Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger Artikelbê welat
Nächster ArtikelJi dewletê wêdatir?

Şirketên xwedî berpirsîyarîya civakî

Ji bo pêşîgirtina li van bendewarîyan, aborîzanên neolîberal di salên 1970yî de ketin nava hewldana afirandina « teorîyên nû yên şirketê », yên destekê didin bergeheke aştîyane. Hîyerarşîyên jibîrbûyî û berpirsîyarî li pey tên : tenê rêzek têkilîyên alîkar hene di navbera nûnerên azad û wekhev de. Hîyerarşîyên jibîrbûyî û berpirsîyarî li pey tên : tenê rêzek têkilîyên alîkar hene di navbera nûnerên azad û wekhev de

“We gavek berê ciwateyekî peykerê Milton Friedman jê xist!» M. Emmanuel Faber bi 26ê hezîrana 2020an îftîxar nake. Di dema kombûneke giştî ya Danonê de, hîsedaran bi rêjeya zêdetirî ji sedî 99 dengê erê dan kalîteya «şirketên xwedî mîsyon», statuyeke ji alîyê qanûna Pakte ve – ji bo «plana tevgera bi armanca mezinkirin û veguhestina şirketan» – a 2019an. Ev dibe cara pêşî ji bo şirketeke fransî ya xwedî kotaya borsayê, û biçûkdîtina aborîya amerîkî ya ji alîyê karsazên liberal ve ecibandî. Ji niha û şûn ve, «sedema hebûnê» a dêwa qûtfiroş wê êdî ne tenê qezenc, lê belê herweha û bi awayekî asîltir, wê «başkirina tenduristîyê», «parastina gerestêrkê û venûkirina çavkanîyên wê» bûya. «Karsazê humanîst û der-adetî», weke ku çapemenîya karsazan hez dike wî  wisa pênase bike, M. Faber razî nabe tenê li buroya xwe bi temaşekirina li fotografekî bêmalekî, ku ji alîyê Lee Jeffries ve hatîye kişandin : ew wekî din dev ji  xanenişînîya xwe ya bi berdêla 1,2 mîlyon ewroyî jî berdide.

Ji ber vê yekê Danone xwe amade dikir, li gorî M. Faber, bikeve nava karûbarê «ji nû ve sazkirina modeleke şirketa zindî, aborîyeke ku bi kêrî mirovahîyê tê(1)», gava ji nişka ve, di çirîya paşîn a heman salê de, grûbek biryarê dide dawî bîne li karê 2 000 kesî, 400-500 jê li Fransayê, ango plana herî mezin a civakî ya dîroka xwe. Lê belê di asteke mezin de bi qezenc e ew, û şewbê tesîreke pir hindik li reqemên wî yên kar kir. Lê belê fîyeta hîseyên borsayê ket. Û Danone nîsbet bi raqîbên xwe Nestlé û Unilever kêmtir qezenc dike. «Ev me diêşîne», lê belê, «parastina hilberînerîyê û qezencê ji bo şirketî tiştekî bingehîn e», li gorî nirxandina M. Faber li ser France Inter, 24ê çirîya paşîn a 2020an. Çar meh bi şûn de, ew ji kar hat qewirandin.

Xwespartina li «sedemekî hebûnê» yê hê berfirehtir «xebitîna ji bo qencîya hevpar», herweha daxwazeke patronê BlackRock(2), M. Larry Fink e ku ji 2018an ve di nameyên xwe yên salane de ji bo hemû şirketên ku ew hîsedarê wan e, radigihîne. Midûrê îdareya herî mezin a cîhanê ya hîseyan îsal  bi taybetî li ser lezgînîya amadekirina planên ber bi notralîteya karbonê israr kir. Ev yek nebû asteng li pêşîya ragirtina 95 mîlyar dolar veberhênanên di warê karbonê de. Jixwe pir ne girîng e were destnîşankirin ku di navbera tebaxa 2019 û tebaxa 2020an BlackRock li dijî biryarên civata giştî ya ku ji şirketan dixwaze di warê avhewayê de bikevin nava livûtevgerê, li dijî ji sedî 90î dengê xwe daye: New York Times bawer dike ku di gotinên M. Fink de «kêlîyeke dîyar heye ji bo Wall Street, kêlîya  ku dibe sedemê pirsgirêkên girêdayî xwezaya navxweyî ya sermayedarîyê (3)».

Eger em bên ser «prensîbên rêvebirinê» yên pir şirovekirî yên dêwa Business Roundtable yên 2019an, li pey wan tesîreke pir zêde xwe nîşan neda. Ev lobyya karsazên amerîkî, ku bi taybetî Apple, Boeing, JP Morgan Chase an jî hetta Amazonê temsîl dikin, îşaret bi gîyanan kiribûn bi dîyarkirina cara pêşî ku divê wan ne tenê ji bo hîsedarên xwe, herweha ji bo «tevahîya hîsedaran» xizmet bikirana. Guherîneke şêwaza deng ku nebû asteng li pêşîya îmzedaneran ji bo raxin pêş çavan rêjeyên binpêkirina qanûnên civakî û hawîrdorî yên bilindir ji yên hempîşeyên wan ên îmza xwe nedane(4). Ji ber ku, berevajîyê doktrîna fermî ya ewrûpî li ser «avantaja pêşbazîyê» ku îdîa dike ku «performansa civakî», etîk û hilberîner jê re tedarîk dike, gelek caran hevnagirin. Lêkolîneke HECê(5)  di rastîyê de nîşan dide ku fonên spekulatîf «du caran musaîtir in ji bo hingaftina şirketên ji alîyê civakî ve berpirsîyar», û ev ên dawî guman ji wan tê kirin ku qezencên hîsedaran bi qasî pêwist mezin nakin..

«Berpirsîyarîya civakî ya şirketan [RSE] ji alîyê neolîberalîzmê ve hat profesyonelkirin û enstrumantalîzekirin», ji me re wisa rave dike, aborîzan  Thomas Lamarche. Armanc : qebûlbarkirina nîzama sermayedar a her roj zêdetir tê îtîrazkirin, bi pêkanîna jestên gazinkirina ji zêdegavîyên fînansekirin û kurte-demkirinê, bêyî ku bi paş de gav were avêtin li hemberî daxwazên berbiçav ên sererastkirin, kontrola sermaye an jî bacê. M. Jean-Dominique Sénard, hevnivîskarê rapora ku îlham da pêkhatina qanûna Pacte, bi awayekî vekirî  di 2018an de ji Échosê re eşkere dikir(6): «”Sî muhteşeman” wextê xwe tije kirin û dewleta refahê ji holê radibe. Îro bi awayekî cidî pêwistî bi afirandina lîberalîzmeke ji alîyê herkesî ve qebûlbar heye. (…) Çunkî eger em nekevin ser rêya lîberalîzmeke aram û piştevan, em ê ber bi pirsgirêkên pir mezin ve bişemitin», li gorî îzaha kesê ku hingê Michelin birêve dibir, çend meh berîya ku tevgera «êlekzeran» xwe nîşan bide. Du sal û şewbeke cîhanî jî di pey re, M. Sénard, ku bû patronê Renault, radigihîne ku ew li Fransayê 4 600, li derve jî zêdetirî 10 000 kesî ji kar davêje, tevî 5 mîlyar ewro kredîya ku dewletê da vê hilberînera erebeyan.

Ji ber vê yekê jêdera sererastkirinên nû yên têkildarî berpirsîyarîya şirketan heman teksta qanûnê ye ku taybetîkirina gelek şirketên gelemperî dide ber xwe. Balafirgehên Parîsê gelo neçar in bikevin destên şirketên taybetî? Ma ev pirsgirêk e, madem ku grûb xwedî «sedemê hebûnê» yê nû ye – ji bo «pêşwazîkirina rêwîyan, şixulandin û xeyalkirina balafirgehan, bi awayê berpirsîyar û li seranserî cîhanê» ? Tarîf ne nû ye. Di 2006an de, serokwezîrê brîtanî yê wê demê, M. David Cameron, li ber çavên patronan fitîla vê yekê firotibû. Bila kesên ku «hê jî berpirsîyarîya şirketan weke sosyalîzma bi rêya şelandinê dinirxînin» dilê wan rihet be: «Civak çiqas zêde bi dilxwazî pratîkên berpisîyar bipejirînin, (…) ewqas zêdetir bawerî tê bi banga ji bo sistkirina kontrol û sererastkirinan.»(7)  Bi heman awayî, tevgera deregulasyonê ya ji alîyê Yekîtîya Ewrûpî ve hat teşwîqkirin, bû hemaheng li gel bangên Brukselê yên ji bo «derbasbûna wêdetirî zarûrîyetên qanûnî» yên şirketan bi navgîna «serlêdanên dilxwaz» ên «berpirsîyarîya civakî»(8). Hinek weke La Poste, a li gorî pêşnîyarên ewrûpî xurcikê xwe yê pereyan vekir. Şirket di 2020an de li ser 100 puanî 75 puan bi dest xist (ya herî bilind a heta îro hatîye destnîşankirin ji alîyê ajana derecekirinê ya ekstra fînansî Vigero Eiris ve), ev jî dihat wateya xelatkirina mezinahîya fîloya amûrên elektrîk jî li gel yên din û rêjeya wê ya ji sedî 7 a îstîhdamkirina kesên astengdar. Bi qasî pêncî xwekuştinên karmendan di nava du salan de, ji ber ji nû ve rêxistinkirina hêza kar, weke ku tesîr nekirîye…

Çiqas bêzirar dibin bila bibin, ev daxuyanîyên humanîst ên têkildarî rola şirketên li nava sîteyê, mirov dîsa jî nikare wan daxe asta operasyonên bazarkirinê. Dîrok nîşan dide ku tu caran li ser rizayê li hevhatin pêk nehatine, ne li cem kapîtalîstan, ne jî li cem mîlîtanên dijlîberal. Gotûbêjên teorîk û stratejîk li derdora armanca şirketê li Dewletên Yekbûyî di salên 1950yî de derdikevin holê, tam li dema zêdebûna şirketên xwedî aksîyonên nûjen ên êdî ji alîyê karbidest û xwedîyên xwe ve nikarin werin birêvebirin(9). Bêparmayî ji motîvasyonên baviksalarî, li ser navê kê rêveberên xwedî maeş hêza wan birêve dibin ? Aborîzan Howard Bowen bersivê dide(10), bi bikaranîna têgeha «berpisîyarîya civakî» ya şefên şirketê, ku wê rewabûna xwe bispêrin dîyardeya ku, ji ber ne xwedî ne, ew dikarin li ber çavan bigirin «hemû berjewendîyên zirardîtî», ku ev divê herweha di helwesta mirovhezîyê re derbas bibe.

Dema ku pêşketina tevgerên protestoyî di salên 1960î de hê zêdetir zextê didin ser şirketan da ku berpisîyar tevbigerin, teorîsyenên neolîberalîzmê jî dikevin nava fikaran: gelo ne xetere ye venasîna sergirtî ku ew deverên desthilatîyê yên rewakirinê ne, mîsyoneke li derveyî qezenca aborî li wan were spartin? Ji bo Friedman, «doktrîna “berpirsîyarîya civakî” bi awayekî sergirtî balê dikşîne qebûlkirina bergeha sosyalîst a li gorî çerxên musaît ji bo  dîyarkirina texsîsa çavkanîyan, ne ya sîyasî, lê ya bazarê ye(11)». Eger em qebûl bikin ku mafê me heye em «heman cure pirsên ji hukûmetê dikin, arasteyî van rêveberên şirketên taybet jî bikin», û vê hişyarîyê dike raporeke sala 1960î ya weqfa Rockefeller, bi zêdekirina tesbîta, ‘divê nakokîyek hebe li nava «kevneşopîya demokratîk a hukûmeta xwe dispêre rizayê û prosedurên bivênevê hîyerarşîk û otorîyer ên cîhana karsazîyê»(12). Û Peter Drucker, «papayê karbirêvebirinê», tesbîteke têkildarî dîrokê bibîr dixe : «Hemû despotîzmên ronahîkirî dawîya dawî rê li pêşxistina şoreşê vekirine (13)

Ji bo pêşîgirtina li van bendewarîyan, aborîzanên neolîberal di salên 1970yî de ketin nava hewldana afirandina «teorîyên nû yên şirketê», yên destekê didin bergeheke aştîyane. Hîyerarşîyên jibîrbûyî û berpirsîyarî li pey tên : tenê rêzek têkilîyên alîkar hene di navbera nûnerên azad û wekhev de. Ev êriş dihêle ku depolîtîze bibin berdewam teorîyên li ser RSEyê, û bênavber bi pêş bikevin di salên 1980yî de, eynî weke yên têgeha «alîyên  hevpar» (stakeholders) (14) zindî kirin, ji bo li ber çavgirtina heman statuya hîsedaran (shareholders).

Bûyera dawî ya li Fransayê di dîroka RSEyê de : qanûna Pacte cara pêşî di koda sîvîl de dikeve nava hewldana sererastkirina pênaseya objeya civakî ya şirketê, ku ji niha û şûn ve pêwist e « mijarên civakî û hawîrdorê yên faalîyetên xwe» li ber çavan bigire.. Pêşketineke mutewazî : «hukûmet bi taybetî hewl da dest nede qanûna ceza ji bo ji alîyê cezayî ve rêveberan berpirsîyar bigire.», li gorî tesbîta lêkolînerê zanistên rêveberîyê Jean-Philippe Denis. Di rastîyê de, piştî çend protestoyan, karsazên fransî xwe li gorî teksta qanûnê sererast kirin. Tevgera şirketên Fransayê (Medef) hetta, di çileyê 2019an sedemekî hebûnê pejirand : «Livûtevgera bi hev re ji bo mezinbûneke berpirsîyar.»

Li gorî kevenşopîya friedmanî, beşek sermayeya fransî dîsa dijber dimîne li hemberî retorîka RSEyê. Şefê şirketê yê lîberal û namzedê xemgîn ê li ser serê Medefê di 2018an de, M. Jean-Charles Simon ji me re îzah dike ku bi nêrîna wî rîsk ji huqîqî zêdetir çandî ye: «Îdîaya weke divê kapîtalîzm were berpirsîyarkirin lîstikeke xetere ye, ji ber ku ev îtîrafeke têkçûnê ye. Kî lêborînê dixwaze bi awayekî xwe sûcdar dike. Şirket dixetimin û nizanin çi bikin, ji ber ku ew ê tu caran bi qasî pêwist serî netewînin.» Û di rastîyê de, çawa ku M. Faber kêmkirina meaşan ragihandibû li cem Danone, Oxfam jî bi gaveke destekê xwe digîhandê û « diket nava angajmana sazkirina hedefên xwe yên herî bilind ên qezencên ji hîsedaran re hatine şandin ji bo texsîskirina pereyên mijara gotinê ji fona veqetandî ji bo tranzîsyona civakî û ekolojîk a şirketa xwe(15)». Eger M. Simon kêfxweş dibe bi îradeya alîgirên RSEyê ya ji bo «xwe dûrgirtina ji şoreşê», ew texmîn dike ku « baştir e ew qebûl bike ku kapîtalîzm dikare bibe sîstemeke hilweşîner û pedagojîyê bike ji bo îzahkirina ka çima ew tevî hertiştî hê jî yekane tiştê mumkun e».

Tiştê nedihat payîn şermezarkirina xwezaya dij-demokratîk a RSEyê ye: «Biryardayîna li ser awayê rizgarkirina gerestêrkê, ne rola civata giştî ya şirketê ye. RSE taybetîkirina feydeya gelemperî ye. Û eger em hesab bikin ku şirket bi awayekî qanûnî lê belê bêberpirsîyar tevdigerin, rewakirina backirinê an jî qedexekirina aktîvîteyeke xetere an  jî gemarker  jî wezîfeyên dewletê ne.» Bi awayekî paradoksal, pozîsyona wê qismen dişibe ya Robert Reich, aborîzanê amerîkî ku destekê dide senator û namzedê berê yê serokatîyê yê Partîya Demokrat Bernie Sanders, ku RSEyê weke «sextekar» bi nav dike(16): « Yekane awayê ji alîyê civakî ve berpirsîyarkirina şirketan, bi rêya qanûnan mumkun e, bo nimûne, qanûnên ku wan neçar dihêlin zêdetir mafê gotinê bidin xebatkaran di biryarên grûbê de an jî di dayîna tezmînatan de ji bo civatên ku ew terka wan dikin, û bi zêdekirina bacê li ser şirketan.»

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

___________

1) Gotara M. Faber li pêşîya hîsedaran, 26 hezîran 2020.

2) Binêrin li nivîsara Sylvain Leder, « BlackRock, fînansa li ber serê xanenişînên fransî», Le Monde diplomatique, çile 2020.

3) Andrew Ross Sorkin, « BlackRock’s message : Contribute to society, or risk losing our support », The New York Times, 15 çile 2018.

4) Aneesh Raghunandan et Shivaram Rajgopal, « Do socially responsible firms walk the talk ? », Social Science Research Network (SSRN), avril 2021, https://papers.ssrn.com

5) Mark R. DesJardine, Emilio Marti et Rodolphe Durand, « Why activist hedge funds target socially responsible firms : The reaction costs of signaling corporate social responsibility », Academy of Management Journal, New York, 22 nîsan 2020.

6) Muriel Jasor, « Jean-Dominique Senard : “Wate û sedem motîvasyonê xwedî dikin ” », Les Échos, Paris, 8 hezîran 2018.

7) Gotara M. Cameron li pêşîya rêxistina Business in the Community, 6 gulan 2006.

8) «Pirtûka kesk. Handana çarçoveyeke ewrûpî ji bo berpirsîyarîya civakî ya şirketan», Comîsyona ewrûpî, Bruksel, 2001, https://eur-lex.europa.eu

9) Ji bo dîrokeke gotûbêjên li derdora «rêveberîya sincî», cf. Grégoire Chamayou, Civata nayê birêvebirin. Tixmê lîberalîzma zextkar, La Fabrique, Paris, 2018.

10) Howard Bowen, Social Responsibilities of the Businessman, Harper, New York, 1953.

11) Milton Friedman « A Friedman doctrine – The social responsibility of business is to increase its profits », The New York Times, 13 îlon 1970.

12) «The power of the democratic idea », sixième rapport du Rockefeller Brothers Fund Special Studies Project, Doubleday, Garden City (New York), 1960.

13) Peter F. Drucker, The New Society : The Anatomy of the Industrial Order, Harper, New York, 1950.

14) R. Edward Freeman, Strategic Management : A Stakeholder Approach, Pitman, Boston, 1984.

15) «Nameya vekirî ya Mouves û Oxfam ji bo Emmanuel Faber, PDG ya Danone », 25 hezîran 2020, https://impactfrance.eco

16)«The sham of corporate social responsibility », Robert Reich, 31 kanûn 2019, https://robertreich.org

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial