Hezîran 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Transformasyona edebîyata kurdî li Swêdê

Bi vê darêhtina giştî ya pirsan, ev pêdeçûn dê lêhûrbûneka kualîtatîv li ser hokarên serhildana edebîyata kurdî ya Swêdê bike. Ji lewre merema serekî ya pêdeçûnê şirovekirina vê edebîyatê ye. Paşxana teorîk ya li ser binemayên sosyolojîya kulturî, ku dê çarçoveya pêdeçûna pirsgirêkan teşkîl bike, dê şirovekirina hokarên serhildana vê edebîyatê ji perspektîveka dîrokî û civakî ve muyeser bike.

Edebîyata kurdî, nemaze ya kurmancî, di qalibê vegêrrana modern de, kêmzêde li ta-ravgehê [exil/sirgûn] hatîye teşe girtin. Beşek ji vê vegêrranê jî di çapemenîya kurdî ya Dîasporayê de hatîye weşandin. Hokarê dîasporîkbûna vegêrrana kurdî dizivire ser prosesa dewletsazîya modern a Komara Tirkîyê ku li gor monîzma kulturî ya ku li ser binemayê çemkên [motif] jakobenîzmê hatîye avakirin. Heta damezrandina komarê, bi taybet di deheyên destpêkî yên sedsala borî de, çend weşanên kurdî derketin, lê piştî damezrandina komarê mercên weşangerî û edebîyatafrînîya kurdî bi temamî hate guhertin. Wekî ku Hashim Ahmadzadeh weha şirove dike “Di destpêka sedsala 20em de entellektuelên kurd yên Împeratorîya Osmanî di weşandina demnameyên kurdî de aktîv bûn. Hema bi pey damezrandina Kemalîzmê re di sala 1924an de hemî weşanên kurdî hatine qedexe kirin.” (Ahmadzdeh, 2003:146)

Li wî alîyê sînor, bi damezrandina Komarên Sosyalîstên Sovyêtê re û bi patronaja dewletê, edebîyateka din ya taravgeha kurdî hate wucûdê. Zêdebarî hindek berhemên sînorkirî yên ne-fîksîyon, bi taybet di bîyavê [warê] perwerdeyê de, cesteyê edebî yê kurdî li Komara Êrmenistanê werareka [geşbûn] berçav dît. 

Di serdema piştî Şerê Cîhanî yê Duwem de vê carê li Ewropayê dîasporayeka nû çêbû. Berhemên edebî yên kurdî, swêd jî di nav de, li gelek welatên Ewropaya Rojava hatine weşandin. Lê edebîyata kurdî ya li Swêdê cihekê taybet di dîroka zimanê kurdî de digire; ku ev bûyer ne tiştekê tesadufî ye. Hokarekê serekî ji vê hindê re ew e, ku gelek rewşenbîrên kurd çûne vî welatî û karîne li wir serpenahekê peyda bikin. Nivîskarê bi resen kurd Yaşar Kemal di maweyê nivîskarîya xwe de çendîn caran ji ber nakokîyên bi hikûmetên hakim li Tirkîyê re sitara xwe birîye welatê Swêdê. Helûmerc û derfetên ku civak û sazîyên wî welatî berdest dikirin dibe ku egerekê din ji bo serhildana vê edebîyatê be. Şahnişîna Swêdê hertim bûye sitara rewşenbîrên dîsîdent ku ji welatên totalîter hilhatîne. Dîyardeya zuhûr û pêşkeftina edebîyatê li henderanê tenê bi kurdan ve sînorkirî namîne. Gelek edebî-yatên zimanên cîhanê li dîasporayê serî hildane û li wir teşe girtine. Di heman demê de vê edebîyatê karakterîstîkayeka xwe heye: ew jî xerîbî û hevebendîyeka taybet bi zêdê mader re. Di antolojîyeka navneteweyî (1995) ya bi navê Litteraturens gränsland: invandrar- och minoritetslitteratur i nordiskt perspektiv (Tixûbên Edebîyatê: edebîyata mişextî û kêmîneyan di perspektîveka Nordîk de) de Mehmed Uzun, bixwe nivîskarekê kurd yê li surgunê, vê dîyardeyê weha derdibire:

Di dawîyê de ez dixwazim dapîra xwe bînim bîra xwe. Ew ”welatê xerîbîyê” ku wê ji bo me qala wê dikir, mixabin ji bo me kurdan dihête wateya niştimanekî û cextek li ser xebata me ya rewşenbîrî û kulturî. Sedsala me mixabin serdemeka trajîk ya destkeftên lêkolîn, jenosîd, guhertin, wêranî û derbederîyê ye. Ev êşa, ji herkesî bêhtir ji bo me kurdan, hestbar e. Ji ber hindê ye, ku berhemên rewşenbîrî û kulturîyên me yên granbiha li surgunê hatîne afirandin. Wekî ermenî û cihûyan, kurdan jî surgûna li welatê xerîbîyê wekî delîveyekê hilsengandîye, ku bikarin ziman, edebîyat, huner û kultura xwe li wir biparêzin û geşe bidin. Wekî kurê miletekî ku yekemîn rojname, kovar û kitêbên xwe li surgunê weşandin û sazîyên xwe yên modern li wir damezrandin, ez dixwazim vê esseyê bi vê gotinê dawî bihînim, ku ez jî li welatê xerîbîyê jîyame – tecrubeyek ku hem sitar daye min hem jî xem. (Uzun 1995:22)

Armanca vê pêdeçûnê şirovekiri-neka puxt ya hokarên serhildana edebîyata kurdî li Swêdê ye. Pirsgirêkên ku dê di fokusa vê şiroveyê de bin ev in: Gelo serçaveyên serhildana edebîyata kurdî ya li Swêdê çi ne? Ji ber çi vê edebîyatê şîyaye bi baristeka wisa frawan afrînende be? Û herweha vê edebîyatê kîjan valahî di cesteyê edebî yê kurdî de dagirtîye. Di hemanê demê de kîjan pirsgirêk û delîve li hemberî werara vê edebîyatê derkeftîne?

Bi vê darêhtina giştî ya pirsan, ev pêdeçûn dê lêhûrbûneka kua-lîtatîv li ser hokarên serhildana edebîyata kurdî ya Swêdê bike. Ji lewre merema serekî ya pêdeçûnê şirovekirina vê edebîyatê ye. Paşxaneya teorîk ya li ser binemayên sosyolojîya kulturî, ku dê çarçoveya pêdeçûna pirsgirêkan teşkîl bike, dê şirovekirina hokarên serhildana vê edebîyatê ji perspektîveka dîrokî û civakî ve muyeser bike.

Ji bo naverok û produkta vê edebîyatê boçûneka deskrîptîv hatîye hilbijartin. Di vê arasteyê de dê herweha li ser edebîyatafrînîya taravgehê pêdeçûneka icmalî bihê encam dan ka gelo çalakîyeka entellektuel ya vî teherî çewan şîyaye wekî çavkanîyeka reproduksîyona etnîk roleka giring bigêrre. Di vê hevtevnê de hêja ye mirov lê binihêre ka karbirda vê edebîyatê di perwertina ramana nasyonalîzmê de çi bûye. Ev pirsgirêk dê di çarçoveya çend rûberan de bihêne pêdeçûn, ku rûberên serekî yên wan birîtî ne ji çemkên etnîsîte û kulturê.

Bingehên perspektîva teorîk ya vê pêdeçûnê şiroveyî û kualîtîtatîv in ku di çarçoveya etudên sosyolojîya kulturî de hatîne danîn. Ji vê rêkeftê çend teorîyên sosyolojîya kulturî hatîne bikaranîn ku di vê hevtevnê de dikarin temamkerên hevûdu bin. Di radeya yekem de teorîya Karl Mannheim hatîye hilbijartin ku têgeha “cîhanbînî” (Weltanshauung) têde komponenteka navendî ye. Mannheim têgeha sosyolojîya kulturî ji bo şirovekirina ka gelo zanîn û ketwarê civakî çawan di hevtevnên civakî û kulturî yên spesîfîk de teşe digirin û geşe dibin, bi kar anîye. Anegorî Mannheim cîhanbînîyeka wisa rehê xwe di tecrube û serborîyên ku grûpeka civakî parve dikin de çîl vedane. Teorîyên Mannheim li ser cîhanbînîya grûpên têvel; evca çi di hevtevneka civakî çi di ya etnîk de be, dişêt perspektîveka balkêş ji bo vegêrrana kurdî li Swêdê rader bike. Mannheim cîhanbînîyê weha şirove dike:

Cîhanbînî (ya serdem, grûp, hwd) bi awayekê dêsmanî girêdayî seteka hevtevnên tecrubî ye, ku pêgeheka hevpar pêk dihîne. Li ser vê pêgehê gelek takekes pêkve ji jîyanê tiştina fêr dibin û dikevinê. Cîhanbînî ne giştê teşegirtinên spîrîtuel yên di jîyekî de, ne jî kujmê takekesên heyî, lê giştê setên bi dêsman bi hev re girêdayî ne, ku ji du alîyan serçave werdigire; ango ji afrandinên spîrîtuel yan ji teşegirtinên grûpên civakî. (Mannheim, 1982:91)

Kurd, wekî grûpeka etnîk cext li ser cihêrengîya kulturîya xwe dikin, ji lewre ev pêdeçûn ji boçûneka sosyolojîya kulturî ye, ku bişêt veguhastina berhemdêrî û reproduksîyona vê berhemê di jîngeheka din di çend planan de bi rûberên, ku di vê pêdeçûnê de wekî çemkên nasyonalîzm, etnîsîte û kultur hatîne destnîşan kirin re dihêne peywend kirin, datîne ber tîrêjên ronahîyê. Li vir dê amajeyî vê yekê bihê kirin, ka gelo jîngeha berhemdêrên kurd li Swêdê, berî koçberbûnê, bi wargehên civakî-sîyasî yên ku ew pêre di enteraksîyonê de bûne ta çi rade-yekê di nakokîyê de bûye.

Bi koçberbûnê re werçerxaneka paradîgmatîk di teşeyê habîtusa1 wan de peyda bûye. Ji bo ku sedemên werçerxaneka bi wî teherî zelaltir bihête rave kirin, zêdebarî, yan paralel bi teorîya Mannheim ya ”cîhanbînîyê” re dê kelk ji boçûnên teorîk yên Humbolt li ser ”cîhanbînî” (Weltanschauung) û ”cîhansêwirandin” (Weltansichte) bihê wergirtin. Trabant têvelîyekê diêxîte navbera têgehên Weltansicht û Weltanschauung. Trabant (1992: 56) vê cîyawazîyê wiha şirove dike:

Cîhanbînî [Weltanschauung/dünya görüşü] dîtina cîhanê ji perspektîva têgeh û îdeolojîyan e, ku siruştê cîhanê û cêgehê me di wê de teîd dikin. Di kontrasta bi vê re, ji bo Humbolt: ziman ne kombûna teîdên li ser cîhanê ye, ku em wê rasteqîn teibîr dikin. Ziman ti tiştî li ser cîhanê teîd nakin; ew cîhanê bi awayekê dîyarkirî bo me didine nasandin; ji lewre rê didine wêjmanên [discourse/söylem] îdiakerane li ser siruştê2 cîhanê. Weltansichten, di hêla din de, teşeyê takane yan siruştê zimanî pêk dihîne (bi awayekê kûrtir tenanet wateya wî jî). Weltansicht, ango cîhansêwirandin, wekî wê şîyanmendîyê ye ku ziman ji bo me dabîn dike, da em teşe bidine têgehên ku em dikarin pê hizir bikin; têgehên ku ji bo me pêdivî ne, da em bikarin pê kommunîkasyonê bikin.

Di hevtevna edîb û edebîyata kurdî de, ango yên ku koçber bûne, divê mirov ji herdu perspektîvan berhemafrînîya wan analîz bike; çimkî wekî dîyar, cîhanbînîya ku wan li zêdê xwe hebûye li taravgehê karîgerî biser boçûna wan û enteraksîyona wan bi cîhansêwirandinê re çê kirîye. Hokarên vê çendê dizivirîte ser hindê ku li welatê wan di navbera wargehên civakî û habîtusa wan de ne tenê enteraksîyoneka li gor doksayên Bourdieu nebûye, tenanet wargehên civakî û habîtusa van edîban di haleta konflîkt û lihevketinê de bûne. Ji lewre ev pêdeçûn dê cîhanbînî û cîhansêwêrandinên Mannheim û Humbolt bi têgehên Bourdieusyan yên habîtus, sermayeya kulturî û sermayeya sembolîk re pêwest bike. Habîtus li gor Bourdieu (1984:170) ”dêsmaneka dêstî ye, ku pratîk û têgihîştina pratîkê bixwe organîze dike.” Ji ber ku habîtus sîstema kognîtîv/mental ya dêsmanan e, ku di naxê takekesî (yan di hişmendîya kollektîv de) de daveşartî ye û temsîlên hundirî ji dêsmanên derveyî dike. Habîtus pêk hatîye ji hizir, zewq, bawerî, baldarî û têgihîştina me ji cîhana hawîrdor û ji lewre bi rêka sosyalîzasyona di cîhana hawîrdor re, ku birîtî ye ji malbat, kultur û jîngeha perwerdeyî, hatîye afirandin. Bourdieu sê cûreyên serma-yeyê bi habîtusê ve girê dide, ku ev yek di têgihîştina teorîya wargehê de kilîtî ye. Bourdieu cûreyên sermayeyê wekî beşek ji dêstina prosessa habîtusê bi navên serma-yeyên civakî, kulturî, ekonomîk û sembolîk pênase dike. Ya ku di bîyavê analîza nivîskarîya kurdî li Swêdê di navenda pêdeçûna me de ye sermayeyên civakî, kulturî û sembolîk in. Nivîskarên kurd anegorî mercên mekanî cûreyên sermayeyên navbirî bi awayên cuda hilsengandine, ku dê paşê amaje pê bihê kirin.

Ji bo vê pêdeçûnê metoda sos-yolojîya kulturî û ta radeyekê sosyolojîya edebî hatîye hilbijartin. Sedemê vê hilbijartinê peywendîdarbûna vê metodê ji bo mijara pêdeçûnê ye, ku amrazên wê ji bo şirovekirina zuhûra edebîyata kurdî li Swêdê bêhtir armancarasteyî ne. Egerekê din yê hilbijartina vê metodê ew e, ku beşeka serekî ya vê pêdeçûnê şirovekirin û dokumentasyona berhemdêrîya edebî ji perspektîveka civakî ye. Di hêla kuantîtatîv de ev pêdeçûn xwe dispêrite dokumentasyona berfireh ya Mehmet Tayfun ku di têzekê de di sala 1998an de li Swêdê hatîye weşandin. Di hêla kualîtatîv de ji bilî zanyarîyên li ser edîban bixwe, pêwestkirina bişkiftina edebîyata kurdî bi koçberbûna sîyasî-civakî ji perspektîva veguhastina serma-yeya kulturî û sembolîk bo taravgehê bi metodên sosyolojîya kulturî û edebî giring e. Etudên kulturî di disîplînên ji bilî sosyolojîya kulturî de jî dihêne encam dan, ji ber ku anegorî boçûna vekoler fokus diçe ser peywendîyên freçeşn yên di navbera kultur û civakê de. Bi şinaseka navendî sosyolojîya edebîyatê dişêt wekî ”etuda sîstematîk ya edebîyatê wekî dîyardeya civakî û wekî sîstem û dezgehê civakî” (Furuland 1991:264) bihê pênasekirin. Her bi vî teherî Svedjedal (1996:4) dîyar dike, ku ”Arasteya vekolînê qaîdeyen ne tenê tekserdemarasteyî  ye,  lê  perspektîveka dîrokî jî têde heye, û ji lewre analîza eserên edebî vekolînên li ser mercên derveyî yên edebîyatê bi hev ve girê dide û xala rêkeftina van analîzan ew e, ku dîyardeyên tekstuel bi yên kontekstuel ve pêwest bike.” Ji rêkeftina vê boçûnê ve hokarên zuhûra edebîyata kurdî ya li Swêdê neşêt derveyî pêdeçûnên sosyolojîk bihêne pênasekirin. Ango xebatên edebî yên kurdên Swêdê dûr û nêzîk bi pirsgirêka surguna kurdan bo vî welatî ve girêdayî ne.

Dîaspora ji bo kurdan, xasma ji bo rewşenbîrên kurd, ne dîyardeyeka nû ye. Veguhestina jidil û bêdil ya kurdan ji bo cografyayên dûr ji mêj ve beşeka giring ya vegêrrana kurdan e. Têgeha xerîbîyê, ji encama surgun yan egerên din, hertim bûye mijara vegêrranên devkî. Vê gavê bi milyonan kurd li taravgehê dijîn. Li gorî Martin van Bruinessen (amaje di King, 1993:26 de) “Çarîk yan tenanet yek ji sê pişkên kurdan li derveyî Kurdistanê dijîn û pê diçit tu carî venegerin.” Ji bilî kurdên Kaukasusê [Qafqasya], ku di bin desthilata Sovyetê de ji vegêrrana devkî ber bi vegêrrana nivîskî ve hengav avêtin, dîasporaya kurd li Ewropayê jî cesteyê edebîyata kurdî, bi taybet ya kurmancî, di hêla nivîsê de dewlemendtir kirîye. Bi rexma ku hejmara kurdan li welatên wekî Almanya û Fransayê zêdetir e, lê kurdên Swêdê bûn, ku xîmê edebîyata dîasporayê ji bo kurdan danîn.

Cîwarbûna kurdan ya girseyî li Swêdê dizivire salên 1960î ku grûpeka berfreh ya kurdên Anatolyaya Navîn bi merema kar çûne vî welatî. Lê yên ku bûn xîmdarên vê edebîyatê, ew grûpa bûn ku li pey her du cuntayên sala 1971ê û 1980î li Swêdê serpenahek ji bo jîyanê peyda kirin. Li gor Tayfun (2001:10) ”ji nav yên ku ji Bakurê Kurdistanê hatîne [Swêdê] hejmareka berçav kesên perwerdebilind hene.” Di nav van kesan de gelek nivîskar hene, ku renge heta vê dawîyê hejmara wan ne kêmtirî hejmara nivîskarên kurdînivîs li Tirkîyê bin. Tayfun (1998:10) amaje dike, ku hebûna hejmareka mezin ya nivîskarên kurd li Swêdê “pêgeheka giring ji bo ziman û edebîyata kurdî pêk dihîne.” Li gor vekolîna Tayfun (1998:16) heta sala 1997an nêzîkî 48 nivîskarên kurd yên ji Kurdistana Tirkîyê li Swêdê dijîyan. Piranîya wan di navbera salên 1971-1992an de koçberî Swêdê bûne, ku 29 ji wan di deheya 80î de sitara xwe birine Swêdê. Piranîya van nivîskaran li gorî heman çavkanîyê di deheya 80 û 90î de debut kirine. Hersê nivîskarên ku zûtir debut kirine, wekî M. Emîn Bozarslan di deheya 60î de, Rojen Barnas û Mahmut Baksî di 70î de, berî grûpa mezin çûne vî welatî. Li gor datayên Tayfun (1998:16,17) nivîskarên wekî Ahmet Cantekîn, Amed Tîgrîs, Birîndar, Firat Cewerî, Hesen Mizgîn, Kemal Burkay, Mahmûd Lewendî, Malmîsanij (Mehmet Tayfun), Maruf Yilmaz, Mehmed Uzun, Nûrî Şemdîn, Reşo Zîlan, Rohat Alakom, Sebrî Şemrexî, Zeynelabidîn Zinar di salên 80î de debut kirine. Di salên 1990î de Aram Gernas, Arif Zêrevan, Bavê Barzan, Bûbê Eser, Celadet Çeliker, Cemal Batun, Fatma Bozarslan, Gabar Çîyan, Haluk Öztürk, Haydar Diljen, Hesenê Metê, J. Espar, Laleş Qaso, Lokman Polat, M. Alî Kut, M. Alî Tüysüz, Mihemed Dehsiwar, Mîrhem Yigit, Mustafa Aydogan, Mustafa Uzun, Mûnzûr Çem, Mûrad Ciwan, Osman Aytar, Sait Izzet Güven, Suleyman Demir, Şerefxan Cizîrî, Xorto, Zinarê Xamo û Zinar Soran dest bi nivîskarîyê kirin. Di nav nivîskarên navbirî de, Haydar Diljen, J. Espar, Malmîsanij, Mustafa Duzgun û Munzûr Çem bi kirmanckî û kurmancî jî dinivîsin.

Paşxana van nivîskaran ji bo afirandina berhemên edebî giring e. Piranîya van nivîskaran ji ber nivîsên xwe yan ji ber xebatên xwe yên sîyasî li Tirkîyê cezayê zîndanê kişandine. Du ji wan, Bûbê Eser bi romana Gardîyan û Mehmed Uzun bi romana Tu, serborîyên xwe yên zîndanê kirine berhemên edebî. Mehmed Uzun ji ber berpirsyartîya kovara Rizgarîyê heşt mehan di zîndanê de maye.

Tayfun (1998:20) dîyar dike ku gelek ji van nivîskaran ji ber şkenceyên demdirêj traumatîze bûne, ku îşkenceya hinekên wekî Xorto, Eser, Aytar û Qaso bi hefteyan yan mehan domandîye.

Ji datayên balkêş yên Tayfun (1998:21) yek jî ew e, ku ji 48 nivîskarên ku wî hevpeyvîn pêre çêkirîne, 27 naznavan bi kar dihînin.

 

Li gor datayên Konseya Kulturê ya Swêdê (Kulturrådet) nivîskarên bîyanî ku herî zêde alîkarî standine yên kurd bûne. Eva, bi rexma ku, grûpên fars û fînlandî li Swêdê ji kurdan mestir in. Alîkarîya Konseya Kulturê, şaredarîyên Stockholm û Uppsalayê faktorên giring yên berdewamîya nivîskarîya kurdî bûne. Ji ber ku, wekî Tayfun (1998:21) mukur dihêt ”kitêbên nivîskarên kurd neşên di hecmên fireh de bihêne belavkirin û firotin, ji ber ku dahata ku ji wan derdikeve –çi li Swêdê çi li Tirkîyê– têra hindê naket ku nivîskar bikarin jîyara xwe pê biken… herweha ti nivîskarekê kurd ji weşanxneyan heqdestî wernagirin. Ev yeka girêdayî hindê ye, ku weşanxane îdia dikin tenanet nikarin têçûna çapa kitêban ji frotina kitêba derêxin.”

Di nav nivîskarên ku destmizê nivîskarîyê ji Fona Nivîskarên Swêdê werdigirin tenê Mahmut Baksî û M. Emîn Bozarslan hatîye nav birin.

Heta vêgavê du rêxistinên nivîskarên kurd li Swêdê hatîne damezrandin, yekem Yekîtîya Nivîskarên Kurd bû, ku bi endametîya 30 nivîskaran ji çar parçeyên Kurdistanê di sala 1989an de hate damezrandin. Vê rêxistinê piştî weşana 11 hejmar kovarên edebî (1 nûser û 10 Wan) di sala 1994an de xwe hilweşand. Di heman salê de rêxistineka din bi navê Komeleya Nivîskarên Kurd bi endametîya 40 kesan hate damezrandin, ku hîn jî aktîv e û kovareka bi navê Çira diweşîne.

 

Çend nivîskarên kurd zêdebarî endametîya di Komeleya Nivîskarên Kurd de endamên Federasyona Nivîskarên Swêdî ne. Ji van yên herî bernîyas Mehmed Uzun, Mahmut Baksî, Malmîsanij, M. Emîn Bozarslan, Nacî Kutlay û Zeynelabidîn Kaya ne. (Tayfun, 1998:22)

Li gor Tayfun (1998:42) heta dema nivîsîna teza wî ji sala 1971ê ve zêdeyî 400 kitêbên kurmancî û 33 kitêbên kirmanckî li Swêdê hatîne weşandin. Eva di demekê de ye, ku ji sala 1925an heta 1980î tenê 20 kitêbên kurdî li Tirkîyê hatibûn weşandin. Ji ber hindê mirov dikare behsê ekola edebîyata kurdî ya li Swêdê bike. Demnameyên ku di vê peryodê hatîne weşandin hem edebî bûn hem jî sîyasî-civakî. Beşek ji van berheman bi tenê ji bo mijarên edebî hatibûn terxankirin; ji wan Nûdem û Çira yên herî giring in. Gelek kitêbên ku li Tirkîyê hatîne weşandin, cara yekem li Swêdê hatîne çapkirin. Anegorî Tayfun (1998:43) ji 109 kitêbên ku di maweyê 1971-1997an de hatin weşandin 23 berê li Swêdê hatîne çapkirin. Û nivîskarê 13 ji wan li Swêdê dijîyan.

Kitêbên ku di vê maweyê de hatîne weşandin bi piranî fîksîyon in, ku ji wa 31 roman, 35 novel, 5 bîrewerî û 34 kolleksîyonên folklorîk in. Çarîkek ji van kitêban edebîyata zarokan û ji 20î zêdetir kitêbên perwerdeyî ne.

Gelek weşanxaneyên kurdî li Swêdê dest bi kar kirîne û hatîne girtin, lê vê gavê weşanxaneya herî aktîv ya Apecê ye, ku êdî ne tenê bi kurdî lê herwiha bi swêdî jî kitêban li ser kurdan diweşîne. Du kitêbfiroşên kurdî hene; Sara Distribution ku bi hemû varyantên kurdî kitêban difroşe û Kitabî Erzan ku kitêbên wê bi tenê soranî ne.

Yek ji kartêkerîyên rasterast yên berhemdêrîya edebî ya kurdî li Swêdê damezrandina Kitêbxa-neya Kurdî ya Stockholmê ye, ku bi fonên Şaredarî û Parêzgeha Stockholmê û herwiha fonên girêdayî dewleta Swêdê ava bûye. Rola Kitêbxaneya Kurdî wekî ya kitêbxaneyeka neteweyî ye, ku li gor mercên kurdan li Swêdê hatîye damezrandin.

Wekî berê jî hate amajekirin edebîyata kurdî li Swêdê yek ji mestrîn wergirên fonên Konseya Kulturî ya Dewletê (Swêdê) ye, ku alîkarîya madî ya edebîyatên kêmîne û mişextîyan dike. Li ser vê babetê edebîyatnasa swêdî Satu Gröndahl dîyar dike, ku “bi alîkarîya dewleta Swêdê, dîasporaya kurd edebîyateka nû ya kurdî, renge em bişêyn bêjîn, ku edebîyateka netewî ya kurdî diafrîne.” (Gröndahl, 2001:104) Gröndahl di antolojîya Litteraturens gränsland – Invandrar- och minoritetslitteratur i nordiskt perspektiv wiha pêde diçe:

Carina dihête îddia kirin, ku welatê ku di cîhanê de edebîyata kurdî ya herî zêde lê dihête weşandin Swêd e. Xebatên weşangerîya swêdî-kurdî bêguman roleka giring biser dî-yalektên bakurî yên kurdî ku li Tirkîyê dihêne axaftin de heye. (Gröndahl, 2002:333)

Gengeşe

Hema hemî nivîskarên ku li Swêdê nivîskarîya xwe domandîne yan li wir dest bi nivîskarîyê kirîne di xaleka hevbeş de digihîjin hev; hemî xwedî nêrînên sîyasî lemerr zanavê xwe yê etnîk bûne. Bi rexma ku çavkanîya van boçûnan  sîyasî anegorî spektruma îdoelojîyên çep-rast li ser zanavê etnîk û zimanî yê wan bûye, lê tenê zanavê etnîk/zimanî rola motîvasyonê ji bo teşegirtina xebata wan ya sîyasî-civakî lîstîye. Ango çiqasî cihanbînîya wan bi awayekê îdeolojîk hatibe hûnan jî, cîhansêwirandina wan, ku menşeyê wê zimanê wan bixwe bûye, heta ku ji zêdê xwe derneketine, bi degmen yan hema ticarî nebûye fokusa şinasê takekesîya wan. Ev dîyarde girêdayî ketwarê civakî-sîyasî yê komelgeha welatê wan bûye. Heger hem cîhansêwirandina (Weltansichten) Humbolt bi habîtusa Bourdieu re berawird bikin, divê di heman demê em cîhanbînîya (Weltanschauung) wî jî bi heman teherî bi wargehên civakî yê Bourdieu re berawird bikin. Habîtusa Bourdieu û Weltansichta Humbolt ziman-spesîfîk û binhişmendane ne ku liba takekesî dihête hevotin û dibîte karîger biser rêbazên reftara wî/wê de. Çewan ku Bourdieu (1977/2013:85) derdibirrît ”habîtus berhemê xebata hilnirxandin û terxankirinên pêwîst e. Ev berhem ya dîrokeka kollektîv e, ku birîtî ye ji dêsmanên objektîv (ziman û ekonomî û hwd) ku liba takekesî hatîne teşe girtin.” Mirov dişêt vê habîtusê wekî ketwarê zimanî û kulturî yê edîbên kurd berî koçberbûnê bihejmêre. Heger mirov vê têgehê li gor helûmercên wan hilsengîne, nemaze ji ber ku piranîya wan heta jîyê perwerdeya fermî tiştekê din ji bilî kultur û zimanê xwe wernegirtine, divêt şinasê vê habîtusê kurdî bûbe; wate hem kultura kurdî hem jî zimanê kurdî. Vê habîtusê çend sermaye hene; ku ji bo mijara me, sermaye-yên civakî û kulturî yên herî giring in. Sermayeya civakî wekî bazineyên heval û hogiran, grûpan, endametî di torên civakî û etnîk de dihête pênase kirin. Sermaye-ya kulturî zanîn, ezmûn, girêdan û cîhansêwirandina bi navgînîya zimanî dihête teşe girtin. Zêdebarî van herdu  sermayeyan divêt amajeyî sermayeyeka din jî bihête kirin, ku ew jî sermayeya sembolîk e. Sermayeya sembolîk rûmet, prestîj û venasîna takekesî di qalibê teeluqatên grûpî – wekî etnîk – û destkeftên şexsî di warê civakî de ne. Li gor argumenta Bourdieu sermayeya kulturî bi awayekê rasterast bi perwerdeyê ve peywendîdar e. Di vê hevtevnê de divêt bihête bi bîr anîn, ku sermayeya kulturîya van takên ku paşê jîyana edebî li taravgehê hilbijartîne ne tenê ji alîyê dezgehên perwerdeyê ve nehatîye geşe pêdan, berovajî, sîstema perwerdeyê li zêdê wan –Komara Tirkîyê– bi awayekê tund sîyaseta înkar û çewsandinê lidijî vê sermayeyê danîye pêşîya xwe.

Sermayeya civakî ya wan, ango endametî di ko-melgeheka etnîk -civaka kurdî- de, jî bi heman awayî hatîye krîmînalîzekirin û rê li ber derbirrînên zanavê wan yên etnîk hatîye girtin. Zanavê etnîk û kulturî yê vê grûpê bûye sedema hilweşandina sermayeya sembolîk li welatê wan. Di wêjmana fermî ya Komara Tirkîyê de, ne kurdî ziman bû, ne jî kurd grûpeka etnîk. Ji lewre ev tak ji sermayeya xwe ya sembolîk jî hatibûn mehrûmkirin.

Ji rêkeftina boçûnên Bourdieu mirov dişêt encamgîrîyê bike, ku civak yan grûpa serdest li Tirkîyê dixwast bi rêka sîstema perwerdeyê sermayeya kulturî ya xwe veguhêzîte nav grûpên ku ne endamên wê grûpê bûn û vê civaka serdest tenanet ev sermaye wekî rêbazekê kontrola civakî bi kar anîye.

 

Civak, anegorî Bourdieu, bi ser bazineyên kirdaran de dihê dabeş kirin. Habîtus ne di valahîya civakî de lê di hevtevneka civakî yên dêstî de, ku Bourdieu wan wekî wargeh bi nav dike, kirdaran diafrîne. Wargeh arenayên milmilanê li ser sermayeyên têvel in. Civak ji pergaleka kompleks ya gelek wargehan pêk hatîye, ku ji wan, anegorî Bourdieu, wargehê ekonomîk, wargehê artîstîk, wargehê dînî, wargehê qanûnî û yê sîyasî yên herî berceste ne.

Têgeha wargehî ferz dike, ku rewşên civakî fezayên dêstî ne, ku di wan de aktor li ser çavkanîyên bihadar bi hev re milmilanê dikin. Habîtusa takên kurd li zêdê wan ji ber milmilaneya newekhev dikeve perawêzê û marjînalîze dibe. Rewşa ku ew pêre rû bi rû dibin, rewşeka neasayî ye; habîtusa wan ne tenê bi wargehên civakî re enteraksîyonê nake, tenanet ji alîyê aktorên wargehê civaka fermî ve dihê stîgmatîzekirin. Piranîya nivîskarên kurd li Swêdê ji tecrubeyên traumatîk yên şiddetê filitîne; lê ji bilî şiddeta fîzîkî ew rastî şiddeteka sembolîk jî hatîne. Sermayeya kulturî û civakî ya wan di tecessuma zanavê etnîk de nebûye emblem lê bi ser wan de bûye stîgmata, ango daxek li ser enîya wan. Kurt û kurmancî; kurdbûn ji wan re bûye eybeka mezin.

Piştî cîwarbûn li taravgehê, çend guhertin bi ser wan de çêdibe. Wargeh yan aktorên ku ew bi wan re di konflîktê de bûn ji holê radibin. Ne wargehê perwerdê, ne jî wargehê sîyasî û qanûnî di hewla stîgmatîzekirin û krîmînalîzekirina habîtusa wan de ne. Milmilaneya ku bûye sedemê bercestebûna cîhanbînîya wan –ango polîtîzebûna wan– jî bi heman teherî ji holê radibe. Ji lewre cîhanbînî ji dûrbîna îdeolojîk ehemîyeta xwe ji dest dide û lixwevegerînek li ser şengistê cîhansêwirandinê –ango bi zimanê sermayeya kulturî ya wan bi xwe– serî hildide. Weltansicht dikeve plana pêşîyê û Weltanschauung diçe plana paşîyê. Naveroka wêjmanê ehemîyeta xwe ji dest dide; ango daxwaz û xwastekên sîyasî yên bi îdeolojîyê hatîne dêstin nabine armanc. Çarçoveya ku ev hêvî û daxwaz têde dihêne derbirrîn –ango rêbaza derbirrîna wêjmanê bixwe– dikeve navenda xebata van nivîskaran û ew rû dihînin nivîsîna bi kurdî û bingehê edebîyateka dewlemend ya kurdî, bi taybet ya kurmancî datînin.

 

Bingehê edebîyata netewî û reproduksîyona kurdayetîyê

Edebîyata kurdî ya Swêdê ji ber egerên ku pêştir amaje pê hate kirin, vegêrrana habîtuseka qedexekirî ye, ku şîya li jîngeheka derveyî zêdê xwe werarê bike û geşe bibe. Resenê vê edebîyatê vedigere meylên sîyasî yên ciwanên ku ji ber bêdadîya civakî di rêxistinên sîyasî de organîze bûbûn. Bingehê piranîya van rêxistina çepîtî bû, ku li gor îdeolojîya marksîsît boçûneka amrazî li hemberî zimanî hildibijart. Eger ew bixwe di rêxistinên çep ên tirk de organîze nebûbin jî, wargehên civakî jî rê dida sos-yalîzasyona îdeolojîk ku arasteyeka çeprewane hebû. Ji lewre, tenanet ciwanên ku her ji destpêkê ve, di rêxistinên sîyasî yên xwerû kurdî de organîze bûbûn, bi sermayeya ferhengî ya wargehên serdest hatibûn perwerdekirin û ji lewre bitenê helwêsteka sembolîk –hindek caran tenanet helwêsteka amrazane- li hemberî zimanê xwe girtibûn. Ji bilî M. Emîn Bozarslan, ku her ji destpêkê ve fonksîyoneka navendî dabû derbirrîna sermayeya kulturîya xwe, ji bo yên din, serma-yeya kulturî, ango ziman, tenê manîfestas-yona sîyasî ya zanavî bû. Bi jiholêrabûna wargehên civaka serdest –ango tirk– rê li ber yên din jî vebû, ku vejandina habîtusa xwe daynin navenda xebata xwe. Balkêş e, ku naveroka vegêrranên berhemên van nivîskaran bi piranî reproduksîyona zanavê kurdî ye; ev vegêrran birîtî ne ji serborîyên berxwedanê (wekî Laleş Qaso, Xelîl Duhokî, Bûbê Eser), teswîra kesayetîyên giring di tevgera neteweyî ya kurd de (wekî Mehmed Uzun) yan raguhestina motîfên folklorîk yên devkî bo vegêrrana nivîskî (Perwîz Cîhanî). Di van vegêrranan de kêmcar şopên modernîzm, surrealîzm yan ekolên din yên edebîyatê dihête dîtin. Romana kurdî ya Swêdê di xizmeta kurdayetîyê û reproduksîyona nasyonalîzma kurd de ye. Armanca vê vegêrranê vejandin û zindîragirtina sermayeya kulturî, sembolîk û civakî ya kurdan e.

Nivîskarên kurd li Swêdê edebîyateka dewlemend bi zimanê kurdî afrandine. Bingehê vekolîna kuantîtatîv ya vê pêdeçûnê vekolînên berê di vî warî de bûn, ku datayên balkêş û peywendîdar li ser edebîyatafrînîya kurdî rader kirine. Bi veguhestina jîngehê re, nivîskarên kurd li Swêdê hem zanavê xwe yê etnîk ji nû ve keşf kirin û hem şîyan etnîsîteyeka dorpêçkirî, bi afrandina edebîyateka neteweyî, ji bo astê netewebûnê berz bikin.

Divê derfetên ku sazîyên Swêdê ji bo edîbên kurd rexsandine kêm nehêne nirxandin. Bêyî derfetên aborî ku dewlet, şaredarî û dezgehên swêdî ji bo xizmet, handan û pêşxistina edebîyata kurdî kirin, renge afrandina vê edebîyata dewlemend ne muyeser bûya. Wêjmana pirkulturî ya Swêdê di nav grûpên mişextîyan de herî zêde bi kêrî kurdan hatîye. Di heman demê de derbirrîna vî zanavî bi rêka edebîyatê entegrasyona kurdan di nav civaka Swêdê de ranewestandîye, berovajî, kurd yek ji grûpên herî entegre di civaka Swêdê de ne. Ev rastîya nîşan dide, ku berovajî civakên totalîter, wêjmana giştgir di entegrebûna grûpên etnîk yên welatekî de giring e. Belkî vê wêjmana giştgir li Swêdê rê li ber lenguîsîda ku li Tirkîyê bi damezradina komarê re dest pê kiribû girt.

_______

1) Habîtus, ji verba habere ya latînî bi wateya hebûnê dihêt, ku sosyologên wekî Bourdieu ev têgeh wekî xulq û xû tefsîr kirine.         

__________

Çavkanî

– Ahmadzadeh, Hashem (2003). Nation and novel: a study of Persian and Kurdish narrative discourse. Diss. Uppsala universitet. Uppsala: Akta Universitatis Upsaliensis

– Bourdieu, P (1991). Language and symbolic power. Cambridge: Polity press.

– Bourdieu, P. [1977] (2013). Outline of a Theory of Practice. Cambridge: Cambridge University Press.

– Bourdieu, P. (1984). Distinction: A Social Critique of the Judgement of Taste. Massachussets: Harvard University Press.

– Bourdieu, P. (1994) Sociology in Question. 1994. London: Sage.

– Furuland, Lars (1991). Litteratur och samhälle. Om litteratursociologin och dess forskningsuppgifter, Ljus över landet och andra litteratursociologiska uppsatser. Hedemora

– Gröndahl, Satu (2001). Minoritets- och invandrarlitteraturer i Sverige i Börestam, Ulla & Larsson, Lennart (red.). Postskriptum: språkliga studier till minnet av Else Wijk-Andersson. Uppsala: Hallgren & Fallgren.

– Gröndahl, Satu (2002). Litteraturens gränsland: invandrar- och minoritetslitteratur i nordiskt perspektiv. Uppsala: Centrum för multietnisk forskning.

– Humboldt, Wilhelm von [1836] (1999). On language: On the Diversity of Human Language Construction and its Influence on the Mental Development of the Human Species, trans. Peter Heath and ed. Michael Losonsky. Cambridge: Cambridge University Press.

– King, John (1993). Kurds. London: Thomson Learning.

– Mannheim, K. (1982). Structures of Thinking. London: Routledge & Kegan Paul. .

– Reed-Danahay, D. (2004). Locating Bourdieu. Bloomington: Indiana University Press.

– Svedjedal, Johan (1996). Det litteratursociologiska perspektivet. Om en forskningstradition och dess grundantaganden. Tidskrift för litteraturvetenskap. Uppsala: Fyris-Tryck AB

– Tayfun, Mehmed (1998). Kurdiskt författarskap och kurdisk bokutgivning: bakgrund, villkor, betydelse. Borås: Högskolan i Borås, Bibliotekshögskolan. (teza masterê).

– Trabant, Jürgen (1992). Humbolt ou le sens du langage. Liège: Madarga.

– Uzun, Mehmed (1995). Separationen är en sådan sorg. Världen i Sverige: En internationell antologi, (red.) Grive, M & Uzun, M. Stockholm: En bok för alla.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial