Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Serîhildana Korêya Bașûr

Tevî kirasê nûjenîyê û pêşketina teknolojîya nû, civaka Koreya Başûr hê jî têra xwe maço ye. Divê jin ji bo malbatên xwe fedekarîyê bikin. Lê belê, di çirîya pêşîn a borî de, hikûmetê pêşnûme-qanûneke ku destûrê dide destwerdana vînî (îradî) ya ducanîyê pêşkêş kir. Teksteke ku femînînst pir tirsonek dinirxînin. Çalakvanên jin li zingilê dema serhildanê dixin.

LEE JAE-HOON.– Ji rêzika «Nûçeyek ji 36ê

Di nîsana 2019an de, dadgerên Dadgeha Bilind a Korêya Bașûr biryareke dîrokî dan: bi heft dengên erênî li dijî duyên neyînî, biryara ku tawanbarkirina kurtajê (zarok jiberxwegirtin), ku bi dehan sal li kar e, neqanûnî ye, dan. Koreyîyên bașûrî êdî ne mecbûr in ku xwe veșêrin; ev yek ji bo rêxistinên femînîst serketineke pir mezin e. Dema ku biryar hate ragihandin, milîtanekê bi dengekî kelecanî got; “Ev yek encama têkoșîna bi salan e”.

Van salên dawîn gelek pêşketinên din ên balkêş hatibûn bi dest xistin. Tevgera #metoo, bi derengî gîhaştibû welêt, lê bandoreke wê ya berbiçav çêbûbû. Di destpêka 2018an de, dadstêneke bi navê Seo Ji-hyun, fermandarê xwe eşkere tawanbar dike, ku destavêtîye wê û radighîne piştî ku wê wêribûye wî protesto bike çawa karîyera wê têk çûye. Gelekên din mîna wê dikin, bidorê zagona bêdengîyê binpê dikin. Birêvebirên sîyasî, aktorên sînemayî, hunermend, akademîsyen: gelek bûyerên ku dengvedan teqîyan û balkișandin ser vê yekê ku destdirêjîyên cinsî, carekê bimrin êdî nema vedigerin.

Piștî van rûdanan, gelek jinên ku hîn jî ji bo xwe bighînin vê tevgerê dudilî dikirin, xwe eșkere kirin û dengê xwe danê. Di havîna 2018an de, xwepêșandanên femînîst ên herî girîng yên di dîroka vî welatî de li Seûlê pêk hatin. Qîrînên “Jîyana min ne fîlmê te yê porno ye”, yên bideh hezaran jinan gilîyê bêkiryar mana karbidestan li dijî zêdebûna kamerayên diznêrîyê, yên bi navê molkayê, ku di cihên giștî (tiwalet, saûna) de dihatin bicihkirin û bêyî ku haya gel jê hebe fîlmê wan digirtin. Ev vîdeo, di gel kasetên seksê yên dizîyê, li ser Internetê dihatin belavkirin û firotin, ku di encamê de mala cangorîyan wêran dikirin. Polîs û dadwerî bi xwesistkirin û çavê xwe ji vê yekê re girtinê hatin tawanbarkirin. Ev xwepêșandanên nerazîbûnê yên di tebaxa 2019an de, pașê jî di gulana 2020î de, bûn sedema bihêzkirina qanûna ku tawanên cinsî yên li ser Internetê ango xetê ceza dikir.

“Xwepêșandanên di 2018an de kombûnên pêșîn ên femînîstan bûn, ku min jî cesaret kir ez beșdar bibim”, Seo Ji-euna 22 salî ya rojnamevan rave dike. Ji ber ku, li Korêya Bașûr, peyv bixwe jî tabû ye: gava tu ji xwe re bêjî ez “femînîst” im, tu birûskan dikșînî ser malbata xwe, hevkarên xwe, bikarhênerên xwe yên Internetê… “Wê demê, min xwe vedișart, ez ditirsîyam ku hinek min wekî milîtan nas bikin û min bikin armanca êrîșên xwe. Lê niha rewș guherîye, ne wekî berê ye.” Serketina romana bi navê Kim Ji-younga di 1982yan de bû, ya Cho Nam-joo nîșana vê ye, ku bi milyonan kopîyên wê hatin firotin. Qehremana wê, jineke nûzewicî ye, ku di bin zextên civateke pederșahî ya tûj de û bikêmdîtinên rojane yên xapînok ên li ser jinan tên ferzkirin tê pelçiqandin e.

Bi vî awayî, hin bi hin, hin tabû ji navê radibin. “Dema ku me, di 1991ê de, rêxistina xwe ava kir, me qet nikaribû peyvên ‘șideta cinsî’ bilêv jî bikirana”, Xatûn Park A-reum, berpirsa navenda șideta cinsî bi bîr tîne. “Niha, qurbanî êdî bêtirs dikarin vê yekê bînin zimên. Ev guhertineke pir mezin e.” Di gulana 2016an de, li ber rawestgeha metroya Gangnamê li Seûlê, kuștina jineke 23 salî ku di wir re derbas dibû ji alîyê kesekî nenas ê 34 salî ve, ku pașê li xwe mikur hat ku xwestîye keteber jinekê bikuje, bû sedema pêleke çalakvanîyê. Li gor ku nivîskara femînîst Lee Min-kyung ravedike: “Ev qurbanî, dikaribû ez bûma. Piștî vê kuștinê, tevgera femînîzmê teqîya û gurtir bû.” 

Dayîkên bêkar, ev jinên «jirêderketî»

Piștî vê bi çar salan, di nîsana 2020î de, partîya yekem a femînîst a Korêya Bașûr kete hilbijartinên giștî yên parlamentoyê. Wê tu kursî bi dest nexistin, lê hebûna wê bixwe șoreșeke piçûk pêk anî. Niha êdî di parlamentoya neteweyî de rêjeya jinan ji % 19 ye. Ev serketineke mezin e, ji bo Korêya Bașûr. Demokrasîya taywanî ya cîran xwedî rêjeyeke ji % 41,6 e.

Di bin wê dîmena xwe ya nûjen û bi Internetê ve pir girêdayî de, civat bi rastî jî gelekî di bin bandora îdeolojîya neokonfuçyûsî de ye, ku hestîyê piștê yê xanedanîya Joseonî (1392-1910) pek tîne û xizmeta nirxên pederșahî û mihafezekar ên erjeng dike: jinek divê bi dirêjîya jîyana xwe di xizmeta bavê xwe, mêrê xwe û pașê jî di ya kurê xwe yê mezin de be. Helbet, demokrasîyeke bi hêz a Korêya Bașûr heye ku, di 2017an de, piștî xwepêșandanên bi girseyî û aștîyane yên bi mehan karibû seroka xwe Park Geun-hye -jina yekem ku ji bo vî miqamî hatibû hilbijartin- ji ser hikim daxe1. Lê meriv dîsa jî lê șaș dimîne ku ew di warê pirsa wekhevîya jin û mêr de ewhinde pașdemayî ye. Û Korêyîyên Bașûrî hîn jî bi berdewamî wekî kewê ku xwe li qefesê xe, xwe li asraxeke camî ya bi rastî jî nizm dixin.

Hîn jî meriv di bin giranîya zextên civatî û malbatî de dipelixe, ku ji bo wan divê jin bi çêbûna zaroka xwe ya nixurî re dest ji karê xwe bikșînin. Sîmaya gelêrî her ya hyobu dimîne, ku li gor wê bûka modêl ew e, ku xwarinê çêke, malê hilîne û deyne, xwe di ber zarokên xwe, mêrê xwe, xezûr û xesûya xwe de feda bike, qedereke weha ku îro keçên xama yên Korêya Bașûrî yên hevdem, bi gelek dîplome û ji dinyayê re vekirî, êdî qet naxwazin xeyal jî bikin.

Dayikên bî, bi tevayî duçarî bandora vê pederșahîtîya bi gir dibin. Zarokên ji dervî zewacê kêm in (di 2018an de ji % 1,9ê jimara giștî pêk tînin, ku ev jimare li Fransayê ji % 59,1 e)2 û bi șidet tên rûreșkirin. Bêkarên ducanî (hemîle) duçarî fișareke bêpîvan dibin ku zaroka xwe ji ber xwe bikin an bebeka xwe piștî zayînê bicih bihêlin. “Heta bi dê û bavên min jî ji min xwestin ku ez kurê xwe bicih bihêlim”, Xanim Kim Do-kyung, seroka Komeleya Malbatên Dayikên Nezewicî ya Korêyî (Korean Unwed Mothers Families Association, Kumfa) dibêje. “Me wekî kesên jirêçûyî dibînin. Piranîya me karên xwe wenda dikin: li bebeka xwe xwedî derketin, hîn bêtir dibe sedema bi çavekî nebaș lênêrînê. Li dibistanê, dê û bav ji zarokên xwe re dibêjin ku bi yê min re nelîzin. Gava ku pașîya min dikeve wan, pașgotinîya min dikin. Min venaxwînin civînên dê û bavên xwendekaran. Li ser belgeya ragihandina çêbûna lawê min, hatîye nivîsîn ku ew ‘ji derveyî zewacê çêbûye’. Ango ew ji roja ku çêbûye de hatîye fîșkirin.”

Dayikeke ciwan a dîya keçeke 14 salî û endama komeleyê, Xanim Jeong Su-jin bi ser ve dike: “Dema ku patronê min hîn bû ku ez ducanî û azib im, wî ez ji kar avêtim. Ji min re got: ‘ez keseke wekî te li vir naxwazim.’ Heta bi hevkarên min, bi tilîyan ez nîșanî hev didam.” Kumfa alîkarîyeke diravî û psîkolojîk bi dayikên endamên xwe re dike, lê ew bixwe tu alîkarîyê ji derekê nagire. Gelek dayikên azib ango bî, dê fakto ji hin bernameyên șaredarîyên ku piștgirîya zayînê dikin bêpar dimînin. Ev dayikên ku ji alî malbata xwe bixwe ve jî gelek caran nayên qebûlkirin, demeke dirêj bûbûn nêçîra ajansên ewladkirina navneteweyî yên kêm wijdan ku berî zayînê pêșwazîya wan dikir û ji rewșa wan a nelibar îstifade dikir, tan dida wan ku pitikên xwe ji wan re bihêlin. Ev pederșahîya reh û kokên wê kûr, nîșan dide ku çima Korêya Bașûr, heta dewlemend û pîșekarîbûyî, bi berdewamî bi hezaran zarokan ji derveyî welêt tînin û dikin ewlad.

Ew herweha bi giranî bandorê li ser cîhana karî dike. Koreyîyên Bașûrî beleheq bûne jinên herî bi dîploma ji yên hemî welatên Rêxistina Hevkarî û Pêșketinê ya Aborî (OCDE), ew di karên herî xirab yê bêewleyî de û bi mehaneyeke herî hindik ya li welêt dixebitin. “Cudakarî û neheqî ji dema bazara girtina kar dest pê dike”, Xanim Bae Jin-kyung, birêvebera Rêxistina Jinên Karker yên Korêyî (Korea Women Workers Association) dibêje. “Gelek caran kesên ku dixwazin wan bigrin kar dipirsin; gelo dostikê wan hene, projeya wan a zewacê yan zarokanînê heye. Pîștî ku dikevin kar jî, berpirsîyarîya herî kêm didin wan.” Ew ji huesik, șevên bi xwarin û pir vexwarin (carinan li kerxanê bi dawî tên) ku bi kêrî bazarîya peymanan, xurtkirina girêdanên di nav ekîbekê de yan jî terfîkirinan tên jî, bêpar dimînin. Ji bo gelek kardaran, rêya herî hêsan negirtina kar a jinan e, ji ber ku karin bi çêbûna zaroka xwe ya pêșîn re dev ji karê xwe berdin. Di 2018an de, sê bankeyên herî mezin ên Korêya Bașûr, Hana Bank, Shinhan Bank û Kookmin Bank ji ber sextekarîya alîkarîkirina wan a girtina kar hatin cezakirin: wan notên namzetên jin kêm kiribûn da ku bêtir mêr bikevin kar.

Kardarên hin pîșeyên pir jinanîbûyî, yên wekî hemșîretîyê, gelek caran duçarî çewsandina hîyerarșîya xwe dibin ku bitenê bidorê ducanî bibin. “Di hin warên din de, kardar bitenê bi tiştekî razî dibin ku ew jî jikarderxistina kesên hemîle ye, lê haya  kesî ji wan çênabe”, Xanim Bae Jin-kyung gilî û gazinan dike. Li gor wê, krîza diravî ya asyayî ya 1997an, ku bû sedema bêîstiqrarkirineke mezin a bazara kar –di bin desthilata Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) de, ku xwedêgiravî hatibû «hawar»a wan-, bi awayekî sergirtî rêzlênegirtina qanûna kar da qebûlkirin. Heke em bên ser mehaneya navîn a jinan, nagihêje ji % 68,5ê ya mêran jî3 (3) ku ferqa herî bilind a di nav aborîyên xwedêgiravî «pêșketî» tên hisêb de ye. Bitenê ji % 52yê jinên di temenê kar de ne, karekî wan heye, li hemberî vê jimara mêran % 72,3 ye, û krîza girêdayî Covid-19ê jî derbeke pir mezin li kesên ku bi mehaneya xwe debara xwe dikin daye4. (4) Ji 15 000 kadirên bilind ên 500 șîrketên serekî yên welatî, bi tenê % 3,6ê wan jin in.

Tevî vê jî Korêyîyên Bașûrî yên jin li gor hevmeqamên xwe yên mêr bêtir xwende û bi dîplome ne: berî niha bi du nifșan, bi tenê birayên wan dihatin șandin zanîngehê, îro li hemberî ji % 64,1ê mêran ji % 75,7ê jinên ji 25 ta 34 salî xwedî dîplomên zanîngehê ne.5 (5) Ji ber ku naçar dimînin di navbera karîyer û zarokan de tercîhekê bikin, gelek kesên ku hêvîyên pașdemayî yên civateke ku pir giran pêșde diçe qebûl nakin, dixwazin serbixweyîya xwe biparêzin û dev ji zewacê berdidin. Bi tenê ji % 22yê jinan bawer dikin ku bêyî zewacê nabe; jimara yên ku weha difikirin berî niha bi deh salan ji % 47 bû6. (6)

Ji ber ku Korêyîyên Bașûrî her ku diçe kêm û herweha jî dereng dizewicin, zayîn weke berfa nav avê dihele. Di 2019an de, nisbeta zayînê serê jinê dakete heta 0,92yan: ev rekorek e7. (7) Bernameyên ji nû ve zêdekirina zayînê, yên ku ji sala 2005an ve ji alî hikumetên rast û yên navenda çep ve hatin birêvebirin, bi bihayê serwetekê – tevde 123 milyar Euro – bûn mal û bi awayekî balkêș dîyar bû ku bikêrî tiștekî jî nehatin. Gelo armanca wan ne rast bû? “Ev ne tesadufek e, ku herêma zayînê ya herî xurt lê dîyar dibe Sejong e”, Xanim Bae Jin-kyung balê dikșîne ser. Li serbajarê nû yê birêveberîyê, ku li bașûrê Seûlê dimîne, piranîya niștecîyan karmend in; wekhevîya cinsî li kar li wir hîn bêtir û ewleyîya kar jî bi hêztir e.

Li ser navê xwe, Lee Min-kyung xemgînîya xwe dîyar dike ku hikûmet “israr dike daketina zayînê bitenê wekî pirseke aborî bibîne, lê nabîne ku ew yek ji ber sedema șerê du cinsan pêk tê”. Serketinên nû yên jinan birastî jî tûjbûna gotarên li dijî jinan, bi taybetî jî di nava nifșên ciwan de pîj dikin. “Gelek mêr ji femînîstan nefret dikin. Ji me re dijûnan didin”, Xanim Seo Ji-eun dibêje. Yên 20-30 salî ji yên 30-40 salî xedartir in; ji % 76ên van xortan eșkere rikeberîya xwe li dijî femînîzmê dîyar dikin8. (8)

Biçûkdîtina jinan a mêrên ciwan

Di îlona 2019an de, adaptekirina sînemayê ya Kim Ji-young, di 1982yan de bû lehîyeke nefret û dijûnan li ser Internetê rakir û xeta nû ya derza ku di civatê de pêk hatibû derxist ber ronahîya rojê. Mêrên ku xwe wekî qurbanîyên cudakarîyê didîtin di nav komeleyên mêrparêz (maskulînîst) de kom bûn û çeka xizmeta xwe ya leșkerîya mecbûrî rakirin ku îmtîyazên xwe yên gelêrî misoger bikin. Encamên sîyasî yên gotûbêjê hene: serokê navenda çep Moon Jae-in, ku xwedî fikrên wekî nêzîkî femînîstan bû dihate dîtin, dît ku rêjeya piștgirîya wî di nav hilbijêrên ciwan de dihele.

Bi bilindbûna bêkarîyê di nav xortan de û rawestîyana mezinbûna aborîyê lihevnekirin hîn bêtir mezin bû. Derfetên piranîya xortan tunebûn ku xwe li gor pîvanên civatî yên pir hișk eyar bikin: ji bo bizewicin, divîya têra xwe pere qezenc bikirana ku ji xwe re lojmanek bikirîyana û heqê dibistana zarokên xwe yên pêșerojê bidana. Wan xwe wekî hatibûn tazîkirin didît. Piranîya wan a ku li hemberî reqabeta nû ya jinan di cîhana karî de destvala mabûn, nedixwestin hêvîyên wan ên guherî bibînin. “Nifșê nû yê kuran jî qet ne cihê ne! Wan jî li bavên xwe nêrîne û mezin bûne”, xwendekareke zanîngehê li Seulê dibêje û tinazê xwe bi wan dike. Ji bo Korêyîyên Bașûrî, têkoșîn hîn dikare dirêj biajo.

* Rojnamevan (Seûl). Nivîskarê ceribandina bi navê Les Sud-Coréens / Koreyîyên Bașûr, Ateliers Henry Dougier, coll. «Lignes de vie d’un peuple / Xetên jîyana gelekî», 2017.

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademîr

_________

1)    Sung Il-kwon, «“Révolution des bougies” à Séoul / Li Seûlê “Şoreșa mûman”», Le Monde diplomatique, çirîya pașîn a 2017an.

2)    «Population trend investigations / Lêkolînên li ser meyla nifûsê», Kosistat (li Korêyê), gulana 2020î, û ji bo Fransayê, «Naissances hors mariage / Zarokanînên (welidînên) derveyî zewacê», Institut national d’études démographiques, Paris, adar 2020

3)    Ministère de l’emploi et du travail / Wezareta kar û xebatê, Séoul, 2019, www.wage.go.kr

4)    Ock Hyun-ju, «At workplaces and home, female workers hit harder by Covid-19 outbreak / Li cihê kar û li malê, karkerên jin bișewba Covid-19ê hîn bêtir derbe xwarin», The Korea Herald, Séoul, 18ê gulana 2020î.

5)    «Diplômés de l’enseignement supérieur / Dîploma xwendina bilind», Organisation de coopération et de développement économiques (OCDE), www.oecd-ilibrary.org

6)    «Till death do I stay single: South Korea’s #NoMarriage women / Heta mirinê jî ez ê azib bimînim: jinên #NoMarriagê», AFP, 6ê çileya pêșîn a 2019an.

7)    «S. Korea’s total fertility rate hits new low in 2019 / Rêjeya bitevayî ya zayînê li Korêya Bașûr, di 2019an de, dîsa kêm bû», Yonhap News Agency, Seul, 26ê sibata 2020î.

8)   Jake Kwon,«South Korea’s young men are fighting against feminism / Xortên Korêya Bașûr li dijî femînîzmê șer dikin», CNN, 24ê îlona 2019an.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial