Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelUtopyaya amazonî
Nächster ArtikelBo Widerberg, dij-Bergman

“Trawma, civakê nêzîkî hev dike.”

Ne bi rêya jibîrkirinê lê bi rêya bibîranînê û helwesta rast belkî hinek aramî bikeve gîyana mirovan. Ev tê wê maneyê ku ji hemû etnîk û dînan mirov dest pê dikin bawerî bi hev bînin û bi hev re jidil bipeyivin. Tenê wisa û bi pêvajoyeke wekhevî û rûmetdarî zimanekî nû yê aşitîyê dikare bê dîtin.

Birêz Kızılhan, li ser nexşeya trawmayên civata kurdî, em her cûre şopên ku mirov bikare bijî dibînin. Li gel vê yekê di pêvajoya veguhestina van trawmayên ku sedemên wan rast nehatibe tesbîtkirin de jî rêzeqeza qewimîn. Li gorî we divê em sedema bingehîn a trawmaya xwe ya civakî çawa vebêjin?

Trawma birîneke ruhî, ango derûnî ye. Piştî ku teşqeleyên xedar û giran tên serê mirov, ev pişt re dikevin nav tirseke mezin û êdî nikarin wekî dema berê bijîn. Jîyana wan bi civakî tevlî hev dibe, li her cih û her kesî wekî tehlukeyeke mezin û dijmin dibin. Di hundirê xwe de êdî ev mirov ne azad in, tijî agresyon, nefret û tirs dijî xwe û dijî derva ne. Aramîya xwe nabînin, mejûyê wan her dem bi vê tirsê ve meşgul e, xwe dijî herkesî diparezin an jî ji ber vê tirsê êrîşî mirovan dikin. Ji bo mirov karibe hinekî bi vê nexweşîya derûnî bijî, mexdûrekî hildibijêre. Ev kesekî dijmin e an jî kes û komeke ku di nav civaka xwe de dibijêr e. Ji ber wan sedeman jî carna şerê nav-xweyî yê malbatî, civakî derdikeve.

Herweha trawma ne tenê mirovek dikare bijî, herweha civak an jî miletek dikare têkevê bin bandora trawmayê. Ev weha bandoreke mezin dide li ser aborî, civak, çand û sîyaseta wî miletî. Her gav avêtin, biryardayîn li ser bingehên tirs, bêbawerî ji xwe û civaka xwe, car caran bi zor, kotek û şîdet tê dayîn. Biryarên mantiq û reel kêm dibin, hestê nefret û tires, bandor li ser dîtin û fêmkirina dinyayê rista xwe dileyizînin. Weha jî, nankokîyên di nav civakê de zêde dibin, heta şer dikare di nav eşîr, komên olî û sîyasî de derkevin.

Ku em dîroka kurdan temaşe bikin, em dikarin guman bidin ku trawmayên kurdan ne hewqas hêsan û kêm in. Kurd di dîroka xwe bi şexsî û civakî pir trajedî, kuştin, penaberî, hingavtin dîtine û heta niha jî dibînin.  Trajediyên wekî li serhildana Şex Said, Seyid Riza, Qoçgîrî, Mahabad, qirkirina gelê kurd li Halebçe, jenosîda dijî Êzîdîyan û niha li rojava, nayên ji bîr kirin. Ev wekî qeleyek ji zincîra dîroka kurd girêdayî hev in. Bi her bîranînekê dilê mirov dişewitê, bedenê mirov dilerize û bêhêz dibe. Girî û hêrs, nefret û tirs tevlî hev dibin.

Kurdan wekî civak pir caran di dîrokê de winda kirine. Ev rastîyek e. Rastîyeke ne xweş e, lê weha ye. Windakirin û têkçûn bawerîya mirov dişkêne, an jî hewqas radîkal û bê çare dike, ku mirov li dijî xwe û li dijî der û dorê şer dike, lê nizane çima û çawa şer bike. Ku îro kurd hê jî wekî miletekî li jîyanê mane, tiştekî efsûnî, mucîze ye.

 

Li gorî we civak amade ye ku bi xwe re û bi xisara mafên ku hatine ceribandin û nehatine bidest-xistin re rû bi rû bibe?  Li gorî we metoda veguherîna tendirustî divê çawa pêk bê? Ev veguherîn dikare çawa pêk were?

Berîya hertiştî divê were zanîn ku her kes piştî bûyereke trawma nexweşîyeke derûnî nagire. Li gorî lêkolînan teqrîben ji sedî 20 heta 30 nexweşîya posttrawmatîk stres û hewceyî dermankirinê ne. Li alîyên din trawmayên ku ji nifşan derbasî nifşan dibin û trawmaya kolektîf ku li gel kurdan gelek car peyda bûye ji alîyê dermankirinê ne hewqas hêsan e. Ji bo vê aramî, azadî û jîyaneke “normal” ya aborî û civakî bi xwedî ziman û nasnameyeke tendirustê pêdivê. Ev jî, niha ji bê sedemê tên zanîn li Kurdistan tune.

Her sê tîpên trawmayê: trawma şexsî, kolektîf û trans-nifşan li Kurdistanê bi hev re bûne wekî yek girêk. Ev ji bo vekirina vê girêkê rista civakê, serkirdeyên kurdan û rêkxistinên wan û rewşenbîran giring e. Herweha divê mirov bixwe û seranserî civakê amade be ku bûyerên wekî destdirêjkirina jin û mêran ji alîyê dijminan, rêvandin û koçberkirina bi hezaran kurdan, bêçaretîya kurdan, “bira’’kujîya kurdan û gelek mijaran ku hatine tabûkirin, werin gengeşkirin, da ku ev birîn hinekî were dermankirin û hinek girêk werin vekirin. 

Miletê kurd îro dikarin bê slogan, bê polîtik, bê îdeolojî, bê berjewendî, bê nijad û etnîk, bê ol û teriqat, bê taktîk û stratejî û bê sînor arikarîya mexdûrên kurdistanîyan bikin?

Ez niha bibêjim, ku derfetên tibî û psîkotrawmatolojî tune bin, pîştgirî hertişt e: Nanek e, çadirek e, torbeyek şekir, bankinotek, gotineke xweş, ser saxîyek, hêvîdayin e.

Em di wan salên derbasbûyî, wekî li Şengalê an jî li Efrînê dibînin ku kurd li her parçeyê cihanê piştgirîya ji bo xelkê xwe dîyar dikin. Ev tiştekî pir giring e. Ev mesaja ku hûn ne bi tenê ne ji bo domandina jîyanê, hêvîyeke nû di wan rojên xedar de pir giring e.  Ango weha xuya ye ku bi wan tradjedîyên trawma re, wekî karesat, kuştin û koçberîyê mirov ku têbigihije, dikarin ji wan trawma fêr bibin û xwe û civaka xwe pê mezin bikin.

 

Lê ev jî heye: mirin, êş û tadeyî dikare xelkê nêzîkî hev bike. Dost û dijminan ji hev cuda dike. Perspektîvên nû di ketina kûr û kadastrofan de derdikevin.

Di lêkolînên psîkolojîyê de ji vê fenomenê re dibêjîn ”mezinbûn û têghiştin bi trawma re“. Bi nexweşîya posttrawmatîk-stres mirov dikeve nav depresyonê, mejûyê mirov baş kar nake, xew nake, xewnên giran û tirs tên jîyankirin. Trawma ku em bahs dikin, civakê nêzîkî hev dike û ji vê trajedîyê perspektîvên gelemperî, çandî û civakî derdixîne. 

Di zanyarîyên tendirustî û psîkolojîyê de êdî em dizanin ku mirov, ango her şexis xwedî hêz û derfet e ku ji xwezayî girtîye. Ku mirov bizanibê wan hêz û derfetan bi kar bîne, mirov bixwe dikare piranîya alozîyan derman bike. Bi serketina dijî alozîyan mirov û kom dibe xwedî tecrubeyên nû û mirov (şexs û civak) pê mezin dibin.

Bê guman ev nayê vê wateyê ku ev trajedî dê werin jibîrkirin. Ev bîranîn, bi taybetî mirovên ku xuşk û birayên xwe, dayik û bavên xwe, zarok û zêçên xwe windakirine, tucar wan bûyeran ji bîr nakin. Lê ev ê bikarbin bi piştgirîya civaka xwe bijîn, ji ber ku hêvîyek di vê dema tarî de rê ronî dike. Hemberî semptomên nexweşîyê û negatîfizmê derfetên dermankirin û pozîtîfizmê dikarin di nav civakê de wekî kultureke nû werin çandin.

Hêvîya milet divê tucar nemire û weha jî trawmaya miletekî hêdî hêdî derman dibe. Hêvî motora jîyanmayinê ye, lê ji bo vê jî mesuletîya serkirdeyên kurdan gelek mezin e. Lê mixabin ji ber gelek sedeman, heta ev bixwe jî mexdûrên trawma ne, nabin hêvîyek ji milete xwe ku herdem li ser navên wan diaxivin û têdikoşin.

 

Ango li gorî we trawmaya divê ji nivşên nû re bê veguhestin çi ye? Ji sedema derengmayînê  zarokên me yên ku di vê serdemê de tên dinyayê dê vê mîratê hilgirin ser milê xwe? Di pêşerojê de geşepêdanek bi çi rengî li benda wan e?

Me li jor jî hinek bahs kir: Di dîroka gelê kurd de mixabin gelek jenosîd û karesat qewimîne. Ev bêguman bi şiklekî bandor didin ser nifşên din. Ev nifş bixwe rûbirûyî karesat, hingavtîn û koçberîyê dibin. Ango ev trawmaya bapîrên xwe û trawmayên xwe dijîn û wan trawmayan bi şiklekî didin zarokên xwe. Ev derbasbûna fermanan bi çirok, metelok, dengbêjî, muzîk, olî û rituelên din tên bîranîn û weha heta îro dom dikin. Em niha jî dizanin ku gelek nifş li ser hev wan trawmayan derbas bikin ji alîyê DNA jî derbasî xwîna zarokan dibe. Di lêkolînen li ser holokaust, ango qirkirina cihûyan di şerê cihanê yê duyemîn de piştî nifşan semptomên postrawmatîk stres peyda dibin. Meseleya kurdan dijwartir e, ji ber ku ne yek bi sedan karesat û kadastrofên mezin dîtine. Ev bûyer bûn parçeyek ji mejûyê kolektîf û bi her kurdekî di bi zayin an ji li ser zayin (bîrbûnê) re heye.

Ji bo ku zarokên me trawmayên dîrokî û kolektîf negirin, divê ev li ser wan trawmayan bi babeteke nerm werin agahdarkirin û divê jîyana wan ne di nav şer, mirin, kuştin, bombebarankirin û şidetê de be. Ku ne weha be dayik û bav nikarin ji bo siberojê hêvîyekê bidin wan zarokan. Ji bo derbaskirina trawmayê persfektîfeke ji bo sibê û dusibê divê hebe, ne birçî be, here dibistanê, xwedî heval be û di nav aramîyê de bijî. Ku ev derfet tune be, zarok hewceyî evînê, piştgirîyê û zeximkirina nasname û zimanê xwe ye, da ku bikaribin vê miratê hilgirin ser milê xwe û di pêşerojê de ev mîrat hinekî sivik bikin, da ku zarokê wan ji vê trawmayê rizgar bin û bi tendirustî bijîn. Ji bo vê jî berpirsyarîya dayik û bavan, dibistan û civakê gelek mezin e.

 

Ji bo şikandina vê zîncîra weguhestinê, hewcedarîya civata kurdî bi kijan metodên têkoşînê heye?

Bi gelemperî xebata bibîranînê û nivîsandina wan jenosîd û karesatan, yanî belgename divê ji alîyê hemû komên etnîk û dînî ve bên çêkirin. Pirs ne ew e ku pirtûkeke dîrokê ya zanist bê nivîsandin. Pirs ew e ku mirov guh bide mirovan, dîyalogeke aştîyane û bi wê yekê jî pêvajoyeke aştîyê ya sivîl bîne holê. Herçiqas bi awayekî behsa xilasîya ji tabûyê, mijara peyvê ye jî, divê mirov dijwarîyên hevtêgihîştina dîyalogê di navbera alîgirên komik û nifşên cihêreng ji bîr neke.  Veguherîna komaleyetî bi gelemperî û serobinbûna civakê bi taybetî, xebata li ser perspektîveke hevbeş hem pêwîst hem jî dijwar dike.

Bi rêya pêkanîna platforman, enstîtûyan û bi vê yekê nivîsandina dîroka jîyankirî ya devkî ji alîyê kesên di jîyanê de mayî û şahidên wê demê dikare rabirdûye çêtir bide fêhmkirin. Bi belgekirina dîroka jîyana wan, dê rûmet û şanazî bi kesên di jîyanê de mayî û şahidên wê demê re bê dayîn. Mexdûr dê bi rêya belgekirinê neyên jibîrkirin. Nifşên dûpey, bi vî awayî wesîyetnameya bav û kalanên xwe werdigirin û gelek valahîyên dîroka xwe û dîroka trawmayan dadigirin. Ev pêvajo eger ne zêdetir be jî, dê herî kêm du nifş berdewam bike. Ji bo vê yekê sembolîk xanîyekî bibîranînê gerek e ku tê de herkes, herdem bikare bi rabirdûya zindî bikeve pêwendîyê. Ne bi rêya jibîrkirinê lê bi rêya bibîranînê û helwesta rast belkî hinek aramî bikeve gîyana mirovan. Ev tê wê maneyê ku ji hemû etnîk û dînan mirov dest pê dikin bawerî bi hev bînin û bi hev re jidil bipeyivin. Tenê wisa û bi pêvajoyeke wekhevî û rûmetdarî zimanekî nû yê aşîtîyê dikare bê dîtin. Herweha jî kurd ji başûr û bakûr, ji rojava û rojhilat dê baştir hev nas bikin, da ku tecrûbeyên xwe bi hev re par bikin û weha pirsgirêkên navxweyî bi aştî bikaribin careser bikin. Bi bîrbûneke nû, ragihandineke bi rêz kurd dikarin bi êş û tadeyên, bi trawmayên xwe nêzikî hev bibin û weha ji xwe ji vê trawmyê, an jî zarok û zarokên wan azad bikin.

 

Di vê niqteyê de li gorî we divê sîyasetvan bi pêşdîtîneke sosyo-psîkolojîk çawa helwest bigirin û çawa hereket bikin?

Tevgera kurd ji 60 salan vir ve gelek qonaxên pêşketina civakî û sîyasî, lê herweha demeke şerên leşkerî jî, jîyaye. Di serdema globalîzmê û veguherîna mafên civakî û kesane de, pêwîstîya wê bêhtir bi sîyaseteke ku xitabê giş kurdan dike, heye. Lewra ji sîyaseta întegral, ango divê hemû dîmenên civakî li ber çavan bên girtin. Hemû cudahîyên civakî ango yên çandî, olî, herêmî, aborî, eşîrtî û hwd. parçeyekî civaka Kurdistanê ne û divê bê sînor werin rêz û qebûlkirin û roleke mezin di nav sîyaset û çanda kurdan de bileyizin. 

Divê sîyaseta întegral a kurd nirxê hemû pircûreya çandî, civakî, dînî û hebûna bîrewerî li herêmên Kurdistanê (êzdî, sunî, şîî, elewî, kakeyî, ateîst ûwd.; ermenî, tirk, asûrî, ereb ûwd.; jin, mêr, zarok, heteroseksuel, bîseksuel, homoseksuel ûwd.; seqet, tendirust, nexweş ûwd.) bipejirîne, rêz bigre û wan bîne nêzîkê hev. Ev tê wê maneyê ku divê ji bo pratîka sîyasî, şêweyên nû yên sazûmanîya civakî bên dîtin ku tê de kesayet û civaka kurd bên bicihkirin.

Rêxistin, komele, kongre û hwd. ên ku heta niha ji alîyê tevgera kurdî hatine damezrandin îdeolojîk in, ji jor daxistî ne û bi hin beşên xwe cudahîyên erênî yên nirx û normên van civakên li Kurdistanê dişêlînin. Kurd bi wan rêxistinên xwe yên îdeolojîk bixwe zerareke mezin didin çand û hebûna kurdan, ji ber ku ew bixwe bê mantiq, pir tiştên rêzdar û kevin yên komên kurdan tune dikin.

Ji sîyaseta kurdan li her parçeyên Kurdistanê vîzyoneke nû pêwîst e ku karibe dijberîyan, nakokîyan, alozîyan û pirsgirêkan întegre bike. Divê mirov karibe tehamula hebûna nakokîyan di nav kom û civaka kurdî de bike. Di pratîkê de ev tê wê maneyê ku divê realîteya sîyasî ya yekî/ê, ne a kesekî/ê din be û dîsa jî ev bi hev re be. Dîtin û ramanên her mirovî ne wekhev in, lê dîsa jî divê rêzdîtin bi hev re li ser bingehên azadîyê û demokrasîya kurdan gengaz be. Her hewldana ji bo yekîtîyekê, li ser bingeha sîyaseta civakî, ya globalîzmê yan jî, ji sînorên ku kurd niha tê de dijîn wêdetir divê di heman demê de întegrasyona tiştên berê hebûn jî yanî neteweyî, herêmî, kesayetî, dînî, çandî, etnîkî û hwd. têde cih bigrin. Çawa mafê gelê kurd ji bo azadîyê heye, herweha divê mafê yek mirovekî bi xwe jî ji bo azadîyê hebe. Ango mafê yek mirovî divê ji bo „azadîya“ komekê neyê qurbankirin. Êdî ev ne azadî ye.

Ji sedema parçebûna Kurdistanê, li gor dewletên têde dijîn, dikarin perspektîv û stratejîyên sîyasî yên kurdan cuda bin, lê divê ev nebe sedema neheqîyê li dijî hev. Eger şertên veguherînê tunebin, wê demê divê reform wekî tercîheke gengaz bên dîtin. Sîyaseteke înteg-ral a kurdan pîvana hem reformê hem jî şoreşê nas bike ku girêdayî bi rewş û qonaxa pêşketina civakî û sîyasî cihê her yek ji wan têde cuda ye. Tevgera kurd divê di wê xemxurîyê de be ku asta civakê, ger civak ji bo vê yekê amade be, bilind bike.

Çiqas kurd ji cudahîyên hev agahdar bin û li ser wan gengeşîyê bikin, ewqas çêtir bawerî û nêzîkbûn di nav civaka kurdî de pêk tê. Tevgera kurd divê xwe ji bo wan veguhestinbînîyên dijwar amade bike. Bêguman ev jî dê bandoreke baş li ser tendirustîya gel bi giştî bike.

                                                        

Em werin ser mijara berhemên we… We bi hevjîna xwe re bi armanca tedawîkirin û rehabîlîtekirina jinên ciwan yên ji destê DAÎŞê hatin rizgarkirin navendeke rehabîlîtasyonê vekir. Navendeke çawa ye ev der? We çawa alîkarîya van jinên ciwan kir?

Di sala 2014an de pişti ku DAIŞ kete Kurdistanê û bi taybetî jî jenosîda dijî êzîdîyan dest pê kir, dewleta Almanyayê biryar da ku 1000 jinên êzîdî ku ketibûn destê DAIŞê ji bo dermankirina tibî û derûnî werin Almanyayê. Ez wekî yek ji serkirdeyê vê projêyê çûme Kurdistanê û di nav demeke kin de me 1100 kes anîne Almanyayê. Ev jin û zarokên xwe ji sala 2015an heta niha li Almanyayê dijîn û ji alîyê me û gelek pizîşkên din hatine dermankirin. Herweha xanima min û ez li başûre Almanyayê beşekî transkulturel yê psîkosamtik li nexweşxaneyekê dimeşînin. Di wî beşî de terapîst û pizîşkên me bi kurdî, erebî, tirkî û zimanên din dizanin. Weha jî, em car caran wan keçen êzîdî di  demên derûnîyeke alozî de hildigirin vê navendê û bi “team”a xwe em alikarîya wan dikin. Bi gelemperî rewşa wan kesan baş e, hemî ferî almanî bûne, gelek ji wan keçan zewicîne û xwedî zarok in û ji xeynî terapîya derûnî, kar dikin û jîyana rojane wekî herkesî derbas dikin. Em bi vê pêvajoyê gelek dilxweş in, da ku ev jin teslîmî vê trawmayê nebûn û rabûn ser pîyên xwe, wekî Nadia Murad, ku xelata Nobelê standîye, me bi vê projeyê anî Almanyayê û niha bûye yek ji dengê êzîdîyan.  

 

Psîkolîjîya koçberan mijareke gelek berfireh û girîng e. Hûn bi salan e li ser vê mijarê dixebitin û we di dawîyê de serkeftina xwe bi berhemeke gelek hêja û girîng dest nîşan kir. Ez we pîroz dikim. Gelo em ê bikaribin pirtûka we ya bi almanî hatîye weşandin bi kurdî jî bixwînin? Li gorî we ev berhem dê dewlemendîyek çawa li lîteratura me zêde bike?

Di sala 1995an de  min cara yekemîn pirtûkek li ser koçberîya kurdan bi zimanê almanî weşand. Ji vê demê heta niha min gelek lêkolîn û pirtûk li ser mijara psîkolojîya dîaspora û koçeberîyê weşandine û di zanîngehê de li ser kar dikim. Ev pirtûka me ya dawî wan hemû xebatên heta niha û lêkolînên nû li cîhanê li ser dîaspora û koçberîyê li hev kom kirîye. Ev pirtûk bi taybetî ji bo kesên profesyonel ku bi koçberan re kar dikin hatîye amadekirin, da ku hem nexweş û hem doktor, terapîst, şêwirmendên civakê jê sûd bistînin. Bê guman ji xeynî dîroka koçberîyê û bi vê re tendirustîya wan em li ser trawma û nexweşîyên din radiwestin û pêşnîyaran ji bo dermankirin, terapî û şêwirdarîyê dikin. Ev pirtûk niha mehek e li hemû cihî peyda dibe û gelek eleqedarîyê dibîne, ku bê guman min kêfxweş dike.

 

We di seranserî jîyana xwe de hem wekî kirdeyekî hem jî wekî têkoşerekî li ser mijara tesîra kultura totalîter a dînî lêkolîn kirin. Li gorî we li dijî van rejîmên totalîter yên ku li her derê dinyayê qetlîaman dikin û can digrin li gel têkoşîna zanistî, divê civak helwest û reaksîyoneke çawa nîşan bide?

Bi kurt û kurmancî tê dîyarkirin ku hemû civak li cihanê, bila pêşketî an jî paşketî bin ji bo jîyaneke bi hev re çandekê peyda dikin û li gorî dem û şertan xwe pêşve dibe û carna di alozîyên civakî de bi çanda xwe paş dikevin. Çand ji bo miletekî di dirokê de fonksîyoneke tendirustî ya civakî û şexsî hebû û niha jî li gelek cihan weha ye. Çand û ol çarçoveya fikir, raman û jîyanê dîyar dikirin û dikin. Lê wextê çand û ol ji alîyên hinek kesan û grûpan bê alternatîf bibe zagon ji bo hemû babetên jîyanê, êdî ev dibe radîkal, totalîter û şiklê faşîzmê digire. Komên radîkal bi kotek, zilm û zorê, bi şer û kuştinê oleke radîkal dixwaze empozeyî hemî miletan bike. Ji alîyê psîkolojî ve, ev kesên xwedî îdeolojîyeke radîkal, çi dibe bila bibe, empatîya xwe li hemberî kesên wekî wan nahizirin an jî najîn, winda dikin. Minak, di dema kuştina cihûyan de li Almanyayê wan kujeran digot ku cihû ne mirov in û lewra bila zarok, jin an mêr bin, divê werin kuştin an ji bibin kole. DAIŞîyan jî ji me re di hevpeyvînan de digotin ku êzidî kafir in û gunehê wan bi kafiran nayê, ji ber ku ne mirov in. Ango kesên xwedî ramaneke radîkal û totalîter hemû rehm û mirovatîyê winda dikin û dikarin bi hovîtî karesatan bi cih bînin û bi vê re jî bawer dikin ku tiştekî baş dikin û heta ji bo wan qirkirinan, wê herin bihuştê. Di sala 2016an de me pirtûkek li ser psîkolojîya DAIŞê weşand û em dîyar dikin ku çawa mirov dikare mirovan bikuje û mirovan ji şiklê mirovatîyê derxîne. Mixabin, kuştina mirovan ji alîyê mirovan ji dîroka mirovahîyê heta îro diqewime û dom dike. Li gorî texmîna me heta niha 500 milyon mirov ji alîyê mirovan bixwe hatine kuştin. Li ser vê taybetîyê, çand, ol, rehm, exlaq, mantiq û medenîyetîyê mirov çawa hê jî dikare bibe kujer û heta polîtîka dewletan ji bo berjewendîyên xwe û desthilatdarîya dîktatoran ser kuştina mirovan dimeşînin? Ji bo vê divê em ji alîyê bîyolojîk, psîkolojîk û civakî lêkolînan bikin.

 

Wekî endamekî civata êzidî, we hestên nasnameya xwe, bêyî ku hûn bikevin kemîna trawmayê çawa zindî hişt?

Bavên min bi alîye 90 salî ve diçe û navê wî Kurdo ye, ango bapîrê min nêzî sed sal berê kurdewar bû û bi navkirina bavên min Kurdo mîratek ji bo min hîşt. Ji alîyên dinê ez êzîdayetîyê ji bo xwe ne wekî olekê dibînim. Êzîdayatî ji çanda mitraîzimê bi biratîya zerdeştîyê û yaresanî felesefeke taybetî li ser afirandina cihanê, exlaq, mantiq û evînê ji me re hiştîye û ez di nav de mezin bûme. Bi lêkolînên xwe li ser wan mijaran min nasnameya xwe zeximtir kir û bûye bingeh ji bo têgihiştina dîrok û mejûyê kolektîf ku ji bo min siberojên min eşkere dike. Li ser vê bingehê ez baştir ronakbîrên rojava wekî Nietzsche, Habermas, Hegel, Marx, Malinowski, Popper, Adorno, Satre û hwd. bi yên Kurd re wekî Ehmedê Xanê, Elî Herîrî, Feqîyê Teyran,  Melayê Cizîrî, Pîremêrd, Şêx Adî, Sadî Kurdî heta Cegerxwîn bi hev re dihûnim û weha nasameyeke Kurdî û global transkulturel afirandîye. Belkî hinek kompleks were xuyakirin, lê jîyana îro di nav globalîzmê de weha ye û yek çand, yek raman û yek ziman têr nake. Ev ne kêmasîyek e, ev dewlemendîyek e ku ez li gel nifşên nû yên kurdan dibînim.

 

Hûn li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê rewşa îroyîn a sîyaseta kurdî çawa dinirxînin? Wekî mirovekî zanistê ji bo civata ku hûn ji bo nivşên pêşerojê xeyal dikin, divê berhemên çawa bên afirandin û çi derfet bên bidestxistin? 

Netewe rastîyeke raman, ziman û xwestek e. Ger mirov jê bi zanebûn haydar be, bîne zimên, arzû yan daxwaz bike, bi cih tê. Heta niha kurdan hêz û vîzyona xwe di nav desthilatdarîya dewletê de nedîtine, lê di rabirduyên xwe yên azarkêşî de dîtine; nasnameyeke bindest û berxwedanê. Avahîya neteweyî û pê re girêdayî parastina nasnameya kurdî, dikare bi ser bikeve, tenê ger di çarçoveya ziman û çanda kurdî de civakeke peywendekarê siftê bê bi pêş xistin (di vê mijarê de roleke girîng li ser şanê Başûrê Kurdistanê ye). Ger civaka zanist, livger û bazarê dernekeve holê, dê valahîyek peyda bibe. Dibistan, peywendîya zanîngehî heta derveyê sînor, medyaya neteweyî, pirtûk, kovar, alîkarîya gelê kurd dikin ku xwe bi heman têgehan bide fêmkirin. Kampanyaya zimanê kurdî ku ji derveyê û ji ser hemû sazîyên polîtîk tê meşandin û hêvî dikim gelek cidî tê girtin, ji bo geşepêdan û entegrekirina zimanê kurdî di jîyana rojane, perwerde, zanist û aborîyê de gaveke girîng e.

Kurd çiqas jî gilî ji rabirdûyên xwe bikin, mirov hew dikare rabirdûyê bi paş ve vegerîne.

Partîyên kurdan di dîrokê de heta îro risteke mezin ji bo afirandin û çêkirina neteweya kurdî neleyistine. Ev bixwe di vê bawerîyê de ne. Lê, yên bi rastî roleke mezin ji bo afirandin û çêkirina neteweya kurdî leyistine keç û lawên kurd yên ronakbîr, hunermend, nivîskar û mirovên xwedî hizir in.

Kurd nikarin li derveyê dinyayê bijîn. Pirs naskirina nasname û neteweya kurd e. Ger em rexne li xwe bikin, ji bo nasîna yên din, divê ronakbîrên kurd bixwe di nav xwe de zexim bin. Wezîfeya ku dikeve ser ronakbîrên kurd ev e ku bixwe ji xwe re li ser rola xwe ya azadkar û ronakdar kevneşopîyan şanî bidin û hertim bi çavekî rexneyî bi vê kevneşopîyê re bidin û bistînin û bi vê yekê ve girêdayî bibin muxatabên vekirî û rêzdar yên çand û polîtîk ji bo partîyên polîtîk yên kurdî û civakên din.

Nasîna nasname û neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê û pê re pêkanîna mafê çarenûsî divê êdî ne mijarên bi tabû bin. Bihevgirêdan û derbasedema mafên çand, sivîl û herêmî heta perwerdeya neteweyî divê ji alîyê zanist û civakê ve bê tayînkirin û bi heman awayî bikeve jîyanê. Lê ji bo vê yekê di civak û polîtîkayê de guherîna paradîgmayê girîng e.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial