google xwe ji mîlyaran ewro bacê rizgar dike bi cihguhertina berdewam a faîzan li Bermudayan», Le Monde, 04.01.2019.

2) Rupert Neate, «Amazon had sales income of €44bn in Europe in 2020 but paid no corporation tax », The Guardian, Londres, 04.05.2021.

3) Jesse Eisinger, Jeff Ernsthausen û Paul Kiel, «The secret IRS files: Trove of never-before-seen records reveal how the wealthiest avoid income tax», ProPublica, 08.06.2021, www.propublica.org

4) Binêrin li nivîsara Nuri Albala, «Sûcên aborî yên necazkirî», Le Monde diplomatique, kanûn 2003.

5) Sarah Belhadi, «Pascal Saint-Amans (OCDE): “Li ser optîmîzasyona bacê, divîyabû paradîgma biguhere”», La Tribune, 27.11.2015.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial