Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Serdema Paş-Heqîqetê

Ev dîyarde tenê bandorê li ser mirovê sîyasî nake, lêbelê alîyên çandî, ronakbîr û komên olîgarş jî di vê çarçoveyê de cih digirin. Di bin sîya vê çand û sîyasetê de, her kes û alîyekê ku xwe di nav sînorên bîr û boçûn û bawerîyên hişk yên kesên mîna xwe de êxsîr kirine, ne ewqas wêrek e ku rexneyan bigire, ne diwêre heqîqete bîne ziman. Tiştê ku dibêje ne ew tişt in ku bi rastî dixwaze bibêje an jî pêwîst e ji bo pêşxistina heqîqetê bîne ziman. Armanca van gotinan jî dilxweşkirin û razîkirina kesên derewkar yên mîna wan e.

Sala 2016an Ferhenga Oxfordê ji bo cara yekem têgiha “Paş-Heqîqet”ê (Post-Trut) xist nava lîsteya peyvên xwe. Paş-Heqîqet tê wateya rewşa ku rastî û faktayên objektîv/şênber di berawirdkirina ligel hest û bawerîyên kesane de bandorek kêmtir li ser avakirina raya giştî dikin.

Serdema paş-heqîqetê balê dikşîne ser komek guherînan ku bi awayekî neguncaw bandorê li jîyana me ya rojane, sîyaset, çand, medya, reftarên xelkî û raya giştî dikin. Civaknas û zanyarên sîyasî koka vê dîyardeyê vedigerînin rabirdûyeka dûr û dibêjin ku; George Orwell, Hannah Arendt û Aldous Huxleyî di berhemên xwe de amaje bi vê mijarê kirine. Lêbelê vê dîyar-deyê piştî serhildana torên civakî  û  medyaya dîjîtal bi awayekî berbiçav di jîyana me de reng vedaye û piştî hilbijartina Donald Trump di sala 2016an de jî cihekî mezin di nav edebîyat, lekolînên zanistî û gotarên medyayî de zeft kirîye. 

Em niha di serdemekê de dijîn ku êdî heqîqet mîna konsept, fact, belge û agahîyê nayê dîtin. Lêbelê heqîqet bûye bîr û boçûn û nîqaş û babetên şexsî yên wan kesan ku dixwazin ji bo gihiştina bi armancên xwe yên sîyasî û aborî, bingeha civakê hilweşînin. Ji ber vê çendê jî, êdî heqîqeta mirovan girîng nîne, girîng nîne ku asta te ya hizrî û merîfetî/têgehiştinî çiqas e, lêbelê tiştê girîng ev e ku çawa dê bikaribî vê lîstokê bilîzî, an jî çawa dê bikaribî profayleka bedew ji bo xwe darêjî. Girîng ev e ku dê çawa bikaribî di warê teknolojîya dîjîtal de şareza bî, bibî partîzanekî medyaya civakî, xwe nêzî desthilatê bikî, bi hestên xelkî bileyizî û sînorê di navbera heqîqet û derewan derbas bikî. Çawa ku Hannah Arendt dibêje; di rewşeka weha de êdî mirov nikare derew û rastîyê ji hev veqetîne. Li gor nêrîna Hannah Arendtî, totalîtarîzm ji nav xelkekî weha peyda dibe/derdikeve holê.

Konsepta paş-heqîqetê behsa jihevveqetînê dike ligel serdemekê ku di têkilîyên di navbera xelkî de, di têkelîyên di navbera desthilatdar û hevwelatîyan de, di têkelîya di navbera medya û raya giştî de hin nirxên exlaqî û rêgezî/prensîbî hebûn. Di serdema paş-heqîqetê de nirxên mîna rastgoyî, azadîya raderbirînê li ser bingeha rêzgirtin ji azadîya kesên din, hestkirin bi berpirsîyarîyê di nav civakê de û bikaranîna aqilî ji bo ravekirin, têgihiştin û parastina heqîqetê, ji holê radibin. Di vê serdemê de çandek weha çêbûye ku alozî û pirsgirêkên cîhanê biçûk nîşan dide da ku du cemser û du çeperan li dijî hevdu ava bike. Ew du çeper û cemser jî baş û xirab, Xwedê û Ehrîmen û em û ev in. Pêşeng, şopîner û sempatîzanên/alîgirên van du çeperan hevdu temam dikin û li ser bingeha hestyarîyê bi hestên xelkî dilîzin da ku bikaribin desthilata xwe bisepînin û herweha raya giştî bixapînin û dagîr bikin.

Metoda gehiştina bi vê armancê jî înkarkirin, weşandina nûçeyên derew, sextekarî, derewên organîzekirî ji bo êrîşkirin û çandina tovê rik û kînê, qutkirina têkelîyên di navbera mirovan de û lawazkirina kesayetî û tunekirina sembolîk/hêmayî ye. Hin pispor vê dîyardeyê wekî “Alavê Organîzekirî” pênase dikin ku hin kes û alîyan li ser bingeha berjewendî, babet û armancên sîyasî, aborî û civakî bilind dike û di navbera hevwelatî û xelkî de sînorên mîna sînorên sîyasî, bajarîtî, hizbî, malbatî, eşîrtî, olî, ayînî û hwd. çêdike û li ser bingeha van sînoran jî tovê dijminîyê diçîne û bingeha şerî di navbera wan de ava dike. Taybetmendîya sereke ya vê rewşê nebûna dadmenîyê û bingehgirtina zordarîyê li kesên cîyawaz e, ew kesên ku nikarin di vê hevsengîyê de xwe peyda bikin û herweha nikarin bihizirin, kûr bifikirin, rave bikin û rastgobûnê diparêzin. Nebûna dadmendîyê û hestkirin bi zilmê li hemû civakan, aştî û aramîyê têk dide û aştîya navxwe-yî û aştîya di navbera mirovan de jî ji holê radike. Nebûna aştîyê tê wateya şerekî berdewam. Helbet şer tenê nayê wateya lihevxistina serbazî ya dewletan an jî şerê çekdarî û êrîşa leşkerekê. Nebûna aştî û harmonîyê li nav endamên malbat û civakê û herweha di jîyana me ya rojane de şerekî bêwate û berdewam e û her kes ji êşa wî şerî dinale. Îro ev dîyarde hêdî hêdî li hemû cîhanê berbelav dibe, lêbelê li wan herêm û welatên ku dîroka wan bi dîktatorî, şerê dewletan û şerên navxweyî û çekdarî hatîye hûnandin, bandora vê dîyardeyê gelek xurttir e.

Hannah Arendt di derbarê derew û derewa organîzekirî/bûyî de dibêje ku; tu carna li hember kesekî din derewan dikî û wî bêhêvî dikî, lê di derewa organîzekirî de ku bi pîlansazî pêk tê, tu ne tenê heqîqetê şêlî dikî, lêbelê di rastî de wê heqîqetê ji holê radikî.  Bo nimûne, di serdema koronayê de derewên organîzekirî ji hêla wan kes û koman ve dihatin kirin ku hebûna vîrusa koronayê înkar dikirin. Ji hêla sîyasî ve, derewa organîzekirî ku li welatên dîktator gelek tê kirin, înkara hebûna dijberîyê/opozîsyonê ye û hêza wan tune dike. Derewa organîzekirî qirkirina ermenîyan û holocaustê înkar dike, di medyayan de nûçeyên nerast û şaş belav dike û raya giştî têk dide. Derewa organîzekirî li mizgeft û kilîseyan gotareka tundajo pêşkêş dike û dibe sedemê gurkirina agirê pev-çûn û dijminkarîyan.

Li Kurdistanê reftar, çand û sîya-seta paş-heqîqetê gelek bi awayekî berbiçav tê dîtin û cihbicihkirin. Tu ligel her kesî qise dikî, pê dihesî ku her roj êşê dikêşe, dilteng û bi endîşe ye, ligel xwe û derdora xwe nakok e û hest bi zilmê û bêdadîyê dike. Take kurd di rewşeka perîşan, tijî stres û endîşe de dijî. Medyayên nepispor/nepîşeger û dîjîtal yên partîyan, 24 saetan û bi awayekî berdewam nûçeyên derew, bêbelge û bêbingeh diweşînin û bi rêya wan nûçeyan mêjiyê xelkî şêlî dikin. Ew nûçe hêza gel ya hizirkirin û têgihiştinê tune dike. Torên civakî îro bûne sekoya xweperestî, derfetparêzî û xwenîmayîzkirinê û ev kiryar hemû li ser bingeha paşxaneyeka çandî û li gor hez û pîlanên kom, partî, medya û komên qaşo ronakbîr yên olîgarşî pêk dihên.

Torên civakî yên mîna Facebook, Instagram, Tweeter û hwd, ji hêla wan koman ve bi nûçeyên derew û kînbar hatine tijîkirin. Di wan bername û medyayan de raya giştî tune ye, lêbelê lîstin bi hestên xelkî û rebaza gêjkirinê/nezanhiştinê serdest e. Di wan bernameyan de têkilî lawaz in, mirov birîndar in, zimanek tund û tehl di asta dijûn û têkdana kesayetîyê de serdest e. Herweha di wan bernameyan de bi rêya bikaranîna hesab, malper û rûpelên sexte û reftarên neguncaw û azarbexş heta asta kuştina sembolî jî pêngav tên avêtin. Gotar û nivîsên nirxdar, zanistî, akademîk û bibelge pir kêm dihên xwendin û li beranber vê çendê jî, sadebêjî û gotarên hestyar û rewaletkarî heta asta pornoyê di civakê de zal bûye û armanca van hemûyan jî veşûştina mêjîyan, xesandin û monopolîzekirina raya giştî ye. Pîvana nirxandinê jî bûye klîk, layk û şopîner.

Ev rewş bûye sedem ku xelk li dijî hevdu çeperan ava bikin û ducemserî çêbe, anku raya giştî li ser “em” û “ew”ê hatîye dabeşkirin. Xelk di nav çeperên hevfikrên xwe de cih digirin û li ser bingeha berjewendî û alîgirîyê, kom û alîyan ava dikin, ne li ser bingeha fikir û dîyalogê. Ew êrîşî wan kesan dikin ku ligel wan cîyawaz in. Êdî nivîsîn ji bo berhemanîna zanist û têgehiştinê nayê bikaranîn; lêbelê ji bo dijîtîya kesên din sûd ji nivîsînê tê girtin. Michiko Kakutanî di pirtûka bi navê “Mirina Heqîqetê” de wan koman wekî komên îdeolojîparêz bi nav dike û dibêje ku di navbera wan û komên terorîst de tu cîyawazîyek tune ye (Kakutanî, 2018). Di vê deqbendê de jî, bi rêya hesab û rûpelên xwe yên sexte êrîşî wan kesan dikin ku mîna wan nefikirin, da ku wan tune bikin. Ew dijberên fikra xwe wekî “Ehrîmen” û “xirabkar” didin nasandin da ku wan bêdeng û tune bikin. Ev şer jî şerê di navbera mirovan de, di serdema paş-heqîqetê de ye.

Ev dîyarde tenê bandorê li ser mirovê sîyasî nake, lêbelê alîyên çandî, ronakbîr û komên olîgarş jî di vê çarçoveyê de cih digirin. Di bin sîya vê çand û sîyasetê de, her kes û alîyekê ku xwe di nav sînorên bîr û boçûn û bawerîyên hişk yên kesên mîna xwe de êxsîr kirine, ne ewqas wêrek e ku rexneyan bigire, ne diwêre heqîqete bîne ziman. Tiştê ku dibêje ne ew tişt in ku bi rastî dixwaze bibêje an jî pêwîst e ji bo pêşxistina heqîqetê bîne ziman. Armanca van gotinan jî dilxweşkirin û razîkirina kesên derewkar yên mîna wan e. Çima tiştek weha rû dide? Gelek sedemên vê çendê hene û bersivdana vê pirsê pêdivî bi hilsengandineka kûr heye. Herweha pêwîst e ev mijar were ravekirin. Heger ku em di çarçoveya nerîna Hannah Arendt û rehenda totalîtarîzmê de vê mijarê binirxînin, em dikarin bibêjin ku takekes di nava wan çeper û komên hizbî, çandî, med-yayî û civakî de bi rêya tirsandin û hereşeyê hatine êxsîrkirin, xesandin û hêza wan ya hizirîn, giftûgo û argumanê ji wan hatîye stendin. Ew di vê çarçoveyê de wekî amûrekê dihên bikaranîn, her kesê ku rexneyan bigire û rastîya mijaran bîne ziman dê were reşkirin, dê ji kom, deste û torên civakî were derxistin û ji bilî tunekirina sembolîk dê jîyana wî jî bikeve metirsîyê.

Di vê navberê de şerekî pûç û vala rû dide ku piranîya xelkî tê de beşdar in û hemû jî di vî şerî de ew in yên ku dê têk biçin. Di rewşeka weha de, medya dilê xwe bi zêdebûna hejmara kilîk û laykan xweş dikin. Ew hesab û rûpelên ku zêdetirîn layk û şopîneran kom dikin, tûşî kêfxweşîyeka xapîner dibin û xwe wekî lehengekê dibînin ku xeyalî ye. Herweha îro ji bilî gotinên mezin û propagandayê tu wateya demokrasî û mafên mirovan jî nemaye.

Kurdistana Başûr zemîneke guncaw bû ji bo çand, sîyaset û reftara paş-heqîqetê. Piştî çil salan dest-hilatdarîya Beesîyên dîktator, piştî Enfal û qirkirin, awareyî û şoreşên xwînavî, piştî şerê birakujî, serhildana îslama sîyasî û êrîşa daîşîyan, xelk li benda sîyaset û ramaneka alternatîf bû da ku birînên wan derman û hêvîyên wan xurt bike. Lêbelê ramana hizbayetî/sîyasî û olîgarşîya ronakbîrî û tundajotîya îslamî di serdema paş-heqîqetê de, ne tenê nekarî birînên wan derman bike, lêbelê bi rêya teknolojîya modern, şer û tundûtîjî û kîndarî anîn nav malan û li ser ekrana komputer û mobîlan jî bicih kirin. Şerê navxwe, hizba-yetîya bertek, komparêzî, şarçîtî û çend cemserî bûne norm û îro hejmarek zêde ya xelkî wisa hînî vê çendê bûne ku ne dikarin dest jê berdin ne dikarin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi awayekî dirust bifikirin.

Dema ku sîyasetmedar mêjîyê te şêlî bike, ronakbîr derewkar be, mela û keşe zarokbaz bin û feminîst jî derfetparêz bin û prensîban binpê bikin, ev nêrînên sexte û derew dê bibin norm/pîvan û xel-kê nezan û xesandî jî dê şanazîyê bi wan norman bikin. Encama vê rewşê bêzarbûna xelkî û çêbûna hêza hilweşandin û wêrankirinê ye ku digehe asta tunekirina heqîqetê û pevçûn û jiholêrakirina hevûdu û xweşkirina agirê şerê di nabvera takên civakê de. Ev vîrus gelek ji vîrusa koronayê jî metirsîdartir e. Vê vîrusê di mêjîyê me de, di nav hemû peyvên me de, li bin ziman û ser zimanê me û di bizav û tevgerên me yên rojane de cih girtîye. Lewra jî divê em hemû bi hev re li beranber vê vîrusê bisekinin, çawa ku em li hember vîrusa koronayê sekinîn.

*Lêkoler li Zanîngeha Bristol û Profesorê Mêvan li Zanîngeha Sciences Po ya Parîsê

Wergera ji soranî: Sabîr Ebdulahîzad

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial