Hezîran 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Sendîka, xeta sor

«Dînîtî», «şaşî», «tevgera tesadufî»… Ji referandûma 2016an ve, Breksît pir caran wekÎ fêkiyê pêkhateyeke şertûmercên xirab hat pêşkeşkirin. Li gel vê yekê jî ew tam bersivê dide bendewariyên sînorekî fînansê, ku sererastkirina ewropî -herçendî ditirse xwedî hêzan himbêz bike- zêdetir nerihet dike.

Ji xeynî ev yeka ku dikare wekî meylek dîyare a dabeşkirina di navbera polên protestoyî û reformxwaz de xuya bike, sendîkayên fransî xwedan taybetmendîyeke hevpar in: ev yek jî rastîya ku dîroka wan hindik tê zanîn e. Herweha, tevî ku hejmara karkerên metalî yên navdar ên wekî Benoît Frachon, Jean-Pierre Timbaud, Ambroise Croizat zêde bin jî, Federasyona Karkerên Metalûrjî (FTM-CGT) ku di sala1909an de ava bû, li benda dema xwe bû. Emeric Tellierê ku li «Enstîtûya CGT (Sendîkaya-Konfederasyona Giştî ya Kedê) dîroka civakî ya metalûjîyê” arşîvkar e, bi awayekî zelal têkoşîna ku li dijî peymanên kolektîf ji bo «hefteya îngilîzî-xebata ji heftê û pênc rojan» dane radixe pêş çavan. Kêmkirina dema xebatê ya rojane, naskirina nexweşîyên pîşeyî, xetereyên tendirustîyê herweha helwesta xwe ya dij-kolonyalîst (Cezayîr, Vîetnam) nîşan dide. (1)

Di navbera salên 1922 û 1936an de sendîkaya ku di bin navê «federasyona karkerên metalê» de xebatên xwe bi rê ve dibir, piştre di bin navê Konfederasyona Giştî ya Kedê (CGT) û Konfederasyona Giştî ya Karkerên Yekbûyî (CGT-U) de hate dabeşkirin û bûn du parçe. Di sala 1947an de, alîgirên xetek li dijî grevên dijwar, hêza karker (Force ouvrière- FO) ku xwe wekî dij-komunîst bi nav dikirin bi piştgirîya Federasyona Karkerên Amerîkî (AFL) ava bû. Federasyona Karkerên Metalûrjîyê (FTM) tevî hejmarên xwe yên nenîzamî (di sala1968an de çar sed hezar endamên sendîkayê, di 2017an de dadikeve pêncî hezarî) bi awayekî rêk û pêk damezrandina sendîkaya karsaz û milîsên taybet re rû bi rû dimîne. Tellier nêrînên xwe bi reşbînîyekê bi dawî dike. Sedema wê jî weha dîyar dike: sendîkayîbûn ji ber sedemên na-endustrîyalîzasyon (gav bi gav windabûna aktîvîteyên pîşesazîyê), sîstema taşerontîyê, na-lokalîzasyon (dabeşbûna hêzê- ji hev belavbûn) her diçe qels dibe.

Tevî xwendineke li ser kitêba L’Étrange défaite ya Marc Bloch, dîroknas Annie Lacroix-Riz, di pirtûka xwe ya li ser dîroka sendîkayî de di navbera salên 1939-1949an de (2), bi me rola Federasyona Kedê ya Amerîkî- AFL û Wezareta Derve ya Amerîka ku dotira rojê a şerê cîhanê yê duyem li dijî «hegemonyaya komunîst» di nav sendîkayên ewropî (Fransa, Almanya, Îngilîstan ) dilîst dida nîşandan.

Mabesta wan ji vê yekê, daxistina mehaneyên karkeran, zêdekirina saetên xebatê… û herweha pêşî li biyekbûna sendîkatî û bandora milîtanên komunîst bigrin. Li Almanyayê, ji ber li dij-Bolşevîzmê denazîfîkirin (dénasification) dê were terikandin; li ser vî esasî nazîyên berê wê entegreyî Partîya Sosyal Demokratên Alman (SPD) bihatana kirin.

Di sala 1944an de karsaz li Fransayê avakirina yekem ya sendîkaya rêveberan teşwîq dikin. Fon dê biçin bo sendîkayên baş.

Ev yek dîroka Hevgirtina Yekitîya Demokratîk (SUD) e ku Sophie Béroud û Martin Thibault (3) tînin zimên. Ew di derheqê vê sendîkaya ku hewl dide xwe bigihîne tevgerên civaki yên curbicur ku em di demên dawî de tevgerên wekî “êlekzeran” jî dibînin analîzeke hûrgilî pêşnîyar dikin. SUD yekem car, di sala 1998an de ji hêla mîlîtanên Konfederasyona Kedê ya Demokrat ya Fransayê (CFDT) ve hate damezrandin. Ev yek li dijî nerazîbûna helwesta lîberaltîya navendên (sendîkayê) wan derket holê.

Li ser bingeha rapirsînên civaknasî yên demdirêj, bi lihevkirin û nîqaşkirina bi rêberên rêxistinê re, nivîskar nîşan didin ka girtina xeteke hişk çiqas dijwar e, di heman demê de yekîtîyek bi cih ava dikin ku nekeve nav vê nîzama rêveberîyê ku wê bi heybet bi doza ku li dijî France Télécomê ya 2019an ji bo tacîza exlaqî anîye.

Di çarçoveyeke ku her ku diçe dijwartir de, gelek merhele cudatîya di warê sîyasî û angajmana sendîkatî di navbera damezrêner û endamên nû de dide nîşandan. Lêkolîner herweha, hinde şewşîyên di navbera dîskûrên Solidairesê ên li ser piştevanîya ji karkerên prêker (ên bê temînat) û li ser bingeha karên stabîl dest nîşan dikin. Di kongreya 2017an de, ji sedî 4ê delegeyan karker, ji sedî 17,6ê wan karmend, ji sedî 37î serkaran ji sedî 18,6ê wan rêveber û endezyar û ji sedî 14 ji wan jî mamoste bûn.

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

________

1) Emeric Tellier, Le Métal au cœur. Une histoire de la fédération CGT des travailleurs de la métallurgie, Éditions de l’Atelier, Ivry-sur-Seine, 2021, 183 r.
2) Annie Lacroix-Riz, Scissions syndicales, réformisme et impérialismes dominants, 1939-1949, Delga, Parîs, 2020, 335 r.
3) Sophie Béroud et Martin Thibault, En luttes ! Les possibles d’un syndicalisme de contestation, Raison d’agir, Parîs, 2021, 224 r.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial